title
stringlengths 2
169
| url
stringlengths 23
219
| content
stringlengths 22
310k
|
|---|---|---|
Li ser hin termên kêşedar çend pêşniyaz
|
https://botantimes.com/li-ser-hin-termen-kesedar-cend-pesniyaz/
|
Li ser hin termên kêşedar çend pêşniyaz
Gava em hewl bidin termekê di zimanê xwe de bi cih bikin, divê pêşî em serî li zimanê çavkanî û zimanên din bixin, di pênaseya wan bifikirin û paşê wan li zimanê xwe bînin. Ji bo vê jî şertê pêşîn ew e divê em di nav zimanê xwe de bikarin biramin û ji bo termê peyvê di mehneya wê ya rast de tercîh bikin, ne em serî li wateyên wan ên mecazî bidin.
Kurmancî hem ji aliyê rastnivîsê ve hem jî ji aliyê termînolojiya hin war û qadan ve tam cihgir nebûye. Arîşeyên di van waran de hîn didomin. Lê ya baş ew e ku ziman di van mijaran de her diçe dikemile, kil û kêmasiyên xwe kêmtir dike û zimanekî nivîskî yê standard jî pêk tê û cihê xwe digire. Kar dimîne li ser milê bikarhêner û weşangeran da ew ji berê bêhtir hişyar bin û rîayet li van rêzik, biryar û pêşniyazan bikin û wan bi cih bînin.
Di serî de daxuyînim, mebesta min a ji vê nivîsarê ne ew e da ez bi awayekî giştî ji kêşeyên vekîtê ango rastnivîsê û terman behs bikim. Bi dayîna nimûneyan ez dixwazim balê bikişînim ser çend terman ku di pratîkê de li ser wan lihevkirineke tam çênebûye û di weşanên kurdî de ew ne mîna hev tên bikaranîn. Ev yek bi xwe jî nîşanî me dide bê çawan lihevnekirin heye. Yek ji wan termên ez hez dikim balê bikişînim ser awayê bikaranîna “hilbijartinên herêmî” û “hilbijartinên xwecihî” ye. Ev her du jî li şûna “local election”a îngilîzî û “yerel/mahallî seçim”a tirkî tên bikaranîn.
Bi vê cure hilbijartina hanê li bajar, bajarok û qesebeyan şaredar (seroka/ê belediyeyê), meclisa şaredariyê (belediyeyê) û endamên meclisa giştî ya bajêr tên diyarkirin. Her wiha di vê de keyayên gund û taxan û ezayên wan jî tên hilbijartin. Hilbijartinên herêmî û yên giştî ji vê cuda ne. Yek an li herêmekê yan jî li herêmên ji hev cihê û ya din jî li tevahiya wî welatî ji bo organên hikûmet û yên birêvebirina dewletê tên kirin. Eger em li gorî rewşa Tirkiyeyê bibêjin, a niha hilbijartina giştî ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran tê kirin.
Nexwe mebest ji hilbijartina lokal/mehelî, ne hilbijartina herêmê yan jî “xwecihî” ye. Jixwe peyva “xwecihî” ji bo vê, termeke kêşedar e. Çima, em niha behsa wê bikin. Ev bêjeya bi awayê “xwecih” û “xwecihî” berginda peyvên “native” û “autochton”a îngilîzî û “yerli”ya tirkî ne. Di kurmancî de sînonîmên wê peyvên wekî binkî, binekî, binecih û binelî hene. Mirov dibêje gelê binkî, ew binkiyê vê derê ne, ew gelên xwecih in û hwd. Loma jî nabe ev peyv li şûna lokal/mehelî bê bikaranîn. Ji lew re hilbijartinên giştî û hilbijartinên herêmî, cureyên hilbijartinan e û ew ji yên cihkî, bi gotina din, ji yên lokal/mehelî bi temamî cuda ne. Li şûna vê peyva xwecih/xwecihî, di kurmancî de cihî û cihkî hene û ew bergindên bêjeyên lokal û mehelî ne. Bi kurtasî pêşniyaza min li şûna wan her du bikaranînan ev e: hilbijartinên cihkî/cihî.
Termeke din a pêtêkildar jî “îdareya mehelî” ye, eger xwecih/xwecihî bê tercîhkirin, nexwe divê ew jî bibe “birêvebirina/kargêriya xwecihî.” Li şûna vê jî pêşniyaza min awayê “birêvebirina cihkî” ye. Terma din jî ya me dîsan eleqedar dike, “xwebirêvebirin” e û nabe jê re jî “birêvebirina/rêveberiya xwecihî” bê gotin. Çawan li jorê jî me aşkera kir, xwecih/xwecihî, ne hemwateya lokal ango mehelî ye.
Puxteya van derbirînan:
cihkî, cihî: lokal, mehelî.
herêmî: êrdimî, navçeyî, zonal.
xwecih: binkî, binecih, otokton.
xwebirêvebirin: xweîdarekirin, xudgêran, birêvebirina xwe bi xwe.
Di kurmancî de gotineke din a bi awayên ji hev cihê tê bikaranîn heye, ew jî terma “xweparastin”, “xweparêzî” û “parastina cewherî” ye. Ev jî kêşeyeke me ya din e û divê jê re jî çareseriyeke rast bê dîtin. Di zimanê me de awayên “xweparêzî”, “xweparastin” û “xwebergirî” hene û bi mehneya parastina xwe bi xwe ye. Li şûna wan, tercîhkirina “xweparêzî ” yan jî “xweparastin” çêtir e ji “xwebergirî”yê. Ji ber ku wateya peyva “bergirî”yê ya rast tedbîr e, rêlibergirtin e, lê wek mecazî li şûna parêzî/parastinê jî likar e. Di meseleya terman de helwesta rast û licih, hilbijartina wateya pêşîn û rast a peyvê ye. Loma wekî berginda “self-defence”a îngilîzî, “autodéfense”a fransizî û “öz savunma”ya tirkî, şêweya “xweparêzî”yê çêtir dibînim.
Em bên ser bikaranîna gotina “parastina cewherî”yê; ev awayê ji bo xweparêziyê, bi ya min bi temamî şaş e. Esilê “cewher”ê ji “gewher”a îranî ye û ji ber nebûna dengê “g”yê di erebî de mîna cewher derbasî wî zimanî bûye. Ji bilî mehneya wê ya micewher, mehneyeke wê xwerûya/puxteya tiştekî ye û ya din jî wek termeke felsefî, ew tişt e ku di binyada bûneweran de hîç naguhere, wekî xwe dimîne. Bi zimanê îngilîzî cewher “essence” û bi tirkî jî “töz” e. Lê mebest ji xweparêziyê, termeke leşkerî ye, ew yekîneyên hêzê ya ji bo parastina xwe ye. Îcar cewherî rengdêra cewherê ye. Loma jî ew awayê bikaranînê ya “parastina cewherî” qet nabe û eger bêyî dudilî were gotin, şaş e. Çawan ji mînakên zimanên din jî diyar dibe (self û auto), divê ew bi “xwe”yê çêbe. Mîna “xweser” û “xweserî”yê, ku bergindên wê yên îngilîzî û fransizî autonomous/autonomy û autonome/autonomie ne. Her wiha bi tirkî ew özerk/özerklik in. Dîsan li şûna wan peyvên me yên mîna xudmuxtar û xudmuxtarî hene û di van terman de jî “xud”, heman “xwe” ye.
Gava em hewl bidin termekê di zimanê xwe de bi cih bikin, divê pêşî em serî li zimanê çavkanî û zimanên din bixin, di pênaseya wan bifikirin û paşê wan li zimanê xwe bînin. Ji bo vê jî şertê pêşîn ew e divê em di nav zimanê xwe de bikarin biramin û ji bo termê peyvê di mehneya wê ya rast de tercîh bikin, ne em serî li wateyên wan ên mecazî bidin.
A rast rê û rêbaz diyar in û tecrubeya dinyayê jî li ber çavan e, dimîne em jî bi hendaze tev bigerin, berî termekê yan jî têgihekê çêkin, hewce ye em serî li çavkaniyên xwe yên zimanî, wekî ferhengan bidin. Eger di wan de nebin îcar pêwîst dike mirov alîkariyê ji saziyên xwe yên zimên û kesên eleqedar û pêewle bixwaze. Awayên din dibe sedema çêbûna sergêjî, geremol û arîşeyên hîn zêdetir. A baş ew e em çavan kil bikin ne ku kor bikin. Tevgerîna bi awayê berpirsane divê ji bo me giştan rêbaza sereke be û em hewl bidin terman rast û di cih de bi kar bînin.
|
Li ser teşeya berê ya lêkera “mirin”ê
|
https://botantimes.com/li-ser-teseya-bere-ya-lekera-mirine/
|
Li ser teşeya berê ya lêkera “mirin”ê
Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên hêvişandî tên dîtin ku ew ji bo peyitandina vê yekê çavkaniyên hêja ne.
Carinan li ser teşeyê peyvekê pirs bi mirov re çêdibin bê çima wisan lê hatiye û ketiye rewşeke din. Ev yek demeke dûr û dirêj mirov tim bi xwe re dibilîne. Îcar te dît ji nişka ve fikirek hat hişê mirov an jî bi xêra dîtina nimûneyekê mijar ronî dibe. Ev rewş pir li min diqewime. Bi rastî jî pirs maka bersivê ye.
Di kurmancî de hin lêkerên xwerû hene ku bi domana demê re ji aliyê şêweyê ve guherîn di wan de çêbûye û ji ber pêkerên cihê, ji aliyê fonolojîk ve qewamên dengî di wan de rûdane. Wekî “avêtin”, “girîn” û “mirin”ê. Ji van lêkeran teşeya “avêtin”ê bi awayê “avêştin”ê jî heye. Jixwe ji rayeka wê ya dema niha, ji “avêj”ê (ku li gorî rêzika giştî ya tewanga lêkeran, di rayeka dema niha de “ş” dibe “j”), xuya dibe ku ew “avêştin” e. Ev lêker bi farisî “avîxten” û bi soranî jî “hawîştin” e. Herçî lêkera “girîn”ê ye, ew di farisî de bi awayê “girîsten”ê ye. Lê roja îroj ev lêker di kurmancî de mîna “girîn”ê li kar be jî, wekî di devoka Farqînê de, carina ji bo kêşana dema borî mîna “girîtin”ê jî tê kişandin. Ev şêweya “girîtin”ê hema dike ku yekser forma “girîsten”a farisî bê bîra mirov.
Lêkera “mirin”ê, ku mijara vê nivîsarê ye, lêkereke welê ye û eynî mîna lêkera “girîn”ê, ne xwedî du rayekan e. Wekî tê zanîn, bi awayekî giştî du rayekên deman, hem rayeka dema niha hem jî ya dema borî, hene û hemû dem li ser wan rayekan tên kişandin. Ji bo her du deman jî tenê rayekeke lêkera “mirin”ê heye ku ew jî “mir” e. Helbet ev rewş ne bêsedem e, sedem ew e ku ev lêker deforme bûye, deng jê kêm bûne û ji ber vê ji teşeya xwe ya berê averê bûye.
Ji bo peyitandina vê em pêşî serî li awayên wê yên zaravayên kurdî bidin. Di kirmanckî/zazakî de ew “merdene” û di kurmanciya naverast (soranî) de jî “mirdin” e. Di zimanê farisî de îcar ew “morden” e. Ev cure lêkerên ku di her du zaravayên kurdî de bi “-den” û “-din”ê diqedin, bi piranî di kurmancî de ew bi “-tin”ê bi dawî dibin. Wek mînak; lêkera “xwarin”ê bi kirmanckî “werdene”, bi kurdiya naverast “xwardin” û bi farisî jî “xurden” e. Di zaravayê kurmancî de vê lêkerê ango “xwarin”ê hem awayê xwe yê bi şekilê “xwartin”ê hêvişandiye hem jî di lêkera darêştî “vexwartin/vexwertin”ê de hebûna xwe ya berê parastiye. Lê ji xeynî mehneya wekî vexwarina avê, di leyîstikan de bi mehneya jêbirinê jî tê bikaranîn. Wekî “Min xarên wî vexwartin”, ango “min jê birin.” Di van mînakan de jî meseleya “-tin”ê ya di zaravayê kurmancî de bi awayekî aşkera xuya dibe.
Îcar mirov dişê bi rêya qiyasê ango analojiyê û her wiha bi peydakirina nimûneyên ji zargotina xwe jî bigihîje awayê wê yê berê. Ji lew re carinan peyv di qewlêrk, biwêj, gotinên pêşiyan û di gotinên qalibî de xwe dihêvişînin. Lêkera “mirin”ê jî lêkereke wisan e ku ew di qewlêrk û lêkerên darêştî de forma xwe ya bi awayê “mirtin”ê parastiye.
Min berê di teza xwe ya masterê de, ku ew wek pirtûk bi navê “Lêker û Rastnivîsîna Wan (Ji aliyê Binyatî ve)” ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin, behsa vê mijarê kiribû û cih dabû qewlêrkek û lêkerên dariştî. Min ev qewlêrka li jêrê ji Farqînê berhev kiribû:
Mele seyê me mirt
Me eyar jê daçirt
Tomast dagirt
Helal e heram e?
Min îsal jî li Wanê, ji zarê parêzera hêja Jînda Rûgeş Koçakê, ku ew ji Nordizê û ji Mamxuran e, ev a hanê ya li jêrê nivîsî, ku tê de jî awayê “mirt”ê derbas dibe.
Seyê sorê zirt
Ço zozana mirt
Me rûn eyarê dagirt
Helal e an heram?
A rast, her du qewlêrk pir dişibin hev û temaya wan yek e ku hebûna forma “mirt”a di her duyan de, balê dikişîne ser forma berê ya bi şêweya “mirtin”ê.
Di kurmancî de bi mehneya “tefandin”, “temartin” û “vemirandin”ê lêkera “vemirtin”ê heye û awayê “mirtin”ê xwe tê de hîn mihafize kiriye ku varyantên wê jî “vemirîtin” û “vemartin” in.
Îcar em bên ser sedema ku çima her du rayekên lêkera “mirin”ê jî yek e. Ji ber ku “mirtin” bûye “mirin”, deng jê kêm bûye loma. Eger wek mirtin bimaya diviya ku rayeka dema niha “mir” û rayeka dema borî jî “mirt” bûya. Jixwe em di awayê “vemartin”ê de rayekên wê yên “vemêr” û “vemart”ê xweş dibînin ku hîn jî kêşana wê di zimanê gelêrî de tê bikaranîn.
Di cureyên berhemên wêjeya devkî de, di qalib, biwêj û gotinên pêşiyan de, di bêjeyên darêştî û yên hevedudanî de bi awayekî fosîlîzebûyî şêweyên kevn, form û morfemên kevnare yên hêvişandî tên dîtin ku ew ji bo peyitandina vê yekê çavkaniyên hêja ne. Zargotina me, bi gotina din wêjeya me ya gelêrî ya devkî, ne bi tenê gencîneya raboriya zimanê me ye, bi her awayî ve raboriya me jî tê de ye. Maye ku em bi xweşikî pûte pê bidin, li serê lêkolîn û analîzan bikin û raboriya xwe jî pê ronî bikin.
Erê ziman diyardeyeke guherbar e, wekî xwe namîne. Lê tevî vê rewşa wê ya hanê ya zimanî, teşe û awayên bêjeyan ên berê jî di nav zargotina me de hene û ji bo morfolojiya kurmancî bi xwe jî, ew kan û jêderkeke sereke ye.
|
Pirtûka ku min cara pêşî bi kurmancî xwendiye
|
https://botantimes.com/pirtuka-ku-min-cara-pesi-bi-kurmanci-xwe-xwendiye/
|
Pirtûka ku min cara pêşî bi kurmancî xwendiye
Heta min ev pirtûk nedîtibû, haya min ji hebûna alfabeya kurdî ya latînî tune bû. Berî 12’ê Derbeya Leşkerî ya sala 1980’yî, li Farqînê ji xeynî çend nivîsên bi kurmancî yên li ser dîwaran min qet tiştekî bi vê alfabeyê nedîtibû û nexwendibû.
Di jiyanê de carinan hîkariya kes, tişt û bûyeran li mirov dibe ku heta dawiya temenê mirov jî ev yek didome. Ev hîkarî dibe ku erênî yan jî neyînî be. Di jiyan min bi xwe de hin rewşên wiha hene ku mora wan a li ser min mayînde, şopa wan xuya ye û ew ji bîra min naçin. Carinan wekî jibîrbûyî bixuyên jî, lê ew di binhiş de bi cih bûne û wan ji xwe re hêlîna xwe çêkiriye. Ha te dît ji ber sedemekê wan serê xwe li me derxist û xwe bi me dan hisandin.
Ez dê behsa rewşeke erênî bikim ku dibêjim baş e ev yek li min qewimî û vî kesî tesîreke wiha li min kir. Wek evîna ku tîra xwe ya eşqê li dilê mirov bide û çendî mirov ji ber binale û jê bigazine jî lê êşa wê êşeke xweş e. Ev kes Ehmedê Xanî û şahkara wî Mem û Zîn e. Pirtûka pêşî ya ku min bi kurmancî xwend ev bû. Helbet a bi herfên latînî, ya ku M. Emîn Bozarslan ew ji tîpên erebî wergerandibû ya latînî û li rex rûpela çepê ya bi kurmancî îcar li milê rastê jî rûpela wergera wê ya bi tirkî hebû.
Sala 1981 bû, mercên derbeya leşkerî û sepanên wê bi tundî didomiyan. Bi gotina gelêrî kesî newêrî bigota “ez misliman im.” Hevalê min ê rehmetî Kenan, ku me bi hev re dibistana seretayî û navîn xwend, lê ji ber nexweşînekê xêr ji jiyê xwe nedît û bi wê ter û ciwaniya xwe serê xwe danî ser axa sar, ev berhem anîbû dibistana navîn, lê bê ka bi çi cesaretî! Em hevalên nêz bi dizîka li dorê piçikîbûn û me bi meraq lê dinihart. Paşê min jê standibû û biribû malê û her bi min re ma. Lê piştre çi ji wê bû ez pê nizanim.
Heta min ev pirtûk nedîtibû, haya min ji hebûna alfabeya kurdî ya latînî tune bû. Berî 12’ê Derbeya Leşkerî ya sala 1980’yî, li Farqînê ji xeynî çend nivîsên bi kurmancî yên li ser dîwaran min qet tiştekî bi vê alfabeyê nedîtibû û nexwendibû. Wekî “bijî” û “Roja Welat”, ku niha ev tenê di bîra min de mane. Helbet haya min jê hebû ku bi herfên erebî berhemên bi kurmancî hene, mîna Mewlûda Kurmancî ya Melayê Bateyî û Nûbara Ehmedê Xanî. Ev jî ji ber wê yekê min dizanî, hem apê min mela bû hem jî hin hevalên me diçûn li ber destê melayan dixwendin, loma.
Carinan ji min tê pirsîn bê ev eşq û hewesa kurdî çawan bi te re çêbû? Ez li devereke polîtîk mezin bûm, ku ev yek bû sedem ez hîn zûtir bi xwe û li kîbûna xwe bihesim. Heta li Farqînê gelek mamostayên me yên wekîl (ji ber ku yên esîl tune bûn) bi xwe kurd û ji Farqînê bûn. Hin ji wan siyasî bûn, behsa kurdbûna me, rewşa kurdan ji me re dikirin. Qet ji bîra min naçe, di dersa gramera zimanê tirkî de gava behsa kêşana lêkeran a li gorî deman dihat kirin, min ew didan ber ên kurmancî. Mesela digotin “şimdiki zaman eki -yor e” (Gireya dema niha -yor e), min jî xwe dipirsî ka bi kurmancî ew çi ye. Mîna gidiyorum, okuyorum, söylüyorum (diçim, dixwînim, dibêjim), lê min pê dernedixist ku ya me jî di- ye û tê serê lêkerê.
A bi saya vê pirtûkê, bi saya Ehmedê Xanî û Mem û Zîna wî ez li zimanê xwe germ bûm, helbet bi xêra birêz M. Emîn Bozarslan jî. Ez hem hînî alfabeyê bûm hem jî hînî peyvan dibûm ku min bi wan nedizanî. Jixwe min navê ez behsa giranbûna zimanê berhemê bikim. Bi kurt û kurmancî bingeha min a xwendin û nivîsîna bi alfabeya latînî ya kurmancî ev berhem e. Jixwe piştre me karî xwe bigihînin rêziman û berhemên din ên bi kurmancî û berdewambûna li kudandina vê rêyê.
Bextekî min î çê jî ew e ku pirtûka min cara pêşî wergerand kurmancî jî dîsan li ser Mem û Zînê bû. Pirtûka hêja H. Mem a bi navê Üçüncü Öğretmen Xanî ku li ser analîzkirina berhemê û kodên ramanî yên Xanî ne, min bi navê Mamosteyê Sêyemîn Xanî wergera wê kir û di sala 2004’an de ew ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin. Bi vî awayî hem pirtûka ku min pêşî bi kurmancî xwend a Ehmedê Xanî hem jî ya cara ewilî min ew wergerand kurmancî li ser heman berhemê ya heman kesî bû. Ev jî niviştareke ango qedereke xweş e ku hate serê min.
Ev berhema Xanî, ku ew fîlozof, şair, ramanwer, mitesawif, perwewrdekar, danerê pirtûkên dersê yên bi kurmancî û hîmdarê ramana neteweyî ye, yek ji wan pirtûkan e ku ez nikarim bibêjim min xwend û xelas. Ev berhema nemir a ku ji gelek aliyan ve tim hewce pê dibînim, pirtûkeke welê ye ku tim serî lê didim û jê sûd werdigirim. Her cara ku ez wê dixwînim bi ser tiştekî din ve dibim û ji bo min çavkaniyeke tênebihur a zimanî ye jî.
Jiyan carinan tiştên wiha li mirov diqewimîne ku jixwe ew bi tehl û tirşiyên xwe, bi şîrînî û xweşiyên xwe ve mişt e. Ez bi vê rûdana hanê ya ku li min çêbûye gelek kêfxweş im û ji ber cihekî mistesna yê Ehmedê Xanî û şahesera wî Mem û Zîna wî bi min re heye jî, ez xwe bextewer dihesibînim.
Belê tişt dibin sedema çêbûna tiştên hêja û xweş jî. Berê mirov ber bi aliyekî de didin ku heta mirov sax be li darê dinyayê êdî ew ji mirov re dibin, aqil, tecrube, şîret û rênîşander.
|
Hîn ku roja zimanê me li me neçûye ava…
|
https://botantimes.com/hin-ku-roja-zimane-me-li-me-necuye-ava/
|
Hîn ku roja zimanê me li me neçûye ava…
Meseleya zimên li me bûye wekî meseleya hirçê. Dibêjin, heft çîrokên hirçê hene her heft jî li ser hirmiyê ne. A me xemxwerên zimên jî wisan e. Em jî tim behsa rewşa zimanê xwe dikin, balê dikişînin ser xetera li pêşiya me. Ji ber ku ziman êş, kul û birîna me ye, loma em tim jê digazinin. Bi dengekî bilind dikin qîrîn, qirik û gewriyê li xwe diqetînin da ku em xwe bi “xwe” bihisînin. Lê ka dengê me çi qas digihîje cihê cih, gotinên me li girseya armanckirî çi qas tesîr dikin, ev jî pirseke din e. Lê dîsan xem nake, em dê her bibêjin û bibilînin.
Çawan ku giyayê hewşê tehl e, gotinên kesên ji malê jî pirî caran di vî warî de “pere” nakin, loma hez dikim bi alîkariya tesbîtên du sazî û damezirewayên giring ên ku di warê zimên de xwedî îtibar in, bi pîverên wan balê bikişînim ser rewşa zimanê me.
Ji bo ku mirov bi awayekî zanistî bikare behsa rewşa zimanekî bike hewce bi hin krîteran heye. Bi van pîveran, tabloya heyî ya zimên a li Bakur dê hîn xweştir aşkera, xuya û berbiçav bibe. Saziya pêşî Summer Institute of Linguisticse. Li gorî wê pêkerên, ango faktorên ku dibin sedema windabûna zimanekî ev in:
1) Kêmbûna axêverên zimanî
2) Temen
3) Rêjeya axaftina zarokan a bi wî zimanî
4) Bikaranîna zimên a di gelek waran de
5) Hestên neteweyî û helwesta axêverên wî zimanî ya der barê zimanê wan de
6) Koçkirina li metropolan
7) Rêsa û sepanên hikûmet û mizgeftan/dêran
8) Zimanê perwerdeyê
9) Astengên aborî û kedxwarî/îstismar
Li gel van nehên hanê ev jî giring in
– Nebûna alfabeyeke standard
– Kêmbûna berhemên wêjeyî
– Hindikbûn an jî nebûna bikarhênerên çalak ên ku bi wî zimanî dixwînin û dinivîsin
– Nebûna prestîj û piştgiriya li wî zimanî
Tevî van yekan eleqe, daxwaz, beşdarî û biryarên birêveberên civaka wî zimanî jî diyarker in.
Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) jî, ji bo ku mirov di rewşa xetera de li ser zimanekî bigihîje, neh pîver peyitandine:
1) Veguhastina zimên a ji nifşekê li nifşeke din
2) Hejmara kesên ku bi wî zimanî diaxivin
3) Rêjeya kesan a li yekûna nifûsa ku bi wî zimanî diaxivin
4) Guherdetiyên di warê bikaranîna zimên de
5) Berteka zimên a li qad û nîvengên nû
6) Hebûna keresteyên hewce yên ji bo hînbûna zimên û hînbûna xwendin û nivîsînê
7) Helwest û polîtîkayên dewlet û saziyan, rewşa zimanê fermî û bikaranîna wî jî tê de
8) Helwesta wan takekesên civakê ya ji bo zimanê wan
9) Miqdar û wesfê belgeyên heyî yên têkildarî zimên.
Pîverên van her du saziyan hema bibêje wekî hev in, zêde cudahiyeke beloq di navbera wan de xuya nake. Mirov dikare li gorî rewşa xweseriya xwe çend pîverên din jî li wan zêde bike. Mîna zimanê navmalê, zimanê medyaya koma zimanî, zimanê li sazî dezgehên vê civakê, zimanê sereke yê rewşenbîr, pêşeng û pêşkêşên vê civakê û hwd.
Min navê ku ez yek bi yek li ser van pîveran rawestim û bi van pîveran li ser rewşa zimanê me wisan dûr û kûr şirove û analîzan bikim. Daxwaza min ew e ku xwînerên vê nivîsarê bixwînin, bila ew bi xwe serê xwe ji bo rewşa me ya zimanî biêşînin û tabloya heyî teswîr bikin.
Lê bi kurtasî be jî, ez dixwazim dîsan çend gotinan der heqê vê yekê de bibêjim. Hem daneyên xebatên zimannasiya civakî (sosyolenguîstîk) ên li ser zimanê kurdî hem jî çavdêriyên me yên li ser qadê, dike ku em di vî warî de têra xwe reşbîn bin. Ji ber ku têkçûna zimanî ya di navbera nifşan de zêde dibe, rêjeya nezanîna bi kurdî ya di nav zarok û ciwanan de pirtir de dibe. Veguhastina ziman a li nifşên peyhatî kêmtir dibe. Tesîra tirkî ji bajar û bajarokan êdî ber bi deverên gundewar ve diçe. Ferdên ku asta wan a perwerdeya bi zimanê serdest bilind e, li gorî kesên kêmxwende yan jî nexwende zehftir asîmîle dibin. Ziman bêhtir di nav kal û pîran de zindî ye. Bar li ser pişta wan maye. Zimanê kesên ku ji civakê re serkêşiyê dikin jî bi giranî bi tirkî ye. Bi dêûbavan re hişmendiya zimanî qelstir dibe. Loma zimanê navmalê dibe bi tirkî. Ji ber vê jî zarok ne di nav kurdî de lê belê di nav zimanê tirkî de tên dinyayê û mezin dibin. Ne bi zimanê xwe, bi zimanê tirkî radibin. Ji ber ku ziman bi awayekî xurt êdî li nifşa nûhatî nayê veguhastin, pê re jidestçûna çanda kurdî jî, her cure zargotin jî pêk tê. Ziman hem hilberînerê çandê, hem hilgirê wê hem jî veguhêzerê wê ye, îcar gava ev rola ziman nemîne, ziman rolek ji rolên xwe ji dest dide. Divê tim di bîra me de be ku hem dewamkerên zimanekî hem jî dahatûya zimanekî zarok in.
Îroj gava ji kurdan tê behskirin, yekser tê gotin ku girseya herî hişyar û polîtîk ew in, gelê birêxistî ew e. Lê eger mijar ziman be, bi xwe ez nikarim bibêjim ku ev hişyarî, ev hişmendî û xemxwerî ji bo zimên heye. Li hêla din, bi kurdên hişyar û polîtîk re, çendî ku ew li xwebûna xwe û her tiştê aîdî nasnameyê ne dibin xwedî jî, eger bi awayekî giştî bê gotin, hişmendî û giringiya bikaranîna zimên a di her warî de bi wan re lawaz e. Divê ew ji bîr nekin ku kî li pêş be çavê xelkê bi her awayî lê ye. Ji ber ku ew li pêş çavên civakê kesên mînak in, loma jî berpirsiya wan hîn zêdetir e.
Her takekesê civaka kurd hewce ye li ser van pîverên navborî serê xwe biêşîne û bi awayekî zelal wêneyê rewşa zimanî ya li pêşiya me, bipeyitîne û derpêş bike. Rastî tehl be jî divê em bibêjin.
Wek gotina dawî: Divê em pir xema zimanê xwe bixwin û karê îroj nehêlin sibehê. Ne sibehê lê îroj jî li me dereng e. Eger em zû dest nebine xwe dê ev çilmisîna zimanê me bi xurtî bidome û dê roja zimanê me jî li me biçe ava.
|
Li gorî Ewliya Çelebî binyada kurdî û zaravayên kurdî
|
https://botantimes.com/li-gori-ewliya-celebi-binyada-kurdi-u-zaravayen-kurdi/
|
Li gorî Ewliya Çelebî binyada kurdî û zaravayên kurdî
Ewliya Çelebî dibêje dozdeh lîsanên kurdî hene, lê navên şazdeh heban bi rêz dike: Zaza, lolo, cîloyî, ewnikî, mahmûdî, şîrwanî, cizrewî, pisanî, sîncarî, herîrî, erdelanî, soranî, xalidî, çekvanî, imadî û rojkî. Çelebî ew wek cureyên zimanê kurdî nîşan dide, hal we ye hema hema bi piranî ew navên eşîran û yên cih û waran in.
Gelek seyah, oryantalîst û mîsyoneran behsa kurdan û hinekan jî ya binyada zimanê kurdî kiriye. Yek ji wan seyahan jî Ewliya Çelebî ye ku du caran li Kurdistanê geriyaye. Gera pêşî sala 1640 û ya diduyan jî sala 1655’an e. Çelebî di berhema xwe ya navdar Seyahetnameyê de, der heqê kurdan de jî cih daye gelek tiştan û li ser kurdan û zimanê kurdî agahiyên balkêş derpêş kirine.
Em serê pêşî ji gotinên wî yên li ser binyada kurdan dest pê bikin. Gava Ewliya Çelebî efsaneya li ser peydabûna zimanê kurdî vediguhêze, wek kesê çavkanî jî dîrokzanekî ermenî yê bi navê Mîxdîsî nîşan dide, lê kes pê nizane bê ka ew kî ye. Li gorî wî, di tofanê de keştiya Hz. Nuh li ser Çiyayê Cûdî rawestiyaye û wexta av vekişiyaye cara pêşî avahî li wir, bi avabûna bajarê Şirnexê hatine lêkirin. Hikumdarê bajêr jî, ji umeta Hz. Nuh Melîk Kurdîm bûye. Ev kes li serê Çiyayê Cûdî şeş sed sal jiyaye, zarokên wî jî li her derê belav bûne û wan ji zimanê îbrî (îbranî) cuda zimanekî welê afirandiye ku ne şibiyaye farisî ne jî zimanê derî.
Awayekî din ê vê rîwayetê jî wiha ye: Îcar bûyer li Meyafarqînê, bi navê xwe yê niha li Farqînê qewimiye. Melîk Kurdîm piştî şeş sed sal li ser çiyayên bilind jiyaye bi şûn de, biryar daye li Farqînê bimîne. Gava nesila wî zêde dibe, ji bo wan jî zimanek ji zimanê îbrî serbixwe, zimanê kurdî afirandiye ku ew ji zimanên klasîk ên mîna erebî, farisî, derî û pehlewî cihê ye.
Tiştê balkêş, Ewliya Çelebî ev rîwayeta hanê ne ji kurdan lê belê ji yekî biyanî neqil dike û em pê nizanin gelo ka di wê serdemê de, li nav kurdan baweriyeke wisan hebûye yan tune bûye. Lê qebûleke wisan hebûye ku kurdî zimanekî kevn û ji zimanên îbrî, erebî û farisî bi temamî cuda bûye. Li hêla din, qiyaskirina kurdî ya li zimanên din jî ne bêsedem e. Ji lew re Ewliya Çelebî ji pirtûka meşhûr a Kemal Paşazade ya bi navê “Deqaiq el-Heqaiq”ê îqtibas dike ku ev kitêb der barê zimanê farisî de hatiye nivîsîn. Li gorî hedîseke di wê berhemê de dibihure, zimanên ehlên bihiştê erebî, farisî û derî ye. Ji van veguhastinên Ewliya Çelebî wisan tê femkirin wekî wî bi xwe zimanê kurdî yek ji wan zimanê heyî yê destpêkê, heta dibe wekî ew zimanê ewilî be, pejirandiye. Li gorî baweriyeke din, îcar zimanê cemaeta Nuh jî îbrî ye.
Bi kurtasî tiştên Ewliya Çelebî di heqê binyada zimanê kurdî de vediguhêze, wiha ye. Niha jî em cih bidin zanyariyên wî yên li ser zaravayên kurdî. Ewliya Çelebî dibêje dozdeh lîsanên kurdî hene, lê navên şazdeh heban bi rêz dike: Zaza, lolo, cîloyî, ewnikî, mahmûdî, şîrwanî, cizrewî, pisanî, sîncarî, herîrî, erdelanî, soranî, xalidî, çekvanî, imadî û rojkî. Çelebî ew wek cureyên zimanê kurdî nîşan dide, hal we ye hema hema bi piranî ew navên eşîran û yên cih û waran in. Ji bilî erdelanî û herîrî, ku ew devokên zaravayên soranî ne, yên din jî hemû bi zaravayê kurmancî dipeyivin.
Berî Ewliya Çelebî, Şerefxanê Bedlîsî di Şerefnameya xwe de (sala temamkirina berhemê 1597 e) kurd ji aliyê ziman, nerît û rewşa wan a civakî ve bi awayê kurmanc, lor, kelhûr û goran kirine çar beş. Îroj jî bi awayekî giştî zaravayên kurdî mîna kirmanckî (zazakî), kurmancî, soranî, loranî û goranî tên senifandin.
Ez dixwazim balê bikişînim ser tiştekî din jî. Gava nîqaş li ser zimanê kurdî tên kirin, nemaze derdorên neteweperestên tirk derpêş dikin ku dozdeh zaravayên kurdî hene. A ev meseleya dozdehan jî wekî me bi kurtasî li jorê jê behs kir, ji Ewliya Çelebî diqewime.
Bêyî ez li ser fikirên Ewliya Çelebî û rîwayetên li ser koka kurdan û zimanê kurdî tiştekî bibêjim, min tenê qîma xwe bi veguhastinên wî yên li ser vê mijarê anî û min hewl da ez bi awayekî kurtasî be jî, ev agahiyên hanê bi we re pareve bikim.
Li destpêka salên 1990’î min gotara Martin Von Bruinessen a bi navê “Onyedinci Yüzyılda Kürtler ve Dilleri: Kürt Lehçeleri Üzerine Evliya Çelebi’nin Notları” (Di Sedsala Hevdehan de Kurd û Zimanên Wan: Li Ser Zaravayên Kurdî Notên Ewliya Çelebî) xwendibû. Ev xebata hêja di nav weşana Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Studia Kurdica (No 1-3, sal 2, Nîsan 1985) de hatiye weşandin. Min ji vê nivîsarê sûd wergirt, kesên mereq dikin û dixwazin kitekitên vê jî bizanin, ew dikarin serî li vê meqaleya hanê bidin û jê sûdmend bibin.
Ev tişt rîwayet, efsane dibin çi dibin ew zane, lê tiştek heye ku tesîra van baweriyan li ser civak û ferdên civakê çêdibe. Kes baweriyên xwe bi wan tînin û wekî rastiyekê, mîna heqîqetekê hişk bi wan digirin û xwe bi wan diparêzin. Eynî wekî çawan par îmamê mizgefteke Tehranî gotibû zimanê kurdî zimanê dojehê ango cenemeyê ye. Hin kes jî xwe dispêrin hedîseke nesahîh û diangêjin zimanên bihiştê jî erebî, farisî û derî ne. De îcar bifikirin ev tiştên li ser zimanê kurdî hatine gotin, eger ji bo erebî, ji bo farisî yan jî ji bo tirkî bihatina gotin kî dizane niha ew di çi rewşê û em jî di çi halî de bûn. Ji aliyê bawermendan ve tê qebûlkirin ku Nuh bavê duyem ê mirovahiyê ye û mirovahî gişt ji nesla wî peyda û zêde bûye. Gelo li şûna navê Melîk Kurdîm eger nav ereb, tirk an faris bûya, niha wan xwe kiribû pêşiyên hemû mirovahiyê û hem ew hem jî zimanê wan zimanekî pîroz bû. Elbet a esil zanyariyên zanistî ne, lê divê neyê jibîrkirin bê çawan netewe xwe li ser efsane, rîwayet û destanan jî xurt û qewî dikin û wan ji xwe re dikin hêmaneke damezirîner a yekîtiya xwe. Ji bo neteweyan hêma, sembol, destan û baweriyên çandî jî keresteyên giring tê dîtin bê çawan ew îşaret bi raborî û ruhiyeta wan a hevpar dikin.
|
Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan
|
https://botantimes.com/tekhne-grammatike-bingeha-rezimanan/
|
Tekhne Grammatike: Bingeha rêzimanan
Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji zimanekî din nayê wergerandin. Jixwe tiştekî welê jî çênebûye. Sûdwergirtina ji rêbaz û termînolojiyê dibe, lê zimanek bi zimanekî din nayê îzahkirin.
Carinan li ser platformên dîjîtal û medyaya civakî jî ez rastî “rexne”yekê têm ku îdîa dikin rêzimannasên kurd li gorî rêsayên zimanê tirkî rêzimanên xwe amade kirine. Gotina ez paşê bibêjim, hema ez di serî de bibêjim, ev awa “rexne” ne li cih e û sûcdariyeke bêbinî ye. Eger bê gotin, rêzimannas di bin tesîra zimanê xwe yê pêperwerdebûyî de mane û formasyona wan hîkarî li wan kiriye, ev tiştekî fehmdarî ye. Eger zimannas û amadekarên rêzimana kurmancî yên kurd di bin hîkariya metodolojî û termînolojiya zimannasiyê û yên rêzimanê de bimînin, ev jî tiştekî asayî û ne qabilî rexnekirinê ye. Lê taybetmendî û xweseriyên zimanê kurdî li gorî rêzikên zimanekî din hatibin şayesandin û ravekirin, a ev yek lêgirtina rexneyê heq dike.
Ji bo ji van gotinên min, mexseda min baş bê fehmkirin, zelalî û serwextbûnek çêbe, hez dikim behsa xebatekê bikim bê çawan ew bûye bingeh û jêderka rêzimanên neteweyên din jî. Wexta min teza xwe ya masterê amade dikir, ez rastî zanyariyeke balkêş hatim ku heta wê gavê haya min jê nebû. Ew jî berhema Dionysios Thrax (berî zayînê teqrîben sala 170-90’î) a bi navê “Tekhne Grammatike” bû. Dionysios ev berhema navborî li ser zimanê grekî amade kiriye û ev jî nimûneya pêşîn a kitêba gramerê ya klasîk a li Rojava ye. Tê gotin ev berhem, berhevoka encama xebatên nêzikî 400 sal berî wî û yên dema wî ye [1].
Xebatên li cîhana Rojava rê li ber rêzimana klasîk/rêzikparêz vekiriye û nemaze bi saya berhemên Platon û Arîstoteles jî cara pêşîn termînolojiyeke zimannasiyê çêbûye ku hemû pêvajo û taybetiyên zimanekî Ewrûpayê pê hatiye şayesandin û bêjeyên havildar ên mîna “navdêr” û “lêker” bi xwe jî hatine bikaranîn [2]. Herçî berhema Dionysios “Tekhne Grammatike” ye, ji bilî hevoksaziyê (sentaksê), der barê hemû mijarên zimên de 13 qirn wek deqeke hîmî li Rojava hatiye pejirandin [3]. Ji ber ku gramera Dionysios li zimanên neteweyên derî cografyaya Ewrûpayê hatiye wergerandin, wekî zimanên ermenî û suryanî û ji xebatên li ser rêzimanê yên îbranî û erebî re jî bûye rênîşander [4], loma dibe bê gotin ku ew xebat bi domana demê re ji bo piraniya berhemên rêzimanê yên zimanên neteweyên din jî bûye nimûne, çavkanî û palpişt. Ev xebata Dionysios, bûye maka rêzimana nerîtî (kevneşopî) û ji bilî rêzimana zimanên neteweyên Rojava, wê bi awayekî hîkarî li xebatên rêzimana zimanên neteweyên derrojavayî jî kiriye. Ji lew re, gava bê gotin yûnaniyên berê ji gelek aliyan ve berek daye her cure xebat û vekolînên li ser zimên û zimannasiyê, dê ne tiştekî zêde pirole ango mibalexe be.
Rêziman şaxeke pir kevn a zanistê ye û destpêka wê heta berî zayînê diçe. Yek ji armancên wê yên sereke jî perwerdeya zimên e û ew bi xwe rêzikparêz e [5] ku tevahiya rêzikên zimanekî jî li xwe vedihewîne. Ev ranêzikiya rêzimana rêzikparêz, dixwaze wan rêzikên zimanî yên bikaranîna zimên bi rê ve dibin bipeyitîne û der heqê wan de agahiyan bide xwîneran. Îcar rêzimana şayesî (teswîrî) berevajî ya rêzikparêz, hewl dide di serdemeke diyar de li ser zimanekî yan jî li ser zimanên lêzim raweste û rêzikên wan bişayesîne, lê der barê rêzikekê de darazeke vebir nade. Di roja îroj de êdî mijarên bi gramerê eleqedar in, di bin banê zimannasiyê de tên kirin û ev zanista zimên jî di sedsala XIX’an de geşe bi xwe daye, bi pêş ketiye û bûye zanisteke serbixwe.
Ji ber her zimanek xwedî taybetiyên xwe yên xweser in, loma rêzikên rêzimanê bi awayekî giştî ji bingeha zimên bi xwe tên derxistin. A giring ew e ku rêsayên zimanê dabaşa lêkolînê ye, ne li gorî zimanekî din bên diyarkirin, lê rêzikên wî zimanî bi xwe bên aşkerakirin û li gorî termînolojiya zimannasiyê jî nav li wan bên danîn, ew rewş bên têgihîkirin, şayesandin û ravekirin.
Jixwe gava mirov li rêzimanan dinêre, xweş dibîne bê çawan mijarên wan ên sereke mijarên mîna fonetîk, morfolojî, sentaks, semantîk, leksîkolojî û xalbendî ne. Çi klasîk çi modern, rêbaz û teoriyên heyî divê ji mirov re bibin rêber û rênîşander, bi saya wan mirov zimanê xwe baş binase, rêzik û rêsayên wê bipeyitîne, rêzimana zimanê xwe çêke û wê têr biedilîne.
Herçî rêzimanên me yên hatine amadekirin, eger bi awayekî giştî bê gotin, ew ji xebatên gramera kevneşopî/klasîk ne serbixwe ne. Jixwe çaxa bi çavekî lêkolînî û hilseganî li wan were mêzandin, dê bi hêsanî bê dîtin ku ew berhemên hanê rasterast nebe jî, lê qet nebe bi awayekî neyekser di bin hîkariya vê paşxaneya dîrokî de ne. Bi awayekî girêdayî vê rêbazê mane.
Di gel vê yekê, zimannas û amadekarên rêzimanê yên li ser zaravayê kurmancî, di gelek warên rêzimanê de ramanên wan ji hev cuda ne. Peyt û hizirên wan ên li ser rêzikên rêzimanê bi temamî hev nagirin, di navbera wan de nakokiyên zehf şênber û berbiçav jî hene. Mîna nêrînên wan ên li ser cureyên bêjeyan, senifana cureyên lêkeran, navlêkirina rêzikên rêzimanî (têgihîkirina diyardeyên zimanî û rêzimanî), tewang û rastnivîsînê. Îcar ev rewş dibe ji ber sedemên formasyona/perwerdeya wan a bi zimanê serdest be yan jî ji ber hîkariya wî zimanê be ku yên rêziman amade kirine, wan xwastibe bi termînolojî û rêbaza zimanê xwe yê perwerdeyê rêzikên zimanê xwe tesbît bike, zimanê xwe yê dayikê jî bişayesîne û der barê vê yekê de agahiyên raveker û vebir bide bikarhênerên zimên. Loma dibe bê angaştin ku yek ji sedemên vê cudabûna wan a ji hev jî, ji ber vê rewşa amajepêkirî be.
Gotina dawî, “Tekhne Grammatike”ya Dionysios wek nimûne bûye bingeha gramerên klasîk û bi saya xebata wî neteweyên ewrûpî û derewrûpî jî jê sûd wergirtine û wan li ber wê rêzimana xwe amade kiriye. Loma mirov dikare bi dilekî rehet bibêje, gramerên din bi awayekî têjikên wê ne, ji ber wê çêbûne. Mirov ji metod û teoriyan îstifade dike, bi xêra wan mirov bi ser rêzikên zimanê xwe ve jî dibe. Lê ya esil ew e mirov rêzikên zimanê xwe bipeyitîne, wan aşkera bike û awayê xebitîna wan bişayesîne. Zimanên ji heman malbatê û yên ji komên cuda yên vê malbatê ne jî, dîsan ji aliyên wekî denganî (fonetîk), teşenasî (morfolojî), hevoksazî (sentaks), kirpandin, gencîneyan peyvan û hwd. ve ji hev cihê ne. Jixwe gava ev krîter nebûna, ew nedibûn zimanên serbixwe. Loma mirov dikare termînolojiya hevpar bi kar bîne, lê divê diyardeyên zimanê mirov li gorî qaydeyên wî zimanî bên pênasekirin û eger hebin divê navên cuda li rêsa û taybetmendiyên wî zimanî bi xwe bên danîn û rewş jî bên têgehîkirin. Rêzimana zimanekî tê amadekirin, ew ji zimanekî din nayê wergerandin. Jixwe tiştekî welê jî çênebûye. Sûdwergirtina ji rêbaz û termînolojiyê dibe, lê zimanek bi zimanekî din nayê îzahkirin.
Çavkanî:
[1] Doğan Aksan, Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, C. 1, 4. Baskı, Türk Dil Kurumu Yayınları, Ankara 2007, r. 18.
[2] Steven Roger Fischer, Dilin Tarihi, 3. Basım, Muhtesim Güvenç (Çev.), Türkiye İş Bankası Kültür Yayınları, İstanbul 2015, r. 144.
[3] Steven Roger Fischer, h..b., r. 144.
[4] Süheylâ Bayrav, Yapısal Dilbilim, Multilingual, İstanbul 1998, r. 30-31.
[5] Zeynel Kıran & Ayşe (Eziler) Kıran, Dilbilime Giriş, 3. Baskı, Seçkin Yayıncılık, Ankara 2010, r. 47.
|
Şaredarî û xizmetên ji bo ziman, çand û hunerê
|
https://botantimes.com/saredari-u-xizmeten-ji-bo-ziman-cand-u-hunere/
|
Şaredarî û xizmetên ji bo ziman, çand û hunerê
Şaredarî, bi awayekî klasîk êdî ne ew şaredarîyên berê ne. Jixwe ji bo kurdan ew hîn cudatir in. Vîna temsîla cihkî, hêza birêvebirinê û desthilata wî cihî ne. Loma divê li gorî taybetmendiyên deverî bi her xizmet û pêdiviyên cur bi cur ên wê derê bibilin, kêşeyan çareser bikin û daxwaziyên şêniyê deverê dabîn û bîter bikin.
Di wexta hilbijartinên cihkî de namzedên hevserokên şaredariyan ên DEM Partiyê der heqê ziman, çand û hunera kurdî de jî hin soz dan hilbijêran ku gava ew werin ser kar ew dê di van waran de gavên giring biavêjin. Yek ji wan soz û wehdan jî, mijara tabelayên bi kurdî bû û aşkera kiribûn dê ji ber vê yekê baca tabelayên bi kurdî kêm bikin.
Ev xala dawî piştî hilbijartinê bi xurtî hat rojevê û hin derdoran jî bi tundî êrîşî vê biryara hevserokên şaredariyên DEM Partiyê kir ku xwedêgiravî ew cudahîkeriyê dikin. Paşê tiştinên din jî qewimîn û hat angaştin xwedîgiravî alaya tirk ji cih hatiye rakin, sirûda neteweyî nehatiye xwendin û hin propagandaya reş ên li dijî şaredariyan hatin kirin.
Em bi niyet û armanca wan dizanin, ji ber ew alîgirên feraseta asîmîleker û statukoparêz in, çavê wan bi tu tiştekî kurdan bar nade, loma ew wan ji xwe re dikin behane û wisan dikin qarewar. A bi wan nexweş û jê ne razî ne, çalakî û xizmetên bi kurdî ya ji hêla van şaredariyan ve ye, îcar a di dilê xwe de bi aşkerayî nadin der, lê tiştên din ji xwe re dikin mertal û welê dest bi êrîşan dikin.
Em wan bi ya wan bihêlin û bên ser mijara xwe ya hîmî. Şaredarî, xizmet û çalakiyên dikevin nav sînor û berpirsiyên wan jixwe tên zanîn, ji lew re em dê behsa wan nekin. Em dê balê bikişînin ser şaredariyên gel, ew ên ji hêla tevgera siyasî ya sereke ya gelê kurd ve dihatin birêvebirin û pratîkên wan ên berê bê çawan wan rengê xwe dida rûçikê bajar, bajarok û beldeyan û bê çawan ew hêdî hêdî li esilê xwe, li nasnameya xwe ya rasteqîn vedigeriyan. Wan şaredariya ne tenê mora xwe li çalakî û xizmetên xwe dixist, her wisan li bajêr jî dida.
Gava mirov hîn ji derve diket nav bajêr bi vê guherînê dihisiya û pê derdixist ku desthilateke cuda ya şaredariyan li vir heye. Bi nivîsarên kurdî yên li ser tabela û bîlboardan, pankart û afîşên bi kurdî, bajêr xwe û nasnameya xwe dida nîşandan. Dîsan bi çalakiyên çandî û hunerî yên mîna konser, şano û mîhrîcanan hewaya bajêr û deverê diguherandin. Jixwe bi xizmet û xebatên xwe yên di bin banê şaredariyan de mîna Şanoya Bajêr, konservatuwar, sînema, dayîngeh (kreş) û xizmetên pirziman wekî tabelayên pirziman ên yekeyên îdarî yên şaredariyan, çalakiyên xuyabarkirina zimanê kurdî, handana axiftina bi kurdî, nivîsarên kurdî yên li ser cih û mekanan, danîna navên kurdî yên li park, bîrdarî û kolanan û yên wekî wan hîkariyeke din a erênî li şêniyên bajêr dikir. Psîkolojiya ji ber qedexebûn, pest û pêkutiya li ser nasname û rastiya gel çêbûye, têk dişikand. Eger bi kurtî bê gotin, sepanên berê yên li ser gelê kurd dihatin meşandin berevajî dibûn, rastî û heqîqetê serê xwe hildida, bi xwe ve dihat, li xwe dibû xwedî û xwebûna gel tevî hemû nirxên wî xuyabar dibûn, bihara kurdî û çanda kurdî dest pê dikir. Li aliyekê siyaseta red, înkar û asîmîlasyonê û li aliyê din têkoşîna li dijî vê polîtîkayê, ya xwedîbûna li xwe hebû.
Şikandina wê hest û ramanê, ya ku divê li sazî û daîrên dewletê tenê bi tirkî bê peyivandin, bi mirovan re fikira azadbûna zimanê wan çêdikir. Dibû sedema baweriya bi xwe û vegera li rastiya xwe.
Mesela ez ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibêjim, ku di sala 2016’an de ez çend mehan lê xebitîm û piştî hatina qeyûm ez jî wekî gelek kesan ji kar hatim avêtin. Ev tiştên me li jorê gotin, berî me dest pê hatibû kirin. Wek mînak, di sala 2011’an de komxebatên ji bo termên bi kurdî yên îdarî û beşên di bin banê şaredariyê de hatin lidarxistin û ez jî yek ji wan beşdaran bûm. Tabela bi kurdî û tirkî dihat amadekirin. Li hêla din berhemên bi kurdî jî ji hêla şaredariyê ve dihatin çapkirin ku ew bi piranî li ser dîrok, çand, xwarinên bajêr, muzîk û dengbêjiyê bûn. Wexta min bi qasî heft mehan lê kar kir, min bi xwe nêzî deh berhemên kurdî wek edîtor û redaktor amede kirin û ew hatin weşandin. Çend ji wan ji bo materyalên konservatuwarê bûn. Mîna Alfabeya Muzîkê 1, Bi Çalakiyan Fêrî Muzîkê Dibim 1, Stranên Kurdî 1 û Stranbêjî û Çanda Dengbêjiyê 1.
Hem ji ber derfetên şaredariyan hem jî ji ber ew îdareyên cihkî ne, tesîra wan gelek zêde ye. Ew zêdetir dikarin xwe bigihînin girseya armanckirî û bergeha xebat û xizmetên xwe berfirehtir bikin. Loma bendewariya ji wan zêde ye û berevajîkirina feraset û têgihîştinên şaş jî ji wan tê hêvîkirin.
Xaleke din a giring a hez dikim jê behs bikim, mijara termên îdarî yên bi kurdî ne. Gelek şaredariyan wê demê jî dest bi nivîsarên duzimanî ya tabelayan û hwd. kiribû. Lê ji ber ew xebat bi awayekî navendî nedihatin meşandin, di warê ziman û rastnivîsînê de şaşiyên zêde beloq çêdibûn û di navbera wan de hevgiriyek li ser terman nebû. Bi ya min hewce ye ji niha ve DEM Partî û Desteya Birêvebirinên Cihkî der barê vê mijarê de hişyar bin û nehêlin da di van waran de çend serîtî çêbe û van xebatan bi awayekî navendî birêxistin bike.
Şaredarî, bi awayekî klasîk êdî ne ew şaredarîyên berê ne. Jixwe ji bo kurdan ew hîn cudatir in. Vîna temsîla cihkî, hêza birêvebirinê û desthilata wî cihî ne. Loma divê li gorî taybetmendiyên deverî bi her xizmet û pêdiviyên cur bi cur ên wê derê bibilin, kêşeyan çareser bikin û daxwaziyên şêniyê deverê dabîn û bîter bikin. Li aliyê din jî divê xebatên xwe bi hesasî bikin, bi berpirsiyane tev bigerin û tu behaneyan jî nedin destê xêrnexwazan ku çavên wan li ser biryar û kirinên wan in, di kozik û kêmînan de ji niha ve destên xwe di hev didin da tiştek bê serê wan.
Wek gotina dawî, hewce ye ew li dijî her tiştî hişyar bin, konsantrasyona xwe bidin ser kar û berpirsiyên xwe yên hîmî û pêwîstiyên gotina “em dê xwe jî û bajarê xwe jî bi rê ve bibin” bi her awayê bidin nîşandan. Ji lew re tiştê dest dike dê û bav nake.
|
Hûn bi kîjan zimanî xewnan dibînin û pê çêran dikin?
|
https://botantimes.com/hun-bi-kijan-zimani-xewnan-dibinin-u-pe-ceran-dikin/
|
Hûn bi kîjan zimanî xewnan dibînin û pê çêran dikin?
Di wexta xeberdana ji pestan de jî bikaranîna zimanê dayikê giring e û ew jî nîşana asîmîlebûnê yan jî nebûnê ye. Ji lew re gava mirov ji pestan dibêje jî ne li hemdê xwe ye, hiş ne li serê mirov e.
Di serî de bibêjim ku derdê min ne ew e ez ji aliyê zanistî ve li ser têkiliya mêjî û zimên bisekinim û der heqê xewnan û binhişê mirov de jî analîzên psîkolojîk bikim. Jixwe ev yek ji min zêde ye û derî zanîna min e. Loma ya herî baş ew e ku mirov mijara newrolînguîstîk û psîkanalîzê ji pisporên wan qadan re bihêle. Mebesta min ji vê nivîsarê ew e ku ka em kesên ji bilî zimanê xwe yê dayikê bi zimanekî din an jî bi çend zimanan dizanin, bi kîjan zimanî xewnan dibînin û gava em aciz an jî tehl dibin gelo bi kîjan zimanî çêran dikin, yanî dijûn û sixêfan dikin. Her wisan ew kesên gava ji pestan xeber din, bê ka kîjan zimanî bi kar tînin. Bi ya min ji bo kesên pirziman ev her sê rewş jî giring in ku bêyî hemd li mirov diqewimin.
Kesên ku qet xewnan nabînin hene yan tune ne, ya rast ez pê nizanim. Lê tiştek heye ku gelek mirov xewnan dibînin. Îcar hin kes pir xewnan dibînin hin kes jî kêm. Kesin hene îcar ew dikarin bi hûrgilî giliyên xewnên xwe bikin, lê belê kesin jî hene ku xewnên wan nayên bîra wan û loma nikarin wisan bi kitekit behsa xewnên xwe yên dîtî bikin. Ez bi xwe pir kêm xewnan dibînim û bi piranî jî detayên wan xewnan hema bibêje nayên bîra min.
Belê, temaya vê nivîsarê têkiliya zimanê dayikê û xewnan, ya çêran û xeberdana ji pestan e. Der heqê zimanê dayikê û xewnan de ez pêşî ji serpêhatiyeke xwe behs bikim. Ez xwendekarê zanîngehê bûm û wê demê jî bi kurdî re eleqedar dibûm. Her civata ez lê bûma teqez mijar her zimanê kurdî bû. Li beşa me ya civaknasiyê yeke troçkîst hebû ku ew di pola çaran de bû, lê ez xwendekarê sala pêşî bûm. Ew û hevalên xwe bi me dibiliyan da me bikin troçkîst. Rojekê di sihbetekê de ji min pirseke wisan kir ku ez qet berê tê nefikirîbûm. Helbet axiftina me ya bi hev re bi tirkî bû. Gote min: “Kurdo tu xewnan bi kîjan zimanî dibînî?” Ez wisan di cihê xwe de sekinî mam. Ji ber ku ez hîç li ser vê yekê nehizirîbûm û jixwe xewnên min nedihatin bîra min, tenê min jê re got ku “Nayê bîra min û vê meseleyê jî qet bala min nekêşaye.”
Ev pirsa wê ji min re bû derd û heta êvarê vê meraqê destê xwe ji pêsîra min berneda. Ez wê demê li wargeha xwendekaran dimam, bi têfikirîna li ser peydakirina bersiva pirsê razam. Serê sibehê bi kêfa ji ber dîtina bersivê, ez ji nav nivîna xwe derketim û zûzûka min xwe amade kir û ketim ser rêya dibistanê da ez bersiva xwediya pirsê bidimê. Yekser çûm kantînê û min çavên xwe lê gerandin. Min ew di nav hevalan de nedît. Min pirsî, gotin min ku ew hîn nehatiye. Wan jî meraq dikir bê ez çima wisan bi kelecan lê dipirsim. Min rewşa xwe ji wan re got. Piştî nîvroj bû ne şaş bim hat, ez çûm balê û min gotê: “Min bersiva pirsa te dît lê mesele piçek tevlihev xuya dike. Min îşev xewn dît. Ez di xewna xwe de hem bi kurdî hem bi tirkî dipeyivîm. Min bi hevalên xwe yên kurd re bi kurdî û bi yên din re jî bi tirkî xeber dida.” Bersiveke kurt da min: “Nexwe tu hîn asîmîle nebûyî.”
Haya min heta wê rojê ji vê rewşê nebû. Têkiliya zimanê dayikê û xewnan, dîtina xewnê ya bi zimanê xwe yê dayikê ya kesên pirziman û meseleya asîmîlasyonê… Eger kesek ji bilî zimanê xwe duçarî zimanekî din bûbe û hîn jî bikare bi zimanê xwe xewnan bibîne û ev jî wek krîtera asîmîlenebûnê bê dîtin. Mijara axiftina bi tirkî ya bi yên ne kurd re jî dîsan tiştekî asayî ye ku ji ber zimanê danûstandinê, yê danînan têkiliyan a bi wan re bi tirkî bûye.
Di wexta xeberdana ji pestan de jî bikaranîna zimanê dayikê giring e û ew jî nîşana asîmîlebûnê yan jî nebûnê ye. Ji lew re gava mirov ji pestan dibêje jî ne li hemdê xwe ye, hiş ne li serê mirov e. Ez bi xwe li vê yekê jî bûme şahid ku kesê tifaqek lê qewimiye, birîndar û bêhiş ketiye, gava ji pestan xeber daye bi zimanê xwe naliyaye, lûbandiye, gazî dêya xwe yan kesekî din kiriye yan jî hawar li kesan daxistiye. Di vê rewşê de jî binhiş di dewrê de ye û ev jî pîverek e ku divê neyê paşguhkirin.
Mijara din jî kirina çêr û dijûnan e. Ev jî gava mirov aciz dibe, cihekî mirov tehl dibe, ji ber rewş û qewamekê ditengije, ha te dît bêyî hemd ji dev gotinek derket û wisan xwe pê rehet dike. Ez ne şaş bim, hevalekî gotibû ku der heqê meseleya zimanê dayikê û kirina çêran de, bi zarokên pirziman re xebatek hatiye kirin. Bêyî haya zarokan ji wan hebe, bi zanebûn ew hêrs kirine û bi vê jî xwastine berteka wan bizanin bê ka ew bi kîjan zimanî çêran dikin. Zarokên ku tenê acizaya xwe bi çêrkirina bi zimanê xwe yê dayikê derbiribin, ew wek kesên neasîmîle hatine pênasekirin. Em dev ji zarokan berdin, em salmezin bi xwe jî, ez jî tê de, di rewşên wisan acizî, zivêrî, tehlbûn û tengijiyê de bi zimanê xwe çêran dikin. Ji ber ku bi zimanê serdestan kirina dijûnan wekî zimanê mirov dilê mirov rehet nake.
Zimanê pêşî, zimanê dayikê qeyda ewilî ya mêjî ye. Zimanê ku mirov piştre hîn dibe yan jî werdigire li ser wî zimanî bi cih dibe. Pir zor e ku zimanê duyem û yên din ku bi dû re hatine hewisandin û wergirtin, bikarin cihê zimanê pêşî bigirin. Jixwe di van her sê rewşan de bêyî vîn û hemdê mirov ev ziman serî hildide ku wî pêşî cihê xwe di mêjî de girtiye û kesayetiya mirov şêwandiye.
Ew ên duziman an jî pirziman, hûn jî ji xwe bipirsin bê zimanê we yê xewnan, ê çêran û gotina pestan kîjan e. Zimanê we yê ku hûn paşê fêr bûne gelo serî ji zimanê we yê dayikê standiye yan na û testeke biçûk li ser rewşa xwe pêk bînin.
Zimanê mirov mal û hêlîna hebûna mirov e. Eger tu jê neqerî ew terka te nade.
|
Rastnivîsîna çend peyvên nîqaşbar
|
https://botantimes.com/rastnivisina-cend-peyven-niqasbar/
|
Rastnivîsîna çend peyvên nîqaşbar
Eger mehneyeke din ji peyvê neçe hewce ye her cureyê peyvê bi tena serê xwe bê nivîsîn û rastnivîsîna zimên jî zêde neyê dijwarkirin. Ji lew re alozbûna vekîtê ji bo hînbûna rastnivîsînê dibe sergêjî û kêşe. Lê pêwîstiya me bi rastnivîsîneke hêsan jî heye.
Zimanê nivîskî û zimanê standard, du termên zimannasiyê ne. Bi kurtasî, zimanê nivîskî şêweyek ji devokên zimanekî ye ku di nivîsînê de ew wek standard tê bikaranîn. Her wiha zimanê standard jî cureyekî zimên e îcar ew xwe dispêre qaydeyên hevpar û bêyî şopa çîneke civakî û yan jî cihkî li ser hebe, di warên mîna kargêrî, hiqûq, perwerde, bazirganî û medyayê de ew hem nivîskî hem jî devkî tê bikaranîn. Ji van her du terman xweş diyar dibe bê çawan pîvan, rêzik û standardek li ser bikarhênerên zimên tên sepandin û ji wan tê xwastin da ew rîayetê li vê yekê bikin.
Gava dabaş dibe kurdiya nivîskî û standard, çendî wek raman û nêrîn hema hema her kes pêdiviya vê rewşê bipejirîne jî, lê pratîka me ya di vî warî de mixabin ji hev cuda dixuye. Mijarên taybetîdar ango spesîfîk li aliyekî, der heqê rastnivîsîna hin peyvên sereke de jî em lihevnekirî ne. Di weşan û berhemên me yên nivîskî de kêşeya rastnivîsîna hin peyvan bi awayekî beloq bi ber çavên me dikeve. Ev rewşa hanê jî bi piranî ji zimannas, rêzimannas, ferhengnivîs (leksîkograf), edîtor û redaktoran diqewime. Heta carinan nivîskar bi xwe jî awayê vekîta xwe li weşanxaneyan ferz dikin. Helbet sedema sereke ya van gelş û aloziyan, nebûna saziyeke me ya zimanî ya otorîte ye. Eger saziyeke me ya welê hebûya û mîna otorîte ji aliyê hemû kurdan ve bihatiya qebûlkirin, me dê gişt bi gura rêzik û rêsayên wê bikira, em dê bigihîştina zimanekî nivîskî û zimanê me jî dê ber bi standardiyeke edilandî ve biçûya, kil û kêmasiyên me, cihêtî û ramanên me yên li ser rastnivîsîna peyvan jî qet nebûya dê pir û pir kêm bibûna.
Di gel vê rewşê, divê em bibêjin ku xebatên li ser rastnivîsînê tên kirin hene, saziyên bi van waran eleqedar dibin, xema pêkanîna zimanê standard dixwin jî hene û hewce ye em keda wan bişêkirînin. Lê belê der heqê rastnivîsîna hin peyvan de hîn lihevkirineke tam nîn e û di warê zimanê nivîskî de jî ev dibe sedema bikaranîna ji hev cuda ya hin peyvan. Loma ez dixwazim li ser rastnivîsîna çend ji van peyvên hanê fikirên xwe derpêş bikim.
Mînaka pêşî awayê rastnivîsîna “der heqê… de” û “di heqê… de” ye, ku di zimanê nivîskî de ew wekî “di derheqê… de” yan jî “di der heqê… de“, tên bikaranîn û rastnivîsîna wan ji aliyê hin sazî û kesan ve wisan tê tercîhkirin. Min navê ez behsa paşdaçeka “de/da“yê bikim, ji lew re ew “de” yan jî “da” kîjan bê tercîhkirin jî tesîr li awayê rastnivîsînê nake. Carekê di zimanê devkî de, di zargotina me de tevî lêkolînên xwe ez rastî awayê “di der heqê… de/di derheqê… de” nehatime. Her wisan min xwast ez bala xwe bidim berhemên nivîskî bê ka wan çi şêwe tercîh kiriye. Mesela di kovarên Hawar û Ronahiyê yên Celedat Bedirxan de, li ser vekîta wan hevgiriyek nîn e. Gava bi “di“yê hatiye bikaranîn ew her bi awayê “di heqê… de” ye, îcar gava bi “der“ê dest pê hatiye kirin, bi piranî wekî “der heqê” û bê paşdaçeka “de/da“yê, kêm caran jî ew tenê pevve hatiye nivîsîn.
Di ferhenga Qanatê Kurdo ya bi Kurdî-Rûsî (1960) de, bi piranî ew bi awayê “derheq”, “derheqa…” û bê paşdaçek hatiye bikaranîn û derpêşkirin. Li aliyê din di Rojnameya Kurmancî ya Enstîtuya kurdî ya Parîsê de, ew bi awayê wekî “derheqê… de“, “di derheqa… de” û “di derheqê…. de” hatiye bikaranîn, di vê organê de jî ahengek li ser rastnivîsîna wê xuya nabe. Di ferhenga Kurdî-Fransizî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de, ew hem bi awayê “derheq“, “derheqê…” hem jî “der heqê” heye û bêpaşdaçeka “de/da” ye, lê herçî bi şêweya “di heqê… de” îcar bi bazinedaçekê hatiye bikaranîn.
Berginda vê peyvê ya din jî “der barê… de” ye ku ew jî eynî mîna wê ne xwedî standardeke nivîsînê ye. Ev peyv ji kurdiya naverast ango ji soranî derbasî kurmancî bûye û bi piranî di vî zaravayê me de bi awayê “le bareyî…” li kar e. Bi mebesta “heq” bi erebî ye, meyla me bi giştî çûye ser wê û me eynî miemele pê re jî kiriye. Wekî awayên “di derbarê… de”, “derbarê… de” û “der barê… de.”
Kêşeyek heye û divê em jê re di çarçoveya rêsayên zimanê xwe de çareyekê bibînin. Carek wek peyveke bi serê xwe “derheq” di zimanê me de tune ye, li hêla din gava ew bi bazinedaçeka “di… de“yê re tê bikaranîn, hema her kes wê bi şêweya “di heqê… de” dinivîse. Lê çima rastnivîsîna wê gava bi “der“ê be ew hem wek “di derheq… de” hem jî “derheqê … de” tê tercîhkirin? Li gorî îdiaya hin kesan “der” ji zimanê farisî ketiye zimanê me û berginda wê ya di zimanê me de jixwe “di“ya me ya pêş daçek e. Eger em wisan qebûl bikin, nexwe em çima du caran “di“yê di gel hev dinivîsîn û wî awayî tercîh dikin? Lê em îtiraz li awayê rastnivîsana “di heqê…de” qet nakin. Dîsan bibêjim eger “der” jî ji aliyê watayê ve “di” bi xwe be, nexwe ha “der heqê…de” ha “di heqê… de” çi ferqa wan ji hev heye?! Hîç nîn e û “derheq” jî wek peyvek ango leksemeke bi serê xwe tune ye. Eger hebûya û gava ji hev cuda û bi hev ve bihatina nivîsîn divê mehneya wan jî ji hev cihê bûya. Mîna van çend nimûneyan:
bidil û bi dil: Ew bidil e, jê vegerin; ew bi dil û can jê hez dike.
jidil û ji dil: Tu niha jidil î?; ji dil dinalim.
jixwe û ji xwe: Jixwe ez dihatim; ji xwe bipirse.
lihev û li hev: Çi qas yekî lihev e; li hev aşt bûn.
lipêş û li pêş. Saet deh deqîqe lipêş e; ew li pêş me sekiniye.
yekcar û yek car: Ne me got ev tişt yekcar nabe; ev bû yek car an du car?
yekser û yek ser: Hema yekser çû malê; yek ser e yek dûvelang e.
Çend peyvên me yên din jî hene, ew yan bi hev ve yan jî ji hev cuda tê nivîsîn: Mîna “çi qas” û “çiqas“, “ew qas” û “ewqas“, “her wiha” û “herwiha“, “her tim” û “hertim“,”kar û bar” û “karûbar“, “lê belê” û “lêbelê“. Min navê ez wisan bi hûrgilî li ser van jî rawestim, ji ber ku rêzik û qayde aşkera ye, ew jî ev e: Eger pevve û ji hev cuda bên nivîsîn, divê mehneya wan ji hev û din cihê be, nexwe çima bi hevve bên nivîsîn û rastnivîsîn jî bê zorkirin? Wek mîna “dê û bav”; gava pevve û cuda bên nivîsîn, mehneya wan diguhere; dêûbav ango ebeweyn (parent). Dîsan bi dayîna du nimûneyan em balê bikişînin ser vê dabaşê: Min çi qas ji wan re got jî lê belê wan bi ya xwe kir. De ka em vê hevokê îcar “çi qas” û “lê belê“yê bi hev ve binivîsîn û pirsa xwe bikin, bê ka ji hêla mehneyê ve çi diguhere: Min çiqas ji wan re got jî lêbelê wan bi ya xwe kir. Mînaka din jî bila li ser awayê “her tim” û “hertim“ê be: Ez her tim (an jî hertim) dibêjim zimanê me navê hebûna me ye. Ji aliyê semantîk ve gava hêmanên wê pevve yan jî ji hev cihê bin, gelo guherînek di hevokê de çêdibe? Ez bi xwe nabînim. Eger hebe bila pevve be, lê eger nebe nexwe hewce ye hêmanên wê ji hev cuda bin.
Zimanê standard zimanekî rêsayî ye, ev rêzik jî xalbendî ne tê de, bi piranî ji bingeha zimên tên peydakirin û li gorî morfolojî û semantîkê jî miemele bi rastnivîsîna peyvan tê kirin. Loma bi ya min divê qayde wiha be; eger mehneyeke din ji peyvê neçe hewce ye her cureyê peyvê bi tena serê xwe bê nivîsîn û rastnivîsîna zimên jî zêde neyê dijwarkirin. Ji lew re alozbûna vekîtê ji bo hînbûna rastnivîsînê dibe sergêjî û kêşe. Lê pêwîstiya me bi rastnivîsîneke hêsan jî heye.
|
Ji me re hişmendî û xemxwariya zimanî hewce ye
|
https://botantimes.com/ji-me-re-hismendi-u-xemxwariya-zimani-hewce-ye/
|
Ji me re hişmendî û xemxwariya zimanî hewce ye
Meseleya zimanî, meseleyeke wisan e ku di ser hemû partî û rêxistinan re ye. Loma jî bêyî cudahî divê hemû derdorên kurdan bi şêweyeke jidil dest biavêjin vî karî û daxwazên mîna statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî û di xizmetên gelemperî de bikaranîna kurdî tim di rojevê de zindî bihêlin heta mirad bi van daxwazan bê kirin.
Der heqê zimanê kurdî de me navê em bibêjin sal bi sal xwezî bi par yan jî ro bi ro xwezî bi do. Ji ber ku her roja diçe ji kîsî zimanê me diçe, yê kêm dibe zimanê me û pê re jî gencîneya zimanê me ye. Ew gencîne jî di encama serdemên dûr û dirêj de pêk hatiye. Eger ziman nebe ew gencîne jî diqede diçe.
Îsal li gorî par û salên çûyî, hêviya min a li ser xwedîbûna li zimanê kurdî zêdetir bû. Sedem jî ew e ku hem ji ber çalakiyên ji bo dersên hilbijarî hem jî ji ber çalakiyên bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, hewlên di vî warî de pirtir bûn. Ji van qewam û bipêşketinan jî, ji bo min a herî giring daxuyanînameya Komîsyona Ziman û Çandê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû. Di vê daxuyanînameya berfireh de, ku ji ber Roja Zimanê Dayikê hat ragihandin, amaje bi kirina gelek çalakiyên cur bi cur dihat kirin û ew wek giştîname jî ji hemû rêxistinên Partiyê re hat şandin. Pejirandina van çalakiyan a bi awayekî sazûmanî, dê bibe bipêşketineke giring û dê teqez teqilekê li têkoşîna zimanî bide.
Heta niha ev têkoşîn bi piranî li ser milên çend sazî û kesayetan bû. Ez ne şaş bim cara ewil e bi awayekî wiha berfireh ji aliyê partiyeke siyasî ve biryarên wiha hêja û ew çend jî cidî tên girtin. Meseleya zimanî, meseleyeke wisan e ku di ser hemû partî û rêxistinan re ye. Loma jî bêyî cudahî divê hemû derdorên kurdan bi şêweyeke jidil dest biavêjin vî karî û daxwazên mîna statuya kurdî, perwerdeya bi kurdî û di xizmetên gelemperî de bikaranîna kurdî tim di rojevê de zindî bihêlin heta mirad bi van daxwazan bê kirin. Ji ber mijar hesas e û ew barekî giran e, heta partiya siyasî ya tevgera sereke xwe nede ber vê têkoşînê, dê girseyîbûna daxwazan, çêbûna hişmendiyeke xurt û xemxwariya zimanî jî her qels û lawaz bimîne.
Biryargirtina lidarxistina çalakiyên ji bo zimanê kurdî ya li gelek bajaran a bi awayê navendî gavavêtina pêşî ye, lê pêkanîna van biryaran gava diduyan û ya hîn giringtir e. Ji lew re helwesta DEM Partiyê tiştekî diyarker e da ku ev daxwaz di nav gel û alîgirên wê bi xwe de jî cihgir bibe. Wekî gotina pêşiyên me, bi rastî jî kirineke hêjayî hezar gotinî ye. Ev yek dê hem ji bo hilbijartinên cihkî hem jî ji bo 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê kurdî bibe nimûne. Eger ev biryar û daxwazî di wexta hilbijartinan de berceste bibin dê hîkariyeke baş li girseyê jî bike. Me dît bê çawan ji ber Roja Zimanê Dayikê ji berê bêhtir meş çêbûn, daxuyanî hatin kirin, belavok hatin belavkirin, pankart hatin hilawistin, panel hatin lidarxistin û hin çalakiyên din jî çêbûn. Heta Dem Partiyê li Meclisê civîna xwe ya komê bi kurmancî kir û piştre jî bi kirmanckî, suryanî, erebî, gurcî, lazî û ermenî axiftin hatin kirin. Li Meclisê jî, ji ber vê roja hanê axaftin hatin kirin û bi îmzaya her du hevserokên Dem Pariyê ji bo statû û perwerdeya bi kurdî, ji UNESCO’yê re name hat şandin.
Heta daxwazeke girseyî nebe, rêjeyeke zêde ya gel li wê daxwazê nebe xwedî, fereca biserketinê jî xuya nabe.
Bipêşketineke din jî hema ez li ser xwe bibêjim. Îsal ji bo çalakiyên Roja Zimanê Dayikê ez bêhtir hatim vexwendin û ez pê re negihîştim herim her cihî jî. Salên borî ji bo cihek an jî du cihan gazî me dikirin. Lê îsal saleke bibereket bû. Di çarçoveya vê rojê de serê pêşî 17’ê mehê li Çewlikê, 21’ê mehê li Ruhayê, 23’ê mehê li Stenbol û 25’ê mehê jî ez li Antalyayê bûm. Mixabin min nekarî ez biçûma Colemerg, Sêrt û Hewlêrê jî. Tew li Hewlêrê ji bo du çalakiyên cuda yên li ser zimanê dayikê daxwazî hebû. Îcar min navê ez behsa daxwaza tevlibûna bernameyên televîzyonan jî bikim. Em pê re negihîştin tevî hin bernameyan jî bibin. Hebûn û çêbûna hişyarî û hişmendiya di vî warî de tiştekî pir dilxweşker û dilşadker e. Jixwe derdê me yê bi partî, rêxistin, sazî û ferdên civakê re jî çêbûna vê yekê ye.
Daxwazeke min a din jî ew e ku mijara ziman tu car nebe alav û navgîneke siyasî. Ev xema me, derdê me û hêviya me giştan e. Nabe ew bibe amrazeke têkoşîna ji bo berjewendiyên siyasî. Berjewendiya gelê kurd jî di ser hemû feyde û berjewendiyan re ye. Ziman û nasname, kurd û kurdî jî, mîna goşt û hestî ne. Ziman bi xwe mafekî kolektîf e, ne ferdî ye, her wiha ew mafekî demokratîk, mirovî û çandî yê bingehîn e û ew pêkhênerê aîdiyeta hevpar e.
Tiştê herî giring têkoşîna ji bo xuyabarbûna daxwazan e û gava ev daxwaz ji bingehê, ji xwediyê dozê bi xwe were, ne mimkin e qedemeyên raser û lijneyên karbidest ên partiyan jî vê yekê nebînin û xwe neguherînin. Ji lew re ya esas vîna gel e. Hêza gel heye ku rêza berêtiyan biguherîne, tesîrê li siyaseta xwe bike û rojeva xwe jî diyar bike.
Em di warê perwerde û statuya zimanî de pir dereng mane. Stêra zimanê me zenûn bûye. Zimanê bêxwedî bimîne, xwedî bi xwe xema wî nexwe, dahatûya wî dikeve talûkeyê. Defa hawarê ya zimanê me lê dikeve. Pêdivî bi geşkirin û xurtkirina zimanê me heye. Gava em vî dengî bibihîzin û zendên xwe ji bo zimanê xwe vemalin, dê çiraya zimanê me jî biîse û geş bibe.
Kurd û kurdî bêyî hev nabin. Eger kurdî ji navê here dê piştre kurd jî bibin kesên bi esilê xwe kurd, paşê ew jî namîne dê bibin kesên ji serwerên xwe. Ji bo ev rewş li me neqewime, divê em kurdbûna xwe bi kurdî bijîn û wisan berdewamî bi xwe û xwebûna xwe bidin. Zimanê me nîşana hebûna me ya li vê dinyayê ye, ew dengê pêşiyên me, dengê me û yên peyhatiyên me ye ku divê ew her olan bide.
|
Etîmolojî û Etîmolojiya Gelêrî
|
https://botantimes.com/etimoloji-u-etimolojiya-geleri/
|
Etîmolojî û Etîmolojiya Gelêrî
Vegerîna li xwe û zimanê xwe, bilîbûna bi zimanê xwe, têfikirîna li peyvên di zimanê xwe de helbet tiştên xweş û baş in. Lê divê ku her kesek bi warê xwe yê pisporiyê bibile, hilberînê di wan waran de bike, ji meseleya îfrat û tefrîtê xwe dûr bide û bi metodên zanistî bixebite.
Etîmolojî, ku bi kurmancî jê re rehnasî û rîşalnasî jî tê gotin, şaxeke zimannasiyê ya pir giring e. Ev qada hanê hewl dide çavkaniya peyvên di zimanekî de nîşan bide û li wan dikole bê ka ew bêje kengê derketine holê, ji ku hatine, di kîjan merheleyan re bihurîne, bi van jî namîne ji aliyê teşe û watayê ve jî li ser dîroka peyvan radiweste. Di gel vê yekê ew hem warekî zehf zor hem jî lomeyên jê têra xwe hene. Loma her kesê bi zimannasiyê re eleqedar an jî her zimannasek di heman demê de ne etîmolog e jî. Ew warekî pisporiyê ya taybetmend e.
Di platformên medyaya civakî de jî ez pir lê rast têm ku hin kes serê xwe bi mijara binyada peyvên di zimanê kurdî de diêşînin. Bi piranî eleqeya van kesan bi vê şaxa zimannasiyê re tune ye û bêyî haya wan ji prensîpên wê, ji rê û rêbazên wê hebin, wekî etîmologan li ser peyvan radiwestin, wan ji aliyê morfolojiyê ve tehlîl dikin, mehneyên nû li wan parçeyên peyva parçekirî bar dikin û qet jî bala xwe nadin şêweyên wan ên berê, zimanên cîran û tiştên din. Bi ser de jî bi awayekî ji nava xwe têr û ji xwe bawer der barê peyvan û etîmolojiya wan de gotinên qirase dikin û ne îdia lê li ser wan biryarên qethî derpêş dikin.
Carinan di van platforman de hin kes li ser binyada peyvan pirsan ji min jî dikin. Ez yekser dibêjime wan ez ne etîmolog im û ev qad jî ji hêz û zanîna min der e. Çawan di kurmancî de hin gotinên me yên pêşiyan hene giringiyê didin şêwirîn û hebûna pispor û hostayan, wekî “bêyî hostayekî neçe çiyayekî” û “bêyî pîrekî neçe dîmana mîrekî”, divê mirov tiştan ji ehlê kar re bihêle.
Îcar gava mirov ne pisporê vê şaxa zimannasiyê be, bi ser de bi çend zimanan jî, nemaze zimanên cîran û yên yên ji heman malbata zimanî nizanibe, serî li rêbaza senkronîk û ya diyakronîk nede, kar û xebat heycar zor dibe û îhtimala kirina şaşiyan jî zêdetir dibe. Ji ber peyv tim wekî xwe namînin û hem ji aliyê mehneyê ve hem jî ji aliyê teşeyê ve diguherin, divê qet nebe haya mirov ji rêbaza diyakronîk jî hebe.
Ji bo mebesta me hîn aşkera û zelaltir bibe em niha bi mînakekê mijarê zelatir bikin. Mesela eger bi rêbaza senkronîk peyva “dijmin” bê dahûrandin, dê hema pê re bê gotin ew ji “dij” û “min”ê pêk hatiye û bi mehneya “ew kesê li dijî min e” bê ravekirin. Lê rastî tiştekî din dixuye. Di zaravayê kurmancî de guhartoyên “dijmin” ên mîna dişmen, dojmin, dujmin, duşmen, duşmin û di kirmanckî (zazakî) de jî şêweyên heman peyvê yên wekî dijmen, dismen, dişmen û duşmen hene. Ev “dij”, “diş” û “duş”, bi mehneya xerab e, ku ew di avestayê de bi awayê “duş”, di pehlewî de “duş” û di farisî de jî wekî “doş” e. Herçî “men” û “min” e, ew di avestayê de “meneh” û di pehlewî de jî “men” û “meniş” e û ew tên wataya ramanê ango fikirê. Îcar ev “duş-meneh”a avestayê û “duş-men”/“duş-meniş”a pehlewî, bi mehneya ramana xerab e, lê paşê li wataya “kesê ramanxerab”, “kesê xerab” û “neyar” dageriyaye.
Dibe niha hûn bibêjin te got “Ez ne etimolog im” lê va ye tu jî bi karê etîmologan radibî. Rast e, ez ne etimolog im, lê hinek be jî haya me ji etîmolojiyê heye û min bi saya hin çavkaniyan karî der heqê vê peyvê de van gotinên hanê bikim. Wekî ferhenga Michael L. Chyet a bi navê “Ferhenga Birûskî”, ya Sevan Nîşanyan a bi navê “Nişanyan Sözlük Çağdaş Türkçenin Etimolojisi” a li ser înternetê û notên Malmîsanij ên li ser peyva “dijmin” e, ku wî ji bo Komxebata Rastnivîsînê ya Kurmanciyê pêşkêş kiribûn.
Gava li ser binyada peyvekê bê sekinandin, analîza wê were kirin û peyv ji hêmanên xwe bê veqetandin, hewce ye her hêmaneke wê ango morfemeke wê ya watadar bi serê xwe bimîne, ne ku mehne lê bê barkirin. Her wisan bûyerên zimanî jî, çi yên fonetîk çi yên morfolojîk û çi jî yên semantîk divê bêyî zorlêkirinê xwe bi xwe bidin nîşandan û guherînên di wan de çêbûne jî xweş bên şopandin.
Niha jî li ser etîmolojiya gelêrî em çend nimûneyên pirole û ekstrem pêşkêş bikin. Mesela diangêjin ku navê bajarê Mêrdînê ji “merê dîn” ango “mêr+dîn”, navê sumeran ji “sê+mêr”, peyva muzîkê ji “mû+zîq”ê, “kur” û “kirîv” ji organê cinsî yê mêran tê. Heta hinek hene hingî zêde pê de diçin mirov ji xwe re şaş û mehtel dimîne. Li gorî wan navê Çemê Mississippiyê ji “masiyê spî” û navê Afrîkayê ji “a firîkê nokan”, navên bajarên Meke û Medîneyê jî dîsan ji gotinên kurmancî ji “meke” û “me dîne”yê tên. Dibêjin gava Bavê Adem xwastiye bi Dêya Hewa şad bibe, wê jê re gotiye “Kuro meke, me dîne.” A navê van her bajaran jî ji van gotina wê çêbûne…
Jixwe em bi Teoriya Zimanî ya Rojê (Güneş Dil Teorisi) û bi etîmolojiya hin “zanyar”ên tirkperest dizanin bê çawan li gorî wan navê kurd jî ji “kart û kurt”a tirkî peyda bûye, ji lew re divê em di vî warî de qet pêyên xwe li pêyên wan nexin! Heta hez dikim behsa serpêhatiyeke xwe jî bikim bê hişê hin mirovan çawan bi awayekî seyr dixebite.
Wexta Navenda Çanda Mezopotamyayê hîn nû hatibû avakirin, kesek raselitî me bûbû dihat saziyê û digot zimanê kurdî nîn e û bi dayîna mînakên ecêb pê de diçû. Tevî vê jî Feqî Huseynê rehmetî bi awayekî cidî lê guhdarî dikir. Bêyî xwe jê aciz bike bersiv didan wî û hewl dida da angaştên wî jî pûç û bêbinyad nîşan bide. Me nedizanî ka ew kî ye, gelo sîxur e, yan yekî dînik e, çi ye, ji teba ye. Bi israr digot “bijî” ji “bûjî”ya erebeyê û “civat” jî ji “cîvata”yê tê, ku ev mînak niha di hişê min de mane.
Vegerîna li xwe û zimanê xwe, bilîbûna bi zimanê xwe, têfikirîna li peyvên di zimanê xwe de helbet tiştên xweş û baş in. Lê divê ku her kesek bi warê xwe yê pisporiyê bibile, hilberînê di wan waran de bike, ji meseleya îfrat û tefrîtê xwe dûr bide û bi metodên zanistî bixebite.
Bi rastî etîmolojî ne karekî wisan hêsan e da her kes bikare hespê xwe li wê meydanê birewiqîne û tê de bide xaranan. Ji bo mirov bikare bi hunerê xwe bişîre divê bi qabiliyeta xwe jî bizane.
|
Sînordarkirina her tiştî taybetmendiyeke serdestan e
|
https://botantimes.com/sinordarkirina-her-tisti-taybetmendiyeke-serdestan-e/
|
Sînordarkirina her tiştî taybetmendiyeke serdestan e
Kibr û karakterê serdestan naguhere. Danîna sînor û tixûban xûyê wan e. Ji ber a giring hebûn û ramana wan e, yên din jî hewce ye li gorî daxwazên wan di nav sînorê diyarkirî de bijîn. Dilşadiya wan eger li ser dilneşadiya hinekî din be jî, ji wan re hîç ne xem e.
Kurd ji ber kul û birîna xwe ya zimanî dinalin, gazinan ji xwe û serdestan dikin ku zimanê kurdî wekî berfa li ber baranê dihele. Ji kêmbûna rêjeya axiftina bi kurdî ya di navbera nifşan de û ji têkçûna zimanî behs dikin, lê kesin hene îcar ji xuyabarbûna vî zimanî, ji daxwaza maf û azadiyên vî zimanî xwe nerazî dikin û xemeke din dixwin. Ne em ji kirinên wan razî ne, ne jî ew ji daxwaz û bertekên me yên li sepanên siyaseta wan a asîmileker. De were bi cilên canê xwe nekeve, de were xwe li nebihîstin û aciziya wan dayne û dengê xwe neke. De were ji van kesan re qet tiştekî nebêje bê çawan duh wan ji xwe re digot “mezlûm”ên sîstemê, lê îroj ketine şûna “zalim”ên xwe yên berê.
Ayşe Bohurler, ku yek ji damezirînera AKP’yê û niha parlamentera wê ye, bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê li ser platforma X’ê parevekirinek kir. Bohurler bi mitedeyîniya xwe û bi hesasetiya xwe ya dînî jî tê zanîn. Wê ji derî zimanê tirkî, ji zimanên din re sînorek danî û got “Ji bo neteweyek were ba hev û mişterekên esxerî bên afirandin, yek ji parçeyên herî bingehîn jî ziman e. Nabe bê fikirkirin ku Fransa bêyî fransizî, îngiltere jî bêyî îngilîzî hebe. Ji ber ew xala me ya hevpar e, divê em ji jiyana karî heta bi jiyana perwerdeyê, ji jiyana civakî heta bi îdareya gelemperî (amê) hişk bi tirkî bigirin. Tu mafekî me nîn e em têkilî bi zimanê dayikê yê yekî bikin ku ew di nav mala xwe de pê dipeyive, lê em dê ji wan kesên fizûlî re meydanê nehêlin ku îdia dikin bêyî zimanê me yê fermî yê hevpar hebe jî netewe û dewlet dê bikarîn hebûna xwe bidomînin, ku niyeta wan felckirina milet û dewletê ye.”
Gelo ka çi cudahiya van fikiran û vê helwestê ji yên kemalîstan û statukoparêz heye? Nîn e, zêhniyet eynî ye. Xwedêgiravî qedexe nake û di dilê xwe de jî litifkar û “mafparêz” e jî. Lê xwedî sînor e, xetên wê yên sor ên tênebihur hene. Sînor jî tenê bi nava malê daniye. Yanî maf jî, zimanekî hepskirî ye. Baş e, wekî berê negotiye “welatîno li her derê bi tirkî bipeyivin.” Ji bo berdewama hebûn û şadiya xwe ya serdestiyê, têbihurînê ji yên nejixwe dixwaze. Tiştê ji xwe re heq dibîne, ji yên din re nabîne, tiştê ji xwe re sedema berdewamiya hebûna xwe dibîne, ji bo yên din nabîne, tew bi ser de wan ji xwe re talûke jî dihesibîne.
Ez tim dibêjim eger mirov bixwaze rûçikê bera yên kesan bibîne, niyeta wan a di dilî de bizane, wan ne li mixalefetê lê divê mirov wan li desthilatê bibîne. Ji bo ew bibin miktedîr û kara, tim ji heqiyê, ji rastiyê behs dikin. Li gorî dilê her kesî lê dixin, xweşekiyan dikin û dilan xweş jî dikin. Elbet ev yek heta karê wan bi mirovan biqede didome, piştî digihîjin mexseda xwe ew rûpoşa li ser rûyê wan dikeve, ya di dilê wan de tam aşkera dibe.
Me got ev kes qaşo dîndar e, lê di meseleya zimanî de qet guh nade ayeta Quranê ya der heqê zimanan de jî. Domandina asîmilasyonê diparêze, pirrengî û çeşîdiyê na, lê ji bo pergala heyî tekperestiyê, feraseta monîstiyê li mirovan ferz dike. Eger mirov li dijî daxwaza pirzimaniyê rabe, nehêle zimanên din di warên perwerde û xizmetên gelemperî de bên bikaranîn, nexwe navê vê yekê ne helandin, pişaftin û asîmîlasyon e, îcar çi ye? Ma ev ne xwastina dewamkirina pergala berê û qebûlnekirina mafan e? Ne li çarşî, bazar, daîreyên dewletê û li qada perwerdeyê, bi kurtasî ne li her derê fermî lê tenê azadiya bikaranîna zimanekî ya li nava malê çi qencî û litifek e. Eger zimanek hepsî nav malê bibe, ne dûr e fatihayek li serê bê xwendin. A rewa tê dîtin ev e.
Berê kurd nebûn, ew tirkên çiyayî bûn, zimanê wan jî jixwe ne tu ziman bû. Zimanekî col bû ku ji erebî, farisî û tirkî pêk hatibû. Kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe ev feraset têk birin û nema roj bi bêjingê bê veşartin. Îcar feraseteke din a heman desthilatê xwe da der ku kurdî ne zimanekî şaristaniyê ye, loma nabe pê perwerde bê kirin û ew bibe zimanekî xwedan statu yan jî zimanekî fermî. Li gorî wan kurdî zimanekî bêkêr e, ne zanist pê tê kirin, ne perwerde, werin hişk bi tirkî bigirin, pê perwerde bibin, pê biaxivin û bextewer bibin. Ji lew re di kurdî de nan jî nîn e, tirkî dê hem zikî têr bike hem jî kes pê dibin medenî.
Ev kes li hundir behsa tekîtiya di her warî de dikin û ji gel û neteweyên din dixwazin dev ji xwebûn û nasnameya xwe berdin, di her tiştên xwe de bibihurin. Lê belê li derve, ji welatên din ji bo tirkên li wir daxwaza perwerdeya bi zimanê tirkî dikin, dibêjin asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye û nizanim çi û çi. Her tişt ji bo wan heq e û ziman ji bo wan sedema pêkhatina neteweyê û berdewamiya tirkbûna wan e. Herçî yên bindest in, ew ên ku ne ji nijada wan û di bin serweriya wan de dijîn, hewce ye di nav sînorên diyarkirî de bimînin û zêdegaviyan nekin, divê ji rewşa heyî jî memnûn û kêfxweş bin.
Kibr û karakterê serdestan naguhere. Danîna sînor û tixûban xûyê wan e. Ji ber a giring hebûn û ramana wan e, yên din jî hewce ye li gorî daxwazên wan di nav sînorê diyarkirî de bijîn. Dilşadiya wan eger li ser dilneşadiya hinekî din be jî, ji wan re hîç ne xem e.
Ferqa wan ji hev tune ye. Çi kemalîst, çi dîndar, çi neteweperest, nizanim çi û heta piraniya çepgirên wan jî wekî hev in. Eger dabaş bibe maf û azadiya gelê kurd, tev dibin yek û bi yek dengî dibêjin bila kurd dêya xwe nebîne, bila kurd qet mirad bi mexseda xwe nekin û aqûbeta wan jî tu car çênebe.
Gotina xwişk û biratiyê, heq û hiqûk, edalet û mexdûriyetê ji ser zimanê wan nedihatin xwarê. Aşkera bû ku ev rabêjiya wan sexte ye, ji bo xapandin û nixamtina rastiyan e. Gava raye dikeve destê wan, dikin mirov xweziya xwe bi yên berî wan bîne.
Kum ketiye keçelî derketiye, bi gotina din kum ketiye serê zelût wa ye tazî ye. Avê delava xwe dîtiye û rim jî di têran de venaşire. Êdî kes ne bi wan gotinan, ne bi wan sedem û hincetan û ne jî bi tiştik miştikên beredayî dixape. Xwediyê heq bi ser heqê xwe ve bûye, serê malê xwe qefaltiye û hişyarî jî çêbûye.
Eger gelek, neteweyek hebe bi maf û azadiyên xwe, bi ziman û pêdiviyên nasnameya xwe heye. Tu tiştek heta bi hetayê li ser kewna xwe jî namîne.
|
Çanda me ya xwarinan û hin şîraniyên me yên kêmnas
|
https://botantimes.com/canda-me-ya-xwarinan-u-hin-siraniyen-me-yen-kemnas/
|
Çanda me ya xwarinan û hin şîraniyên me yên kêmnas
Her tiştê me tê talankirin. Serdest wan li ser navên xwe tescîl dikin û wekî zengîniya xwe ya çandî bi dinya û alemê didin naskirin. Bi kirina xebatan, bi weşandina berhemên bi kurdî em dikarin piçek be jî rê li ber vê yekê bigirin û nehêlin wisan bi hêsanî vê diziya hanê bikin. Kirina xebatan jî qeydkirin û tescîlkirinek e.
Gava dabaş tê ser çandê, her kes ji zengîniya çanda xwe behs dike û pê dipesine. Bi vê jî namînin, dadixuyînin ku divê mirov li nirxên xwe yên çandî bibe xwedî. Rast e, çand giring e. Ji lew re ew yek ji wan hêmanên netewebûnê ye. Ji xeynî çanda hevpar, çandeke madî û manewî ya xweserî gelan an jî neteweyan heye ku ew di nav pêvajoya dîrokî û civakî de pêk hatiye. Çand ku têgiheke berfireh e, hemû cureyên xwarin û vexwerekan jî li xwe digire. Her wiha awayê amadekirin, pêşkêşkirin û şêweyê xwarin û vexwarina wan bi xwe jî dîsan çandek e.
Em kurd jî, bi piranî ji ber wan sedemên diyar û aşkera, balê dikêşin ser çanda xwe, taybetmendî û pêwîstiya xwedîderketina li wê. Ji ber ku nirxên çandî nîşanên hebûna nasnameyê ne, bi awayekî mafdar em heyfa xwe lê tînin ku çanda me tê talankirin û têra xwe em lê nabin xwedî.
Jixwe li dinyayê hegomonyayeke çandê heye ku bi zanebûn ew di bin navên çanda gerdûnî û jêrçandê de hatiye senifandin. Îcar bi ser de dagirkirin û îstilaya çanda serwer heye ku ew çandên bindest jî dikin yên xwe. Mesela navên gelek xwarinên aîdî çanda me ya mitbexê hatine guhartin û dizîn. Ev rewş hîn jî didome, talan berdewam e û ew bi navên din tên binavkirin. Nimûneya herî dawî boreka kurdan e ku bi tirkî çendî ev nav wekî “Kürt böreği” tescîlkirî be jî, wê dikin “küt böreği.” Hin xwarinên me jî hêdî hêdî tên jibîrkirin û nifşên nû mixabin bi wan û navên wan nizanin. Ev jî derdekî din e ku dilê mirovan xemgîn dike.
Xweşbextane ku çendî ne zêde bin jî di warê çanda mitbexê ya kurdan de hin xebat hatine kirin û hîn jî tên kirin.
Mamosta Dr. Cemşîd Benderê rehmetî, ku divê em wî û keda wî bişêkirînin û tim bi bîr bînin, yek ji wan kesên pêşî ye ku di vî warî de dest biribû xwe. Berhema wî ya bi navê “Kürt Mutfak Kültürü ve Kürt Yemekleri” (Çanda Mitbexê ya kurdan û Xwarinên Kurdan) di sala 1992’yan de ji aliyê Weşanên Melsayê ve hatibû weşandin. Ev xebata ku xwe dispart xebatên meydanî û bi kedeke kolektîf hatibû amadekirin, gava hatibû çapkirin gelek deng vedabû.
Divê ez diyar bikim ku ev berhema hêja wê gavê ji bo ferhenga min a Tirkî-Kurdî ya Mezin nemaze di warê navên xwarin û eşyayên mitbexê de, bûbû çavkanî.
Van salên dawî li ser mitbexa kurdî berhemên giring hatin weşandin. Wekî pirtûka bi navê “Kürt Yemek Kültürü” (Çanda Xwarinên Kurdan) ya Mirella Galetî û Fuad Rahman, berhema bi navê “Geleneksel Kürt Mutfağı” (Mitbexa Kurdan a Nerîtî) ya berhema Ali Geyik. Ev bipêşketinên xweş in ku dibin sedema qeydkirina wan xwarinan jî. Lê ji bilî berhemên ku ji bo danasînê bi zimanên cur bi cur hatine amadekirin, ez bi xwe nirx û qîmetê bi wan xebatan didim ku ew bi kurdî hatine amadekirin. Sedem jî ev e; gava ev xebat bi kurdî tên kirin, ne tenê navê xwarinan û vexwerekan bi kurdî tên nivîsin û qeydkirin, pê re termînolojiya vî warî jî tê bikaranîn ku hewcehiya me pir bi vê yekê heye.
Pirtûka bi navê “Meyîr, Li Amedê Çanda Xwarin û Vexwarinê”, ya Mehmet Oncu, di dema şaredariya Osman Baydemîr de ji aliyê Daîreya Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû weşandin ku Mem Mîrxan jî wê çaxê serokê wê daîreyê bû. Bi ya min ji vî aliyî ve ev xebateke şayanî teqdîrkirinê ye û ez şanaz im wekî min redaksiyona vê berhemê kiribû.
Pêwistiya me bi pirtûkên wiha pir heye ku hem bi kurdî bin hem jî bi saya van cure xebatan em bikarin zengîniya xwe ya çanda xwarin û vexwarinê derxin holê û vê çanda hanê xuyabartir bikin. Helbet ev merheleya pêşîn e, ya duyem jî divê ku em wan xwarin, vexewerekên xwe yên ku dikin ji navê rabin zindî bikin, wan ji nav sînorên cihkî ango mehelî derxin û li xwaringehan jî pêşkêşî mişteriyan bikin.
Helbet ne tenê xwarinan, divê ku em şîraniyên xwe jî ji windabûn û jibîrkirinê rizgar bikin. Zêdebûna cureyên şîraniyên me jî bi rastî mirov ji xwe re diheyirîne û heşmetkar dihêle. Mirov dikare navê gelek şîraniyên me bihejmêre ku ew bi dims, hingiv, şekir û penîr jî tên çêkirin. Wek nimûne em navên çend heban ji wan bidin ku ew zêde nayên naskirin:
Azik: Ji genimê zîldayî yê kutayî, rûnê nivîşk û şekir tê çêkirin ku wekî pilorê ye.
Cacir: Navê şîraniyeke gûzan e, ku kakilên gûzan ên kutayî di nav hingiv de tên tên kelandin heta ku helîme bide.
Cimêlîk: Cureyek şîraniya nanî ye ku ji nanê tenûrê yê hûrkirî, rûn û dims (an jî şekir) tê çêkirin. Nan bi qasî ku binermije tevî wan tê kelandin.
Gozebez: Ev jî cure şîraniyek e ku ji kakilê gûzan, dims an jî hingiv tê çêkirin.
Qalezengî: Malzemeyê vê ard, rûn, hêk û dims e, tev di nav hev de tê kelandin û wisan tê çêkirin.
Qeyserûn: Ji çîrê arûngan (mişmişan), rûn û şekir tê çêkirin, ev malzeme gişt tevî hev tên qelandin.
Sêrmî: Ev şîraniyeke penîr e ku ji penîrê helandî, rûn û şekir tê çêkirin. Li hin deveran jê re selmî jî tê gotin.
Zengîl: Dişibe şîraniya wekî loqmeyan ku ji hevîr tê çêkirin.
Zingilîk: Ev şîraniyeke ji ard e; ji dims û ard tê çêkirin ku ardê di rûn de hatiye qelandin.
Zulfî: Şîraniyeke wisan e ku ji kakilên gûzan, bindeq, mewij û ard tê çêkirin.
Behskirin û balkişandina ser dewlemendiya çandî baş e, lê ne bes e. A giring ew e ku mirov bikare bi xebatan wan derxe holê, wan berbiçav û xuyabartir bike, wan bigihîne nifşên nû û berbelavtir bike.
Her tiştê me tê talankirin. Serdest wan li ser navên xwe tescîl dikin û wekî zengîniya xwe ya çandî bi dinya û alemê didin naskirin. Bi kirina xebatan, bi weşandina berhemên bi kurdî em dikarin piçek be jî rê li ber vê yekê bigirin û nehêlin wisan bi hêsanî vê diziya hanê bikin. Kirina xebatan jî qeydkirin û tescîlkirinek e.
|
Ji ber zimanê tirkî bilêvkirina şaş a peyvên erebî yên di kurdî de
|
https://botantimes.com/ji-ber-zimane-tirki-bilevkirina-sas-a-peyven-erebi-yen-di-kurdi-de/
|
Ji ber zimanê tirkî bilêvkirina şaş a peyvên erebî yên di kurdî de
Ew peyvên ku bi binyada xwe erebî ne û bi sedên salan e ji aliyê kurdan ve tên bikaranîn û kirasê fonetîka kurdî li wan bûye, ji ber serwerî û perwerdeya bi zimanê tirkî û helbet ji ber qedexebûn û nebûna perwerdeya bi kurdî, hin ji wan ji aliyê me xwendeyan ve êdî wekî telefiza tirkî tên bilêvkirin.
Ziman ji ber sedemên cur bi cur ji hev peyvan werdigirin û hîkariyê li hev dikin. Ev diyardeyeke wisan e ku hema bibêje di hemû zimanan de heye û bi çavekî erênî jî li vê rewşê tê nihartin. Nemaze bi dan û standina peyvan ziman xwe dewlemend dikin, pêdivî û kêmasiyên xwe jî bi vê yekê temam dikin.
Ji ber pêker, ango faktorên wekî dîrokî, civakî, bazirganî, siyasî û baweriyê gelên ku cîranên hev in, di nav hev de dijîn û di heman cografiyaya çandî de ne, ji aliyê zimanî ve hîn bêhtir dikevin bin hîkariya hev û din. Mesela zimanê kurdî ji ber îslamiyetê ketiye bin tesîra zimanê erebî û ji ber edebiyata klasîk jî di bin kartêkirina farisî de maye. Bi qasî ku peyvên zimanê erebî, ji bilî termînolojiya dînî, ketine nav zimanê devkî, lê mirov nikare vê yekê ji bo zimanê farisî jî bibêje ku vî zimanî wisan bi wê berbelaviyê tesîr li kurdî kiribe.
Gava mirov ji aliyê dîrokî ve li têkiliya di navbera zimanan de hûr dibe, dibîne ku hin ziman bûne lingua frankaya hewzeyeke çandî. Wekî çawan li Ewrûpayê ji ber xirîstiyaniyê serweriya zimanê latînî hebûye û wê rengê xwe daye zimanê gel û neteweyên bi ola xwe xirîstiyan, a wisan erebî jî heman hukimî li zimanê gelên misliman kiriye û jixwe ev her du ziman jî wek zimanên “pîroz” hatine pejirandin. Ji bilî vê “pîrozî”yê, carinan ji ber sedemên din jî hin ziman bûne lingua franka. Mîna firansizî û niha jî îngilîzî. Berê li nav cografyaya kurdan, zimanê hevpar ê ermen, asûrî/suryanî û ereban jî bi kurdî bû.
Hîn berî îslamiyetê, têkiliya di navbera kurdî û erebî de çawan bû, ez bi xwe baş pê nizanim ku bi ya min ev war jî hewceyî lêkolînê ye, lê qet nebe ji sedsala 7’an ve çawan li jorê jî behs jê hat kirin, ji ber îslamiyetê tesîreke pir zêde ya erebî li kurdî bûye. Peyvên ku ji vî zimanê ketine nav kurdî ne tenê di zimanê devkî de mane û hene, her wisan ew ketine nav zimanê kurdî yê nivîskî jî. Îcar gava peyv ji zimanekî tên wergirtin û standin, ew wekî xwe namînin, ji aliyê telafiz û heta mehneyê ve jî diguherin. Ziman wan peyvan li fonetîka xwe tîne, kirasê zimanê xwe li wan dike, li gorî rêsayên zimanê xwe wan dişibîne xwe ku carinan wisan dibe êdî xwediyê peyvê jî nema dikare peyva xwe binase.
Ew peyvên ku bi binyada xwe erebî ne û bi sedên salan e ji aliyê kurdan ve tên bikaranîn û kirasê fonetîka kurdî li wan bûye, ji ber serwerî û perwerdeya bi zimanê tirkî û helbet ji ber qedexebûn û nebûna perwerdeya bi kurdî, hin ji wan ji aliyê me xwendeyan ve êdî wekî telefiza tirkî tên bilêvkirin. Ev ne rewşeke asayî ya tesîrkirina li hev a zimanan e, lê rewşeke neyînî û têkdana fonetîka kurdî, teribandina qirik û xencereya kurdî ye. Heta radeyekê ji ber asîmîlasyonê mirov dikare tehemulî zimanê devkî yên hin kesan bike ku ew di bin tesîra tirkî de ne û xencereya wan derbe xwariye. Lê belê di zimanê nivîskî de hebûna vê rewşê ne tiştekî qebûlbar e û hîç nebe divê edîtor û redaktorên weşanên medyaya çapkirî û dîjîtal der heqê vê yekê de zêde hişyar bin û bêyî teredud midaxele lê bikin.
Ji bo aşkerabûna mebesta me ya ji vê yekê, ez dê çend peyvên erebî yên ku jixwe di zimanê me yê devkî de hene, wek nimûne derpêş bikim. Pêşî awayê wan ê rast, di nav kevanekê de jî telafiza wan a ji ber tesîra zimanê tirkî bidim: exlaq (ehlaq), hikmet (hîkmet), his (hîs), hisiyat (hîssiyat), îhanet (îxanet), ilm (îlm), îsbat (Îspat), îqtidar (îktîdar), katib (katîp), midaxele (mudahale), mihendis (muhendîs), milaqat (mulaqat), mixalif (mûhalîf), mixalefet (mûhalefet), mixetab (mûhatap), şair (şaîr), şehîd (şehît), tecrube (tecrûbe), tekamil (tekamûl), texeyul (texeyûl), tib (tip), tesbît (tespît), teswîb (taswîp), xazî (gazî), zêhn (zîhîn) û zêhniyet (zîhniyet).
Ez vê jî bibêjim ku ev rewş li min bi xwe jî qewimiye û di çapên berê yên ferhengên min de jî ev şaşî çêbûne. Li me wisan hatiye ku heta yek mirov bi rewşê nehisîne em bi xwe hema bibêje qet lê wernaqilin, jê haydar nabin. Lê gava mirov di xwe difikire tê derdixe bê em çi qas ketine bin kartêkirina zimanê xwe yê perwerdeyê, yanî tirkî. Ev ne rewşeke erênî û asayî ye, tesîreke negatîf a vî zimanê serdest e.
Îcar meseleya bê ka zimanê tirkî di warê sentaksa kurdî bi xwe de jî çi qas li me tesîreke neyînî kiriye, mijareke din e û hewce bi hişyarbûna li vê yekê jî heye. Loma der barê zimên de pêwîst e ku em gişt hay ji xwe hebin û ji bo bikaranîna zimanekî hîn rast û duristtir hişyar bin. Helbet çawan ku hewce ye nivîskar bi xwe ji bo vê yekê hişyar bin, divê ku edîtor û redaktorên weşanan hîn bêhtir hişyar bin û qet nebe tawiz nedin xetayên beloq.
Ji danûstandina zimanî ya erênî re erê, lê ji ya neyînî re na.
|
Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman
|
https://botantimes.com/du-tegihen-tekildari-hev-cand-u-ziman/
|
Du têgihên têkildarî hev: Çand û ziman
Gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên nasnameya xwe bi nav dikin û tê dikoşin, bi wan li ber xwe didin da ku nehelin.
Çand û ziman, du têgihên wisan giring in ku qet ji rojeva cîhana akademîk û xebatên wan ên teorîk dernakevin. Ev her du têgih, ku wan bi şoreşa fransiz û damezirîna netewe-dewletan re hîn zêdetir bal kişandiye ser xwe, ji hêmanên sereke hatine hesibandin ku neteweyan dikin netewe. Di gel vê yekê, ji ber hebûna têkiliyeke gelek xurt a di navbera wan de, ew mîna pênaseyên gel û neteweyan jî hatine dîtin.
Ev rewşa hanê, çawan hîn li ba gelek neteweyan tê dîtin, li cem gel û neteweyên bindest jî tê dîtin ku pêvajoya netewebûnê yan jî netewedewletbûna wan hatiye astengkirin, hebûna wan jî hatiye red û înkarkirin û polîtîkayên pişaftinê bi tundî li ser wan tên sepandin.
Tevî ku di heqê giringî û fonksiyona têgihên çand û zimên de ji lihevkirineke giştî bê behskirin jî, lê terîfeke wan a hevpar nîn e. Aloziya mijarê, bi taybetî ya zimên û têkiliya di navbera zimên û çandê de, wekî pirsa ka berê kîjan hebû û nêzikîtêdana zanyaran a ji aliyê teoriyê ve, dike ku di vî warî de nêrîn û ramanên ji hev cihê çêbin. Îcar ji ber ku tê gotin her çi qas ziman berhem û hêmaneke çandê be jî, lê yê çandê hildiberîne û vediguhêze ew e û ziman warê hêzên civakî ye ku heta bi hestiyan tesîrê li mirovan dike û wan dişêwîne. Loma ya baş ew e ku serê pêşîn ji pênaseya zimên dest bi mijarê bê kirin.
Ziman hêmaneke wisan e ku nabe mirov bêyî wî bê fikirandin. Ji lew re ew pêkereke sereke ye ku mirovan ji candar û afirandiyên din vediqetîne û bi saya zimên mirov dikare bifikire, hest û nestên xwe, ramanên xwe, tek û bertekên xwe bide der. Ziman ku bi awayekî klasîk mîna amraza fehmkirina ji hev û ya lihevkirinê tê terîfkirin, mirov pê raman û bihîstinên xwe bi rêya bêje û îşaretan radigihîne. Lê kesên eleqedarî mijarê, ku serê xwe gelek li serê êşandine, bi awayên din ên ji hev cuda, zimên pênase dikin.
Dogan Aksan, di xebata xwe ya Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim (Ji Her Aliyî ve Ziman, Bi Xetên Sereke Zimannasî) de, bi berfirehî li ser pênaseya zimên radiweste û li gorî wî ziman saziyeke welê ye ku em nikarin zimên ji mirov, ji civakê û ji mirov û civakê cihê bifikirin û têkiliya zimên bi warên wekî zanist, huner û teknîkê re heye. Gava ji aliyê mirov ve lê bê nihartin ew cihê mirov ê li dinyayê diyar dike, ji aliyê qabiliyeta axaftinê ya mirov ve jî, ziman ji wan wesfên sereke ye ku mirovan dike mirov. Ji aliyê ragihandin û danûstandinê ve jî di nav sîstemên pevragihanê yên cur bi cur de ya herî bipêşketî û bêpal û bal e. Dîsan ji aliyê civakî ve ew saziyeke wisan e ku berî her tiştî tê û eger ziman nebe civak jî pêk nayê. Ji lew re civatekê dike civak û yê ku civakê dike netewe jî dîsan ziman bi xwe ye. [1]
Martin Heidegger, zimên tenê wek amrazeke ragihandinê ya ku fikir pê tên îfadekirin, nabîne. Li gorî wî ziman rehenda jiyana mirov bi xwe ye û ew tişt e ku dinyayê pêk tîne. Dibêje ku cihê ziman lê hebe, li gorî wateya xweserî mirovan, dikare “dinya” hebe. Ew dadixuyîne ku hebûneke taybetmend a xweserî zimên heye û gava mirov tevî wî dibin û bi beşdarîkirina li zimên, ew ancax dikarin bibin mirov. Ziman her tim berî kirdeyê (bikerê) heye, kirde di nav qada zimên de geş dibe û diperise. Ziman ne tenê amraza ragihandina zanyariyên rast e, ew “heqîqetê” vedihewîne ku xwe pêşkêşî ramana me dike. [2] Îcar Iain Chambers jî li dijî pênaseya ku ziman amrazeke ragihandinê ye radibe û dibêje ew amrazeke çandî ya avakirinê ye. [3] Li hêla din Bozkurt Güvenç, ziman wek xerca ku civakê bi hev ve dizeliqîne, gencîneya hevpar a ku çandê radigire û eyneya ku civakê vedibeyîne, dişayesîne û diyar dike ku têkiliya di navbera kom û ferdan de ew sererast dike. [4]
Ji van pênaseyan dixuye ku têgiha zimên û pênaseya wî gelek berfireh e. Ew ne tenê amraza ragihandin û têkilîdanîna mirovan a bi hev re ye. Ew yek ji diyardeyên herî mezin ên şaristaniya însanî [5] ye. Her wisan bêyî ku ziman aîdî yekî be, mirov di nav civakekê de tê dinyayê û bi rastî ziman aîdî wê civakê bi xwe ye. [6] Ji bilî van yekan, Ferdinand de Saussure ku ew hîmdarê zimannasiya binyadgeriyê ye, balê dikişîne aliyê fizîkî, fizyolojîk û ruhî yên melekeyên zimên û dibêje ku pêwendiya zimên bi warên ferdî û civakî re heye. [7]
Ev fikir û ravekirinê li ser zimên in, lê bê ka çand çi ye ku ew pirî caran di gel zimên tê bikaranîn û tim ji têkiliya navbera wan a xurt tê behskirin. Li gorî Mermî Uygur, çand ew heqîqet e ku mirov wê tîne holê û mirov di nav de bûnewer dibe û dibêje ku her tiştên mirov ew anîne meydanê, çand e. [8] Claude Lévi-Straus di xebata xwe ya Yapısal Antropoloji (Antropolojiya Binyadî) de, der barê pênaseya çandê de, ji Edward Burnett Tylor vediguhêze û dibêje çand tevahiyeke aloz e ku navgînan, saziyan, baweriyan, nerîtan û her wisan zimên jî digire nav xwe. [9]
Nexwe bi alîkariya van tesbîtan dibe ku bê gotin, tiştên bi destê mirovan hatine hilberandin û afirandin, ew dikevin nav çarçoveya çemka çandê, ku ew çi madî çi jî manewî bin û mirov van hêmanên çandê vediguhêzin nifşên dahatûyê. Wekî hemû amûrên teknîkî, aborî, hiqûq, zanist, estetîk, huner, muzîk, dewlet, metod, sazî, rêxistin, mîmarî, avahî, cil û berg, xalî û ber, qir û qaf, xwerek û vexwerek, nirxên civakî, bawerî, zanyarî, rêzik, dab û nerît, reftar, rabûn û rûniştina mirovan, hêma ango sembol û hwd. Ev hemû kir û kiryarên hanê, ev hemû tişt û avahî, ev hemû nirx û rêzik/rêsa ku mirovan ew di dem û serdemên gelek dûr û dirêj de afirandine û çêkirine, gelo bêyî zimên û qabiliyeta karîna axaftin û hizirînê ya mirov mimkin e? A ev pirseke wisan e ku bersivandina wê gelek zor dixuye. Loma Claude Lévi-Strauss ji kêşeya têkiliya navbera zimên û çandê behs dike û dibêje ku yek ji kêşeyên herî aloz ev têkiliya hanê ya di navbera zimên û çandê de ye. [10]
Nermin Uygur li ser têkiliya zimên û çandê dide xuyandin ku pêwendiyeke pihêt û xurt di navbera zimên û çandê de heye û diyar dike ku ziman tenê war û qadeke çandê û rehenda wê ye. Ji kîjan aliyan ve lê were mêzandin bila bê mêzandin, di avakirina/çêkirina çandê de ziman xwedî roleke zehf giring e. Ji lew re jî, gava ji hêla zimên ve li çandê bê nêrîn, tu çand ne bêyî zimên e û ew mîna çîmentoyekî ye ku dike avaniya çandê bi hev ve bimîne. [11] Di gel vê yekê, kesên ku bi taybetî li ser hevbandoriya van têgihan jî radiwestin hene û amaje bi têkiliya wan a beranberî hev dikin ku ziman hem çandê ava dike hem geşe pê dide û her wisan bi hev re jî di nav çerx û geranekê de ne ku hîkariyê li hev dikin.
Bozkurt Güvenç balê dikişîne ser alozî û pirsa ka kîjan têgih berî ya din e û dibêje ku çi di nav civak û çandê de hebe, di zimên de îfadeya wê heye, di nav zimên de çi hebin, di nav civak û çandê de esil an jî vebeyînên/eqsên wan hene. Ji van her duyan ka kîjan berê tê, miemayeke wisan e ku felsefenas û dîroknasan jî pê dernexistiye.” [12] Lê ew dîsan wekî pêşikiyê bide çandê, vê tesbîtê dike ku bi bipêşketina çandê re ziman, bi geşbûna zimên re jî çand geşe bi xwe dide û zengîn dibe.
Her çi qas ji bo vê têkiliya dabaşê, sînorên misoger di navbera pênaseya çand û zimên de neyê danîn û lihevkirineke giştî li serê nebe jî, di navbera kesên eleqedarê mijarê de hemfikiriyeke gelemper heye ku ew her du têgihên navborî xwedî pêwendiyeke pihêt û bendekî hişk in. Çendî ziman wek hêman û parçeyê çandê bê pejirandin jî, îcar ên ku çandê wek berhemeke zimên [13] dinirxînin jî hene.
Terry Eagleton di xebata xwe ya bi navê Kültür Yorumları (Şiroveyên Çandê) de, amaje pê dike ku rehendeke avakirinê ya çandê heye û zimanê hevpar û çand jî xwedî roleke yekîtiya civakî ne. [14] Bi xebat, lêkolîn û dahûrînên li ser zimên û çandê, hem raboriya mirovahiyê hem jî ya neteweyan dikare bê ronîkirin ku li gorî K. Vossler “ziman, eyneya çandê ye.” [15]
Jixwe ji zûde bi giringiya xebatên li ser çanda devkî û ya nivîskî hatiye hisandin ku W. J. Ong jî di berhema xwe ya bi navê Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi (Çanda Devkî û Niviskî Teknolojîbûna Peyvê/Gotinê) de îşaret bi ranêzî û helwesteke balkêş a lêkolîneran dike. Diyar dike ku kesên zimên vedikolin û ditiwîjînin, li şûna zimanê devkî berê xwe didin metinên nivîskî ku ev yek ne bêsedem û tesadifî ye. Ev rewş ji pêwendiya pihêt a cîhana lêkolînê ya bi nivîsê diqewime, ji lew re kesên ji nivîsê bêhay in û di nav çanda devkî de dijîn, lêkolînê nakin. [16]
Bi rastî jî, gava em bi taybetî li ser zimên û çanda kurdî bifikirin, em ê bibînin ku ev peyteke gelek rast e. Heta zargotina me nehatiye qeydkirin, ango derbasî nivîsê nebûye, em bi awayekî analetîk û lêkolînî li serê têr nesekinîne.
Gava bi awayekî giştî li ser teoriyên zimên û çandê mirov hûr bibe, mirov dikare bigihîje encameke wisan û bibêje ew gişt ranêziyeke gelemper a nêrîna li mijarê ye. Ji mirov tirê ku ew wekî kesên endamên civaka serdest û serwer bin, wisan mijar tiwîjandibin. Lê ji aliyê gel û neteweyên bindest ve, ku ziman û çand pênaseya wan e, dêhna xwe nedane mijarê bê ka ziman û çand ji bo wan tên çi mehneyê. Bi kurdî gotinek heye, dibêjin “birîndar bi birîna xwe dizane.” Gelo kesê ku ziman lê nehatibe qedexekirin, hebûna wî nehatibe redkirin, çi qas dikare bi êşa yê din bihise?! Mesele li vir hinek jî ev e. Di gel giringî û rola çand û zimên, em dizanin ku neteweyên serdest çand û ziman wek amrazên asîmilasyonê bi kar anîne, nemaze ew gelên ku netewe-dewleta wan xwedî karakterekî monîst e. Îcar gel û neteweyên ku bindest in, li hemberî serdestên xwe ji bo bikarin hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin, wateyên din li çand û zimên bar dikin û wan wek diyardeyên nasnameya xwe bi nav dikin û tê dikoşin, bi wan li ber xwe didin da ku nehelin.
Li encamê, ji van xebatên navborî û teoriyan dixuye ku di heqê çand û zimên de terîfeke qebûlkirî nîn e. Jixwe danîna sînorekî qethî ya ji bo pênaseya wan jî pir zor e. Lê di gel vê rastiyê, her kes hemfikir e ku çendî ziman hêman û parçeyekî çandê be jî, ew afirîner, hilgir û veguhêzerê çandê bi xwe ye. Her du hîkariyê li hev dikin û hev bi pêş dixin. Têkiliya zimên û mirov jî, têkiliyeke nîqaşbar e, lê qet nebe hîngî ku ziman peyde bûye bi şûn de, mirov di nav zimên de tên dinyayê, di nav zimên de çêdibin û ziman mirovan dişêwîne. Ji ber vê em parçeyekî zimên in û paşê jî em dibin navgîna zimên. Ji lew re ziman hem li derveyî me ye, hem di hundirê me de ye hem jî di navbera me de ye.
Ziman berî fikirînê ye, bi rêya ziman mirov dirame, ya dilê xwe derdibe, radigihîne yekî din û hemû berhemên gotinkî, hunerên ku xwe dispêrin gotinê, bi saya zimên diafirîne. Mirov bûnewereke çandî, ziman jî ji aliyê sosyolojik ve dameziraweyeke civakî ye.
Çand ku encama xebat û hilberîna mirovan e, hem xwe pê bi pêş ve dibe hem jî bi alîkariya wê mirov serweriya xwe ya li ser siruştê xurt dike. Xwe pê azad dike. Ew têkiliya ku di navbera zimên û mirov û di navbera çand û mirov de heye, nêzî wê pêwendiyeke beranberî di navbera çand û zimên de jî heye. Bi qonaxa demê re her du jî tesîrê li hev dikin û hev bi pêş ve dibin.
Ji bilî têkiliya jêbehskirî, tiştekî zehf asayî ye ku dibe çand û ziman ji bo neteweyan xwedî wateyên cuda bin an jî mirov bi çavên cihê li wan binêre û terîf bike. Li gorî rewş û hewcehiyan, li gorî serdestbûn û bindestbûnê, li gorî azadbûn û nebûna nasnameya ferdên civakekê, pûtepêdana van diyarde û çemkan dibe ku biguhere.
Neteweyên serdest ên xwedî dewlet an jî netewe-dewlet, bi rêya zimên û çanda xwe gel û neteweyên din ên di nav sînorê serweriya xwe de dipişivînin û wan dişibîn xwe. Bi wan nasname û aîdiyeteke hevpar ava dikin. Têkoşîn û berxwedana li dijî sepandina van polîtîkayan û bi rijd hildana alaya zimên a li dijî kirinên wan, ji ber vê yekê ye. Ji bo gelên ku ew ji mafên xwe yên zimanî, çand û nasnameyê bêpar hatine hiştin, ziman hêma û nîşaneya hebûnê ya cihêwaziyê ye.
Çavkanî:
[1] Dogan Aksan, Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, 4. Baskı, Ankara 2007.
[2] Veguhêzer Terry Eagleton, Edebiyat Kuramı Giriş, Ayrıntı Yayınları, 4. Baskı, (Wergêr Tuncay Birkan), İstanbul 2014.
[3] Iain Chambers, Göç Kültür Kimlik, Ayrıntı Yayınları, 2. Baskı, (Wergêr İsmail Türkmen & Mehmet Beşikçi), İstanbul 2014.
[4] Bozkurt Güvenç, Kültürün ABC’si, Yapı Kredi Yayınları, 4. Baskı, İstanbul 2007.
[5] Ernst Cassirer, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme, Say Yayınları (Wergêr Necla Arat), İstanbul 2005.
[6] Terry Eagleton, Edebiyat Kuramı: Giriş, Ayrıntı Yayınları, 4. Baskı (Wergêr Tuncay Birkan), İstanbul 2014.
[7] Ferdinand de Saussure; “Genel Dilbilim Dersleri”, ji nav XX. Yüzyılda Dilbilim ve Göstergebilim Kuramları 2. Temel Metinler (Berhevkar Mehmet Rifat), Yapı Kredi Yayınları, (Wergêr Mehmet Rifat-Sema Rifat) İstanbul, 1998.
[8] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996.
[9] Veguhêzer Claude Lévi-Straus, Yapısal Antropoloji (Wergêr Adnan Kahilogulları), İmge Kitabevi, İstanbul, 2012.
[10] Claude Lévi-Straus; Yapısal Antropoloji (Wergêr Adnan Kahilogulları), İmge Kitabevi, İstanbul 2012.
[11] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996.
[12] Bozkurt Güvenç, Kültürün ABC’si, Yapı Kredi Yayınları, 4. Baskı, İstanbul 2007.
[13] Mermi Uygur, Kültür Kuramı, Yapı Kredi Yayınları, İstanbul 1996.
[14] Terry Eagleton, Kültür Yorumları (Wergêr Özge Çelik), Ayrıntı Yayınları, 2. Baskı, İstanbul 2011.
[15] Karl Vossler, veguhêzer Dogan Aksan; Her Yönüyle Dil, Ana Çizgileriyle Dilbilim, Türk Dil Kurumu Yayınları, 4. Baskı, Ankara, 2007.
[16] Walter J. Ong, Sözlü ve Yazılı Kültür Sözün Teknolojileşmesi, (Wergêr Sema Postacıoğlu), Metis Yayınları, İstanbul, 1995.
|
Meseleya Nêçîrvaniya Min a Peyvan
|
https://botantimes.com/meseleya-necirvaniya-min-a-peyvan/
|
Meseleya Nêçîrvaniya Min a Peyvan
Eger navekî xweş li mirov bê danîn divê mirov heqê wî navî bide û li gorî berpirsiya wî navî tev bigere. Ez hîn jî vî xûyê xwe didomînim û tim bala min li ser devokên din ên kurmancî ne ku ez baş bi wan nizanim. Ji ber zimanê me ji hemû devokên me, ji gencîneya wan devokan pêk tê, loma pêwîst dike mirov ji bo vê yekê jî pir hesas be û di ferhengan de cih bide hemû peyvên zimanê xwe.
Nav û bernavk, an jî nav û nûçik diyardeyeke civakî ye û ev rewş jî bi piranî ji ber taybetmendiya kesan diqewime. Çi erênî çi neyênî be, ji aliyê ferdên civakê ve navek an jî bernavek li kesan tê danîn. Ev danîna nav û bernavkan ku di nav civaka me de jî adetek e, îcar carinan ji ber karên mirov dike ew li mirov tên kirin. Ev navê “nêçîrvanê peyvan” jî ji ber karê min ê berhevkirina peyvan li min hat kirin. Eger ez ne şaş bim Mazlum Dogan ev navê hanê layiqî min dît û ev nav jî bi min ve ma. Ez qet jê nagazinim, heta ji min tê dixwazim layiqî wî navî bim û ji bin barê vê berpirsiya giran rabim.
Der heqê mijara giringiya berhevkariya zargotinê de, min di pêşgotina ferhenga xwe ya pêşî ya Tirkî-Kurdî de jî diyar kiriye ku heta xebateke baş û berfireh a vekolana berhemên nivîskî, berhevkirina zargotinê û ya qadî/meydanî pêk neyê mirov nikare ji ferhengeke tekûz behs bike. Min di sala 1997’an de dest bi xebatê kir û di sala 2000’î de ferheng ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin. Ne wê demê ne jî niha, ew derfetên me nebûn da em bikarin xebatên qadî bikin, gund bi gund, bajar bi bajar, herêm bi herêm bigerin û gencîneya xwe ya zimanî berhev û qeyd bikin. Min jî xwast qet nebe ez di çapana xwe de bikarim vê kêmasiyê ji holê rakim, loma min giraniya xwe da nêçîra peyvan jî. Bi zanebûn min berhemên nivîskî yên nivîskarên ji herêm cur bi cur şopandin, ji wan peyv, biwêj û gotinên qalibî berhev kirin ku ev rewşa min hîn jî didome.
Li hêla din di sihbetan de jî her hişê min tim li axiftin û qisedanan e, li xeberdanê kesan, nemaze yên kal û pîran, ên salmezinan e ku ew hîn kêmtir di bin tesîra zimanê serdest de mane. Çawan wê çaxê kaxiz û qelama min bi min re hazir bûn da ez peyvan qeyd bikim, hîn jî heta ji min tê ez xwe bêyî wan nahêlim. Lê gava ew ne bi min re bin jî ya ez kaxiz û qelemê dixwazim an jî ez wan di hişê xwe de qeyd dikim. Ji bo ji bîra min neçin jî ez tim wan di dilê xwe de dubare dikim. Lê gava ez wan li cihekî nenivîsim, ji ber tirsa jibîrkirinê, îcar tebatî nayê min.
Ev xûy û kurmê min, di wexta amadekirina ferhengê de zêde bû, lê hîn di dema destpêka dibistana seratayî ve bi min re hebû. Ji bo ez ji wan zimên hîn bibim û bikarim kurmanciyeke xweş bipeyivim bala min tim li xeberdanên mezinan bû. Ev rewş li dibistana navîn û lîseyê jî domiya. Lê zanîngeh ji min re bû wekî laboratiwarekê. Ji her derê welêt heval hebûn û ez baş pê hisiyam ku hemû kurmanc wekî hev napeyivin, heman peyvan bi kar nayînin û devokên zimanê me jî hene. Jixwe ez li ser zimên dixebitîm û her wisan min gencîneya xwe ya bêjeyan jî zengîn dikir. Êdî wisan bûbû her cihê ez lê bûma, teqez mijar dê bihata ser zimên jî. Ji ber vê yekê, ji aliyê hin hevalên me yên radîkal ve rexne jî li min dihat girtin ku ez zêde bi karê sivik û yên “tirşikçî”yan mijûl dibim. Li gorî wan a esas kirina şoreşê bû û piştî şoreşê jî jixwe ev mesele gişt çareser dibûn. Min jî digot wan ku têkoşîn piralî ye û ev jî yek ji xebatên çandî ye, nabe karê îroj ji sibeheke nediyar re bê hiştin.
Piştî ku di sala 1992’ê de Rojnameya Welat dest bi weşanê kir û ez bûm yek ji xebatkarê wê, ev nêçîra min a peyvan hîn zêde bi pêş de çû. Di destpêkê de min bêhtir karê redaksiyonê kir ku ev jî ji bo min bû tecrube û min êdî dikarî ji nivîsar û gotarên nivîskarên ji devokên cuda yên kurmancî sûd wergirta. Min ji van nivîsaran peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, gotinên qalibî li ba xwe tomar dikirin ku min bi wan nedizanî. Li gorî derfetên xwe min berhemên kurdî dişopandin û ew dixwendin. Lê niha ez êdî pê re nagihîjim, ji lew re wan deman hejmara berhemên kurdî pir kêm bû.
De wê gavê mîna niha înternet û medyaya civakî jî tune bû. Yan min dê bi rêya faksê û postayê ji xwediyê nivîsaran re ew bişandina yan jî min dê bi telefonê xwe bigihanda wan. Rêya din jî ew bû ku hin nivîskar bi xwe dihatin serdana me, heta min pirsên xwe ji wan nekirina min ew bernedidan. Mesela Helîm Yûsiv yek ji wan kesan bû. Carinan gava rêya wî bi Stenbolê biketa û bihatiya rojnameyê min pê digirt û pirsên xwe yên der heqê peyvên di nivîsarên wî de jê dikirin. Piştî salan, gava li Stenbolê me hev dît, “kul”eke xwe ya di dil de mayî ji min re got. Gote min ku “Gava te gazî min dikir min digot qey tu yê der barê naverok û çawaniya nivîsara min de ji min pirsinan bikî, lê te peyv ji min dipirsîn.” Min jî gotê:”Li min bibore, lê derdê min jî tiştekî din bû, kî bi çi karî eleqedar be hişê wî her li ser wî karî ye.”
Niha bi saya derfetên teknolojiyê wekî înternet û platformên medyaya civakî di heman demê de mirov xwe digihîne xwediyê nivîsarê. Ez çi berhema bixwînim ji bo nêçîrê îleh qelem û kaxiz an jî deftera notan li ber destê min e. Bêyî girtina notan ez nikarim nivîsareke kurdî bixwînim. Her wisan parvekirinên li ser Twitterê (Xê) jî ji ber min xelas nabin, ez wan jî nêçîr dikim û tavilê ji xwediyên wan dipirsim. Helbet heta teyîd nekim, ji wan emîn nebim ez hema wisan hişk bi wan nagirim û di ferhengên xwe de bi cih nakim. Ji lew re hewce ye ez xwe ji peyvên xeyalî, ji gotinên rastnedêrayî jî biparêzim. Loma ez li her peyvê diboyînim, yanî bi nişmîtî tev digerim.
Ev nêçîrvaniya min a peyvan bû mijara karîkaturekê jî. Di hejmara 17’an a kovara Pîneyê (1-15 Tîrmeh 2000) de, li rûpela 5’an, bi îmzaya A. Çîçek, ku ez ne şaş bim ew Dogan Guzelê danerê Qirix bû, karîkatureke qerfî li ser vê rewşa min xêz kiribû. Ez wekî roniya çavên xwe li vê hejmarê dinêrim û wê hîn jî li ba xwe xwedî dikim.
Eger navekî xweş li mirov bê danîn divê mirov heqê wî navî bide û li gorî berpirsiya wî navî tev bigere. Ez hîn jî vî xûyê xwe didomînim û tim bala min li ser devokên din ên kurmancî ne ku ez baş bi wan nizanim. Ji ber zimanê me ji hemû devokên me, ji gencîneya wan devokan pêk tê, loma pêwîst dike mirov ji bo vê yekê jî pir hesas be û di ferhengan de cih bide hemû peyvên zimanê xwe. Ez vê jî bibêjim, gava ez peyveke nû, biwêjek an jî gotineke qalibî ya zimanê me peyda dikim an jî hîn dibim, ji kêfan dikim bifirim, beşerê min xweş dibe û dibe fîkefîka min, ha dibînim wa ye min reqandiyê, stranekê jî dibêjim. Bi rastî jî şadiyeke cuda ye, wisan li mirov tê wekî mirov tiştekî xwe yê windabûyî bibîne ew qas pê kêfxweş dibe.
|
Kurdiya akademîk!
|
https://botantimes.com/kurdiya-akademik/
|
Kurdiya akademîk!
Ev gotina hanê ku min ew kiriye sernavê nivîsara xwe, hingî tê bikaranîn ez dibêjim qey kesê nebihîstibe êdî nîn e. Ez bi xwe jî pir bûme mixatebê vê tebîrê. Jixwe gava mirov bi kurmanciyeke standar diaxive, îcar ew kesê ku tu pê re diaxivî eger zêde bi wê ne aşna be, hema te dît yekser behsa “kurdiya akademîk” kir.
Der heqê vê tebîrê de, bêyî dirêj bikim, hema di serî de dixwazim bibêjim ku “kurdiya akademîk” tune ye û nabe li şûna “zimanê standard” ew bê bikaranîn. Ji lew re ya ku dabaş li ser e, zimanê standard e, bi gotineke din zimanê nivîskî ye. Ew zimanê destlêgeriyayî yê standard e ku ji bo me giştan êdî ew zimanê hevpar e û ew ji devokan cuda ye. Lê mirov dikare ji “zimanekî akademîk” behs bike ku mebest jê jî şêwazeke akademîk e. Ew ziman li derdorên akademîk tê bikaranîn. Di warê zanist û dîsîplînan de xwedî bikaranîna termînolojiyeke xweser e, nivîsîna bi uslûbeke akademîk û ya astbilind e.
Îcar bêm ser vê gotina ku jê re dibêjim şaş e. Bi texmîna min sedema bikaranîna vê îfadeyê, ji ber kurdiya/kurmanciya nûjen e. Çinku gava kurdiya standard berbelav dibe, cudahiyên di navbera wê û ya devokan de jî hîn bêhtir xuya û zelaltir dibin. Ev kêşeya em jê behs dikin, rewşeke asayî ye û li wan hemû zimanan qewimiye, ku wan hewl daye xwe standard bikin, bibin zimanê nivîskî û perwerdeyê. Tenê ferqeke me ji wan heye ku em di vî warî de pir dereng mane.
Herçî ziman e du aliyên wî hene: Yek jê zimanê devkî, yê din jî zimanê nivîskî ye. Standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de ev yeka hanê nîn e. Em ferz bikin ku ziman neyê standardkirin û ji bo zimanê nivîskî jî devokek wek bingeh bê hilbijartin, dîsan dê heman tengavî û gelş li me biqewimin û axêverên devokan jî dê bên pêşberî hev, di navbera wan de jî dê pevçûn û lihevnekirin çêbin. Ji ber ku her devokek di nav xwe de xwedî standardekê ye, loma standardiya wan a navxweyî dibe sedema neqayîliya wan a bi hev û din.
Ji bo standardkirinê, çendî bi rêbazên akademîk/zanistî û bi rêzikên (qaydeyên) rêzimanî yên ku ji binyada zimên hatine peyitandin, midaxele lê bê kirin jî, dê dîsan di vî warî de gelemşe rûdin. Bi gotina kin û kurt, kîjan rê û rêbaz bê tercîhkirin jî dê her nerazîbûn û arîşeyên di vî warî de hebin.
Ev rewşa em jê behs dikin, ne bi tenê ji ber têgih û termên nû yên dariştî ye. Gava ku li gorî rêzikên di binyada zimên de hene, li gorî taybetmendiya gramatîk dest li zimanê devkî bê gerandin û ew bê edilandin, jixwe tiştekî asayî ye ku di navbera zimanê devkî û yê nivîskî de cudahî pêk were. Ev tiştekî bivênevê ye.
Bi ya min, a giring ew e ku di bin navê sadekirinê de divê mirov zêde pê de neçe, bi nexweşîna “kurdiya petî/sade” nekeve û bi ranêzikiyeke wisan têkilî zimên nebe. Tehde li zimên neke û wî neêşîne. Tiştekî din ê ku divê tim di hiş û bîra me de be, ew jî ew e ku hema bibêje di her zimanî de peyvên biyanî hene. Ev jî ne kêmasî ye, berevajiyê vê, tekûzbûn û kemilîna zimên e, dabînkirina pêdivî û hewcehiyên zimanî ye.
Ziman xwedî reh û rîşalên wisan e ku wan xwe berdane kûrahiya dîrokê. Loma ew xwedî raboriyeke çandî ye û ruhekî wî jî heye. Têkiliya me ya bi raboriya me ya dîrokî re jî, ji zimanê me ne cuda ye. Ji lew re raboriya her neteweyekê hinekî di zimanê wan de veşarî ye.
Piştî ev çend gotinan em careke din vegerin ser mijara xwe ya bingehî. Ji bo zimanê standard, zimanê nivîskî, gotina “kurdiya akademîk” an jî “zimanê akademîk” ne rast e. Ma kî ji we bîstiye ku ji bo zimanê standard/nivîskî yê wekî tirkî, erebî, farisî, fransî, îngilîzî, almanî, rûsî û hwd. tebîra “zimanê akademîk” hatibe gotin? Hema em li van zimanan binêrin û wisan ji xwe re pê de herin û bipirsin: Gelo kî ji me yê ku bi tirkî perwerde bûye, kesên ji gel û neteweyên din jî tê de, ji zimanê tirkî re dibêje “tirkiya akademîk”? Eger bersiva we na be, nexwe çima em ji ya xwe re dibêjin “kurdiya akademîk”?
|
Zana Farqînî li Botan Timesê ye!
|
https://botantimes.com/zana-farqini-li-botan-timese-ye-2/
|
Zana Farqînî li Botan Timesê ye!
Lêkolîner û zimanzan Zana Farqînî dê her hefte ji bo Botan Timesê binivîse.
Zana Farqînî kî ye?
Zana Farqînî, di sala 1967’an de li Farqîna Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Farqînê, lîse û zanîngeh jî li Zanîngeha Stenbolê (beşa civaknasî) xwendine. Mastera xwe jî li ser Çand û Zimanê Kurdî li Enstîtuya Zimanên Zindî yên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê kiriye.
Ew yek ji avakarê Koma Çiya ya muzîkê ye û li gel komê jî di kaseta pêşîn a bi navê “Rozerîn” de wek stranbêj cih girtiye.
Cara pêşîn di kovara Rewşenê ya Navenda Çanda Mezopotamyayê de gav avêtiye nav qada weşangeriya kurdî û di vê kovarê de jî di desteya karê nivîsaran de cih girtiye. Paşê di rojnameya hefteyî Welat de wek redaktor û nûçegihan xebitiye. Piştre di derxistina Welatê Me de cih girtiye û bûye Berpirsê Karê Nivîsaran ê pêşîn û dûre jî bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê vê rojnameyê. Piştî girtina wê, îcar di derxistina Azadiya Welat cih stendiye û bûye Gerînendeyê Giştî yê Weşanê yê pêşîn ê vê rojnameyê.
Ji sala 1997’an heta 2008’an çend dewran di Desteya Kargêriya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de cih girtiye û li Enstîtuyê serokatiya Beşa Ziman jî kiriye. Devrekê jî (2011-2013) serokatiya Enstîtuya kurdî ya Stenbolê kiriye. Her wiha Farqînî xelatgirê pêşîn ê Xelata Zimanê Kurdî ya Feqî Huseyn Sagniç e ku ji aliyê heman Enstîtuyê ve di sala 2005’an de hatiye lidarxistin.
Yek ji avakarê Weqfa Mezopotamyayê û endamê Heyeta Miteweliyan a vê weqfê ye. Di gelek kovar, rojname û mecrayên dîjîtal de bi giranî li ser zimanê kurdî di warên cur bi cur de gotar û nivîsarên wî hatine weşandin.
Berhemên wî:
Xebatên kolektîf
|
Ji Zimanên Pîroz ber bi Zimanên Neteweyî û yên Qedexekirî ve
|
https://botantimes.com/ji-zimanen-piroz-ber-bi-zimanen-neteweyi-u-yen-qedexekiri-ve/
|
Ji Zimanên Pîroz ber bi Zimanên Neteweyî û yên Qedexekirî ve
Yên kêm, biçûk, nehêja û xwedî wesfên xerab tên dîtin û binavkirin, lê herçî yên serdestan in, ew ên herî bipêşketî, baş û çê tên wesifandin. Serdest xwe bi her tiştên xwe ve di ser bindestan re digirin. Lê têkbirina vê ferasetê bi nerazîbûn û têkoşînê mimkin e.
Ji hin kesan kirê zimanên serwer ku ji wan re zimanê neteweyî û zimanê fermî jî tê gotin, tim wiha tekûz, kemilî û xwedî vê rewşa xwe bûne û wekî hev jî hêja bûne. Lê dîrok tiştekî din dibêje û ev asta zimanan a roja îroj ew gihîştinê, nebûye. Îcar kesên netewe-dewleta xwe ava kiriye, bi tesîra rabêjiya fermî, zimanên bêstatu mane kêm dibînin û li dijî wekheviya zimanan radibin. Zimanê xwe wek zimanê şaristaniyê û zimanên din jî wek zimanên hoveber, îptidayî û lipaşmayî dibînin. Em careke din daxuyînin, rewş qet ne wisan e û yên haya wan der heqê vê de ji dîrokê heye jixwe baş bi vê yekê dizanin. Gelek zimanên neteweyî yên a niha, berî modernîteyê xwedî rewşeke zimanên cihkî yanî lokal bûn. Wek nimûne, li cîhana Rojava ev zimanên neteweyî yên niha li ber zimanê latînî û yûnanî, ku ew wek “zimanên pîroz” dihatin pejirandin, bêprestîj bûn û hîç paxav bi wan nedihat kirin.
Di encama tevgerên Reform, Ronesans û Modernîteyê de, ku ew li Ewrûpayê bi pêş ketin û geşe bi xwe dan, gelek tişt û têgihîştin guherîn. Piştî ramanên neteweperwer û tevgerên neteweyî derketin holê, ew zimanên ji wan re dihat gotin zimanên cihkî, zimanên gelêrî yan jî zimanên amê, giringî bi wan hat dayîn û ew bi qîmet bûn. Bi qonaxa demê re, bere bere serweriya wan “zimanên pîroz” jî têk çû. Hem di birêvebirin û perwerdeyê de hem jî di warê çalakiyên aborî û jiyana rojane de zimanên cihkî li şûna wan zimanan cihê xwe xweş kir û ew bûn zimanên serwer.
Di pey Şoreşa Fransiz re, gava dewletên neteweyî hatin damezirandin bi şûn de, nirxeke pir zêde bi zimanê neteweyî û çandê hat dan û qedirê wan hat girtin. Der heqê vê yekê de fikir û nêrînên fîlozofê alman Johann Gottfried Herder gelek balkêş in, wiha dibêje: “Ew ê mirov dike mirov ziman e. Berî hebûna zimên behskirina ji mirov bêmehne ye, ji lew re ziman di heman demê de raman e. Mirovên zimanê hevpar dipeyivin, merheleya pêşî ya neteweyê pêk tînin.” Loma jî ziman yek ji wan hêmanên herî sereke yên ku neteweyekê dikin netewe, hat dîtin û ji bo bipêşxistina zimên dest bi xebatan hat kirin. Ji nav zaravayan jî ya herî berbelav, a pir zêde pê dihat axaftin hat hilbijartin, ew hat standardkirin û geşkirin/vejiyandin.
Bi taybetî ji sedsala 18’an pê ve li ser zimên xebat zêde bûn, pirtûkên li ser rêziman û ferhengan hatin amadekirin. Di navbera zimanan de jî wekhevî hat çêkirin û “zimanên pîroz” û zimanên cihkî jî bûn xwedî heman statuyê. Lê ev wekhevî piştre tenê bû ya di navbera zimanên fermî/neteweyî de.
Bi kurtasî li cîhana Rojava rewş wiha çêbû. Îcar “zimanên pîroz” ên cografyaya me jî hebûn. Wekî erebî û farisî (nemaze ji bo wêjeyê). Bi sedên salan ev her du ziman zimanên herî raser û serdest ên alema îslamê bûn. Lê belê ya herî “pîrozwer” zimanê erebî bû. Wisan dihat bawerkirin ku ew ne tenê zimanê vê dinyayê, yê axiretê ye û roja mehşerê jî mirov bi wî zimanî mehkeme dibin. Heta dibêjin gava mirî tê definkirin, melek bi zimanê erebî jê pirsan dikin û yê bi vî zimanî nizanibe bersiva xwe bide, weylik li wî û halê wî be!
Ev erebiya ku lînguya frankaya pîroz a cografyaya îslamê bû, gava xelîfeyê ebasiyan El-Memûn di sedeyê 9’an de navendeke bi navê Beytul Hikme ava dike, ji ber çalakiyên wergerê yên li vê saziyê, gelek di bin bandora farisî û yûnanî de jî dimîne.
Tevgerên nûjen ên ji Rojava derketine, civakên derî Rojava jî xistin bin hîkariya xwe û wan kir ku di wan civakan de jî pêvajoyên mîna wan biqewimin. Netewe-dewletên xwe li ser tekîtiyê, bi gotina din li ser monîstiyê damezirandine, çendî di destpêkê de wekheviya di navbera zimanan de parastibin jî lê piştre wan ew gelên ji netewetiyên cuda yên hildan bin serweriya xwe, tevî hemû mafên wan red kirin. Bi polîtîkayên asîmîlasyonîst, bi qedexekirina zimanan, hewl dan gelên ne ji xwe di nav etnîsîteya serdest de bibişêvin. Bi teorî û pênaseyên ku bi nêrîn û çavên serweran hatine çêkirin jî bend li pêşiya givirîn û geşedana wan kişandin.
Bi van jî neman, angaştin û hîn jî îdîa dikin ew xwedî çanda herî raser in, zimanê wan jî yê herî bipêşketî û tekûz e û nemaze yên ne ji wan kêmî xwe dibînin, wan biçûk dikin û dikin da ew xwe kêm bibînin, xweziya xwe bi serdestên xwe bînin, bibin yek ji wan û bi vî awayî jî şad û bextewer bibin. Daxwazên wan ên mîna ziman, çand û nasnameyî ku mafên wan ên mirovî, çandî û demokratîk ên yên herî bingehîn in, bi nijadperestiyê, bi neteweperestiya etnîkî sûcdar dikin.
Ew ên dibêjin zimanê wan zimanê zanist û şaristaniyê ye, naxwazin bizanin bê tevî ew qas hewl û xebatên sadekirin û xwerûkirina zimanê xwe jî hîn li ser zimanê wan hemûyan tesîreke pir a wan “zimanên pîroz” heye û wan ji van zimanên hanê gelek peyv û term wergirtine. Çendî zimanekî saf û xwerû nebe jî lê gava ji zimanên bêstatu, zimanên bêdewlet tê behskirin, ev rewş ji bo van zimanan dibe kêmasî. Lê qisûr qedexekirina zimanan e, çêkirina hiyerarşiya ya di navber zimanan de ye. Ew tiştên berê li wan hatibû kirin, niha ew bi xwe li yên bin destî xwe dikin û zimanê xwe hêja û pîroz lê belê yên din jî kêm û bêqîmet bi nav dikin.
Di dema împaratoriyan de, di wexta serweriya wan “zimanên pîroz” de bêqîmetkirin, bêîtibarkirina zimanan hebû, qedexekirin tune bû. Di dema modernîte û demokrasiyê de îcar hem bêîtibarkirin hem jî asîmîlasyon û qedexekirin heye. Lê navê vê serdemê serdema demokrasî û netewe-dewletan an jî dewletên neteweyî ye, ku xwedêgiravî ev serdem ji serdemên bihurî bipêşketîtir e, mirov gihîştine maf û azadiyên xwe, ew bûne ferd û ji evd û bendetiyê rizgar bûne. Ev hişk vir e, tenê wesfên serdestî û bindestiyê guherîne. Kî bindest be bi her tiştê xwe ve bindest e û li ber yê serdest ne xwedî tu tiştekî xwe ye. Bi kurt û kurmancî bêstatutî tiştekî wiha ye. Yên kêm, biçûk, nehêja û xwedî wesfên xerab tên dîtin û binavkirin, lê herçî yên serdestan in, ew ên herî bipêşketî, baş û çê tên wesifandin. Serdest xwe bi her tiştên xwe ve di ser bindestan re digirin. Lê têkbirina vê ferasetê bi nerazîbûn û têkoşînê mimkin e.
|
Serpêhatiya peyva solê
|
https://botantimes.com/serpehatiya-peyva-sole/
|
Serpêhatiya peyva solê
Ziman çawan ku diyardeyeke efsûnî ye, her wisan ew heyîneke zindî ye jî. Loma em dikarin vê guherbariya zimên di hin peyvan de bi hêsanî bibînin ku bê çawan bi pêvajoya demê re di warê morfolojîk û semantîkê de ew guheriye. Peyva “sol”ê jî yek ji wan peyvan e ku hem ji aliyê teşeyê hem jî ji aliyê mehneyê ve îroj di rewşeke din de ye. Sol, ku sînonîma wê pêlav e, di rastiya xwe de binê pê ango ling e.
Di vê nivîsarê de ez dê behsa vê rewşê bikim û wek arkeolojiya zimên hewl bidim da ku vê yekê aşkera bikim. Lê berî behskirina teşe û wateya wê ya berê, hez dikim pêşî balê bikêşim ser du wateyên wê yên niha. Ev peyva hanê ya ku dabaşa me li ser e, îroj bi piranî wek berginda pêlavê tê bikaranîn. Lê mehneyeke wê ya din jî nal e. Ji bo tesbîta vê ez dê hem serî li zargotinê hem jî li ferhengan bidim.
Peyvên sol û solbend, ku bergindên nal û nalbendê ne, di berhemên me yên folklorîk de derbas dibin. Wek nimûne, di strana bi navê “Nalbendo” ya gelêrî de, ku ew a devera Behdînan e û hunermend Hesen Şerîf wê dibêje, ev her du bêje jî bi mehneya nal û nalbend in. Wek nimûne, ji bo peyitandinê, bendeke vê stranê wiha ye:
Hey nalbendo, heyrano solbendo
Nala nalbendî ya mezin e
Sola solbendî ya mezin e
Te binê nalê dibêm asin e
Keçikê tu keç bûy, ev sale jin e
Zeriyê tu keç bûy, ev sale jin e
Hoy dey dey nalbendo
Ho dey dey solbendo.
Di hin ferhengan de jî, pênaseya sol û solbendê, wekî nal û nalbend hatiye kirin. Wek mînak, di ferhenga El- Hediyyetu’l Hamidiye ya Yûsif Ziyaeddîn Paşa de solbend, di Ferhenga Kurdî – Kurdî ya Celadet Alî Bedirxan de jî sol û solbend hene, ku îcar Celadet Alî Bedirxan ji bo vê hevoka nimûneyî bi awayê “Min hespa xwe sol kir” jî daye. Di ferhenga Kurdistan a Gîwî Mukriyanî de her du peyv mîna sola hespî û solbend hene. Di Ferhenga Kurdî-Kurdî ya Kamêran Botî de tenê peyva solbend heye û wî ew bi mehneya solker û nalbend daye nîşandan. Mehmet Tanrikulu jî di ferhenga xwe ya Tirkî-Kurdî de berginda nalbantê ya ji bo kurmancî nalbend û solbend dane. Ji bo “nal kirin”ê wî hem “nal kirin” hem jî “sol kirin” derpêş kirine. Dîsan di Ferhenga Kurdî-Fransî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê de sol hem pêlav hem nal, solbend jî hem solker hem nalbend e.
Ez bêm ser ferhengên xwe. Min bi xwe jî di her sê ferhengên xwe de her du mehneyên vê peyva hanê dane. Her wiha min guhartoya (varyanta) solê ya bi şekilê sole jî di ferhenga xwe ya Kurdî -Tirkî ya Mezin de bi kar aniye.
Xala balkêş ew e ku ev sole, peyva “sole”ya îngilîzî tîne bîra mirov ku ew bi mehneya binê pê ye. Sedemeke din jî ku vê fikirê bi mirov re xurt dike, hebûna peyva “zol”ê ye. Ev peyv di kurmancî de rasterast ji bo binê pê tê bikaranîn.
A ziman, ku jê re tê gotin ew organîzmayeke zindî ye, tiştekî wiha ye. Ew ne sekan e, lê tim di nav rewşa guherînê de ye. Ji ber vê taybetmendiya zimên, bi demê re mehneya hin peyvan berfireh carinan berteng dibe yan jî bi temamî diguhere û wateyên nû li xwe digire. Wekî ji vê mînakê jî dixuye, ev guherîn bi xwe du alî ye. Guherîna teşeyî û ya wateyî. Wek encam; ji ber guherbariya zimên, guherîn di peyva “sol”ê de çêbûye ku hema bibêje ew êdî bi temamî ji mehneya binê pê û nal dûr ketiye û wateya pêlavê wergirtiye. Serpêhatiya solê û rêwîtiya wê ya dîrokî nîşanî me dide ku ew ji aliyê mehneyê ve tewqdar ango qatqatî ye. Loma divê me tim jê hay hebe ku ziman ne tiştekî sekan e û di rêwitiya xwe ya dûr û dirêj ya dîrokî de dikeve rewşeke guherbar. Sola ku di esilê xwe de binê pê ye, bi qonaxa demê re bûye nal, ji wir jî dageriyaye bûye pêlav. Tewqdariya peyvan û terman jî tiştekî welê ye.
|
Tarîxa Meyafarqînê û Şerefname
|
https://botantimes.com/tarixa-meyafarqine-u-serefname/
|
Tarîxa Meyafarqînê û Şerefname
Xebatên Mela Mehmûd ji hêla analîza kurmancî ve jî giring in û mirov dikare ji gelek hêlan ve rêwîtiya zimanê xwe, qewam û rûdanên di van deman de bi ser de hatine bişopîne. Wan guherînên şekilî û watayî tê de tesbît bike, ji qalib û rêyên vegêranê yên zimên agahdar bibe.
Tarîxa Meyafarqînê û Şerefname du berhemên hêja û ew çend jî giring ên li ser kurdan in ku divê li mala her kurdekî di pirtûkdankê, di quncikê xuya de hebin û hewce ye her kes wan bixwînin û bidin xwendin. Ev pirtûk berê jî hatine çapkirin, lê ev her duyên ji aliyê Weşanên Nûbiharê ve hatine weşandin, cudahiya wan ji yên berê hene.
Berî ez behsa van her du xebatan bikim, hez dikim çend gotinan li ser Nûbiharê jî bibêjim. Bi ya min ew di nav weşangeriya kurdî de xwedî cihekî mistesna ye. Wê ev yek jî bi xebat, weşandin û çapkirina pirtûkan bi dest xistiye. Ji xwe re nav û nasnameyek afirandiye û ev jî ne tiştekî wisan hêsan e. Gava weşanxaneyek bibe markayek, eger nivîskar ne zêde naskirî be, xwîner bêhtir bala xwe didinê bê ka pirtûk ji kîjan weşanxaneyê derketiye, kê jê re edîtorî kiriye. Her wiha ez bi çavekî din jî li Nûbiharê dinêrim, bê çawan Pirtûkfiroşiya Medyayê (Medya Kitabevi) ne tenê cihek ji cihên firotina kitêban e, eynî wisan ew jî ne tenê weşanxane ye, cihê civan û hevdîtinan, şûna sihbet û danûstandinên rewşenbîriyê ye jî.
Ji destpêka salên 90’î ve têkiliya min bi hevalên Nûbiharê re heye û ez Kek Silêman jî ji wan salan ve dinasim. Min navê ez wisan dûr û dirêj behsa nefsbiçûkî, camêrî û gelek xisletên wî yên din bikim, her wisan hemû kedkar û xebatkarên wê jî mirovên welê ne ku êdî ji mêvandarî û mazûvaniya xwe re hew dibin. Îcar her cara rêya min bi Nûbiharê bikeve, hema bibêje tu car ez destvala jê venegerim malê. Çendên berê jî, piştî Fuara Pirtûkan a Amedê, ez çûm serdana Nûbiharê. Dîsan civata me lê geriya, li ser ziman, çand, dîrok û mijarên din mijûlahî û sihbet çêbûn. Di tûrikê me de çi hebûn, me vala kirin, me kurmê xwe şikand û dil jî li xwe şad û rehet kir. Ha ez vê jî ji bîr nekim, vê carê cihê Huseyn Zana jî li min xuya bû. Ji ber ku bi giranî sihbeta min û wî li wir her tim bi piranî li ser meseleyên zimanî bûn, lê ew êdî li Amedê ye. Helbet wexta xatirxwastinê tûrikê me jî tijî pirtûk bûn. Ev her du kitêbên hanê ku hez dikim ji wan bi kurtasî behs bikim, di tûrik de bûn.
Tarîxa Meyafarqînê ya Îbnu’l-Ezreqê Fariqî ji aliyê Emîn Narozî ve ji erebî li kurmancî hatiye wergerandin ku Nûbiharê berê jî çapa wê ya erebî weşandibû. A ev çapa bi kurmancî wergera wê xebata Dr. Kerîm Farqûl el Xûlî û Yusuf Baluken a bi erebî ye. Wekî tê zanîn beşa wê ya li ser Desthilata Merwaniyan a vê berhemê, hîn berê di destpêka salên 70’yî de M. Emîn Bozarslan bi xwe ew ji erebî wergerandibû ser zimanê tirkî. Niha çapa wê ya duyem a sala 1990’î li ber destê min heye ku ji nav weşanên Koralê, bi navê Mervanî Kürtleri Tarihi (Dîroka Kurdên Merwanî) hatiye weşandin. Lê ev çapa nû, temamiya berhemê û bi kurmancî ye. Huseyn Zana, wexta jê re edîtorî dikir, çend caran di sihbetên me de behsa wê dikir bê çawan serê xwe pê re diêşîne û di ber de ditehibe.
Berhema duyem jî wergera Şerefnameya Şeref Xan e ku Mela Mehmûdê Bazidî ji esilê wê beşek jê tercumeyî kurmancî kiriye. Ev jî bi navê Şerefname: Tewarîxê Qedîmê Kurdistan ji nav Weşanên Nûbiharê derçûye û ji aliyê Seîd Dêreşî ve ji bo weşanê hatiye amadekirin. Bi rastî ji bo Mela Mehmûdê Bazidî çi bê gotin hindik e. Em pir deyndarê wî ne, ji ber hem bûye wesîleya berhevkirina materyalên kurdolojiyê, mîna koleksiyona Aleksandre Jaba hem jî wî bi xwe di warên cur bi cur de gelek berhem jî nivîsîne û di dîroka rewşenbîriya kurdan de xwedî cihekî bilind, hêja û heqkirî ye. Mesela du xebatên wî ji aliyê Weşanên Weqfa Mezopotamyayê ve hatin weşandin. Navê yekê Xeberdana Zimanê Kurmancî ye û ya din jî Tûhfetu’l-Xîlan Fî Zimanê Kurdan e. Nirxandin, tîpguhêzî û faksîmîleya wan her duyan jî ji hêla Mîkaîl Bulbul û Mustafa Ozturk ve hatine kirin.
Çendî zimanê esil ê Şerefnameyê bi farisî be jî, hem çapên wê yên bi tirkî hem jî yên bi kurdî jî hene. Wek nimûne M. Emîn Bozarslan jî ew ji erebî qelaptiye ser zimanê tirkî û çapa wê ya sala 1990’î ya “Hasat Yayınları” di nav pirtûkên min de ne. Ziya Avci jî ev berhem wergerandibû ser zaravayê kurmancî û di sala 2007’an de ji aliyê Avestayê ve hatibû weşandin. Min ev her du berhem jî xwendine. Lê ez pir şad im wekî ez ê vê berhemê ji zimanê Mela Mehmûdê Bazidî bixwînim ku ji bo min ev çap xwedî taybetmendiyeke diyarker e.
Min helbet berhemên Mela Mehmûd ên bi kurmancî xwendine, lê dîsan jî ez zimanî wî meraq dikim ku qet nebe qirn û nîvek berê wî ne tenê berhem nivîsîne her wiha berhem jî ji zimanekî din wergerandine ser zaravayê kurmancî. Loma xebatên wî ji hêla analîza kurmancî ve jî giring in û mirov dikare ji gelek hêlan ve rêwîtiya zimanê xwe, qewam û rûdanên di van deman de bi ser de hatine bişopîne. Wan guherînên şekilî û watayî tê de tesbît bike, ji qalib û rêyên vegêranê yên zimên agahdar bibe. Ev berhemên nivîskî yên bi zimanê me, ji bo lêkolînên li ser zimên jî pir nirxdar in ku ji ferhenga zimanê me bi xwe re jî çavkanî û keresteyên tênebihur in.
Bi rastî jî ev her du berhem, ku bi berg û mîjanpaja xwe jî bi awayekî xweşik hatine amadekirin, ji bo me gelek giring û têra xwe hêja ne. Ji lew re li dijî hewlên tarîkirin, perdekirin û bindoşekkirina dîroka me, ew wek çirayên geş in. Bi saya wan em îroj gelek aliyên dîroka xwe dizanin û bi hebûna wan şanaz dibin. Loma dixwazim spasiyên xwe pêşkêşî wan hemû kesan bikim ku keda wan tevî van çapên hanê bûne û bûne wesîle da em van berheman bi zimanê xwe jî bixwînin.
Xwendin kêfxweşî ye, têrkirina ruh û mêjî ye, agahdarbûn, ronîbûn û berfirehkirina asoya xwe ye. Her wiha xwendin zanîn, zanîn jî pêkarîn e. De îcar gava ev yek bi zimanê mirov bi xwe be, kêf û zewqa ji xwendinê jî hîn zêdetir e.
|
Mîtolojî û Giringiya Wê
|
https://botantimes.com/mitoloji-u-giringiya-we/
|
Mîtolojî û Giringiya Wê
Teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekî, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan, hêmanên çandê ne.
Mîtolojî ku beşek ji çandê ye, bi xwe bala min pir dikişîne ser xwe û kêfa min ji xwendin û xebatên li ser mîtolojiyê re, nemaze yên li ser kurdan tê. Ji ber ku ew jî reng û taybetmendiyeke çanda me ya cudaker e ji yên gelên din û di avakirina aîdiyeta hevpar de jî roleke wê ya avaker heye. Îcar mît tiştên aşopî ne û xeta di navbera wê û dîrokê de bi giştî şêlû ye, heta qet tune ye (Smith, 1994: 44). Mît, ku ji ber hewla mirovan a şirovekirina siruşt û bûyerên siruştî, çêbûna dinya û gerdûnê ya li ser afirandinê derketine holê, xwedî gelek aliyan in. Ew bi tenê ne li ser siruşt û bûyerên siruştî ne, berhemên xeyala mêjiyên mirovan in ku dixwazin qabiliyetên dersiruştî jî bidin mirovan û wan bikin kesên derî adet.
Yek ji pîrên xebatên li ser mîtolojiyê Erns Cassirer, ku çarçoveyeke teorîk jê re daniye, wiha dibêje: “Di nav hemû bûyerên çandî yên însanî de, ew ên ku herî hindik ji analîzên mentiqî re misaîd in, mîtos û dîn in” (Cassirer, 2005: 74). Di gel vê rewşê di jiyana mirovan de cih û tesîreke wê ya berbiçav jî heye û Cassirer dibêje tu bûyereke siruştî û tu bûyereke jiyana mirov nîn e da li şiroveyeke mîtolojîk neyê û şiroveyeke wiha nexwaze (Cassirer, 2005: 75).
Bûyer û lehengên mîtolojîk ku ji serdemên gelek berê mane li aliyekî, di van serdemên modern de jî tiştên xwedî karekterên mîtîk tên afirandin û kes bi xwe jî dibin mît; wekî mîtên dînî, civakî, polîtîk û yên damezirîner. Loma çêkirina mîtan ne tenê aîdî ramana mirovên seretayî ye, çendî wesfên wan biguhere û hinek ber bi aqilîbûnê ve herin jî, di demên modern de îcar bi xuyangeke din dixuyên.
Anthony D. Smith di xebata xwe ya “Milli Kimlik” (Nasnameya Neteweyî) de, gotinên “mîta ku xwe dispêre kokeke hevpar” û “mîta nijadeke hevpar” bi kar tîne û dibêje ku “bêyî mîta nijadî pir zor e ku etnî li jiyanê bimînin” (Smith, 1994: 41-43). Der barê mîtên afirînê de, di nav kurdan de jî mîtên çêbûna kurdan a ji bavekî hene. Di hejmara 12’an a Ronahîyê de, bi nasnavê Herekol Azîzan nivîsareke Celadet Bedirxan a bi sernavê “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan” heye. Di wê de rîwayeteke li ser koka kurdan, nemaze li ser kurmancan vediguhêze ku li Zaxoyê ji kalemêrekî bihîstiye. Li gorî vegotinê, li qûntara Çiyayê Agiriyê zilamek bi navê Kurd hebûye û xwedî malbat bûye. Rojekê şepe bi ser wan de tê û ji bilî du lawên wî, ku wê gavê ne li wir bûne, hemû ferdên malbatê di bin berfê de dimirin. Navên wan her du kesên filitî yek Mil û yek jîZil bûye. Eger em bi awayekî kurtebir bibêjin, hemû kurmanc ji van her du lawên Kurd zêde bûne û paşê bi navê eşîrên Mil û Zil hatine naskirin. Dîsan li gorî gotinan, çendî hemû êl û eşîr wekî Mil, Zil û Silîv bên zanîn jî, Silîv bi xwe ji Zil peyda bûye. Her wiha di heman nivîsarê de serî li Şerefnameya Şerefxan û wê rîwayeta li nav xelkê heyî jî dide ku li gorî wê îcar kurd ji du bavan, ji “Bext” û “Becen” in (Azîzan, 1943: 12-14).
Ji xeynî mîtolojiya Kawa û Dehaq a der barê Newrozê de, ya kurdên êzîdî ya li ser afirandinê ku di Mishefa Reş de heye û wekî ya kurdên Ehlî Heq, di çanda me mît û efsaneyên li ser mirovbûna hin ajelan/heywanan jî pir in û ji ber ew ajel pîroz tên pejirandin, nayên kuştin. Her wisan li ser cîsmên esmanî jî mît hene. Wek nimûne; tê gotin ku hirç, pepûk û legleg mirov bûne. Em bi dorê û bi awayekî kurt ji wan behs bikin. Bawerî ew e ku hirç jineke ducanî bûye. Rojekê gava bi xesû û xezûrê xwe re diçe cihekî, li ser sergo çavê wê bi çekûr ango çermekî hişkolekî dikeve. Nebîraniyan dike û dilê wê dibije goşt. Li dû wan hêdî hêdî diçe, heta mesafe dikeve navbera wan û bi awayekî xwe ji wan çepeve dike, vedigere ser sergo û wî çermî dixwe. Xesû û xezûr lê werdiqilin ku bûk ne li dû wan e, li dûşa xwe vedigerin, dibînin wa ye ketiye ser çerm dixwe. Bûk ji şerman li xwe nifir dike û dibe hirç.
Ji bo kurdan hirç ne tenê heywanekî gir û debeng e, her wisan ew nîşana dilşewatiyê ye. Ji lew re gotinên wekî “hirçê kezebşewitî”, “hirçê di geliyan” û “hirçê bişewêl” ji bo wan kesan tê gotin ku ew xwe li ser lêzimên xwe qebûl nakin, li dij neheqiya ku li wan bûye radibin û şewata wan ji xizim û lêzimên wan re jî zehf e.
Pepûk jî keçikek bûye. Ew û birayê xwe ji dê sêwî û li ber destê damariyê bûne. Ji ber ev pir tê zanîn em hema bi kurtasî bibêjim ku biharê jinbavê ew şandine kerengan, Keçik kerengan diçine, kurik jî dike tûrik, lê tûrik qul bûye û haya wan jê nebûye. Nêzî roj li wan here ava, keçik dinêre ku ji bilî çend liban kereng di tûrik de nîn in. Keçik ji birayê xwe dikeve gumanê ku wî ew xwarine. Newêre bêyî kerengan vegere malê. Çendî lawik dibêjê wî ew nexwarine jî, keçik bawer nake û jê re dibêje ku ew ê zikê wî biqelêşe û hîn bibe bê ka rast e yan derew e. Keçik zikê wî diqelêşe, dibîne piçek jî kereng di mîdeya wî de nîn e. Kurik dimire, keçik rûdinê li xwe dixe û dide giriyan. Nifiran li xwe dike, nifirên wê diçin qebûlê û wekî pepûkekê bi çolan dikeve. Her sal biharê dema kerengan pepûpepûya wê ye û dibêje “kê kuşt, min kuşt…”
Gotina pepû/pepûkê wek belengazî û dêraniyê tê bikaranîn. Nemaze gava jin li ser bira û lêzimên xwe yên mêr şînê dikin an ji halê wan re dilê xwe dişewitînin dibêjin “ez pepûk bim”, “li min pepûkê” û hwd.
Meseleya ku li ser leglegê tê gotin jî pir seyr e. Li gorî baweriyê ew jî mirov bûye. Beg an jî axayekî têra xwe zalim bûye ku jin û mêr başewal (ji navê berjêr tazî) dane xebitandin. Gava di wexta xebatê de xwar û rast bûne, heyayên wan, ango organên wan ên cinsî xuya bûne û ew jî bi wan keniyaye. Hingê wan bendeyan lê nifir kirine, Xweda lê hatiye xezebê û ew kiriye legleg. Ew leqleqa leglegê jî dengê wan kenên wî bûye ku niha jî didomîne.
Di çanda me de cihekî giring ê marê reş jî heye. Rolyefeke marê reş a li ser dîwarê ber dergehê Laleşê tê zanîn. Li gorî baweriyeke berbelav, di heyna Tofana Nuh de, gava keştî qul dibe û av jê dikeve hundirê keştiyê, marê reş xwe xistiye wê qulikê û nehiştiye av bikevê. Bi saya serê mar, hemû candar û ruhliberên di keştiyê de ji xeniqînê rizgar bûne. Îcar baweriya bi êzîdiyan re ew e ku keştiya Nuh li gundê Eynsifnê ku bi qasî 10 km’an li başûrê Laleşê dikeve hatiye çêkirin. Paşê keştî li ser Çemê Dîcleyê dest bi rêwîtiya xwe kiriye, lê li Çiyayê Şengalê keştî li zinarê lûtkeya “Sîn el Kilûb”ê diqelibe û qul dibe. Marek tê xwe di wê qulikê de asê dike, bi vî awayî keştî xwe digihîne Çiyayê Cûdî û li wir radiweste (Guest, 2001: 67).
Ne kurdên êzîdî ne jî yên misliman marê reş nakujin. Bawerî ew e ku heta kes belaya xwe di marê reş nede, ew bi kesî ve nade. Eger mirov jê bigerin, ew tê ba mirovan jî, lê eger ziyanekê bigihîninê, ew pir kîndar e û heta tola xwe nestîne ranaweste.
Li ser heyvê jî, ku sembola bedewîtiyê ya keç û jinan e û xweşikbûna wan pê tê mînandin, tişt tên gotin. Di dema zarokatiya xwe de me ji mezinên xwe gelek caran li çîroka çêbûna heyvê guhdarî kiriye. Li gorî gotina gotinbêjan, heyv ji dê sêwî bûye û li ber destê damariyê mezin bûye. Zirxweşkeke wê ya ji damariyê hebûye ku mîna wê ne bedew û yeka sik bûye, her wisan ne jîr jî bûye. Loma damariya wê tim jê çavnebarî kiriye. Rojekê gava jinbava wê hevîr dike, ji dexesiyan lemata xwe ya bihevîr di ser çavên wê dide. Keçik ji ber ku pir ji destê damariyê kişandiye û nekariye hew baristan bike, dua dike ku ji ber destê damariya xwe bifilite. Duayên wê qebûl dibin û ew dibe heyv. A ew lekeyên li ser rûyê wê, gava tam gilover û geş dibe baş dixuyên, ew lekeyên hevîr bi xwe ne.
Di kurmancî de jixwe peyva heyvê ji aliyê zayenda zimanî ve mê ye û bi biwêja “heyv şîv xwarin” jî ew bi mirovan hatiye şibandin. Gava heyv êvarê bi awayê heyva tijî, heyva şardehşevî derdikeve, ev biwêja “heyvê şîv xwariye” tê bikaranîn. Her wisan heyv pîroz e jî, loma nabe mirov bi tiliyan wê nîşanî hev bide, li hemberî wê bimîzin û bi taybetî gava ku geş û têr e, di rewşa tijî de ye, nabe lê bê mêzandin, nemaze zarok. Wê gavê dibêjin “hûn ê bi heyvê bikevin.” Ketina bi heyvê jî, tê wateya nexweşîneke giran. Nîşanên vê nexweşînê jî bi awayê emelbûn, vereşîn, barandina rondikan, cotbûna nav birûyan û hatina avê ya ji bêvilan xwe dide der. Hin nexweşîn jî dîsan bi nûbûn û kevnbûna heyvê ve tên eleqedarkirin. Mîna nexweşîna bîrovê (cureyek nexweşîna egzamayê). Di gel van, dîsan ew kesên ku xûy û exlaqên wan li gorî tevgerên nûbûn û kevnbûna heyvê ne xweş dibin, ji wan re dibêjin “heyvok.”
Di çandên cur bi cur de tesbîtkirina mîtan merhaleyeke giring e, lê ya giringtirîn fehmkirina ji wan e. Loma gelek kesên ku li ser mîtolojiyan hûr bûne û di wan fikirîne, wan hewl daye bingehên wan rave bikin û tê bigihîjin bê ka ji bo jiyana mirovan û heta komên etnîk û neteweyan çi wateya mîtan heye, gihîştine encam û tesbîtên balkêş. Yek ji van jî Anthony D. Smith e ku bi xebatên xwe yên li ser neteweperweriyê tê zanîn û bi awayê etno-sembolîst tê nasandin, li ser koka etnîk a neteweyan pir serê xwe êşandiye û navê neteweyê wiha pênase dike: “Civata ku divê axeke/welatekî wê yê dîrokî, mîtên hevpar û hafizeyeke wê ya dîrokî, çandeke wê ya girseyî, xwedîbûna aboriya hevpar û mafê qanûnî ya hevpar hebin” (Smith, 1994: 70). Balkêş e ku di nav van mercên rêzkirî de cih daye gotina mîtên hevpar jî û ev yek tiştekî pir giring e.
Ev teoriyên li ser kok û çêbûna komên etnîk û neteweyan û rexneyên li van teoriyan em deynin aliyekî, rastiyek heye ku çanda hevpar a civak û neteweyan hîkariyê li ferdên xwe dikin û dikin ku bi wan re ruhekî mişterek çêbe. Wekî ziman, çand jî di vî warî de kartêker e û mît di gel efsaneyan, hêmanên çandê ne. Loma jî hewcehiya me pir bi xebatên zanistî yên li ser mît û mîtolojiya me jî hene ku divê ew hem bên qeydkirin hem jî analîzên akademîk li ser wan bên kirin.
Çavkanî:
AZÎZAN, Herekol, “Mil û Zil, Bir û Esasên Eşîrên Kurdan”, Ronahî, Sal 1, Hejmar 12, Şam, 1943.
CASSIER, Erns, Devlet Efsanesi İnsan Üstüne Bir Deneme (wergêr: Necla Arat), Say Yayınları, Stenbol,2005.
GUEST, John S., Yezidilerin Tarihi Melekê Tawus ve Mishefa Reş’in İzinde (wergêr: İbrahim Bingöl), Weşanên Avestayê, Stenbol 2001.
LESCOT, Roger, Yezidiler Din Tarih ve Toplumsal Hayat, Cebel Sincar ve Suriye Yezidileri (wergêr: Ayşe Meral), Weşanên Avestayê, Stenbol, 2001.
SMITH, Anthony D., Milli Kimlik (wergêr: Bahadır Sina Şener), İletişim Yayınları, Stenbol,1994.
|
Li ser zimanê hin nivîsarên Botan Timesê çend têbînî
|
https://botantimes.com/li-ser-zimane-hin-nivisaren-botan-timese-cend-tebini/
|
Li ser zimanê hin nivîsarên Botan Timesê çend têbînî
Ji van cure nivîsaran tenê mebesta min balkêşana ser xalên rastnivîsîn û rêzimanê ye. Ji bo bikaranîna zimanekî rast û pêkhatina zimanê nivîskî yê standard ez bi xwe giringî bi nirxandin û lêhûrbûnên wiha didim. Ez xwe jî dikim navê ku ji ber perwerdeya bi zimanê serdest em ji aliyê zimanê xwe ve derbexwarî ne. Loma bi saya hişyarî û têfikirînan dibe ku em bi kil û kêmasiyên xwe yên zimanî jî bihisin.
Ji zûde ye ku min li ser mijarên zimanî yên wekî rastnivîsîn û rêzimanê nenivîsiye. Ev jî helwesteke min a bi zanebûn bû. Ji ber ku min dixwast ez zêde hişê xwe bidim ser kar û xebatên xwe û li wan hûr bibim. Îcar gava min teklîfa Botan Timesê pejirand da ku ez hefteyê carekê gotarekê binivîsim, hin hevalên bi vê yekê hisîn wan ji min daxwaz kir ku ez li ser mijarên zimanî jî binivîsîm. Min jî gote wan dibe, çima na.
Ji ber vê daxwazê va min zend û bendên xwe hildan û min got ez dê der barê vê yekê de pêşî ji nav malê dest pê bikim. Min ji hin nivîsarên nivîskarên Botan Timesê ji bo vê nivîsarê çend nimûne “nêçîr” kirin. Ev nimûne jî hema wisan di wexta xwendina nivîsaran de ketin “dehfik”a min. Bi gotineke din ez welê kûr û dûr di wan nivîsaran de li pey meseleyên rastnivîsîn, gramer û gotinên qalibî neketim. Di serî de bibêjim, ez dê ji wan re nebêjim ku ew şaş in, loma ez dê tenê bal bikêşim ser wan û her wisan der heqê wan de ramanên xwe aşkera bikim.
Nimûnaya pêşî ji nivîsara mamosta Zulkuf Ergun a bi sernavê “Hêz û Sûda Kanonê” ye, ku tê de hevokeke wiha derbas dibe: “Bi raya min kanon di vir da digihîje hawarîya me.” Di vê hevokê de ya ku ez dixwazim jê behs bikim tabîra “digihîje hawarîya me” ye. Ev qalib bi xwe ji min re xerîb hat. Ji lew re hawar û hawarî ji aliyê mehneyê ve ji hev cuda ne. Hawar îmdat e, lê eger bi awayekî giştî bê gotin hawarî, hem taziye ye hem jî ew kes e ku diçe serxweşiyê. Di van biwêjan de, yên mîna “çûn hawarê, gihîştin hawara (yekî), hawara (yekî) jê re hatin”, hawar bi mehneya îmdatê ye. Lê îcar gava bê gotin “çûn hawariyê”, yan jî “gihîştin hawariyê”, wataya behiyê/taziyê jê diçe. Wexta tê gotin “hawariyên xwe verê bikin”, qest ji hawariyan ew kes in ku ew ji bo sertêdanê hatine mala mirîyan.
Ji nivîsara Şener Ozmen jî min du mînak wergirtin, ku navê wê “Têbînîyên Amerîkayê- XVII: Zayîn û mirina ‘Diyar Galeria’yê” ye. Nimûneya pêşî: “6ê Sibatê, li ber destê sibehê kurd û Kurdistanî li kareseteke mezin şiyar bûn,…” Ji vê hevoka nimûneyî, awayê “ber destê sibehê” kir ku ez ji aliyê rastnivîsînê ve tê bifikirim. Eger em bibêjin “Me lêwik da ber destê hostayî”, ev “ê”ya bi dêst ve, îzafeya nêrîtiyê ya yekhejmar a binavkirî ye, lê gava em bibêjin “berdestî sibehê”, ku ev qalibek e, îşaret bi dema berî tavdanê, hilhatina rojê dike û “î”ya wê ne îzafe ye. Ev “î”, bi rola berpêbûnê radibe. Mînaka din a ji heman nivîsarê wiha ye: “Heke Galerya jî hilweşiya be.” Mijar dîsan rastnivîsîna lêkerê ye. Bi kurtî, hemû gireyên demê bi rayek û qurmê lêkerê ve tên nivîsîn, loma li gorî vê rêzikê, divê bi şêweya “hilweşiyabe”yê pevve bê nivîsîn.
“Wê heynê rastî êşkenceyeka mezin tê û wiha dibêje:”, ev jî ji nivîsara Selamî Esen e ku sernavê wê “Şêrgeleyê Şîrê Şiîrê Xwarî: Arjen Arî” ye. Ev qalibê “rastî êşkenceyeka mezin tê”, li hesta min a zimanî nayê, bi fikira min ew ji ber tesîra zimanê tirkî ye. Li şûna vî qalibî, awayên “îşkenceyeke pir lê bû, îşkenceyeke pir zêde lê hat kirin” ji min re hîn rasttir tên.
Ji nivîsara Tevfîk Bayram a bi sernavê wê “Desthilatdarî çi ye û ev kurd çi dixwazin?” min du mînak hildan. A yekem: “Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşiyê xwe ji astengî û qeydûbendên dest û lingên mirovan girê didin xilas bikin.” Sedema ku qeyd û bend pevve hatine nivîsîn nizanim bê ka ji ber çi ye. Lê bi qasî pê dizanim duyîne (ango peyvên dunavdêrî) ji bo xurtkirina rewşê tên bikaranîn û divê her peyv ji aliyê rastnivîsînê ve ji hev cuda bin. Gava pevve bên nivîsîn, hewce ye ku bi hev re wateyê biguherînin. Bi nêrîna min eger hevok wiha bê sererastkirin dê ji aliyê watayê ve jî çêtir be: Ji bo azadiyeka kamil divê mirov pêşî xwe ji wan astengî û qeyd û bendan xelas bike, ku ew dest û lingên mirovan girê didin. Mînaka din jî ev e: “Bo mînak, em van gotinên li jêr her roj dibihîsin:” Di kurmancî de qaydeyekî giştî ye, lêkerên ku dawiya wan bi –stinê diqedin, “s”ya wan di rayeka dema niha de dibe “z”. Wekî gestin/gez, parastin/parêz, xwastin/xwazê; loma li gorî vê rêsayê diviya ew “dibihîzin” bûya.
Ez bi nimûneyên ji nivîsara bi navê “Belkî jî gilî gotinên li ser…?”ê berdewam bikim ku ew a Yehya Omerî ye. Hevoka ewilî ev e: “… em dibin şahid ku civaka me ya zîval zîvalî zêdetir bi ber bayê ziman û ruhiyetên serdest dikeve,…” Tê de wek “zîval zîvalî” ji hev cihê hatiye nivîsîn. Ev zîval, ku varyantên wê yên mîna zivar û zîvar jî hene, navdêr e û awayê wê yê rengdêr jî zîvalzîvalî ye, loma diviya bi hev ve bûya. Hevoka din jî “…. ku beşek ji wan/me li xwe warqile” ye. Tiştê jê bê behskirin lêker “warqilîn”ê ye. Di devokên kurmancî de varyantên wê yên wekî “varqilîn, vearqilîn û verqilîn” jî hene, lê ji ber ku di kurmancî de pêşgir /-wer/ e, divê ku awayê wê yê ji bo rastnivîsînê “werqilîn” be.
Mînaka dawî ji hevpeyvîna Engîn Olmez e ku sernavê wê ev e: “Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’ek me hebe.” Lê ez dixwazim berî dayîna hevoka wergirtî, li ser sernavê hevpeyvînê jî nêrîna xwe derpêş bikim. Li gorî rêzikên rêzimana kurmancî, bi fikira eger ev wiha be dê xweştir li kurmancî were: “Fahriye Adsay: Xeyala min a pêşî ew e ku ‘em’eke/a me hebe.” Ji bo raveka nediyar/nebinavkirî ya yekhejmar, hewce ye “-eke/ yan jî /-eka/ bûya. Hevoka din a ku bûye mijara vê nivîsarê jî ev a hanê ye: “Ev bixwe wê gavek pir mezin be ber bi xeyalên mezintir.” Carek awayê “bixwe” kêşedar e, ji ber ku ew ne lêkera “xwarin”ê ye û raweya fermanî ya “xwarin”ê jî“bixwe” ye, lê ew (bi xwe) cînavk e û loma jî nabe bi hev ve be. Ji xeynî vê yekê, bi ya min eger ev hevok ji aliyê gramer û îmlayê ve wiha bê sererastkirin dê hîn çêtir be: “Ev bi xwe ber bi xeyalên mezintir ve wê gavekî pir mezin be.”
Li ser awayê nivîsîn û bikaranîna nimûneyan hez dikim vê jî diyar bikim ku gelo ev rewşa hanê ji redaktor û edîtoran an jî ji nivîskaran diqewime, ez pê nizanim. Tiştên wisan tên serê min bi xwe jî, loma ez bi hendaze tev digerim û nivîskarên nivîsaran heta berpirsên ji nivîsaran jî jê bêrî dikim.
Ji van cure nivîsaran tenê mebesta min balkêşana ser xalên rastnivîsîn û rêzimanê ye. Ji bo bikaranîna zimanekî rast û pêkhatina zimanê nivîskî yê standard ez bi xwe giringî bi nirxandin û lêhûrbûnên wiha didim. Ez xwe jî dikim navê ku ji ber perwerdeya bi zimanê serdest em ji aliyê zimanê xwe ve derbexwarî ne. Loma bi saya hişyarî û têfikirînan dibe ku em bi kil û kêmasiyên xwe yên zimanî jî bihisin. Careke din diyar bikim, mebesta min ne tehlkirina kesan an jî şikandina hewesa nivîsîna bi kurdî ye. Hewce dike ku em gişt bi hişyarî tev bigerin û di vî warî de hay ji xwe hebin.
|
Dengbêjî: Çavkaniyeke ziman û dîroka me ya devkî
|
https://botantimes.com/dengbeji-cavkaniyeke-ziman-u-diroka-me-ya-devki/
|
Dengbêjî: Çavkaniyeke ziman û dîroka me ya devkî
Dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî ji bo wan belgeyên hêja yên ji destê ewilî ne ku ew bi çavên kurdan hatine resimandin, teswîrkirin û qeydkirin.
Dengbêjî û muzîka dengbêjiyê, rengekî xweser ê muzîka kurdî ye ku gelek kesên li ser kurdan xebitîne bal kêşane ser vê taybetmendiya dengbêjan û vî cureyê muzîkê. Muzîkologan bi xwe jî li ser vê yekê lêkolîn kirine û heta dengbêjî û muzîka wan bûne mijara tezên zanistî jî. Lê bi ya min ev hîn qîm nakin û divê ku danasîneke baş a dengbêjî û muzîka wan bê kirin û bi dinyayê bên nasandin.
Teknîka bikaranîna deng a dengbêjan, bikaranîna dengê serî û diyaframê, awayê wan ê strînê, xulxulandina qirikê, taybetiya xencereya wan, xurtiya bêhn û henaseyê, birina dest a ber guhan, tewkirina wan a wexta ji bendekê derbasî bendekî din dibin, awayê perwerdeya wan, têkiliya di navbera hosta û şagirdan de, çawaniya vê muzîkê, rîtm û meqam, di gotinên kilamên dengbêjiyê de nebûna kîteyan lê hebûna beşavendê ango qafiyeyê, awayên beşavendê, wesfê wêjeya gotinên kilaman û gelek tiştên din, her yek ji wan bi tena serê xwe mijarên cuda ne ku divê xebatên zanistî yên hîn berfirehtir û bi hûrgilî di van war û biwaran de ji aliyê pisporên van qadan ve bên kirin.
Ji ber ku dengbêjî û kilamên dîwankî, bi gotina din kilamên dengbêjiyê, ne warê min e ez wan li derveyî mijara xwe ya eslî dihêlim. Tenê hez dikim balê bikêşim ser du aliyên din ên dengbêjiyê. Ziman û dîroka devkî ya di kilaman de. Ez bi xwe giringiyê bi van her du aliyan jî didim ku hewce ye li derveyî xebat, lêkolîn û analîzan ew neyên hiştin.
Min bi xwe îsal li zêdetirî 1400 kilamên dengbêjan guhdarî kir û deşîfrasyona wan kilaman kontrol kir. Ev dengbêjên min li wan guhdar kir jî, ji Reso, Şakiro, Huseyno, Kawis Axa, Teyîbo, Zahiro bigire heta bi M. Salihê Beynatî, M. Salihê Qubînî, Reşoyê Macir, Sidîqê Bozo, Rifatê Darî, ji Miradê Kinê heta bi Huseynê Omerî, Xidirê Omerî, Fadilê Kufregî, Şukriyê Fafî, Şukrî Îzolî, Elî Tîco, Huseynê Farî, Faris Bavê Firas û gelek kesên din bûn. Helbet min ji bo karê xwe jî nêçîra xwe ji van kilaman kir û hin peyv ji wan hildan ku ez bi wateyên wan nizanim û min di ferhengekê de jî ew peyda nekirin. Niha ew di arşîva min a peyvan de ne û eger firsenda min çêbe ez dê piştre lêgerîn û lêkolînên xwe li ser wan bikim.
Îcar ez bêm ser çarçoveya nivîsara xwe ya bingehîn û bi kurtasî balê bikêşim ser naverok û zimanê kilamên damezireweya dengbêjiyê. Pêşî ez dê ji zimên dest pê bikim. Gelek kesan ji me bihîstiye ku di civaka me de ji dengbêjan re şair jî tê gotin. Sedem jî, ji ber wan gotinên wan ên edebî ne. Ew bi nişmîtî û nazikiya helbestkarekî gotinên xwe yên kilaman dihonin û li hev tînin, rewşa heyî yan jî ya qewimî bi şêweyeke wêjeyî dişayesînin û şêwazeke taybet bi xwe bi kar tînin. Loma kilamên wan jî beşek ji wêjeya me ya gêlêrî tên hesibandin. Tevî ku gelek tebîrên wan ên klîşe hene jî, lê belê ev yek tiştekê ji wan zêde kêm nake.
Temayên kilamên wan, eger bi awayekî giştî bê gotin jî evîn, siruşt, şer û pevçûn, serhildan û berxwedana gelê kurd e. Bi kurtî, hemû tiştên ku di civaka me de rûdane, mijara kilamên wan in. Ji bo zimanê me jî çavkanî ne, hem jî çavkaniyeke pêbawer û ewledar. Gelek peyv, biwêj, gotinên pêşiyan û gotinên qalibî di kilamên wan de hene ku hin jê jî tenê di kilaman de mane. Wekî van çend mînakan: rima newzerî, zêrê findiqî, çençîrk, aqlebaz, kevirê kergebînê, qirika xelawî û qurmilîn. Mixabin îroj roj em di zimanê devkî de rastî wan nayên. Bi qeydkirina van kilaman, ji zimanê me re korpuseke zimanî çêdibe û bi vê yekê re jî ew dibin mijara lêkolînên cur bi cur.
Ji hêla din ve, eger mirov bixwaze sosyolojiya civaka xwe binase, jê fehm bike, dab û nerît, rabûn û rûniştin, têkiliyên civakî, têkiliyên dînî, têkiliya di navbera jin û mêran de, zewac û dawet, zewaca bêdil, evîn, evîna qedexe, egîdî û mêrxasî, têkiliya kurdan û nijadên din, bîr û bawerî, cîhanbîniya civakê, her wiha şer û pevçûn, şerê xwebixwetiyê, serhildan û berxwedan, têkoşîna li dijî biyaniyan û heta bi term, têgih û peyvên ku tên bikaranîn, hemû ji bo ronîbûna raboriya me giring in. Raboriya me bi awayekî di nav van kilaman de heye. Bi analîz û hûrbûna li ser wan jî em dişên roniyekê li paşxaneya xwe bigirin û xwe baştir nas bikin.
Mijara din jî dîroka me ye. Nemaze dîroka me ya sedsala borî ya berxwedan û serhildanan bi awayekî devkî di kilamên dengbêjan de heye û dîroknasên me yên ku li ser dîroka devkî dixebitin, ev kilam jî ji bo wan belgeyên hêja yên ji destê ewilî ne ku ew bi çavên kurdan hatine resimandin, teswîrkirin û qeydkirin. Çawan ku tê gotin her stranek an jî kilamek çîrokeke xwe heye, çîroka van kilaman jî heye û li benda lêkoleran e ku ji wan sûd bê wergirtin.
Dengbêjî û kilamên dengbêjan hem ji aliyê muzîkolojiyê ve hem jî ji hêla sosyolojîk, antropolojîk û dîrokî ve hêja ne ku xebat li ser wan bên kirin û bi rêbazên zanistî û helwesteke zanyarane nêzikahî di wan bê dayîn. Ji lew re bi lêhûrbûn û analîzên cidî mirov dikare raboriya civaka xwe bi van cure xebatan jî ronîtir bike. Ji ber ku ev kilam bi her awayî, çi erenî çi neyênî, wêneyên civaka me ne û dengbêjên me wekî dîroknivîsan yanî weqanivîsan ew bi dengên xwe kêşane û qeyd kirine. Loma ez kilaman tenê wek beş û parçeyekî muzîkê nabînim, ew belgeyên dîroka me ya devkî û çavkaniyek ji jêderk û kanên me yên zimanî ne jî.
|
Zimanê me çiyê me ye?
|
https://botantimes.com/zimane-me-ciye-me-ye/
|
Zimanê me çiyê me ye?
Aya têkoşîneke girseyî û berxwedaneke qewî ya li dijî asîmîlasyonê heye? Gelo em dikarin behs ji hebûna tevgereke hişmendiya zimanî bikin ku tesîr li piraniya kurdan bike, statuya zimanî ji xwe re bike yek ji armancên sereke ya doza kurdî û qadan bihejîne?
Çend roj berê Serokkomar Recep Tayyip Erdogan ji bo Kongreya Yekîtiya Demokratên Navneteweyî vîdeo mesajek şandibû û tê de digot “Vê tu car ji bîr mekin; çeka me ya herî mezin a li dijî asîmîlasyonê ew e ku em zimanê wan ê dayikê, çanda wan û nirxên şaristaniyê hînî zarokên xwe bikin ku ew temînata me ya dahatûyê ne.” Erdogan çend sal berê jî li Kolna Almanyayê, di axiftineke xwe de bal kişandibû ser meseleya asîmîlasyonê û gotibû “Asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye.” Van gotinên hanê kir ku ez rêzika Ehmedê Xanî ya di helbesta wî ya bi navê “Zahidê Xulwetnişîn” de, ya bi awayê “Vî zemanî her kesek mîmarê dîwarê xwe ye” dibihure, careke din bi bîr bînim.
Xanî ev rêzik herî kêm 300 sal berê gotiye, diviya qet nebûya di dewrên modern de wek guharek di guhê me de bûya. Lê ka li ku?! Em hîn jî bi piranî li ser wî guhê berê radizên. Em hîn jî bawer nakin bê “ji pêxemberan bi vir de her kes daweya nefsa canê xwe dike.” Ew nirxên em bi wan dibin em, gava li ber çavên me tên tunekirin hewce ye em wan neavêjin pişt guhên xwe yan jî divê em xwe li nedîtina wan hewl û kirinan daneynin. Lê divê em hişk bi wan bigirin; ji ber ku ew ên me li ser lingan dihêlin ew bi xwe ne.
Li dinyaya îroj dewlet li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî tev digerin û bi awayekî pragmatîst hereket dikin. Ev ji bo wan siyaseteke rewa û ew çend jî ji bo wan îcabê siyaseteke reel e. Qanûnên navdewletî hene, peyman û lihevkirinên wan ên bi hev re hene. Li gorî van ew heq di xwe de dibînin da tiştan ji hev bixwazin, lê wan mafên ji xwe re heq dibînin, ji bindestan re heq nabînin. Loma ew tiştê li me hatiye heramkirin û qedexekirin, wan li xwe helal û rewa kiriye. Ji ber ku dizanin bê ziman çi ye, bi kêrî çi tê û xwedî çi hêzê ye, loma wisan bi zanebûn tev digerin. Li nav sînorên desthilata xwe ziman qedexe dikin, polîtîkayên asîmîlasyonê disepînin, bi behaneya unîterî, yekîtiya neteweyî ya tekparêz, li dijî mafê zimanî, ku ew mafekî herî rewa yê mirovî, çandî û demokratîk e radibin, lê bêyî şerm bikin û paxav bi tiştekî bikin, li derveyî serweriya xwe jî, ji bo welatiyên xwe yê ji nijada xwe îcar vî mafî ji serwerên welatên din dixwazin. Ev ji bo wan wek nakokiyekê bixuye jî, lê ne nakokî ye. Ji lew re tiştê ji xwe re mîna şîrê dayikê helal dibînin, ji yên ne ji xwe re wê wisan nabînin. Jimebûn û nejimebûn, karekterekî wan ê neteweperweriya wan e.
Îcar du îfadeyên ramana neteweperweriya klasîk hene: Neteweperweriya polîtîk û ya etnîk. Neteweperweriya polîtîk bi berfirehbûna sînorên dewletê çêbûye. Gelên cuda ha dîtine wa ye ew di nav sînorên wê dewletê de ne ku ew dixwaze pêvajoya damezirîna neteweya xwe pêk bîne. Herçî neteweya etnîk e, ew jî ziman û çanda xwe li gelên din disepîne, ziman û çanda wan, bi kurtasî nasnameya wan qedexe dike û feraseta xwe ya tekparêziyê li ser wan ferz dike. Te divê ramana neteweya polîtîk be te divê ya neteweya etnîk be, armanca wan a sereke ew e ku bi îdeolojiya neteweyî homojeniya dewletê û ahengiya neteweyê biafirînin. Palpişta esas a her du ferasetan bêguman ziman e. Zimanê dayikê çawan rukn û hîmê bingehîn ê nasnameyê ye, di heman demê de bingeha çandê ye jî.
Dewleta Tirkiyeyê, ku wê xwe bi awayekî netewe-dewlet dîzayn kiriye, bi etnîsîteya tirk û zimanê tirkî, yên din wekî tune hesibandiye, pê nemaye serî li asîmîlasyonê jî daye û bi awayekî sîstematîk û biisrar vê hîn jî didomîne.
A ji ber vê fehm û ferasetê, li derve jî siyaseta xwe ya ji bo nijad û etniya xwe dewam dike, ji bo mafên wan ên zimanî û çandî bide wan deng li birêveber û karbidestên wan dewletan dike û hem balê dikişîne ser giringiya zimanî û siyaseta asîmîlasyonê hem jî behsa wê yekê dike ku asîmîlasyon sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ev gotin bi rastî jî gotineke rast e. Lê tiştê mirov ji bo xwe dixwaze divê ji bo yên din jî wek heqekî meşrû bibîne. Xala giring ev helwesta hanê ye ku divê mirov baş tê bifikire.
Rast e, di dema pêvajoya aştiyê û ya têketina nav yekîtiya Ewrûpayê de, ji neçarî û bêyî dilê xwe di çarçoveya “qanûnên ahengiyê” de dewleta tirk hin qanûnên xwe guhartin û li prensîpên Yekîtiya Ewrûpayê guncandin. Eger em bi gotina hin siyasetnasan bibêjin, tenê wan siyaseta asîmîlasyonê hinekî sist kir, lê hîç tê nebihurîn û dev jê bernedan.
Heta vir me derzî di helwesta wan re kir, niha em şûjinê di xwe re bikin, bi gotineke din me diduyên wan got îcara em yeka xwe jî bibêjin. Me dît û em dibînin bê ziman ji bo xelkê çi ye. Bera îcar zimanê me çiyê me ye? Em bi bersivên “zimanê me hebûna me ye”, “zimanê me rûmeta me ye”, “zimanê me xwebûna me ye” û hwd. dizanin. Ji bo netewe û dewletên serwer, pir aşkera ye bê ziman çawan hêmaneke damezirîner e, pêkhênerê yekîtiyê ye, çeka herî xurt û sereke ya nasnameyê ye, loma wisan li ser vê yekê jidil û rijd in. Gelo kurd jî wisan in? Em hin sazî û kesatiyan bidin aliyekî, axlebî dam û dezgehên kurdan bi qasî serdest û desthilatdaran xemxwerên vê yekê ne? Aya têkoşîneke girseyî û berxwedaneke qewî ya li dijî asîmîlasyonê heye? Gelo em dikarin behs ji hebûna tevgereke hişmendiya zimanî bikin ku tesîr li piraniya kurdan bike, statuya zimanî ji xwe re bike yek ji armancên sereke ya doza kurdî û qadan bihejîne? Em dirêj nekin, eger mirov ji hindikî fehm neke, ji piranî qet fehm nake. Derd pir e, heta mû bi zimanê me ve bê jî divê em bibêjin û durûtiya serweran bidin rûyê wan ku çawan heqê mirovan hem dixwin hem kitim dikin.
Dem û dewra sloganan çûye, kirinek hêjayî hezar gotinî ye. Her gotina bê gotin hewce ye cidiyeta wê jî bê nîşandan û siyaseta zimanî jî divê bibe siyaseteke sazûmanî. Ew gotin û siyaset jî bibe ya gel. Gel lê bibe xwedî û gel pêwîst e bi girseyî bibe daxwazyarê van daxwazan. Divê ev kar li ser milên çend saziyan û kesatiyan nemîne. Mesele mezin û meseleyeke gel e, loma jî divê gel bi tevahî mil bide ber vî barî û wê bigihîjîne armancê. Ziman navê hebûnê ye, pêkhênerê nasnameyê ye. Nasname jî kurd û ziman jî kurdî ye.
|
Sînorên me yên zimanî bila ne devoka me lê kurmanciya nivîskî be
|
https://botantimes.com/sinoren-me-yen-zimani-bila-ne-devoka-me-le-kurmanciya-niviski-be/
|
Sînorên me yên zimanî bila ne devoka me lê kurmanciya nivîskî be
Sînorê mirov ê zimanî divê ne devoka me lê zimanê me yê standard be. Ev standardî jî bi xebatên li ser zimên, bi peyitandina rêzikên wê yên rêzimanî û rêsayên rastnivîsînê çêdibe. Her wiha heta hemû gencîneya zimên neyê tomarkirin û peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, hemû qalibên gotinkî û wateyên wan jî neyên tesbîtkirin, ew zimanê standard û yê nivîskî dê tam pêk neyê. Loma divê haya me hemû bikarhênerên zimên ji vê rewşê hebe û devoka xwe hewce ye di ser devokên din re negire. Ji lew re tu devok bi tena serê xwe zimanekî nanimîne, ango nikare wî zimanî temsîl bike.
Ji ber hemû ziman xwedî devok in loma ji du aliyê zimên tê behskirin; wekî zimanê devkî û yê nivîskî. Em gişt jî pêşî di nav zimanê xwe yê devkî de tên dinyayê û bêyî haya me ji tiştekî hebe, em serê pêşî wî zimanî ji dê û bavê xwe, ji malbata xwe û ji derdora xwe ya nêzîk werdigirin. Paşê gava mirov fehmberî xwe dibe, eger şaşiyên mirov ên zimanî hebin, bi midaxeleyên kesên li derdorê hingê mirov zimanê xwe sererast dike. Îcar eger bi wî zimanî perwerde hebe, li dibistanê bi dersa li ser wî zimanî, hînî zimanê xwe yê standard dibe û hînbûna zimanê nivîskî û standard jî, hînbûneke berdewam e.
Ew zimanê standard û yê nivîskî bi xwe jî bi awayekî îradî piştre dest lê hatiye gerandin ku ew li gorî rêsayên wî ango qaydeyên wî yên tesbîtkirî hatiye edilandin û jê re rêziman û rastnivîsîn hatine amadekirin. Ew her du êdî rênîşanderên peyivîn, nivîsîn û bikaranîna wî zimanî ne.
Lê em ji van yekan mehrûm û bêpar bûn. Ne me bi vî zimanî xwend, ne em çûn dibistanê ne jî kesek li dora me hebû da em jê zimanê xwe yê nivîskî bihewisin û ne jî haya me ji paşxaneya zimanê me yê nivîskî hebû; çi ew paşxaneya bi herfên erebî çi jî ya bi tîpên latînî û bi herfên din. Loma kurmanciya devoka me, ji bo me kurmanciya herî rast bû û jixwe zêde haya me ji devokên din jî nebû. Ji me tirê hemû kurmanc mîna hev diaxivin, bilêvkirin û mehneya hemû bêje û biwêjan û her tiştên aîdî gencîneya zimên jî wekî hev bi kar tînin. Em di nav devoka xwe de dijiyan û hin cudahiyên biçûk ên devokî jî carinan dibûn sedema tinazkirina me ya bi hev û din.
Ez bi xwe di dema xwendekariya xwe ya zanîngehê de tam bi mijara cudahiyên devokên kurmancî hisiyam. Jixwe min tewanga nêrîtiyê û mijara ergatîfiyê hîç nedizanî. Di devoka me de ji bilî çend peyvan ne tewanga nêrîtiyê heye ne jî ergatîfî. Heta wê demê, hin nivîsên bi kurdî yên min ew xwendibûn jî, ji ber hinek ji wan ne li gorî qaydeyên devoka min bûn, bi min şaş dihatin. Lê kengê gramera kurmancî ket destê min û di hin kovar û weşanan de ez rastî nivîsarên li ser zimanê kurdî, nemaze yên kurmancî hatim, ez li devoka xwe, cudahiyên wê û rastiya zaravayê kurmancî werqilîm. Min dît û bawerî pê anî ku her tiştê devoka min ne li gorî rêsayên rêziman û rastnivîsînê ne.
Paşê em ji sînorê kurmancî jî agahdar bûn û me pejirand ku kurmancî ji devoka me tenê pêk nayê. Elbet piştî tecrube û xebata salan ev raman bi me re çêbû. Mesela di sala 1992’yan de gava min li rojnameya Welatê dest bi karê rojnamegeriyê, bi taybetî karê redaksiyonê kir, hem bergeha min a kurmancî fireh bû hem jî gencîneya min a peyvan zêde û zengîntir bû. Bi berfirehtirbûna sînorê min ê zanîna bi kurmancî, ez ji nav qalib û tixûbê devoka xwe derdiketim, her wisan ji teesûba devokparêziya xwe jî dûr diketim. Wek nimûne, gava min li destpêkê karê sererastkirina nivîsaran dikir, min ew maf di xwe de didît da ez peyvên nivîskaran jî biguhêrim. Mesela qet ji bîra min naçe, di nivîsarekê de cara ewilî ez rastî lêkera “werandin/werihandin”ê bûbûm ku ji min re qet ne nas bû û min gote xwe nivîskêr ew şaş bi kar aniye, loma min rabû ew kir “weşandin”.
Heta ez hînî prensîbên redaksiyonê bûm, min gelek şaşî jî kirin. Her wisan kengê min karî xwe bigihînim berhemên kurdî, wekî Hawar û Ronahiya Celadet Bedirxan, nemaze gotarên wî yên li ser rêzimanê yên bi navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî” yên di Hawarê de û gramer û weşanên din, êdî rê li ber min zelaltir bû û ez jî bêhtir ji mijarên zimanî serwext bûm.
Sînorê mirov ê zimanî divê ne devoka me lê zimanê me yê standard be. Ev standardî jî bi xebatên li ser zimên, bi peyitandina rêzikên wê yên rêzimanî û rêsayên rastnivîsînê çêdibe. Her wiha heta hemû gencîneya zimên neyê tomarkirin û peyv, biwêj, gotinên pêşiyan, hemû qalibên gotinkî û wateyên wan jî neyên tesbîtkirin, ew zimanê standard û yê nivîskî dê tam pêk neyê. Loma divê haya me hemû bikarhênerên zimên ji vê rewşê hebe û devoka xwe hewce ye di ser devokên din re negire. Ji lew re tu devok bi tena serê xwe zimanekî nanimîne, ango nikare wî zimanî temsîl bike.
Ez li gorî tecrubeya xwe bibêjim, bi taybetî di nav van bîst, sih salên dawî de, di warê pêkanîna zimanekî standard de xebatên hêja û ew çend giring hatin kirin û hîn jî tên kirin. Bi saya van zimanê standard bergeh li xwe fireh dike û bi pêş dikeve. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo zimanekî xwedî rewşeke qedexekirî û dezavantaj, ev ne tiştekî biçûk e. Tevî hemû hewlên astengkirinê, zimanek ne tenê li ber xwe dide, geşe bi xwe dide, xwe ji kil û kêmasiyan xwe pak dike, hewcehiyên xwe dabîn dike û serî bilind dike.
Em bikarhênerên zimanê xwe, ku ew ji bo me navê hebûna me ye, bi ya min pêwîst dike ji her aliyê zimanê xwe haydar bin û hewl bidin xwe da xwe fêrî zimanê xwe yê standard bikin. Bergehê li xwe teng nekin, berevajî berfireh bikin û rîayet li rêzikên xwe yên zimanî bikin. Dîsan dubare bibêjim, devokparêzî li ber pêkhatina zimanê nivîskî astengan çêdike.
Sûdwergirtina ji tecrubeyan, meşa me ya di vê rêyê de hêsan û bar jî sivik dike. Tevgerîna bi vê ferasetê jî dike ku em zûtir bigihîjin armancê û mirad bi serkeftina xwe bikin.
|
Dermanê sarêjkirina zimanê derbexwarî: Zargotin
|
https://botantimes.com/dermane-sarejkirina-zimane-derbexwari-zargotin/
|
Dermanê sarêjkirina zimanê derbexwarî: Zargotin
Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar pê sarêj bikin. Bi xêra xwendina çîrok û çîrvanokan, mesel û xeberoşkan, destan, qewlêrk û mamikan, berhemên li ser biwêj û gotinên pêşiyan û guhdarîkirina li stranbêj û dengbêjên me yên berê rêyeke çareseriyê ya ji bo filitîna me ya ji vê rewşê heye.
Rê û dirbên vegêranê yên xweserî her zimanî hene û her zimanek xwedî mentiq û felsefeyekê ye. Qalib, biwêj û gotinên pêşiyan ên her zimanî û awayê şixulîna zimên a taybet bi wî zimanî hene. Ferd jî gava tên dinyayê di nav wî zimanî de radibin û mezin dibin. Van taybetmendiyên zimanî ji dê û bavê xwe, ji derdor û jîngeha xwe, bi kurtasî ji civaka xwe werdigirin.
Lê eger mirov ne bi zimanê xwe, bi yê serdestan perwerde bibe, xwendina xwe ya her pileyî pê bibe serî, bikeve bin hîkarî û kartêkirina wî zimanî gelo ziyan nagihîje zimanê mirov ê dayikê? Ew zimanê pêşî yê ku dinyaya me, fehm û feraseta me pê şêwiyaya, bi saya wî cîhanbîniya me kemiliye û me hem xwe hem jî derveyî xwe pê nas kiriye derbe naxe? Pirsa din jî ew e ku ew kes an bi temamî di nav zimanê xwe de bipêşketina xwe ya zimanî nebiriye serî yan jî qet bi zimanê xwe nizane lê dixwaze ku li xwe vegere û zimanê xwe hîn bibe û bikare bi zimanê xwe bifikire, divê serî li çi berheman bide? Mebesta min ne materyalên hînkirina zimanî ye. Xweazadkirina ji tesîra neyînî ya zimanê serdest e, ji wî zimanê perwerdeyê ye ku ji zimanê xwe bêhtir duçarî wî zimanî bûye û termînolojiya zanistên ji hev cuda bi wî zimanî hewisiye.
Helbet mirov dikare ji bo wan kesan gelek berhemên edebî û yên din jî salox bide da ku ew xwe bi wan bigihînin, bi saya wan zimanê xwe bi pêş bixin, kapasîteya xwe ya bikaranîna zimên û hêza xwe ya xeyalan pê xurt bikin, sînorên fikirîna bi zimanê xwe berfireh bikin û qet nebe tesîra neyînî ya zimanê perwerdeyê yê serdest kêmtir bikin.
Pirs pir ji min hatiye kirin ku ez çi berheman an jî nivîskaran li wan pêşniyaz bikim. Ji bo destpêkê min tim xwastiye berê wan bidim zargotina kurdî. Ez ji xwe behs bikim. Min zanebûn salên dûr û dirêj berhemên bi zimanê tirkî nexwendin. Mexseda min ji vê yekê ew bû ku ji aliyê zimên ve ez li xwe vegerim, bikarim di nav zimanê xwe de bihizirim loma min bi taybetî giranî da ser xwendina berhemên folklorîk da ku ez li xwe, li binyada xwe vegerim. Divê hîç ji bîra me neçe ku kesên xwenda, ewên bi zimanê serdest perwerde bûne, hema bibêje em gişt derbexwarî ne. Ziyaneke kambax gihîştiye mentiqa me ya zimanê kurdî. Zimanê me birîndar e, tehdelêbûyî ye. Heta hin kes me bi rewşa me nehisînin, balê nekêşin ser vê rewşa me ya ku zimanê me di nav lepên me de dike qareqar û em bêyî hemdê xwe kirasekî ne kurdî lê dikin, em jê agahdar nabin. Em lê hay nabin ku çendî hevokên me li gorî rêzikên rêzimana me bin jî, lê ruh ne bi kurdî ye. Em bûne wekî kesên tehmandî, dara patromekirî ku ji rastiya xwe ya zimanî, ji hestên xwe yên zimanî dûr ketine.
Felata ji vê mimkin e. Ew jî vegera li binyada xwe ye. Ew binyada sereke jî bi ya min zargotina me ye. Xweavêtina ber bextê dapîr û bapîran, pîrik û kalikên me ye. Ew bermayiyên ji wan e. Rizgariya ji vê birîndariyê, ji vê şikesteka hanê, edebiyata me ya gelêrî ye. Eger em hawara xwe bigihînê dê derdê me pê derman bibe. Em ê hişê xwe yê birîndar pê sarêj bikin. Bi xêra xwendina çîrok û çîrvanokan, mesel û xeberoşkan, destan, qewlêrk û mamikan, berhemên li ser biwêj û gotinên pêşiyan û guhdarîkirina li stranbêj û dengbêjên me yên berê rêyeke çareseriyê ya ji bo filitîna me ya ji vê rewşê heye.
Ev berhemên wêjeya devkî ji aliyê bikaranîna zimanekî rast û dirust, ji bo me hemûyan kan û çavkaniyên bêhempa ne. Ew ji mêjiyê pêşiyên me nizilîne, bi saya fikirîna di nav zimanê kurdî bi xwe de hatine afirandin. Loma ji hêla qalib, rêyên vegotinê, biwêj û gotinên pêşiyan ve malên me yên xwemalî ne. Qet nebe mirov bi dilekî rehet dişê bibêje ku ew ji kaniya zimanê kurdî ne. Ziman ji vî aliyî ve tam otantîk nemabe jî, ji gelek berhemên me yên nûjen zeximtir in.
Piştî zargotinê, bi ya min mirov îcar dikare berê wan kesan bide ser berhemên wêjeyî yên pêewle û pêbawer. Çawan axaftin dike ku ziman li me vebe, xwendina berheman, sûdwergirtina ji wan jî geşe bi zimanê mirov dide, gencîneya mirov a peyvan zengîn dike û dibe sedema çêbûna fikirîna bi zimanê xwe.
Li ser vê dabaşê wek gotina dawî, zargotin jixwe ji bo me hîm û bingeh e ku divê em xwe li serê ava bikin, hunerên xwe yên gotinkî pê bikemilînin û tekûz bikin, bi ya min çareyeke herî baş û rêbaza herî xurt a rizgarbûna ji vê derbexwarina zimanî û xwerehetkirina ji vê birîndariyê ye. Çi cara dikevim tengasiyeke eleqedarî zimên, ez xwe teslîmî wê dikim.
|
Ez û medyaya civakî
|
https://botantimes.com/ez-u-medyaya-civaki/
|
Ez û medyaya civakî
Di serî de bibêjim ku mebesta min a ji vê nivîsê, ne nirxandina medyaya civakî ye. Jixwe pisporên vê qadê kar û lêkolînên xwe dikin û ramanên xwe diyar dikin. Bi tenê vê bibêjim, bi ya min a giring û diyarker, niyeta bikaranîna vê qadê ye. Çawan îlac ku îlac e mirov ji bo pakbûna ji nexweşînê bi kar tîne, di gel aliyên wê yên erênî tesîra wê ya rexkî jî heye, medyaya civakî jî tiştekî wisan e. Bikêrbûn an jî bikêrnebûna wê, eleqedarî armanca mirov bi xwe ye.
Îcar ez bêm ser xwe û mijarê. Min bi salan di ber xwe da ku ez xwe ji vê mecrayê bi dûr bidim. Ji sedemên min yek jê jî ew bû ku ez wexta xwe di vê platformê de zêha nekim û giraniya xwe bidim ser kar, xebat û lêkolînên xwe. Ji lew re min didît ku kesên di vê qadê de xwedî hesab bûn û wan ev qad bi kar dianî, carinan pir tengezar û bêzar dibûn. Hêrs dibûn, nizanim digotin wî çi gotiye, yê din çi bersiv dayê û şirove li aliyekî, îcar behsa heqaret û lînçkirinê jî dikirin.
Tevî vê yekê, ji ferdên malbatê bigire heta hevalên li derdora min, ji min dipirsîn bê çima ez jî ji xwe re di medyaya civakî de hesaban venakim û ji bo xebat û warê xwe, jê sûd wernagirim. Dê bê bîra hin kesan ku demekê, gava înternetê berbelav dibû û furyaya bikaranîna odeyên sihbetê û chatê zêde dibû, ez bi xwe jî ketim ber wî bayî. Vê pir wext ji me dixwar, ji ber bersiva pirsan û tiştên din, ez ji karê xwe yê eslî dimam. Loma min nedixwast ev yek careke din bê serê min.
Te dît dibêjin “mirov ji çi bireve ew di mirov digere.” Ê min jî wisan bû ku min hew karî jê birevim û li dawiyê tê geriyam. Lê ev ji ber pêwîstiyê bû. Min li îlona 2022’yan di vê qadê de ji xwe re hesab vekirin. Yanî, ji ber daxwaza ji min a beşdariya li jûrên sihbetê, ji neçarî min jî gav avêt vê cîhana girîmanekî/ferezî (virtual world/cyber). Tevî ku hinan ji vê yekê re kêfa xwe anî, yên ez hişyar kirim jî ne kêm bûn. A rast serê min seqirî bû û nediêşiya, lê bi vê biryarê min dê benik li serê xwe yê neêşiyayî girê bida. Her çi qas min digot xwe “gur oxir tu nebînî çêtir e” jî, lê em hatin ketin rewşa “tu li mezelan razêyî tu dê xewnan jî bibînî.”
Bi rastî jî bendewariya min a ji medyaya civakî ew e ku ez ji bo warê xwe jê feyde bibînim û pê re jî heta ji min bê bi kêrî kesên eleqedarî warê xwe bêm. Di gel ku çend kesan cihê beredayî di vê qadê belaya xwe di min dan jî, ez ji xeta xwe û ji mebesta xwe naxwazim bi qasî serê derziyê averê bibim. Derdê min, xema min û xemxwariya min a sereke ziman e. Loma qet nakevim nav mijarên siyasî û îdeolojîk.
Heta niha kesên ku di heqê zimên û berginda peyvên kurdî de pirs ji min kirine, min ew bêbersiv nehiştine. Ez dizanim ku ferhengên min li ber destê her kesî nîn in, lê ez jî nikarim bigihîjim her kesî û bi pirsên wan re bigihîjim. Ez roj bîst û çar saet ne li ber kompîterê me û ne jî kesekî erkdarkiriyê vê qada zimên im. Her wiha di vê qadê de mamostatiya kurmancî jî nakim. Derdê min ew e ku ji vê platformê nêçîra gencîneya zimanê xwe bikim, kîsikê xwe tijî bikim, lê bala xwe didimê yê dixesire û kîsîkê wî vala dibe ez im. Ha bêyî ji bîr bikim, ez vê jî bibêjim ku wekî dinyaynedîtiyan ez her peyv an jî biwêja dibînim hişk pê nagirim. Pêbawerî, ewlebarî û nişmîtî ji bo min tiştên diyarker in. Heta ez wan rast nedêrînim ango teyîd nekim, ez wan di ferhengên xwe de bi cih nakim.
Ew fikareyên bi min re çêdibûn, mixabin rast derdikevin. Kesên ku ji te pirsan dikin, an jî şiroveyan li binê parevekirina te dikin tu nas nakî, nizanî ew kî ne, pisporiya wan çi ye, tu bi jî û temenê wan jî nizanî. Tew bi ser de şîretan li te dikin, heta xwe ne qayil dikin. Wekî tu hevalên wan î zarokatiyê bî reftarê di gel te dikin. Berpirsiyeke te heye, ji bo tu bersiveke rast bidî yên ji te pirsa tiştan dikin, gelek dem li te diçe, ji karê xwe dimînî. Bi ser de jî hin jê razî nabin. Ez dizanim ku ne mimkin e mirov bişê dilê her kesî xweş bikî, lê divê qet nebe rêzdarî ji kedê re hebe. Ji ber vê yekê ez gelek caran tenê dibêjim “pêzanîna min” an jî “fikira min ev e” û tiştekî qethî nabêjim.
Bi kin û kurtasî bibêjim ku divê mirov vê platformê, bi hendaze bi kar bîne û ji tehmê dernexe. Her pirsa tê hişê mirov, tew nav jî etîket neke, nepirse, rewşa mirovan jî bide pêş çavên xwe û nebe sedema xwarina wexta wan. Ji lew re carinan ji bo bersiva pirsekê dibe ku bi saetan mirov bikeve dû peydakirina bersiva pirsekê.
Fikare û endîşeyên ku min ji vê platform dikirin, tên serê min. Lê xem nake, bi şertê mirov zorê nede hev û ji tehmê dernexe, bila tesîrên rexkî yên neyînî yên vî warî hebin. Eger feyde ji ziyanê zêdetir be, tehliya wê ji şîraniya wê kêmtir be, kêfa wê ji tehlbûnê pirtir be, xweş e û min bi temamî qebûl e. Lê wekî min di twitterê de jî pareve kiribû, gava miemeleya ferhengê bi min dikin, ez aciz dibim. Ji ber ku ez jî yek ji bikarhênerê ferhengên xwe û ferhengên din im.
|
Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk û siyaset
|
https://botantimes.com/rewsa-kurdi-ya-sosyolenguistik-u-siyaset/
|
Rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk û siyaset
Ziman meseleyeke girseyî ya raserî partiyan e û hewceyî bi stratejiyeke hevpar a zimanî heye. Zimanê me navê hebûna me hemûyan e. Êdî dem ne dema tesbîtan û heta amadekirina plansaziya kiryarê ye jî. Çawan ku gotina pêşiyan jî dibêje; di vî warî de êdî kirinek ji hezar gotinî çêtir e.
Hiş li ser çi be bal jî diçe ser wî tiştî. Rewşa min bi xwe jî ev e. Ziman ji bo min bûye tiştekî wisan ku bêhemdî dêhna min diçe serê. Ji bilî berhemên nivîskî yên kurdî ku ez dixwînim, di her civat û caxiyê de jî guhên min tim li axêveran, li sihbet û xeberdanan bel û mûç in. Wergirên min tim vekirî ne. Çi peyv û gotinên qalibî yên ku min ew nebihîstine hene tavilê dikevin tora min a zimanî û bi vî awayî ez nêçîrvaniya xwe ya peyvan jî didomînim.
Helbet ez tenê ne li dû peyv û meyvan im. Rewşa zimên a civakî jî bala min pir dikişîne. Ez meraq dikim bê ka hemû ferdên civaka me ji bo zimanê xwe xwedî çi helwestê ne, di nav civakê de rewşa axaftina bi kurdî di çi astê de ye û hwd. Eger ez bi kurtî bibêjim, rewşa kurdî ya sosyolenguîstîk jî min bi xwe dibilîne û mijûl dike. Bêyî ez kesan bi xwe bihisînim, ji vî aliyî ve ez çavdêriya vê yekê jî dikim.
Çendek berê ji bo hawariyê (ku li ba me ji bo behî û taziyeyê “hewarî” tê gotin) ez çûm Farqînê. Çend rojan ez li hawariyê bûm, lê hiş û bala min li ser zimên bû jî. Di hawariyê de ziman hema bibêje tev bi kurdî bû. Wezên dînî jî wisan, lê tesîra tirkî ya li ser kurdî xwe bi awayekî aşkera dida xuyakirin. Hin meleyan berî xwendina fatiheyê her tiştên xwe bi kurdî lê hinan jê jî bi erebî digotin. Meleyên ku li medreseyên kurdî xwendibûn, di kurmanciya xwe de serbest bûn, lê belê yên ku li Îmam Xetîban xwendibûn, kurmanciya wan pir di bin hîkariya zimanê tirkî de bû. Di axaftina wan de gotinên bi tirkî, ne yek ne jî didu bûn…
Min bi zanebûn xwast ku ez maça Amedspor û Îsparta 32 Sporê li qehweyê temaşe bikim, da ku rewşa zimên a di nav temaşekaran de, bertekên wan û ka bi kîjan zimanî xwe ne qayîl dikin raçav bikim. Ciwanan bi piranî bi tirkî bi hev re didan û distendin, yên din çendî zimanê wan bi kurdî bû jî, lê kurdiya wan kurdiyeke şikestî û asîmîlebûyî bû.
Malên ku ez li wan bûm mêvan û çûm serdana wan, min bala xwe didayê bê ka bi giranî zimanê navmalê kîjan e, gelo tirkî ketiye nav malê, ferdên malbatê kîjan zimanî di nav xwe de bi kar tînin, zarok bi kîjan zimanî tên rakirin û mezinkirin, zarok di nav xwe de bi kîjan zimanî dipeyivin, zimanê wan ê leyîstikê kîjan e û wekî din. Mixabin, zimanê zarokan bi giranî bi tirkî bû, kurdiya ciwanan qels û axaftina wan jî zêde bi tirkî bû. Dêûbavan bi zarokên xwe yên biçûk re bi tirkî xeber didan. Dêûbavan di navbera zarokên xwe û dapîr û bapîrên xwe de werger dikirin. Zimanê zarokan bi tirkî, yê dêûbavan bi kurdî û tirkî, lê yê kal û pîran tenê bi kurdî ye. Ev rewş ne tenê li bajar û bajarokan, li deverên gundewar jî wisan e.
Zimanê tirkî ji navendê, ji dibistan û daîreyên dewletê, ji çarşî û bazarê berê xwe daye nav malên me jî û cih ji xwe re çêdike. Eger navmalên me jî ji dest biçe, em êdî nikarin behsa xeter û metirsiyê, ji destçûna zimên jî bikin. Ji lew re hespê zimanê tirkî li meydana zimanê kurdî bi çargavî diçe, radibe pêdarê û dişîre.
Heta niha hin xebatên sosyolenguîstîk li ser kurdî hatine kirin, ew xebat jî bi me didin zanîn ku rewş qet ne ji xêrê re ye. Hewcehiya me bi xebat, lêkolîn û analîzên hîn berfirehtir heye. Ez bi xwe bersiva hin pirsan pir meraq dikim ku ancax mirov dikare wan bi rêya xebatên rapirsiyê yên şirketên lêkolîn û lêgerînê yê raya giştî bi dest bixe. Wekî van pirsên hanê:
Mirov dikare pirsan zêde bike û bi awayekî zanistî wan baş formule bike. Ev hema wisan hatin bîra min û bêyî ez zêde pûte bi rêzbendiya wan bidim min pirsî. Carinan di sihbetan, di panel û çalakiyên cur bi cur de pirsên wiha ji me tên kirin ku me li jorê ji wan behs kir. Ji ber ku daneyên zanistî û yên xebatan zêde li ber destê me nîn in, em jî nikarin pirsan tam bibersivînin.
Heta teşxîseke rast neyê kirin, çare jî zor e. Loma pêşî tesbîta rewşê, paşê destnîşankirina rêyên çareseriyê û di pey re jî ji bo pêkanîna nexşerêyê destpêkirina bi kar û xebatan pêwîst e.
Ez her cara ku diçim welêt, ji aliyê zimên ve tu carî destvala venagerim. Tiştên ji min re biyan in tavilê dikevin ber radara min a ku ji zimên re hesas e û ez îleh peyv meyvan berhev dikim û diavêjim nav tûrikê xwe. Lê rewşa zimên a ne baş min xemgîn dike. Helwesta dêûbavan ku zarokên xwe bi tirkî mezin dikin, veneguhastina zimên a li zarokan, kêmbûna axaftina bi kurdî û windabûna zimanî ya di navbera nifşan de, dezavantaja kurdî, bêqîmetbûna axaftina bi zimanê kurdî û qelsiya xemxweriya zimên her carê ji cara din bêhtir min diêşîne ku ez naxwazim ji bo vê rewşê bibêjim sal bi sal xwezî bi par.
Êdî bes e em gazinan ji siyaseta red û înkarê, ji sepanên polîtîkayên asîmîlasyonîst bikin û hemû sûc bixin stûyê wan. Kêşeya zimên, meseleyeke giran e ku ne bi xebatên takekesî ne jî bi ya çend saziyan çareser dibe. Berî her tiştî ev karê partî û rêxistinan e. Mafê gel jî heye ku gazinan ji partî û rêxistinên xwe bike, rexneyan li wan bigire da ku di vî warî de êdî gavên pratîk biavêjin.
Divê em ji xwe bipirsin bê ka em çi dikin, ji bo berevajîkirina vê siyasetê em xwedî çi siyasetê ne, rêyên tedbîr û çareseriya filitîna ji vê rewşa kambax çi ne. Divê ku em serê xwe zêdetir li ser van yekan biêşînin û dest bi avêtina gavên pratîkî bikin. Ziman meseleyeke girseyî ya raserî partiyan e û hewceyî bi stratejiyeke hevpar a zimanî heye. Zimanê me navê hebûna me hemûyan e. Êdî dem ne dema tesbîtan û heta amadekirina plansaziya kiryarê ye jî. Çawan ku gotina pêşiyan jî dibêje; di vî warî de êdî kirinek ji hezar gotinî çêtir e.
|
Aram Tîgran û Çîroka Strana Tûzik Li Ser Ava ye
|
https://botantimes.com/aram-tigran-u-ciroka-strana-tuzik-li-ser-ava-ye/
|
Aram Tîgran û Çîroka Strana Tûzik Li Ser Ava ye
Aram Tîgran, ne piştî ji nav me bar kir çû zêrîn bû, hîn gava li jiyanê bû jî di dilê gelê kurd de textê xwe danî, di dîroka muzîka kurdî de cihek ji cihên herî xweş ji xwe re çêkir, nav û dengê xwe jî li vê dinyaya gewrik bi serbilindî hişt.
Hin dengbêj û stranbêj hene hem bi dengê xwe hem jî bi stran û kilamên xwe nemir dibin. Tenê ne ev jî, her wiha hîkariyeke mezin jî li guhdar û hezkiriyên xwe dikin û şopeke mayînde li pey xwe dihêlin. Aram Tîgran jî yek ji wan hunermendên navdar e ku bi rastî di muzîka kurdî de xwedî cihekî mistesna ye.
Wek dengbêj kesê ji dema zarokatiyê ve tesîr li min kiriye û ez bûme aşiqê deng û kilamên wî, Mihemed Salihê Beynatî ye. Aram jî di warê muzîka kurdî de bi terzê xwe yê muzîkê û bi stranên xwe li ber dilê min pir şîrîn e. Lê nayê bîra min bê kengê min dest bi guhdarîkirina wî kiriye. Ev hezkirina min ne tenê ji ber dengê wî yê nermik û xweş û taybetmendiya muzîka wî ye. Elbet ji bo her kesî dibe cihê her yek ji stranên wî ji hev cuda bin û yek di ser yekê re be. Herçî ez bi xwe qîmeteke cuda didim stranên wî yên mîna Bilbilo, Lê lê rihê, Tuzîk û Dîlberê. Îcar strana Bilbilo, qet û qet ji bîra min naçe. Ji ber ku serpêhatiya min û vê kilamê heye ku destpêka wê jî wiha ye: Hey lê, lê wayê gidî bilbilo/Wê bayê lê xist hêlîn tev xera kiro/Perîşano, de sêwîyo, mihaciro/Tu bi hesrera hêlîna keviro. Ez bûm şahid bê çawan hin kesên navsere gava wan li vê kilamê guhdarî dikir, digot: “Ew li ser xwe dibêjin ha, tu lê hê jî bi hesreta vir dijî.”
Di Hezîrana sala 2008’an de Aram Tîgran dê beşdarî Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê bibûya. Ez jî wek axêver vexwendiyê vê mîhrîcanê bûm. Hevalên ji kovara W’yê daxwaz ji min kir da ez ji bo kovarê bi hunermendê hêja Aram re hevpeyvînekê bikim. Bêyî dudilî min ev teklîfa wan pejirand, ma jixwe ez li çi digeriyam!
Piştre min xwe ji bo hevpeyvînê amade kir û di serê xwe de jî hin tişt sêwirandin bê ka ez ê çi ji vî hostayê mezin ê efsanewî û kedkarekî muzîka kurdî ya nûjen bipirsim. Der bareyê wî û hunera wî de min bi xwe gelek hevpeyvîn û nivîsar xwendibûn. Erê ew ermenî bû, lê belê li ser esilê wî ka ew ji ku derê ye, di nav xelkê de gelek gotinên hev nedigirtin hebûn. Di nav pirsên min de ev û çîroka hin stranên wî jî hebûn. Mixabin ji bo hevpeyvînê wext li me pir teng bû, ji ber êvarê konsera wî hebû û hewce bû berî konserê rahênên xwe bikira, loma hevpeyvîna me dirêj neajot. Bi kurtasî, qet nebe der heqê koka malbata wî de ez gihîştim miradê xwe û ji çîroka hin stranan jî ez agahdar bûm bê ew çawan hatine bestekirin û xwediyê gotinên wan kî ye.
Piştî hevpeyvînê, ji ber ez ji Farqînê bûm, wî bi xwe hin pirs ji min kirin. Farqînî Aşê Nebo pir baş dizanin, wî bi taybetî ev aş ji min pirsî. Min jî xwe ranegirt û jê pirsî ka çima nemaze behsa vî aşî dike. Çîroka aşî jî ev bû: Dê û bavê Aram li Farqînê, li Aşê Nebo hev dîtibûn û paşê bi hev re zewicîbûn. Bavê wî ji gundê Bemidêya Sasonê û dêya wî jî ji Pasûra Amedê ye. Piştre dê û bavê wî, tevî zarokeke xwe, derbasî Qamişloyê bûne. Bingeha malbata wî li Farqînê hatibû danîn. Jixwe paşê ew çûbû Farqînê û dilê xwe rehet kiribû.
Ev hevpeyvîna kurt a min pê re kiribû, cara pêşî di hejmara 21 (Tîrmeh-Gelawêj) a kovara W’yê ya sala 208’an de hat weşandin, lê di pey re îcar di hejmara wê ya 44’an (Rezber-Kewçêr) a 2012’an de, bi pêşgotina min a li ser çîroka hevpeyvînê, careke din hat weşandin.
Ez pir bûme guwah ango şahid ku ji ber fesîhî û fehmbariya kurmanciya Aram Tîgran gelek kesan gotiye ew bi binyada xwe ji devera wan e. Heta li Farqînê jî digotin ew ji Farqînê ye. Ji ber di stranên wî de (wekî Yar Yara Boşatî, Çil Çilkezî) navê gundên Farqînê yên wekî Boşat, Zinzin û Tewerzê û yên derdorê mîna Hundrofê derbas dibûn ku gotinên wan stranan jî yên bavê wî bûn. Loma min bi zanebûn xwast ji devê wî hîn bibim bê dê û bavê wî bi esilê xwe ji ku derê bûne.
Ez bi vê jî nemam, min jê pirsa strana Tûzik Li Ser Ava ye jî, kir. Gotinên wê yên bavê wî û beste jî ya wî ye. Di hevpeyvîna me de daxuyand gava li Rewanê (Erîwanê), di wexta navberdayîna dawetekê de bavê wî li ber avekê sekiniye û tûzik çiniye, bêhn kiriye û xwariye, paşê jî jê xwastiye ji gotinên wî ra besteyekê li ser tûzikê çêke. Çîroka wê jî ev e.
Tûzik pincareke xweş e û bi xavî tê xwarin. Li ber çeman, li kenarê avan, di nav avê de hêşîn dibe. Tehma wê hinek tûj e. Li Farqînê jî, li Kaniya Navîn û Kaniya Qolekê pir hebû, me diçînî û dixwar. Bi taybetî bi nanê germ ê tenûrê û bi xwê re xwarina wê bi me gelek xweş dihat. Ev tûzik jî li her derê nîn e û pincareke din heye, navê wê bendik e ku ew bejî ye. Ew jî hinekî tûj e, lê hem bejna wê hem jî pelên wê hûrtir in.
Ziman û bikaranîna peyvên nas ên van stranan, zelaliya dengê wî yê fesîh kir ku ez der heqê wan stranan de jê pirsan bikim û esehiya wan hîn bibim. Bi rastî gotinên wan pir bala min dikişand, loma jî min xwe ranegirtibû û jê pirsîbû. Ev meraqa min bû, min nexwast ev meraq bi min re bimîne. Zimanê wî jî, zimanê dê û bavê wî bû. Ji ber wan, wî ew kurmanciya zelal hilanîbû û devok jî devoka silîvî bû.
Guhdar ne neheq bûn, ew mişextiyên wê deverê bûn. Loma ew axîn, ew deng, ew peyv, ew cih û war ji wan re ne xerîb bûn. Ê jixwe stran jî ne tenê muzîk e; ew navê êş, hesret, keser û bêrîkirinê ye. Eger mirov ji cihê xwe bibe, ji neçarî dev ji av û aqara xwe berde jî, wan bi xwe re dibe. Di dil û hişê xwe de digerîne û xwedî dike. Bêrîkirina welêt, wek siya mirov her bi mirov re ye û ji mirov naqete. Îcar mirov bi stranan a di dilê xwe de jî dide der û kesên din bi xwe, bi nava dilê xwe, dihisîne. Bi wan gotinan, bi wan stranan kewgirîna xwe û agirê hesretê hêdî dike, xwe bi wan disebirîne. Aram Tîgran jî bi bestekirina gotinên bavê xwe, bûbû berdevkê tiştên di dilê bavê xwe de.
Aram Tîgran, ne piştî ji nav me bar kir çû zêrîn bû, hîn gava li jiyanê bû jî di dilê gelê kurd de textê xwe danî, di dîroka muzîka kurdî de cihek ji cihên herî xweş ji xwe re çêkir, nav û dengê xwe jî li vê dinyaya gewrik bi serbilindî hişt.
|
Daxwazyarê çareseriya kêşeyan kî be daxwazî jî jê tên kirin
|
https://botantimes.com/daxwazyare-careseriya-keseyan-ki-be-daxwazi-ji-je-ten-kirin/
|
Daxwazyarê çareseriya kêşeyan kî be daxwazî jî jê tên kirin
Hemû hezên hişyar û hişmend ên civakê, divê ne tenê bi tesbîta rewşê qîma xwe bînin û gazinan bikin, hewce ye çareseriyê jî pêşkêş bikin. Nerazîbûna ji rewşê gavavêtineke giring e lê ya giringtir sepanên ji bo berevajîkirina rewşê ye. Hêzên ji bo çareseriya arîşeyan, gelş û gelemşeyan li pêş in, ji civakê re rêberiyê dikin, mixetabên pêşî ew in û ew bi kirinên xwe, bi sepan û pratîka xwe dibin bawerîder. Kî bibe daxwazyarê birêvebirina civakê, kî bibe desthilatê civaka xwe û ji bo çareseriya kêşeyan jê re pêşengî û serkêşiyê bike, daxwaza çareseriya kêşeyan jî jê tê xwastin.
Birîndar bi birîna xwe dizane û her kesek jî ji ber êşa xwe dinale. Îcar kesê ji bo êşa xwe li çareyan negere, dê her di agirê xwe de bişewite û dê bi wê kulê jî here. Birîneke me jî, êşeke me jî û kuleke me jî wekî ji her kesî ve diyar e, ziman e. Ev derdekî hevpar e, lê pirsa giring ev e ku divê kî xema vê yekê bixwe û ji bo çareseriyan di nav liv û tevgerê de be?
Bersiv aşkera ye, xwediyê meseleyê divê li derdê xwe bibe xwedî û ji bo çareseriyê her tê bikoşe. Di serî de jî hêzên zindî yên koma zimanî, yên wê civaka bindest, çi sivîl çi siyasî, ew komele, sazî, damezirawe, partî û rêxistinên wê civakê ne ku civak bi wan birêxistî ye. Ev hêzên zindî nasnavên wan çi dibe bila bibe, ew rewşenbîr, hunermend, pêşeng, siyasetkar, birêveber û rêberên wî gelî ne û xwedî berpirsiyê ne ku ziman, çand û nasnameya wan ne azad e, bikaranîna zimên li wan hatiye qedexekirin, sînordarkirin û krîmînalezekirin. Ji lew re hewce ye bi helwesteke tundtir û bi bertekeke pêwîst li dijî sepanên polîtîkayên asîmîleker û qedexeker rabin, li ber xwe bidin û hişk bi nirxên hebûna xwe bigirin. Ji bo filitîna ji vê rewşê jî divê xwedî siyaseteke plansaziya zimanî bin û bernameyeke wan a hevpar a der heqê vî warî de hebe. Di serî de partî û rêxistinên siyasî madem ew ji bo civaka xwe ne û ji bo çareseriya kêşeyên civaka xwe li pêş in, hewce ye xema civaka xwe bi her awayî bixwin û xwedî bernameyên çareseriyê bin jî. Eger ew bi xwe ne xemxwerê derdên xwe bin, kesên din nayên li şûna wan wî barê wan ranagire û xwe tehl jî nakin. Pir pir piştgiriyê bikin, ne ku serkêşiyê.
Hemû hezên hişyar û hişmend ên civakê, divê ne tenê bi tesbîta rewşê qîma xwe bînin û gazinan bikin, hewce ye çareseriyê jî pêşkêş bikin. Nerazîbûna ji rewşê gavavêtineke giring e lê ya giringtir sepanên ji bo berevajîkirina rewşê ye. Hêzên ji bo çareseriya arîşeyan, gelş û gelemşeyan li pêş in, ji civakê re rêberiyê dikin, mixetabên pêşî ew in û ew bi kirinên xwe, bi sepan û pratîka xwe dibin bawerîder. Kî bibe daxwazyarê birêvebirina civakê, kî bibe desthilatê civaka xwe û ji bo çareseriya kêşeyan jê re pêşengî û serkêşiyê bike, daxwaza çareseriya kêşeyan jî jê tê xwastin. Çawan daxwaz ji yên kara tên kirin, her wisan rexne jî li wan tên girtin.
Ziman çi ye, çima tê qedexekirin, bi asîmîlasyonê armanca serdestan çi ye, ji bo wan ziman çima xerca pêkanîna civakake homojen e?, ya rast gişt tên zanîn. Lê yên duçarî van pêkanînan bûne, bûne mexdûrê van siyasetên tekperest, ez nikarim bibêjim civaka bindest bi tevahî jê agahdar e û bi mebesta serdestan dizane bê ziman çi ye. Eger wisan bûya dê xwe ew qas bi hêsanî bi dest siyasetên qirker û bişêver re bernedaya.
Îcar herçî kesên êşa zimên bi wan re hebe dizanin bê ziman ji bo neteweyan û netewesaziyê amrazeke çendî giring û hêmaneke çi qas xurt a çandê û aîdiyeteke hevpar e. Jixwe gava mirov bala xwe dide dîroka neteweyan û hema bi serkî jî di wan bifikire bê ka ew bi çi rê û rêbazan hatine avakirin, bi aşkerahî rola zimên tê dîtin.
Ziman raboriya neteweyan e û raboriya neteweyan jî di zimanê wan de veşarî ye. Bi naskirina zimanekî gelek aliyên wî gelî, wê neteweyê jî aşkera dibin. Her tiştê ew gel pê biliye, wek peyv, têgih û term vebeyîne gencîneya wî zimanî. Loma ziman eynika neteweya xwe ye jî. Reh û rîşalên wê neteweyê ne. Ziman bingeha çandê, şêwegirtina ruhî, pêkhênerê aîdiyet, nasname, hesta hevpar û xwebûnê ye. Neteweyên serwer jî, ji ber ew bi van yekan baş dizanin êrîşa pêşî li zimanê wê civakê dikin, derbeya pêşî li zimanê wê dixin û endamên wî gelî ji raboriya wan diqetînin. Eger ziman jê bê standin, têkçûn û pêlişîna wê civakê jî dest pê dike û civakeke ku zimanê xwe ji dest bide, pir zor e nirxên xwe yên din jî bihêvişîne. Bi qelskirin, bêqîmetkirin û kuştina zimanan, çandê jî dikujin. Divê tim li bîr be ku kuştina zimên kuştina çand, nirx û ruhê wê civakê bi xwe ye jî.
Gava rêjeya bikaranîna zimanekî kêm bibe, nemaze ciwan û zarok nema bi zimanên xwe mezin bibin, siyaseta asîmîleker êdî bi lez û bez bi ber armanca xwe ve rêya xwe dikudîne. Ev rewş jî dike ku defa hawarê lê bê xistin û bal li xeterê bê kişandin.
Ziman heta serdema modernîteyê, heta derketina holê ya netewe-dewletan û siyaseta wan a monîst bi awayekî jiyana xwe domandine û di jîngeha xwe de jiyane. Lê piştî vê dewrê bi şûn de vê rewşa siruştî derbeyeke kujinde xwar û hîkariya vê sepanê hîn jî berdewam e.
Êdî dewr tiştekî din e. Zimanên devkî nema dikarin di vê rewşa dejavantaj de hebûna xwe bihêvişînin û biparêzin. Eger zimanek nebe xwedî statû û fermî, pê perwerde neyê kirin, di dam û dezgehên fermî de neyê bikaranîn, xizmet pê neyên kirin, pir dijwar e li ser kewna xwe ya berê bimîne. Ji lew re jî divê têkoşînek ji bo vê û têkoşîna din jî divê ji bo zindîkirin, geşkirin, berbelavkirin û zêdekirina prestîja zimên a di her warî de bê dayîn. Ferdên zindî yên civakê, yên hişyar û têkoşer hemû pêwîst e xebat, çalakî û kirinên xwe bi zimanê xwe bikin. Hem bi devkî hem bi nivîskî. Divê tim di bîr û hiş de be ku ziman bi her cure çalakiyên zêhnî û hilberînê bi pêş de diçe, kûr dibe û diedile, dikemile, geşe bi xwe dide û wisan jî kil û kêmasiyên xwe dabîn dike. Zimanê di her warî de neyê bikaranîn û her tişt pê neyê hilberandin, her cure berhem pê neyên nivîsîn wekî çawan nikare geşe bi xwe bide her wisan gencîneya xwe ya heyî jî ji dest dide. Loma bikaranîna zimên a di her warî de, çawan rê li ber çilmisîna wî digire, her wiha wî zimanî diçirisîne jî. Ji lew re ji bo zimanekî wiha ya esas bi awayekî nivîskî bikaranîna wî ya di her war û biwarê de ye. Tu zimanek ji serdestpêkê heta roja îroj ne xwedî heman gencîneya peyvan e, civak bi çi mijûl bibe, ferdên wê li ser çi bi wî zimanî binivîse, termînolojiya wê qadê jî li zimên zêde dibe. Berevajiyê vê çilmisîn, lawazbûn û têkçûna civariya heyî ya zimên e.
Xemsariya zimên, pûtepênedan, bikaranîna kêm, veneguhastina li nifşên dahatûyê, zemîna rabûna ji holê ya zimên xweş dike, pê re jî rê li ber helîn û bişaftinê vedike. Bi çûna zimên re gelê wî zimanî jî dibe aîdî zimanê pêasîmîlebûyî. Eger em nexwazin ev yek li me biqewime, nexwe hewce ye em li zimanê xwe bibin xwedî, ji ber ku yê me digihîne hev, me hişk bi hev ve girê dide ew e û ew nîşaneya herî berbiçav a hebûn û dahatûya me ye.
Hemin berxwedan jiyan e, divê ev berxwedan ji bo zimanê me be jî.
|
Bîranîneke min a li ser Newrozê
|
https://botantimes.com/biranineke-min-a-li-ser-newroze/
|
Bîranîneke min a li ser Newrozê
Ji ber agirê pêxistî dîmeneke wisan xweş çêdibû ku şewqa xwe dida bajêr. Îcar li berwarên Lehf bi kevirên boyaxa spî nivîsarên bi tirkî hatibûn nivîsîn tev jî têkildarî dîroka tirkan û yên tirkperestiyê bûn. Heta li seriya gundê Qulfayê nivîsara bi tirkî “Önce Vatan” (Pêşî Welat) hebû û stêr û heyvik jî li binî hatibûn çêkirin. A tam di nîveka wê de agirê Newrozê dihat dadan. Êvarê li her sê aliyên Farqînê reqsa agirê pîroziyê çêdibû, mêlîde û alava agir hildibû esmanan.
Bûyer û tiştên di dema zarokatiyê de, ji ber ku wan di vebîrê de cihê xwe bi xurtî çêkirine, zû bi zû ji bîra mirov naçin û çi erênî çi neyînî be, ew paşê hîkariyekê li jiyana mirov a paşerojê dikin. Tabloya hiş û bîra zarokatiyê jî wekî cawekî saya ye, piştre jiyan jî wê dişêwîne û ew nema dev ji mirov berdide. Ew qeyd û arşîva mirov a kesane ye.
Newroz û Cejna Newrozê jî bîranîneke min e ku li tabloya bîra min hatiye neqişandin. Cara pêşî li Farqînê, berî ez dest bi dibistanê bikim, bi hebûna wê hisiyam. Gava mala me li gund bû û me hîn bar nekiribû navenda bajêr, haya min ji cejneke wiha nebû. Lê baş li bîra min e, li gund jî Serê Gulanê ji hêla hemû gundiyan ve, tevî gundên din, dihat pîrozkirin.
Me li Farqînê, li Kaniya Navîn ji xwe re xanî çêkir. Wan heyaman ew der hemû baxçe û rez bûn, kêm mal hebûn û wekî perê bajêr bû. Êvaran jî me zarokan newêribûn di vê rêya nav dar û deviyan de biçûna bi aliyê bajêr ve. Îcar gava dibû Serê Gulanê, hema bibêje piraniya şêniyên bajêr radiweşiyan wê derê. Roja Serê Gulanê bi rastî ji mirovan wisan lê dihat, te xwelî biavêta nediket erdê. Ew der hem ji ber Kaniya Navîn, ku xwedî aveke boş bû, hem jî devereke têra xwe hêşînayî bû, gel berê xwe dida wê derê da Serê Gulanê pîroz bike. Lê niha ne ew rez û baxçe ne jî Kaniya Navîn maye. Tev bûne xanî, lê qene baş e parkek lê hatiye çêkirin û dîsan cihê geşt û gerê ye.
A li vê taxê ez bi hebûna Newrozê hisiyam, lê ne bi awayekî siruştî. Ew çiyayê rût ê li bakurê bajêr dikeve, navê wî Lehf e. Di wextê zarokatiya xwe de em diçûn serê, me li wir li bajêr temaşe dikir, her wiha biharan jî em diçûn kerengan û me qîbalên wan ji xwe re dianîn. Ew dîmen hîn jî bi zelalî tên ber çavê min. Sal destpêka salên 70’yê, roja 21’ê Adarê, berî êvarê xortên şoreşger, wê hingê gel ji wan re digot “telebe”, li serê wî çiyayî agir pê xistibûn. Dengên wan bi ser taxê diket, diruşm û gotinên wan tam çi bûn nizanim lê şêniyên wir ên salmezin xwe bi vê pîrozbahî û gotinên wan aciz kir. Digotin çêrî axa û began dikin, ji şêx û melayan re gotinên nexweş dibêjin û bi ser wan de çûn. Me zarokan jî da dû wan. Ew xort ji hev belawela bûn, heta hinek ji wan hatin qefaltin û têra wan li wan jî xistin û ew birin radestî qereqola polîsan kirin. Elbet paşê hatin berdan, îcar kesên ew girtibûn, wan xwe bi vê yekê ne qayîl kir.
Paşê her sal hem li Lehf hem jî li başûrê bajêr, li aliyê Ziraetê, li serê wan giran, bi hilkirina agir Newroz dihat pîrozkirin. Ji ber agirê pêxistî dîmeneke wisan xweş çêdibû ku şewqa xwe dida bajêr. Îcar li berwarên Lehf bi kevirên boyaxa spî nivîsarên bi tirkî hatibûn nivîsîn tev jî têkildarî dîroka tirkan û yên tirkperestiyê bûn. Heta li seriya gundê Qulfayê nivîsara bi tirkî “Önce Vatan” (Pêşî Welat) hebû û stêr û heyvik jî li binî hatibûn çêkirin. A tam di nîveka wê de agirê Newrozê dihat dadan. Êvarê li her sê aliyên Farqînê reqsa agirê pîroziyê çêdibû, mêlîde û alava agir hildibû esmanan.
Em zarok jî ji wan hîn bûn, me tekerên erebeyan dibirin serê Lehf, agir berdida wan û paşê jî ji serê çiyê gêr dikir jêrê. Ev jî bûbû leyîstika me. Li qûntara çiyê mal nebûn, rez hebûn, lê ev leyîstikeke xeternak bû û kesên mezin û navsere nehiştin em vê yekê bikin û bi me re xeyidîn. Me jî ew kira xwe terikand.
Di roja pêncşema 20’ê Adara 1980’yî de, bavê min çendekî piştî qezayeke trafîkê xatirê xwe ji vê dinyaya gewrik xwast û serê xwe danî ser axa sar. Li Kaniya Navîn, li hewşa baxçeyê me hawariya bavê min hebû, hîn bi roj, berî êvarê leşkeran her aliyê Lehf girtin û wan nehişt tu benderuhek bi wê de biçe û ji bo vê cejnê agir bike.
De piştre jixwe tê zanîn derbeya leşkerî çêbû û her tişt hat qedexekirin, ne tenê cejn û pîrozbahî. Kurdî jî hat qedexekirin. Çima wisan dibêjim, ji ber her dawet û dîlana bisaz çêbibûya tê de stran û kilamên şoreşgerî jî dihatin gotin. Çend komên muzîkê hebûn û her yek ji wan jî ya partiyeke siyasî ya kurdî bû. Rehmetiyê Şiyar (Celal Sarikaya) û Salih Dalgin jî xwedî komeke ji van koman bûn û di warê çêbûna hişyarî û hişmendiya kurdî de tesîra van koman û kasetên wan hunermendan nayê înkarkirin. Ew kesên hatin girtin jixwe hatin girtin, ên ji neçarî revîn çûn, ên man jî nema bi kurdî di bûyan (dawetan) de bi kurdî bistrin. Paşê di bûyan de wek enstrûmantal lêdana stranekê jî bi xwe mesaj û kêfxweşiyek bû.
Divê mirov li bajaran jî tenê wek bajêr nenêre. Ji lew re ew ne tenê cih in ku mirov li wan dijî. Ew kana çand û nasnameyekê ne. Di warê hişyarî, hişmendî û ferasetekê de jî xwedî rol in. Mirov çawan berhema dewra xwe ye, her wiha berhema bajarê xwe ye jî ku ew tesîrê li pêkhatina kesatiya mirov dikin. Di warê şekilgirtina ruh, raman, çand û çêbûna aîdiyeta kolektîf û hwd. de bajar xwedî roleke diyarker in.
Ez bi xwe jî herhemeke vî bajarî û hewaya wê ya siyasî me û hîn berî em dest bi dibistanê bikin, haya me ji kîbûna me, ji xwebûna me, ji nasname û welatê me çêbûbû. Carinan ez di xwe difikirim gelo ew qas zû em bi xwe nehisiyana, piştre dîsan em dê bibûna xwedî vê fehm û vê helwestê? Dibe paşê jî vê têkoşîna hanê em hişyar bikirina, lê ev rastî heye ku wê hişyariya li ser hişyariyê bi me re çêkir.
Hayjêbûna min a bi Newrozê wisan dest pê kir. Lê em çi qas fehmberî xwe bûn, çi qas di nav salan re çûn em ew qas bi ser rastiya xwe ve bûn. Me xwe jî civaka xwe jî û raboriya xwe jî nas kir. Yek ji wan nirxên em bi saya wan bûne em jî, Newroz e. Ji ber ruhê wê yê dîrokî Newroz ji bo me ji cejnekê zêdetir e. Ew vejîn e, nîşaneya azadbûn û rizgarbûna ji bindestan e. Navê yekîtî û tifaqa gelê kurd e. Ez bi vê rastiyê û van hestan dibêjim Newroz pîroz be û alaya wê ya azadî û rizgariyê jî her li ba be û bimilmile.
|
Reşkirin û Pêxweşkirin
|
https://botantimes.com/reskirin-u-pexweskirin/
|
Reşkirin û Pêxweşkirin
Kurd û kurdî, wekî goşt û hestî ne. Ew bêyî hev nabin, loma heta kurd nebin xwedî statu, ziman jî azad nabe. Lê ziman yek ji cudahiyên sereke ye ku serdest û bindestan ji hev vediqetîne.
Kurdbûna bi kurdî, ji aliyê hin kesan ve bi nîqaşên eletewş tê rexnekirin û têkiliya welatparêzî û zimanê kurdî jî li me dikin wekî mijara hêk û mirîşkê. Rast e, welatparêzî, neteweperwerî tenê bi axiftina bi zimanê xwe nabe, her wiha bi peyivîna zimanekî din, bi zimanê serweran jî nabe. Çawan her kurdê bi kurdî diaxive ne welatparêz e, her kurdê bi zimanê serdestan jî dipeyive ne welatparêz û neteweperwer e. Ji lew re kemperandin ango miqayesekirineke wiha ne karê aqilan e û jixwe tiştek ji vê nîqaşê jî dernayê. Çendî ya esas raman û îdeolojî be ku mirov bi wan digihîje armancê, lê zimane me jî ne xwedî rewşeke asayî ye. Loma divê mirov wan bi zimanê xwe bike. Ji lew re şertê pêşî yê nîşana nasnameyê ziman e. Ziman maka wan hemû tiştan e ku pê her tiştên gotinkî tên hilbirandin û ew jî dibin sedema çêbûna ruhê hevpar û aîdiyetê.
Kesên dixwazin bi zimanê xwe doza xwe, têkoşîna xwe, welatparêziya xwe, her cure hilberînên xwe bikin, ji ber fehm û feraseteke şaş dibin giyayê hewşê, dibin kesên cirnexweş. Lê gava biyaniyek li ser kurdan xebatekê dike, ji zengîniya çand, ziman û hunera kurdan behs dike, bi kurdî tişetekî dibêje tavilê dibe taca seriyan, gula civat û caxiyan, destmala li ser destan. Ji ber em xerîbdost in, lê ne xwedost in. Taybetmendiyên me yên din jî hene. Gava kesekî ji me, ji nav me di warê xwe de bi pêş dikeve, em pê digirin kaşî xwarê, kaşî asta xwe dikin. Çavnebarî, dexesî li qirikê ye. Li aliyê din îcar wexta kurdek ji me re ne nas be, çi gava serkeftinekê bi dest dixe, em pê serbilind û şanaz dibin, dilê me pê re zîz dibe, hest li me germ û çav jî li me şil dibin. Ev rewş jî vê gotinê tîne bîra mirov: Tu çi qas dûr î ew qas binûr î.
Di zimanê me de biwêjên wekî “li berê reş kirin” û “li berê reş bûn” hene. Te dît, heta dibêjin “bi sêr û niviştan li berê reş kirine.” Yê me jî ziman li ber me reş bûye, kurdbûna bi kurdî lê wisan hatiye. Gelo em dikarin çawan bikin da ew kes û hebûna me tevî zimanê me bi me xweş bibin? Ji bo nîşana hebûn û xwebûna me bi me şîrîn bibe, gelo hewce ye em jî serî li vê rêbazê bidin?!
Ev reşkirin, bi propagandaya reş pêk hatiye. Îcar hewce dike ew her tiştê me yê ku wisan kirine bi me êdî tehl bên, divê em wan li ber dilê xwe xweş û şîrîn bikin. Ji bo vegera li xwe û li binyada xwe, ev yek bivênevê ye. Ev jî bi destê me ye, ew tiştên nîşana me û ya gelê me ne ku ziman jî yek ji wan ên sereke ye, divê em hişk bi wan bigirin û qet bernedin. Ji lew re kurdbûneke bêyî kurdî, bêyî axiftina bi wî, bêyî nivîsîn û hilberandina her cure çalakiyên pê, bi ya min divê em hîç nefikirin. Em çi bin, li ser çi bawerî, raman, îdeolojiyê bin, pêwîst e zimanê me yê doz û têkoşînê qet nebe bi giranî bi kurdî be. Netewe û gelên mêtingehan, ew ên asîmîle bûne û bi zimanê dagirkerên xwe dipeyivin ne tê de, her kes baweriya xwe, siyaset û îdeolojiya xwe, doz û têkoşîna xwe bi zimanê xwe dike. Çima ev yek ji kurdan re heram e, sûc û guneh e? Gava kurd bi zimanê xwe doza maf û azadiyên xwe bikin, têkoşîna demokrasî, dad û hebûna xwe bikin dibin paşverû? Ma pêşverûtî bi zimanê serweran çêdibe? Ez dizanim dê bersiva van pirsan na be, nexwe ev nîqaşa di nav me de çi ye ku gava yek behsa giringiya zimên dike, hin kes bertek nîşan didin û dibêjin bêyî “îzm”ê nabe. Kesê nizanibe dê bibêje qey aktîvîst û parêzkarên zimanê kurdî tenê azadiya zimên dixwazin ne tiştekî din. Na, tiştekî welê nîn e. Dibêjin giringiyê bi zimanê xwe bidin, zimanê xwe di ser zimanê din re bigirin, nekin goriyê zimanekî din û bila qet nebe di her warî de giraniya zimanê têkoşîna maf û azadiyan a kurdan bi kurdî be. Pêwîst e em qedrê têkoşerên zimanê xwe bigirin, qîmet bidin wan kesan ku bi vî zimanî her cure berheman diafirînin, geşe bi çand, ziman û hunerê didin.
Bêîtibarkirina ziman, çand, nirx û kesatiyên dîrokî yên bindestan, devavêtin û zimandirêjiya li wan, taybetmendiyeke serweran e. Serê pêşîn têkşikandina vê feraseta gemarî ya reşkirinê ya serweran erkek e li ser milan. Têkoşîna ji bo pêxweşkirinê, betalkirina vê rewşa kambax a em pê ne qayîl in, divê tim di hiş û bîra me de be. Eger em dil bikin em dikarin vê rewşê berevajî bikin. Werin em tiştên ne aîdî me ne û bi me hatine xweşkirin, li şûna nirxên me hatine bicihkirin, bivirvirîn biavêjin. Tenê cih bidin ên xwe, em wan xwedî bikin, li wan bibin xwedî û wan bi xwe şîrîn û ezîz bikin.
Civaka rêxistîbûyî kara ye, tu asteng û qedexe nikare li ber doza wê ya rewa heta bi hetayê raweste. Dê rojek helbet ev xwestek û daxwaz bi cih bên. Loma jî hewce ye mirov pêştiriyên xwe, berêtiyên xwe bike rojeva serkirdeyên tevgera sereke û di her platformê de bendewariyên xwe bîne bîra wan, hêvî û daxwaziyên xwe ji wan bike, ew tiştên me yên em bi wan dibin em, bi wan jî xweş bikin. Gava ew jî li wan bibin xwedî û di rojeva xwe de rêza pêşîn bidin wan, dê ew daxwaz teqez rojekê bigihîjîn armanca xwe.
Kurd û kurdî, wekî goşt û hestî ne. Ew bêyî hev nabin, loma heta kurd nebin xwedî statu, ziman jî azad nabe. Lê ziman yek ji cudahiyên sereke ye ku serdest û bindestan ji hev vediqetîne. Eger ne wisan bûya polîtîkayên asîmîlasyonê nedihatin sepandin û ziman nedihat qedexekirin. Axiftin, nivîsîn û kirina siyasetê ya bi zimanê xwe, têkoşînê xurttir dike, hêz dide wê û têkiliyên bi gel re jî xweş û germtir dike.
|
Aştî yan aşîtî?
|
https://botantimes.com/asti-yan-asiti/
|
Aştî yan aşîtî?
Dibe ku îroj em ne xwedî ferhengeke ratnivîsînê ya li ser lihevkirî bin, lê bi ya min divê em wan xebatan û keda ji bo wan berheman hatiye dayîn, di ser guh re neavêjin, bala xwe bidin wan û ji wan sûd wergirin. Ji bo pêkanîna zimanekî hevgirtî, standard û hîn rasttir em gişt mecbûrî tevgerîneke berpirsane ne û divê em aliyên xwe yên eynî û manend zêdetir bikin, ne cudahiyên xwe yên zimanî.
Du aliyên zimên hene ku yek jê zimanê devkî û yek jî zimanê nivîskî ye. Eger bi awayekî giştî bê gotin, standardî di zimanê nivîskî de heye û hemû endamên wî zimanî jî gava bi zimanê nivîskî perwerde dibin, pê dinivîsîn û pê didin û distînin, hewce ye rîayet li rêsayên wî zimanî yên pejirandî bikin. Ji ber ku zimanê devkî xwedî devokan e, gelek guhartoyên/varyantên heman peyvê û hin qaydeyên cuda yên rêzimanî jî hene. Ji lew re mirov gava di nav zimanê xwe de tê dinyayê, pêşî zimanê xwe yê dayikê werdigire, lê herçî zimanê standard e, di berdewamiya jiyana xwe de her tim wî zimanî hîn dibe.
Zimanê kurdî yê nivîskî û standard hîn bi awayekî tam cihgir nebûye, kêşeyên wî yên ku li ser wan hîn lihevhatinek çênebûye hene. Yek ji van arîşeyan jî awayê rastnivîsîna peyvan e. Eger em nemaze ji bo zaravayê kurmancî bibêjin û mijarê sînordar bikin, hebûna gelek guhartoyên heman bêjeyê dike ku di warê nivîskî de alozî peyda bibin. Loma divê ev yek çareser bibe û ji bo zimanê standard awayek ji awayên heyî yên peyvekê bê tercîhkirin. Elbet ji bo hilbijartina awayekî jî pêwîst e mirov xwe ji tercîhên sûbjektîf dûr bigire û xwe bispêrê rêbazên zanistî. Ên wekî etîmolojî, morfolojî, qaydeyên rêzimanê, mentiqa darêjtina peyvan a di zimanê xwe de, nerîta rastnivîsîna peyvên zimanê xwe, serîlêdana li zaravayên xwe, siyaseta hevpar a zimanî û hwd. Her wiha divê mirov di çarçoveya plansaziya zimanî de jî tev bigere û wisan ranêziyekê li çareserkirina kêşe û gelemşeyên zimanê xwe bike.
Yek ji wan peyvên ku xwedî çend guhartoyan e, peyva aştiyê ye û ev bêje di zimanê nivîskî de mîna “aşîtî”yê jî tê bikaranîn. Ev rewş ne tiştekî asayî ye, loma dibe sedema çêbûna tevliheviyê bê ka kîjan ji hêla vekîtê, bi gotina din, ji aliyê rastnivîsînê ve rast e. Min berê jî li ser vê peyvê ramanên xwe aşkera kiribûn, lê xem nake, ji ber dewamkirina bikaranîna her du awayan, hewce dike mirov careke din jî li ser binivîse û nêrînên xwe bibêje.
Berî ez daxuyînim bê kîjan rast e û divê kîjan bê tercîhkirin, dixwazim pêşî serî li zimanên îranî bidim û paşê bala xwe bidimê bê ka di zaravayên kurdî de şekilên wê çi ne û ji bo zimanê nivîskî kîjan form hatiye hilbijartin.
Ev peyva “aştî”yê (aşitî, aşîtî, haşitî, haştî), di avestayî de “axştey” û “axştî”, di pehlewî de “aştî” û “aştîh”, di farisî de jî bi awayê “aştî” ye. Îcar di kurmanciya naverast (soranî) de “aştî” û di kirmanckî (kirdkî) de jî ew wek “aştî” û “haştî” heye.
Ev peyv, wek lêkera hevedudanî di kurmancî de mîna “aşt bûn” (aş bûn, haş bûn, haşt bûn) bi awayê têneper û bi şêweya têper jî mîna “aşt kirin” (aş kirin, haş kirin, haşt kirin) tên bikaranîn. Eger ji bo awayê rast yan jî ya tercîhkirî mirov hem zimanên îranî hem jî zaravayên xwe yên din wek referans hilde ber çav, nexwe divê şêweya “aşîtî”yê neyê pejirandin. Ji ber ku binyada peyvê halê hazir ne “aş” e û ji mînakan jî xweş diyar dibe bê çawan di hin devokan de “t” ji peyvê ketiye û di hinan de jî “h” hatiye pêşiya wê. Jixwe bêsedem nayê gotin ku ziman organîzmayeke zindî ye û bi qonaxa demê re bûyerên denganiyê, yên morfolojîk û semantîk lê diqewimin, loma dibe deng yan kîte ji peyvan bikeve yan jî berevajî vê lê zêde bibe.
Ji ber awayê “aşt”ê nêztirî formên zimanên îranî dixuye, bi ya me divê şekilê “aştî”yê ji bo zimanê standard ê nivîskî bê qebûlkirin û jixwe di kurdî de çêkirina navdêran bi paşgira /-î/yê jî pêk tê; mîna baş û başî, kurd û kurdî, parêz û parêzî, tirş û tirşî û hwd. Bi vî awayî, gava ew wek lêker “aşt bûn” û “aşt kirin” bên bijartin, dê di navbera zaravayên kurdî de jî hevgiriyek pêk were û jixwe di zimanê nivîskî de bi piranî meyl li ser awayê “aşt” û “aştî”yê ye.
Di kurmancî de ji vê peyva hanê gelek bêjeyên din jî hatine piraştin, wekî aştîhez, aştîparêz, aştîperest, aştîperwer, aştîxwaz û aştiyane. Ji van nimûneyan bi xwe dixuye bê çawan peyv hema bibêje bi piranî ji awayê “aştî”yê hatine çêkirin, lê ne ji “aşîtî”yê.
Gava zimanek were standardkirin, eger ji yekê zêdetir bilêvkirina peyvekê yan jî varyantên wê hebin, hewce pê heye yek tenê ji bo zimanê standard bê hilbijartin û ew rêbazên me li jorê behs ji wan kir, li pêş çav bên girtin û malbata zimanî jî divê qet neyê îhmalkirin. Tevgerîna bi awayê din, dibe ku bibe sedema encama pêkhatina helwesteke subjektîf.
Min bi xwe di hemû ferhengên xwe de ew şêweyên “aşt” û “aştî”yê wek awayê standard tercîh kirine û formên din jî refereyî wan kirine. Her wiha di xebata bi navê “Ji bo Rastnivîsînê FERHENGA KURDÎ (KURMANCÎ) – TIRKΔde, ew awa ji bo zimanê nivîskî hatine pêşniyazkirin. Ev berhema kolektîf, ku M. Malmîsanij edîtoriya wê kiriye, bi beşdariya Mustafa Aydogan, Newzad Hirorî, Huseyîn Kartal, Remzî Kerîm, Mahmûd Lewendî, M. Emîn Narozî, Reşo Zîlan û min ve hatiye amadekirin. Dîsan Koma Kurmanciyê ya ji bo ferhenga rastnivîsînê ya Weqfa Mezopotamyayê jî, ev bi salan e xebateke wiha didomîne û heman form tercîh kirine. Di gel vê, Grûba Xebate ya Vateyî jî di ferhenga xwe ya bi navê “Ferhengê Kirmanckî (Zazakî) – Tirkî de” ji bo zimanê standard awayên “aşt” û “aştî” hilbijartine.
Dibe ku îroj em ne xwedî ferhengeke ratnivîsînê ya li ser lihevkirî bin, lê bi ya min divê em wan xebatan û keda ji bo wan berheman hatiye dayîn, di ser guh re neavêjin, bala xwe bidin wan û ji wan sûd wergirin. Ji bo pêkanîna zimanekî hevgirtî, standard û hîn rasttir em gişt mecbûrî tevgerîneke berpirsane ne û divê em aliyên xwe yên eynî û manend zêdetir bikin, ne cudahiyên xwe yên zimanî.
|
Ji bo me divê her tim Roja Zimanê Dayikê be
|
https://botantimes.com/ji-bo-me-dive-her-tim-roja-zimane-dayike-be/
|
Ji bo me divê her tim Roja Zimanê Dayikê be
Li dijî zimanê serwer û fermî parastina zimanê dayikê jî ne bes e. Hewce ye mirov wekî her roj roja zimanê dayikê be tev bigere, xwedî reftar û helwestê be. Eger bikare zimanê xwe veguhêze nifşên nû, zarokên xwe bi zimanê xwe rake û mezin bike, di her qada jiyanê de li zimanê xwe bibe xwedî, li dijî asîmîlasyonê li ber xwe bide, ne bi temamî be jî, dikare tesîra sepandina van polîtîkayan pir kêm bike. Loma lazim e xemxwerî û hayjêbûna der barê vê yekê de bibe rewşeke berdewam.
Mijara bê ka li dinyayê çend ziman hene, tiştekî nîqaşbar e. Li gorî daxuyaniyên Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) zêdetirî 6000 ziman, li gorî lêkolîna sala 2000’î ya Summer Institute of Linguisticsê 6809 ziman û li gorî weşana sala 2015’an a Ethnologue: Languages of the Worldê jî 7,472 ziman û zarava li ser rûyê erdê hene. Çendî di navbera hejmara zimanan de nakokiyek bixuye jî, lê rastiyek heye ku dahatûya beşeke gelek gelek zêde ya van zimanan di xetereyê de ye û di qirnê pêşiya me de jî îhtimal heye nîvê van zimanan êdî li dinyayê nemînin. Heta pisporên bi vê mijarê eleqedar dibin, tabloyeke hîn xeternak datînin pêş çavan û dibêjin her sal 10 ziman, li gorî hinan jî, di du hefteyan de zimanek dimire.
Hin pîvan hatine peyitandin ji bo ku zimanek bikare bijî. Li gorî vê yekê divê axêverên zimanekî herî kêm di navbera 10-100 hezarî de be. Eger ev rewşa heyî wiha bidome, angaşt ew e ku %95’ê van zimanan dê di sedsala pêşiya me de ji holê rabin û ev zimanên dabaş li ser wan e jî, ji hêla %4’ê nifûsa dinyayê ve tên axaftin.
Aqûbeta van zimanên hanê li her cografyayê mîna hev e. Wek nimûne, li DYA û Kanadayê nêzîk 200 zimanî, li Amerîkaya Latînî 500, li Asyaya Başûrê Rojhilat 700 ziman di bin gefa nemanê de ne. Li Ewrûpayê jî ji 123 zimanan 9 ziman dikin bimirin û 26 ziman jî bi gefeke cidî re rû bi rû ne.
A ji ber vê rewşê UNESCO’yê di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî ragihand. Mebest ji 21’ê Sebatê jî balkişandina li ser bûyerên sala 1952’yan e. Di wê salê de Bangladeş hîn di bin serweriya Pakistanê de bû û xwendekarên zanîngehê wê rojê ji bo azadiya zimanê xwe yê bengalî xwenîşandanek li dar xistibû û hin jê di encama êrîşa polîsan de hatibûn kuştin. A ev roj ji bo bibîranîna wê rojê ye jî. Îcar armanca UNESCO’yê ya sereke, ya ragihandina vê rojê ew e ku rêyê li ber windabûna zimanan bigire, pirzimaniyê destek bike, dabîn bike da ziman di saziyên fermî de bên bikaranîn û çeşîdiya ziman û çandê ya li dinyayê bê domandin, hişmendiya der heqê nirxên zimanî û çandî de li rojevê bide hiştin û hayjêbûnekê bide çêkirin.
Ji ber ku neteweyan xwe bi awayê netewe-dewlet damezirandine tekîtî ji xwe re wek hîm û bingeh dîtine, mafê jiyanê nadin ziman û çandên din. A ji ber vê zêhniyetê jî gelek ziman û çand di bin talûkeyê de ne. Her çendî bi awayekî sosyolojîk tu dewlet ne xwedî binyadeke homojen be jî, ew pirziman û pirçand in, lê ew wekî ne wisan be li civakê dimêzînin û siyaseteke tekîtiyê dimeşînin. Hal we ye, dewletên tekperest û xwedî zêhniyeta unîter, civatên cuda, ziman û çandên din di nav avaniya xwe ya serwer a etnîkî de dibişêvin û hewlên xwe yên asîmîlekirina wan her didomînin. Loma jî, ji ber berdewamkirina van siyaset û sepanên hanê dinya bûye goristana ziman, çand, bawerî û nasnameyan.
Tevî vê rewşê, îroj hin civakan ji xwe re çeşîdî pejirandine û guh dane daxwazên civakên din ên mîna zimanî û çandî. Wek mînak, dewletên Swêd û Norweçê dev ji vê siyaseta xwe ya şaş berdaye û hin mafên zimanî û çandî yên civakên li nav xwe qebûl kirine, her wiha ji bo geşkirina zimanên di bin serweriya xwe de, ji budçeya xwe ya neteweyî parek veqetandine. Çawan bi wan zimanan weşan tên kirin, di heman demê de bi wan zimanan perwerde jî tê kirin, mafên hîndekarî û xwendinê jî dane wan.
Dewleta Tirkiyeyê jî xwe li ser tekîtiyê, tekrengiyê ava kiriye û daye ser vê rêya monîst. Ji lew re hîn başebaş nayê zanîn bê li nav sînorên Tirkiyeyê çend ziman hene, bi kîjan ziman û zaravayan tê peyivîn. Her wiha nexşeyeke zimanî jî tune ye.
Ew zimanên nehatine kuştin, ew gel, bawerî û çandên ku ji holê nehatine hildan, hîn jî ne azad in. Navê zimanên din ên li Tirkiyeyê, ew jî ne bi tevahî, êdî “zimanên zindî û zarava” ne. Xwedê giravî hemû kesên li vî welatî di warê xem û dilşadiyê de yek in, lê bi vê tebîrê careke din aşkera bûye ku rastî ne wisan e û di warê ziman û çandê de qet wekhevî nîn e.
Gelên dêrîn di heman demê de warisên şaristaniyên raborî yên vê cografyayê ne. Raboriya her gel, netewe û şaristaniyê hinek jî di zimanê wan de veşartî ye. Her ziman, her çand, her bawerî mîraseke dinyayê ye. Ne tekîtî lê piraneyîtî û çeşîdîtî zengînî ye.
Li hêla din, li dijî zimanê serwer û fermî parastina zimanê dayikê jî ne bes e. Hewce ye mirov wekî her roj roja zimanê dayikê be tev bigere, xwedî reftar û helwestê be. Eger bikare zimanê xwe veguhêze nifşên nû, zarokên xwe bi zimanê xwe rake û mezin bike, di her qada jiyanê de li zimanê xwe bibe xwedî, li dijî asîmîlasyonê li ber xwe bide, ne bi temamî be jî, dikare tesîra sepandina van polîtîkayan pir kêm bike. Loma lazim e xemxwerî û hayjêbûna der barê vê yekê de bibe rewşeke berdewam.
Di vê sedsalê de ji bo zimanek bikare li dijî zimanê dewletekê, zimanê fermî li ber xwe bide û hebûna xwe bidomîne, yek ji navgînên herî xurt jî ew e ku ziman di warê hîndekarî û perwerdeyê de bê bikaranîn. Li dibistanan jî perwerde pê bê kirin. Loma pêwîst e bi wê têgihîştinê têkoşîn bê kirin, ji lew re kunyeya gelekî jî, nasnameya wî jî zimanê wî ye.
Hewce pê heye ku mirov bi germî û hişmendiya wekî her roj 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî be nêzikatiyê li ziman û çanda xwe bike.
Roja Zimanê Dayikê li me tevan pîroz be. Zimanê me navê hebûna me ye, berdewamiya hebûna me jî bi zimanê me mimkin e.
|
Şoreşa jinê yan şoreşa jinan?
|
https://botantimes.com/soresa-jine-yan-soresa-jinan/
|
Şoreşa jinê yan şoreşa jinan?
Bikaranîna kurdî ya di her warî de baş û bi dilê me ye, lê bikaranîna kurdiyeke rast û durist hîn baştir û tam bi dil û daxwaza me ye. Jiyîna di nav zimanê xwe de, fikirîna bi zimanê xwe û hayjêbûna ji taybetmendiyên zimanê xwe, qet nebe rê li ber şaşiyên zimanî yên beloq û seyr digire. Gava mirov di nav sînor û derfetên zimanê xwe de birame, tev bigere, îstifadekirina ji zimanê din bikêr tê û ziyanê jî nagihîne ziman û rêbaza mirov a têfikirînê.
Min ji zû de dil kiribû ez li ser çend ravekan binîvîsim ku bi ya min ew ji ber tesîra zimanê tirkî bi şêweyeke şaş di kurmancî de tên bikaranîn. Elbet gava mirov di nav zimanê xwe de nefikire, hay ji qaydeyên rêzimana xwe nebe, tiştên wisan ecêb diqewimin û dibin sedema gêjahî û nîqaşan.
Mînakên ez dê balê bikişînim ser wan, bi piranî bi peyva “jin“ê ve eleqedar in û ew hem di zimanê devkî hem jî di yê nivîskî yên van salên dawî de derdikevin pêşberî me. Ez bi xwe bi awayê bikaranîna wan a şaş ne qayîl im û heta ji min tê jî ez behs ji vê şaşîtiyê dikim. Lê carekê vê rewşê serî hildaye, heta em hewl didin wê sererast bikin, ew ji xwe re cih xweş jî dike. Ev nimûneyên hanê jî hema bibêje bi giştî divê ew di rewşa raveka nebinavkirî ango nenasyariyê de bin, lê ew wekî raveka binavkirî tên bikaranîn.
Bi dayîna nimûneyan ez dabaşê şênber bikim û berdewamî bi mijarê bidim: şoreşa jinê, pirsgirêka jinê, rewşa jinê, meclisa jinê, mafên jinê, temsîla jinê, azadiya jinê, rizgariya jinê, îdeolojiya rizgariya jinê, îdeolojiya rizgariya jin, polîtîkaya jinê, rola jinê. Ev mînak ne min bi xwe çêkirine, ew êdî di zimanê nivîskî de jî bi ber çavên me dikevin. Gava mirov di van nimûneyan difikire tavilê pê derdixe bê çawan ew ji aliyê mentiqa kurmancî ve arîşedar in û ew ne awayên vegêrana kurmancî ne. Eger em bi kurtasî bibêjin, bêhna hîkariya tirkî ya neyînî ji wan tê. Ev ravekên nimûneyî yên navborî, di zimanê tirkî de bi awayê raveka nebinavkirî ne: kadın devrimi, kadın sorunu, kadın meclisi, kadın hakları, kadın temsili, kadın özgürlüğü, kadın kurtuluşu, kadın kurtuluş ideolojisi, kadın politikası, kadın rolu… Ev rasterast ji zimanê tirkî wekî raveka yekhejmar a binavkirî li kurmancî hatine wergerandin. Çendî ew di zimanê tirkî de, di rewşa nebinavkirî ya yekhejmar de bin jî, lê îşaret bi pirhejmariyê dikin û ev taybetmendiyeke wî zimanî ye.
Baş e, nexwe divê bi kurmancî ew bi çi şêweyî bên gotin. Jixwe derdê me ji vê nivîsarê peydakirina bersiveke rast a vê kêşeyê ye. Bi qasî ez pê dizanim, halê hazir di kurmancî de ji bo raveka nebinavkirî ya pirhejmar jî /-an/ek li peyva dawî zêde dibe. A rast ev /-an/ tewanga pirhejmariyê ya binavkirî ye. Ji bo zelaliyê ez çend nimûneyan ji zimanê me yê devkî derpêş bikim: kincên jinan, çekên mêran, solên zarokan, şekirê zarokan, hêkên mirîşkan, heqên însanan, şîva miriyan, çermê dewaran, malê sêwiyan, zêrên pîrekan, stranên dilan, derdê dilan, kilamên şeran, baxçeyê încasan, darên sêvan, aliyê jinan, odeya mêvanan, goştê dewaran, navên mirovan, pezên koçeran, doktorê çavan… Ji bilî vê, nemaze li hêla Behdînan û Hekariyan em dibînin li şûna /-an/ê îcar /-î/yek tê dawiya peyvê. Wekî çawan di van mînakan de jî dixuye: miletê kurdî, pirskgirêka kurdî, wêjeya kurdî, stranên kurdî, dîroka kurdî, cil û bergên kurdî… Mesela qest ji “dîroka kurdî” ne ew dîroka bi kurdî ye, ne ya bi kurdî hatiye nivîsîn, lê dîroka aîdî kurdan e.
Jixwe hin term û ravekên nû yên ku van salên dawî jî li zimanê me peyda bûne, em wan mîna mafên mirovan, dadgeha mafên mirovan, yekîtiya nivîskaran, heyeta miteweliyan, mala mamostayan, sendîkaya karkeran, odeya bazirganan, komeleya malbatên girtiyan û hwd. bi kar tînin ku ev jixwe li gorî rêzik û rêsayên rêzimanî yên zimanê me ne.
Di zimanê tirkî de “kadın devrimi” û “kadının devrimi” ji aliyê gramer û wateyê ve du ravekên ji hev cuda ne. Yek jê ravekeke binavkirî ya yekhejmar û yek jî ravekeke nebinavkirî ya yekhejmar e. Berginda her duyan jî bi dorê bi kurmancî wiha ye: şoreşa jinan û şoreşa jinê (jinikê/pîrekê) ye.
Min ji bo vê mijarê du ravek ji hevalên ku bi farisî, îngilîzî, firansî dizanin pirsîn bê ka di wan zimanan de ew çawan tên gotin. Mala wan ava, ji min re bûn alîkar. Ez pêşî bi soranî, paşê bi farisî, bi dû re bi îngilîzî û piştre jî bi fransizî wan nimûneyan li pey hev bidim:
Pirsgirêka jinan: kêşey jinan, mes’eleyê zenan (زنان مساله), women’s issues (women’s problem), questions féminins.
şoreşa jinan: şorişî jinan, enqilabê zenan (زنان انقلاب), women’s revolution, révolution des femmes.
Em dibînin tevî soranî, di farisî, îngilîzî û fransizî de jî “jin” bi awayê pirhejmar, wekî “zenan“, “women” û “femmes/ féminins” hatine bikaranîn. Ev zimanên hind-ewrûpî, ji ber em jî di nav vê malbata zimanî de ne, ji bo me lazim in ku felsefeya zimanî ya me û ya wan dişibe hev.
Piştî van aşkerakirinan îcar ez li mijara xwe ya eslî vegerim. Qest ji peyva “jin”ê ne yek jin bi tenê ye, hemû jin in. Gava “şoreşa jinê” bê gotin, wek qaydeyê gramerî û awayê semantîk mebest jê şoreş aîdî jinekê ye, şoreşa ku wê kiriye yan jî ya ji bo wê ye. Lê em gişt dizanin mexsed jê ew şoreş e ku ji aliyê jinan ve hatiye kirin. Mînakên din jî di heman çarçoveyê de divê mirovranêzikî li wan bike û hewce ye di wan hemû ravekan de jî “jinê” wekî “jinan” be. Loma pêwîst e ew li gorî qaydeyên me îşaret bi wan kir, bên sererastkirin û wiha bên bikaranîn: şoreşa jinan, pirsgirêka jinan, rewşa jinan, meclisa jinan, mafên jinan, temsîla jinan, azadiya jinan, rizgariya jinan, îdeolojiya rizgariya jinan, polîtîkaya jinan, rola jinan…
Kêşeya sereke ew e ku bêyî haya me ji zimanê me û qaydeyên wê hebe, bêyî em di nav zimanê xwe de bifikirin, bêyî em wan tabîran li zimanê xwe bînin, em bi wergereke şaş ziyanê digihînin zimanê xwe, tehde lê dikin û wî birîndar dikin. Her zimanek xwedî rêyeke vegotinê ye, xwedî rê û dirbên derbirînê ye, xwedan qalibên gotinkî û mentiqekê ye. Elbet zimanên ji heman malbatê û yên ji heman koma heman malbatê, ji hin aliyan ve felsefeya wan a zimanî dimîne hev, lê bi temamî jî ne eynî ne. Tenê berawirdkirina wan bi kêrî mirov tê da mirov ji rastiya rêsayên xwe yên zimanî averê nebe.
Mebest û armanca min ji vê nivîsê ew bû da ez balê bikişînim ser van ravekên bi min ecêb û şaş tên û awayên wan ên rast pêşkêş bikim. Loma min divê ez careke din amaje pê bikim û bibêjim, awayê şoreşa jinê, rizgariya jinê, azadiya jinê, rola jinê û yên din şaş e. Ev awayê fikirînê arîşedar e, derbe li zimên dixe, dibe sedema çêbûna tiştekî seyr ku bi temamî ew ji gramera zimanê me re biyan e. Bi ya me awayê rast rast ev e: şoreşa jinan, rizgariya jinan, rola jinan, rewşa jinan, tevgera jinan, roja jinan û her wekî din.
Bikaranîna kurdî ya di her warî de baş û bi dilê me ye, lê bikaranîna kurdiyeke rast û durist hîn baştir û tam bi dil û daxwaza me ye. Jiyîna di nav zimanê xwe de, fikirîna bi zimanê xwe û hayjêbûna ji taybetmendiyên zimanê xwe, qet nebe rê li ber şaşiyên zimanî yên beloq û seyr digire. Gava mirov di nav sînor û derfetên zimanê xwe de birame, tev bigere, îstifadekirina ji zimanê din bikêr tê û ziyanê jî nagihîne ziman û rêbaza mirov a têfikirînê.
|
Te ew qas peyv ji ku anîn, ma ev hemû bi kurdî ne?!
|
https://botantimes.com/te-ew-qas-peyv-ji-ku-anin-ma-ev-hemu-bi-kurdi-ne/
|
Te ew qas peyv ji ku anîn, ma ev hemû bi kurdî ne?!
Bi rêya analojiyê, bi gireyên heyî yên kurmancî me peyv jî darêştine. Wekî çawan ku zembîlfiroş û gulfiroş di zimanê me de hene em dikarin ji ber wan mastfiroş û şîranîfiroş jî çêkin, çawan ku palanker û zîvker hene em dişên înkarker jî durist bikin, çawan ku cotkar, xizmetkar hene em dikarin tamîrkar jî li ber çêkin.
Wekî gelek nirxên me û tiştên aîdê me, zimanê me jî hingî bi propangandaya bêbinî û bêpalpişt li pêş çavên me hatiye reşkirin, bi me bi xwe re jî baweriyeke wisan çêbûye ku li gorî ya serdestan zimanê me jî qels û lawaz e. Ev zimanê hanê bi kêrî tu tiştî nayê û tu tişt jî pê nayê kirin. Min navê ez behsa kart û kurtê, gotina ku kurdî zimanekî col î ji farisî, erebî û tirkî ye bikim. Jixwe ev angaştên ku ji binî ve derew in, cihê layiqî xwe dîtine. Îcar xwediyê van îdiayan û mêjiyên înkarker bi gotina ku kurdî ne zimanê medeniyetê ye dest bi propagandayeke din kirine ku zanist pê nayê kirin û kesên bi vî zimanî perwerde bibin û bixwînin dê bêkar bimînin. Ew çi bikin bila bikin, bi çi dixwazin rastiyê binixêmin bila binixêmin lê roj bi bêjingê nayê girtin/veşartin û ev hemû behane jî dê wekî yên din ser negirin.
Sedema ku min bi van gotinan dest pê kir heye ku bi rewşa zimanê me ve eleqedar e. Ez piçekê behsa serpêhatiya xwe ya amadekirina ferhengan bikim. Min pêşî bi Ferhenga Tirkî -Kurdî ya Mezin dest bi xebata xwe kir û ew di hezîrana 2000’î de çap kir ku zêdetirî berginda 40 hezar peyvên tirkî û bi hezaran jî biwêjên tirkî li xwe digirtin. Piştî vê îcar min zend û bendên xwe hildan û xwe li amadekirina Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Mezin qerase kir. Ew jî di meha nîsana 2004’an de hat weşandin. Ev ferheng jî wek serê madeyê 131 hezar û 266 peyv û 35 hezar jî berdewamiya madeyê, tevî hev ji 166 hezar madeyan pêk dihat. Çapa berfirehkirî ya vê ferhengê di sibata 2022’yan de hat kirin û îcar tê de 175 hezar û 358 serê madeyê (tevî varyantan) û 48 hezar û 735 jî dawiya madeyê hene ku bi tevahî ji 224 hezar madeyan zêdetir e. Di pey wan re ferhenga min a Kurdî-Tirkî, Tirkî-Kurdî ya navincî jî di çiriya paşîn a 2007’an de hat çapkirin. Her sê jî ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hatin weşandin.
Di dema amadekirin û piştî derçûna van ferhengan de jî hin pirsên wisan ji min dihatin kirin ku hema bibêje min ew ji xwe nekiribûn. Wekî van pirsan: Di kurdî de çend hezar peyv hene, ew hemû bi kurdî ne, ji kîjan zimanan peyv di zimanê me de hene, tenê te yên kurdî hildane ferhengê, ma ew qas peyv di kurdî de hene, te ew ji ku anîn, ma tu peyvan çêdikî?.. Pirsa ecêb jî ya dawiyê bû ku ji min dihat pirsîn. Ne bi tenê kurdan, ên ne kurd jî ev pirsa hanê ji min dikirin. Bersiva min jî bi kurtî ev bû. Carekê ez tenê ferhengên kurmancî- tirkî, tirkî-kurmancî amade dikim, loma bersiva bê di kurdî de çi qas bêje hene, ez jî pê nizanim. Heta ez bi yên kurmancî jî nizanim. Her wiha ji kîjan zimanan peyv di kurdî û zaravayê kurmancî de hene, bersiva wê jî li ba min bi temamî tune ye. Heta ku xebatên etîmolojîk ên bi berfirehî li ser kurdî neyên kirin ev yek aşkera nabe. Li hêla din, çi peyvên ku di kurmancî de hebin -helbet ez behsa zimanê şikestî, derbexwarî, tehdelêbûyî, asîmîlebûyî nakim- ez wan dixim nav ferhengê. Ji ber ku qet nebe em baş pê bawer in tu zimanek bi temamî ne saf û xwerû ye.
Pirsa dawî, ya ecêb ku baweriya kurdan bi xwe jî pê nedihat ew pirs bû ku ka di kurdiya kurmancî de ew qas bêje, qalib, biwêj û gotinên pêşiyan hene. Min di ferhengên xwe de çavkanî û referans nîşan dane. Min ew hemû ji nav kurdiya kurmancî hildane, ji cihekî din neanîne. Osman Sebrî ji Celadet Bedirxan neqil dike, dibêje ku wî gotiye zimanê me wekî çewalê kayê li ser behrê hatibe rijandin û pêlan lê xistibe, her libekê bi cihekî ve biribe, em îroj bi pey wan ketine ji ber pêlan didin hev û din. Me heta îroj jî bi tevahî zimanê xwe qeyd nekiriye û berhevkarî, lêgerîn û lêkolîna di vî warî de hîn jî berdewam e.
Ez bêm ser gotina çêkirina peyvan. Bi rêya analojiyê, bi gireyên heyî yên kurmancî me peyv jî darêştine. Wekî çawan ku zembîlfiroş û gulfiroş di zimanê me de hene em dikarin ji ber wan mastfiroş û şîranîfiroş jî çêkin, çawan ku palanker û zîvker hene em dişên înkarker jî durist bikin, çawan ku cotkar, xizmetkar hene em dikarin tamîrkar jî li ber çêkin û hwd. A giring darêştina bêjeyan a li gorî mentiqa zimên e. Ma ew ên ku ferheng amade kirine, heta kesên ku bi kurdî re eleqedar in, pê dinivîsîn û berheman diafirînin, kes ji wan hene ku wan tişt li zimanê xwe zêde nekiribin, têgih û term çênekiribin? Bila ev jî pirsa min be…
Aya kîjan ziman heye ku ji roja peyda bûye heta roja îroj dest lê negeriyabe, çemk, têgih û term jê re nehatibin çêkirin, peyv lê nehatibin zêdekirin, bi awayekî îradî midaxele lê nehatibe kirin? Hîç tune ye. Lê bi ya min mesele ne ev e, heta ne zengîniya gencîneya zimên e jî. Dewlemendiya zimanekî, bikêrbûna zarekî bi bikaranîna wî ya di her warî de, bi hilberandina her cure berhemên bi wî zimanê, bi perwerdeyê pêk tê. Zimanê ku neyê bikaranîn gencîneya xwe ya heyî jî ji dest dide, qels dikeve û heta ya heyî jî winda dike.
Zimanê me têra xwe heye, yên di vî warî de qîm nake, ne kafî ye em in. Divê baweriya mirov bi zimanê mirov hebe û tu zimanekî xizan jî tune ye. Her ziman xwedî behreya geşbûn û bipêşketinê ye. Tenê jê re xwedîbûn lazim e. Pax bi gotin û reşkirina serdestan nekin, ew karê îdeolojiya xwe dikin, zimanê xwe şîrîn, ê mirov tehl dikin, xwe mezin û mirovî jî biçûk didêrin. Mezinatî û quretiyê bi yê xwe dikin da ku em dev ji yê xwe berdin û xwezî bi yê wan bînin.
Çawan ku gîsîn zengarî nabe, çawan ku çiraya bidon diîse, ziman jî bi xwedîbûna lê, bi hezkirina jê, bi bikaranînê geş dibe, teqil li xwe dide û li esmanê jîngeha xwe, li war û wargeha xwe diçirise û diçilvile.
|
Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî
|
https://botantimes.com/dengbeje-min-miheme-salihe-beynati/
|
Dengbêjê min: Miheme Salihê Beynatî
Çi kesê ku bi kilamên dengbêjan mezin bûbe û bûbe bengiyê muzîka wan, teqez dengbêjekî wî heye. Yê min jî Miheme Salihê Beynatî ye. Lê mixabin ew zêde nayê naskirin û pir cihkî ango mehelî maye. Ji ber vê yekê, wekî ez deynê wî yê li xwe bidim, dixwazim der heqê wî de çend tiştan bibêjim û yên wî nas nakin piçek be jî bi vê nivîsarê jê agahdar bibin.
Miheme Salihê Beynatî, sala 1938’an li gundê Beynata Farqînê hatiye dinyayê û di 19. 05. 1984’an de jî di ciwaniya xwe de xatirê xwe ji me xwast û serê xwe danî ser axa sar. Mixabin Beynat jî piştre di bin Bendava Batmanê de ma. Qet nayê hişê min ku di zarokatiya xwe de min ew dîtibe.
Di destpêka salên 70’yî de, ku ez êdî fehmberî xwe bûbûm, min ji kasetan li kilamên wî guhdarî kirin. Heta wan salan jî Radyoya Rewanê (Erîwanê) Beşa Kurdî û plak di rewacê de bûn. Eger derfetek nebûya ku bi awayekî zindî mirov li denbêjekî guhdarî bikira, yên li ber dest ev bûn. Helbet wan dewran, li her malê ne radyo, ne plak ne jî teyp hebûn.
Gava em li gund bûn, apekî min radyoya wî û apekî min jî plaka wî hebû. Berê êvarê wexta Radyoya Rewanê dest bi weşana xwe ya kurdî dikir, em gişt li dorê dipiçikîn û me bi hev re, bêyî deng ji xwe derxin, li radyoyê guhdarî dikir. Guhdarîkirina plakê jî, gava mêvanekî şermê, yekî qedirgiran bihata mimkin bû. Ji ber ku plak bi pîlan dişixulî û pîl jî pir biha bûn. Ma plak ne wekî radyoyê bû, pîlan di ber kambaxê nedida.
Piştî mala me bar kir navenda Farqînê, teypa me jî çêbû. Bi saya vê êdî dengbêjên me yên hezkirî li ber destê me amade bûn. Lê kengê dilê me bixwasta me nedikarî bandek bikira teypê û lê guhdarî bikira. Çinku li malê elektrîk tune bû, loma me bi sexbêrî pîl bi kar dianîn. Ez pir lê bûme şahid ku carinan pîlên şarja wan diqediyan, an li ser sobayê germ dikirin, an jî ew dikirin nav laylonekê û di nav avê de dikelandin da ku şarj bibin.
Hîn berî ez dest bi dibistanê bikim, bi saya teypê min li dengbêjan guhdarî kir ku yek ji van dengbêjan M. Salihê Beynatî bû û bi malbatî me jê hez dikir. Helbet dengbêj û hunermendên wê dewrê yên herî hezkirî, ku pir li wan dihat guhdarîkirin, kesên mîna Reso, Şakiro, Huseynê Mûşî, Zahiro û Sidîqê Bozo bûn. Divê em ji bîr nekin ku kaset û plakên hunermendên wekî Mehmûd Kizil, Huseynê Farî, Ayşe Şan, Zilfîqar jî hebûn û ew jî têra xwe xwedî girseyeke heyranan a zêde bûn.
Ji dengbêjan kesê ku herî zêde tesîr li min kiriye dengbêj M. Salihê Beynatî bû. Rengê deng û zelaliya dengê wî yê mîna zingil û nermik, xencere û xulxulîna qirika wî, şirove û tewrê wî yê gotina kilaman û femhbariya dengê wî, bala min zehf dikişand. Bi ya min kalîteya dengê wî bi dengê Karabetê Xaço re xwedî heman hêjahiyê ye. Îcar meseleya bilêvkirina gotinan û fesîhbûna dengê wî ya ji bo min, dibe ji ber wê yekê be ku em ji heman devokê ne. Welhasil êdî ji ber çi sedemî be, ez bi xwe mirîyê dengê wî û terzê strîna wî me.
Taybetmendiyeke wî ya din jî ew bû ku wî ji xeynî kilamên dilan û civakî kilamên “siyasî” yên li ser serhildan û berxwedanên kurdan ên dewra nêzik jî digotin. A hîkariya van kilaman bi xwe gelek li min bû da ku ez xwe zûtir binasim. Jixwe ne mimkin bû ku mirov li wan guhdarî bike û nekeve bin tesîra wan kilaman. Hîn jî her cara ez li hin kilamên wî guhdarî dikim mû li canê min dibin mîna şûjin, bi gotineke din mûyên canê min digijgijîn û pirçûk canê min hiltînin.
Min di dema zarokatiya xwe de çend kilamên wî ji ber kiribûn û digotin. Berî ez kilamên sivik hîn bibim û bibêjim, min dest bi strîna kilamên dîwankî kir û niha jî herî zêde kêfa min ji kilaman û ji gotina wan re tê. Bêguman, yek ji sedema ku min dil berdaye kilaman jî, dîsan bi saya M. Salihê Beynatî ye. Hezkirina min a jê, hîç kêm nabe, her diçe zêdetir dibe. Tew gava li kilamên wî guhdarî dikim, ez çavên xwe digirim û diçim dema zarokatiya xwe. Îcar ez nizanim, gelo ez diçim an hêza kilamên wî min dibe! Heta carinan li ber dengê wî dil li min zîz dibe, bîranîn serî hildidin, çav li min tijî dibin û ez dikewgirim.
Serpêhatiyeke xwe jî bibêjim ku çi tiştekî xerîb e. Em tevî hevalên sinifa xwe û mamosteyan roja 19’ê Gulana 1984’an, li Farqînê çûbûn Gundê Reşo seyranê. A li wê derê ez pê hisiyam ku nan û ava Salihê Beynatî, ku dengê wî dê her bimîne, li dinyayê qediyabû. Gava min ev xebera sar a cemîdî bihîst, wekî tiştek ji min kêm bûbe, ez qasekê wisan bêdeng mabûm û ji cihê xwe qet nelibitîm. Pelê dengbêjê min ji darê ketibû…
Divê ev dengbêjê hêja yê dengxweş û xwedî sewta xurt baş bê naskirin û bigihîje cihê xwe yê heqkirî. Ji lew re eynî mîna dapîr û bapîrên me, dê û bavên me, dengbêj jî li pêşiya asîmîlasyonê, ji wan astengên asê ne ku nahêlin ew wisan bi rehetî hespê xwe li nav meydanê bi çargavê birewiqîne.
Di dîroka muzîka kurdî de, di nav çanda me ya dengbêjiyê de bi ya min M. Salihê Beynatî bi xwe jî yek ji wan dengbêj û hunermendan e ku divê navên wan bi rêzdarî bê yadkirin. Jibîrbûna wan, veneguhastina wan a li nifşê nû, ku ew hilgir û veguhêzerên çanda me ne, dê bibe şerma me hemûyan.
Ew dengên pêşiyên me, dengê raboriya me, dengê hebûna me û kana dîroka me ya devkî ne. Loma ew ne tenê dengbêj in, her wisan ew dîroka me ya zindî bi xwe ne jî.
Nîşe: Min 1’ê Adara 2014’an, di rojnameya rojane Ozgur Gundemê de bi sernavê “Benim Dengbêjim Salihê Beynatî” (Dengbêjê min Salihê Beynatî), bi tirkî nivîsarek nivîsîbû. Min xwast hema bibêje bi eynî naverokê îcar bi kurmancî li ser dengbêjê xwe binivîsim û wî di hiş û bîra xwe de tim zindî bihêlim.
|
Gelo berginda “kolonî”yê mêtin an jî mêtingeh e?
|
https://botantimes.com/gelo-berginda-koloniye-metin-an-ji-metingeh-e/
|
Gelo berginda “kolonî”yê mêtin an jî mêtingeh e?
Eger “mêtin” berginda “kolonî”yê bûya, diviya ku “mêtinger” an jî “mêtinkar” jî berginda “kolonyalîst”ê bûna. Lê tiştekî welê nîn e. Jixwe “mêtin” bi awayekî mecazî li şûna kedxweriyê hatiye bikaranîn. Lê herçî “kolonî” ye, ew bi mehneya wî welatî ye ku ji hêla welatekî din ve tê îdarekirin, berjewendiyên aborî û siyasî jê tên bidestxistin û ew tê marastin ango îstismarkirin.
Van demên dawî di nivîsaran de peyvên mêtinger û mêtingerî pir bi ber çavên min dikevine ku ew li şûna berginda kolonyalîst û ya kolonyalîzmê tên bikaranîn. Lê bi ya min kêşeyeke van terman heye. Loma ez dê di vî nivîsarê de li ser van her duyan rawestim û der heqê wan de têbîniyên xwe bibêjim.
Di serî de bibêjim ku di zimanê me de wek berginda “kolonî”yê peyvên mêtingeh, kolonî, mistemere û mistemleke hatine bikaranîn. Her wiha li şûna kolonyalîst û kolonyalîzmê jî mêtingehkar, mêtingehparêz, mêtinkarî, kolonyalîst û kolonyalîzm jî di ferheng û nivîsarên kurdî de têra xwe hene. Pirs li vir ew e; eger em bixwazin li şûna kolonî, kolonyalîst û kolonyalîzmê kurdiya wan bi kar bînin, nexwe divê ew mêtingeh, mêtingehkar û mêtingehkarî bin. Lê di gelek xebatên antîkolonyal de, em dibînin ku hema bibêje tenê mêtinger û mêtingerî li kar in, lê belê bêjeyên wekî kolonî û dijkolonyal tên tercîhkirin. Eger “mêtin” ne bi dilê lêkoler, lêger û nivîskaran bûya, hewce bû ku “mêtinger” û “mêtingerî” jî ji aliyê wan ve hîç nehatine bikaranîn. De îcar min dîtiye ne tenê “mêtinger” û “mêtingerî” awayên “mêtînger” û mêtîngerî”yê jî tên bikaranîn, ku ev her duyên dawî, bêyî dirêjkirinê em bibêjin, bi temamî şaş in. Ji lew re bêje ji “mêtin”ê hatine darêştin, loma divê ew ne mêtîn lê “mêtin” be.
Min bi xwe ji bo mijara ku dabaşa me li ser e, bi taybetî bala xwe da ferhengan jî, ku di wan de mêtingeh û darêjên wê hene. Bêyî ez destê xwe bidim awayê rastnivîsîna wan, ez dê wan veguhêzim vir. Wek nimûne, di ferhenga D. İzoli ya Kurdi-Tırki, Tırki-Kurdi de (sala çapê 1992), li ber peyvên tirkî yên “sömürge”, “sömürgeci” û “sömürgecilik”ê bêjeyên “mêtıngeh”, “mêtınkar/mêtıngehparêz” û “mêtınkari/mêtıngehparêzi” hatine danîn. Di ferhenga Tirkî-Kurdî ya Mehmet Tanrikulu de (sala wê ya çapê1999), ji bo bergindên peyvên navborî, bi dorê ev peyv hatine derpêşkirin: metingeh, mêtingehkar û mêtingehkarî. Herçî ferhenga Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye, ku ew bi kurdî û Fransizî ye û sala 2017’an hatiye çapkirin, mêtingehparêz/mêtingehparêzî û mêtinkar/mêtinkarî hene.
Îcar ez bêm ser ferhengên xwe. Ferhenga pêşî ya Tirkî-Kurdî ye û sala 2000’î çap bûye, eger ez bi dorê diyar bikim ji bo “sömürge”, “sömürgeci” û “sömürgecilik”a tirkî min “mêtingeh”, “mêtingehkar, mêtinkar, mêtingehparêz” û “mêtingehkarî, mêtinkarî, mêtingehparêzî” tercîh kirine. Di ferhenga xwe ya Kurdî-Tirkî de, ku sala 2004’an cara pêşî hat çapkirin (çend car jî heman çapên wê çêbûn), min tenê “mêtinkar û mêtinkarî” wek berginda “sömürücü/sömürücülük”a tirkî nîşan dane, yên din bi heman mehneyê hiştine. Ji ber ku bi ya min nabe ew wek berginda kolonyalîst û kolonyalîzmê bin. Di çapa berfireh a ferhenga Kurdî-Tirkî de (çapa 2022’yan), min “mêtinger” û “mêtingerî” jî bi wateya “sömürücü” û “sömürücülük”ê li ferhengê zêde kirin.
Piştî van agahiyan ez bêm ser awayê “mêtinger/mêtinkar” û “mêtingerî/mêtinkarî”yê ku çima min ew ne bi mehneya kolonyalîst û kolonyalîzmê lê bi mehneya “kedxwer/kedxwerî” û “liştok/liştokî”yê dane. Eger “mêtin” berginda “kolonî”yê bûya, diviya ku “mêtinger” an jî “mêtinkar” jî berginda “kolonyalîst”ê bûna. Lê tiştekî welê nîn e. Jixwe “mêtin” bi awayekî mecazî li şûna kedxweriyê hatiye bikaranîn. Lê herçî “kolonî” ye, ew bi mehneya wî welatî ye ku ji hêla welatekî din ve tê îdarekirin, berjewendiyên aborî û siyasî jê tên bidestxistin û ew tê marastin ango îstismarkirin. Nexwe divê cudahiyek di navbera “mêtin” û “mêtingeh”ê de hebe ku jixwe bi paşgira /-geh/ê navê cih tê çêkirin. Loma, eger mebest jê kolonî be nabe li şûna kolonyalîst “mêtinger” an jî “mêtinkar” û li cihê kolonyalîzmê jî “mêtingerî” yan jî “mêtinkarî” bên bikaranîn. Hewce ye ku berginda “kolonî”yê mêtingeh be û mêtingehkar û mêtingehkarî jî bergindên kolonyalîst û kolonyalîzmê bin. Her wiha berginda antîkolonyal jî divê ku dijmêtingehî be. Mêtin, ku wateya pêşîn mijîn e, mecaza wê jî “jê xwarin” û “marastin” e. Loma mêtinger/mêtinkar dibe berginda “mijok, kedxwer û liştokê; mêtingerî û mêtinkarî jî dibe berginda mijokî, kedxwerî û liştokiyê.
Bikarhênerên zimanekî di tercîhkirin an jî nekirina têgih û terman de azad in, lê li vir a giring bi ya me bikaranîna rast a têgih û terman e, ne ferzkirina wan a li hemû bikarhêner û axêverên mensûbên zimanekî ne.
|
Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?
|
https://botantimes.com/bingeha-kurmanci-ya-niviski-kijan-devok-e/
|
Bingeha kurmancî ya nivîskî kîjan devok e?
Gotineke berbelav heye ku tê gotin zimanê nivîskî yê kurmancî li ser devoka Botan ava bûye. Sedema çêbûna vê ramanê ya bi hin kesan re dibe ku ji ber botîbûna Celadet Bedirxan be loma. Ne tenê ev jî. Ji ber ku ew hem hîmdarê alfabeya kurdî ya latînî (ya ku em niha wê bi kar tînin) hem danerê rêzimana kurmancî hem jî pêşengê kurmanciya nûjen e. Jixwe wî ev hemû pêşî di kovara Hawarê pêk anîne. Lê ne ji ber esilzadebûna wî, botîbûna wî kiriye ku ev bawerî bi hin kesan re çêbe. Eger Xwediyê Hawarê botî be, nexwe zimanê Hawarê jî xwe divê dispêre devoka Botan! Lê na, ev ne rast e.
Em bên ser gotina bê çima ne rast e. Belê, Celadet Bedirxan neviyê Mîrê Botan Bedirxan Begê Botî ye û ew li Stenbolê hatibe dinyayê jî, lê ew bi xwe di nav devoka Botan de mezin bûye. Jixwe mirov dikare di nivîsarên wî de têra xwe tesîra vê devokê û bilêvkirina peyvên wê devokê bibîne. Wekî van nimûneyên hanê: birih (birû), dişwar (dijwar). eşkere (aşkera), êxistin (xistin), feqeh (feqî), gehiştin (gihîştin), hiner (huner), îrû (îro), ne lo (na lo), qeyde (qayde), pê (pey), rûj (roj), rûwê wî (rûyê wî). Ev ên nav kevanê min danîn, ku em roja îroj di zimanê nivîskî de wan tercîh dikin.
Me got ku hîkariya devoka Botan a li ser zimanê wî heye, lê belê wî ne bi botîkî, bi “kurdmancî” dinivîsî. Sedema ku Celadet Bedirxan bi “kurdmancî” dinivîsî, werin em serî li gotinên wî bidin û wî bi xwe bikin guwahê (şahidê) vê yekê bê ka wî kurmanciya nûjen, bi gotina din, kurmanciya nivîskî ya standard li ser çi ava kiriye, yan jî qet nebe ramana wî ya li ser vê mijarê çi ye, ka em jê xwe bihewisin.
Celadet Bedirxan hem di Hawarê de hem jî di Ronahîyê de diyar dike ku ew li pey pêkanîna zimanekî standard ê kurmancî ye. Em serê pêşî ji nivîsarên wî yên Hawarê du jêgiranan bikin, ku wî di destpêka “Bingehên Gramêra Kurdmancî” de, der barê pênaseya rêzimanê de gotiye“Gramêr tevayiya qeydeyên rastaxaftin û rastnivîsandina zmên e.” [1] Dîsan di hejmara pey de, di bin navê “Bingehên Gramêra Kurdmancî 2” de, têkildarî mijara vekîtê jî aşkera kiriye ku “Qeydeyên vekîtê ji tevayiya gramêrê dertên.” [2]
Di Ronahîyê de jî, li ser daxuyaniya Kovara Gelawêjê, ev raman derbirine:
“Belê Gulavêjê gotiye: «bi zimanî kurdî Botan». Gelo ji gotina <kurdiya Botan> mexsed çi ye? Bê şik mexsed kurdiya ko di cihê Botan de pê tête axaftin e.
(…)
Zimanê xelkê Botan kurdî ye, zarê wan kirdmancî ye ù wan zaravakî xweser heye. Ji lewre botî di nav kurdine de din ji zimanê xwe kifş dibin ko botî ne.
Herçî zimanê kovar û rojnameyên Sûriyê: Ew kovar û rojname bi zarê kurdmancî têne nivîsandin û nivîsevanên wan dixebitin ko zimanekî yekbûyî bînin pê. Ji lewre guh nadin zaravayên xwe û ji ber vajî ve wî bi şûn de dihîlin ù berê xwe didin zimanekî ayendê î gelemper (imûmî) û di vê xebatê de ji pirsên zarine din jî dixwazin fêdemend bibin.
Botîtiya van kovar ù rojnaman di xwediyên wan de ye.
Belê xwediyên wan kovar û rojnaman bi xwe botî ne. Lê ew jî di nivîsarên xwe de zaravayê xwe tucaran eşkere nakin. Eşkere bikirina diviya bû li şûna (rabû û çêbû) (rabî û çêbî) binivîsandana.” [3]
Gava di van daxuyaniyan baş bê fikirandin dê bi hêsanî bê dîtin ku Celadet Bedirxan bi awayekî zanyarane nêzikahî di ziman û mijara devokên kurdî daye. Ji bo wî ya esas qaydeyên ziman e ku jixwe gramer yek ji kilîdên zimanê nivîskî ye jî.
Em dîsan dubare bikin ku li gel Celadet xwedî helwesteke zanistî ye jî, mirov di Hawarê de bi tesîra devoka wî ya Botan dihise, lê ev hîkarî ne ji aliyê gramerê ve, ji aliyê form û bilêvkirina peyvan ve ye.
A rast gava ji aliyê zimên ve xwendineke baş û analîzeke kûr li ser Hawar û Ronahîyê bê kirin, dê bê dîtin ku zimanên wan weşanan ji aliyê rastnivîsînê ve her ku çûye sererast bûye, hîkariya devokan kêmtir û rastnivîsîn jî cihgirtir bûye.
Ew qas sal in ez li ser kurmancî dixebitim, tevî komxebatên ji bo standardkirina kurmancî dibim, ez bi xwe rast lê nehatime ku ji me hatibe xwastin divê em li gorî devoka Botan tev bigerin û rêzikên wê devokê ji kurmanciya standard re bikin bingeh. Em tim rêgezên mîna rêzikên rêzimanî, fonetîka/fonolojiya kurmancî, morfolojî û etîmolojiya peyvên kurmancî, gireyên dariştinê û pevguherîna dengan, fonotaksa kurmancî û kevneşopiya rastnivîsîna hin peyvan li ber çav digirin, her wisan serî li zaravayên xwe û zimanên îranî yên berê jî didin. Wekî avesta, partî, pehlewî û heta zimanên hind-ewrûpî.
Tevî van yekan, eger em ji hev nehatina parçekirin û bindestkirin, ziman li me nehata qedexekirin û eger dewleteke me yan jî statûyeke me hebûya û ev qutbûn çênebûya, bi îhtimaleke pir zêde û xurt devoka Botan û Hekarî/Behdînan, ku şair û derçûyên medreseyan bi wan berhemên xwe nivîsîne dê ew bibûna binyada zimanê me yê nivîskî û ew nerît jî dê her bidomiya.
Em şêkirdarên Celadet Bedirxan in ku wî xwe nespart devokeke tenê ya kurmancî û bi helwesteke zanyarane dest avêt karê zimanî ku loma em jî îroj bi rehetî dikarin li gorî prensîbên zanstî yên zimanî nêzikahî di xebatên li ser zimên bidin û di warê standardkirina zimên de gavinan biavêjin. Helbet haya me jê heye ku devokên kurmancî hene, prosesa zimanî bi temamî pêk nehatiye û cudahiyên rêzimanî yên kurmancî yên ji ber devokan jî hene.
Wek encam: Kurmanciya nivîskî ya standard, ne li ser devokek bi tenê tê sazkirin û edilandin û xwe naspêre devokek bi tenê. Ji lew re hemû devokên me, rêzikên rêzimanî yên zimanê me gişt tevahiya zimanê me pêk tînin û kurmanciya standard jî ji van tê holê.
Çavkanî:
[1] Hawar; hejmar 27, 1941. r. 13-14.
[2] Hawar; hejmar 28, 1941. r. 11-12.
[3] Ronahî; “Bo Agadarî”, hejmar 23, 1944, r.14, 15.
|
Hawar, Ronahî û Roja Nû çavkaniyên me ne
|
https://botantimes.com/hawar-ronahi-u-roja-nu-cavkaniyen-me-ne/
|
Hawar, Ronahî û Roja Nû çavkaniyên me ne
Civakek, neteweyekek bi nirxên xwe heye, bi yadkirin û giringîpêdana rêber, pêşeng, kesatî û zanayên xwe yên şophiştî dikare bi awayekî xurt û jixwebawer li rêya xwe bikudîne û bêyî rawastan ber bi armancê ve her bimeşe.
Hawar, Ronahî û Roja Nû, ev her sê kovar çawan ji bo zimanê me yê nûjen xwedî taybetmendiyekê ne, her wisan di dîroka çapemeniya kurdî de jî cihekî wan ê giring û berbiçav heye. Ji bo me ew ji kovar û weşanên alelede gelekî cihêtir in ku loma hîn jî ew berhemên welê hêja ne, em her tim serî li wan didin û ji wan sûdmend dibin. Çendî Hawar ji wan bêhtir balê bikêşe û li serê di warên cur bi cur de tezên master û doktorayê bên kirin jî, lê ev her duyên hanê jî, ji aliyê giringiyê ve li ber çav û dilê min ji wê ne kêmtir in û ji gelek aliyan ve ew referans in.
Rast e, bi Hawarê hem bingeha zimanê nivîskî yê bi herfên latînî ya îroj hatiye danîn ku em niha wê bi kar tînin hem jî wê teqileke gelekî hêja daye hilberîna bi kurmancî ya di her warî de. Çendî em pê dizanin berî alfabeya Celadet Bedirxan a latînî, kurdên li Yekîtiya Sovyetên Berê alfabeya latînî li kurdî anîbû û berhem (wekî Şivanê Kurmanca) û rojname (R’ya Teze) jî pê derxistibûn, lê ew hem di nav sînorekî teng de mabû hem jî piştre ji hêla Stalîn ve hatibû qedexekirin û paşê li şûnê alfabeya kurdî ya kirîlî hatibû çêkirin. Hawar çawan ji bo bipêşketina zimên bûye bingeh, a wisan ji bo wêjeya kurdî ya nûjen jî, ji bo çand û rewşenbîriya kurdî ya kurdîziman jî bûye hîmekî xurt ku em li serê geşe bi zimanê xwe didin.
Hawar di 15’ê Gulana 1932’yan de û Ronahî jî di 1’ê Nîsana 1942’yan de li Şamê hatine çapkirin. Xwedî û gerînendeyê berpirs ê her duyan jî Celadet Bedirxan e. Cudahiyeke diyar a Ronahiyê ji Hawarê heye ku Ronahî bi tevahî bi kurdî û vesera Hawarê ya rengîn e. Çendî tê de li ser mijarên cuda nivîsar hebin jî lê nûçeyên li ser Şerê Cîhanê yê Duyem pir balê dikêşin ser xwe. Loma ji vî aliyî ve mirov dikare bibêje bi wê bingeha zimanê nûçeyan ê kurmancî jî hatiye danîn û termînolojiyeke rojnamegeriya kurdî pê hatiye çêkirin.
Roja Nû jî ji hêla Kamiran Bedirxan ve, li Beyrûdê di 3’yê Gulana 1943’yan de hatiye weşandin û ziman bi kurdî û fransizî ye. Wê jî wekî her duyên din, di rûpelên xwe de cih dane nivîsarên têvel, wekî yên siyasî, çandî, wêje û berhemên folklora kurdî. Rûpelên vê weşanê jî bi nûçe û agahiyên li ser Şerê Cîhanê yê Duyem tijî ne. Dîsan ji aliyê heman kesî ve, di 6’ê Kanûna Pêşîn 1943’yan de, dîsan li Beyrûdê bi navê Stêrê (tenê sê hejmar) wek vesera Roja Nû hatiye weşandin û ew jî xwerû bi kurdî ye.
Nemaze Ronahî û Roja Nû ji bo dîroka çapemeniya kurdî divê bi çavekî din bên dîtin û nirxandin. Hem di warê termînolojiyê hem jî di biwara zimanê nûçegihaniya bi kurdî de hîm û çavkaniyên giring in ku wan bi xwe hîkariyeke erênî li rojnamegeriya min bi xwe jî kiriye. Dibe ji bo hin xwîneran ev gotina min xerîb were û haya wan ji vî aliyê me nebe. Ez bi kurtî behsa vî aliyê xwe jî bikim.
Min bi kovara Rewşenê (1 Sebat 1992) pê avêt gorepana weşangeriya bi kurdî û paşê derbasî rojnameya heftane Welat bûm. Piştî Welat hat girtin rojnameya Welatê Me dest bi weşanê kir û ez bûm berpirsê Karên Nivîsaran ê pêşî û paşê jî bûm Gerînendeyê Weşanê yê vê rojnameyê. Ji ber girtina wê îcar Azadiya Welat dest bi weşanê kir û bûm gerînendeyê wê yê weşanê yê ewilî. Di sala 1997’an de ji ber cezayên li min batibûn birîn, ji neçarî min dev ji karê rojnamegeriyê berda. Di van her sê rojnameyan de ji nûçegihanî heta bi redaksiyon û gerînendetiya weşanê min di qedemeyên cuda de peywir wergirtin.
Di wan deman de wekî îroj em zêde ne xwedî derfet bûn û ji ferhengan heta bi gelek çavkaniyên zimanî, zêde tişt li ber destê me nebûn.Teknolojî, înternet, medyaya dîjîtal û tiştên din jî nebûn û me nedikarî xwe bigihandina kesên pispor û bi wan bişêwirîna, serî li wan û tecrubeyên wan bidana. Bi taybetî ew nivîskarên li derveyî welêt, nemaze yên li Swêdê, ji bo me çavkanî bûn. Di warê termên hewce de me gelek tengasî dikişand. Bi serpêhatiyeke xwe dixwazim vê yekê aşkeratir bikim bê em di çi rewşê de bûn. Ji bo nûçeyekê diviya me navê çeka “uçaksavar” (antiaircraft) bi kar bianiya. Min ji ber a tirkî rabû “balafirqewêr” çêkir û me di nûçeyê de bi kar anî. Paşê ev weşanên navborî û ferheng ketin destê me, me dît Celadet Bedirxan ji bo wê gotiye “balafirşikên” û me dev ji ya xwe berda û wek pêwistiyên xwe yên zimanî me êdî ew ji xwe re wek referans pejirandin.
Piştre min ew her sê weşanên giranbiha ji serî heta dawiyê xwendin û peyv ji wan berhevkirin. Ne tenê nêçîrkirina peyvan, bi saya wan min hem kurmanciya xwe bi pêş xist hem xwe hînî rêyên vegêranê, qalib, şayes û şêwaza zimanê nûçeyan jî kir. Ji aliyê zimanekî rast û durist ve jî hîn ev berhemên çavkanî û yên serlêdanê ne, loma bi xwendina carek, ducar û nizanim çend caran jî mirov nikare qîma xwe bîne. Ew tim tên hawara me. Wek nimûne, ev çend peyvên li jêrê hemû ji Ronahiyê ne ku em îroj jî wan bi kar tînin:
agir, agirkirin (ji bo agirkirina çekan), balafirgeh, balafirvan, balafirhilgir, balafirşikên, Behra Spî, bombeavêj, cengkeştî, danezan, deryavan, dûravêj, enî, erdnîgarî, fehmbar, gamasî, gotar , keştî, mirovdevletek, nimînende, noqar, perav, qad, rohelatê nîzing, ronavêj, serekcimhûr, serfermandar, sîwanvan, stol, topên torpîlavêj, tèlên bistirih.
Ev her sê weşan jî di dîroka weşangeriya kurdî de hema ne tenê weşan in, bingeha wêjeya kurdî ya modern in, nemaze di warê çîrok û helbestê de, her wisan gencîneya ziman in ku gelek peyv, têgih û termên nû jî cara pêşî bi wan li kurmancî hatine zêdekirin û ziman bi wan hatiye edilandin û kemilandin. Ew bûne hîmê rastnivîsîn û kurmanciya nûjen, bûne kana weşangeriya bi kurdî û ew hîn jî zindî ne, kevn nebûne. Hem keda Celadet û Kamiran Bedirxan a di warê weşangeriya kurdî de hem jî di warê zimanê kurdî de hingî pir e divê em tim wan bi şêkir û qencî bi bîr bînin û wan xebat, xizmet û berhemên wan jî bişêkirînin.
Cihê şanaziyê ye, em îroj bi qedirê wan dizanin û roja weşana Hawarê em niha wekî Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin. Dîsan bi çalakiyeke pir watedar di 26’ê Nîsana îsal de li Stenbolê, li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey, di roja rojbûna Celadet Bedirxan de, bi navê “Mirovek û Welatek, Şeva Rêzgirtinê ji bo Mîr Celadet Alî Bedir-Xan” hat lidarxistin û ez bi xwe jî beşdarî wê şeva hêja bûm ku ji ber eleqeya gel a zêde, ji ber çalakiyeke wiha watedar dilê min zîz bû û kêfa min gelekî hat. Ji lew re min divê ez ji ber keda sazî, rêxistin, partî û kesên amadekar ên vê organîzasyonê spasiya hemûyan bikim. Ev nîşana civakîbûna me ye, nîşana xwedîbûna li nirxan e.
Civakek, neteweyekek bi nirxên xwe heye, bi yadkirin û giringîpêdana rêber, pêşeng, kesatî û zanayên xwe yên şophiştî dikare bi awayekî xurt û jixwebawer li rêya xwe bikudîne û bêyî rawastan ber bi armancê ve her bimeşe.
|
Sersala Me û Sersala Tirkan
|
https://botantimes.com/sersala-me-u-sersala-tirkan/
|
Sersala Me û Sersala Tirkan
Çendî van salên dawî ew bên jibîrkirin an jî berdewamkirina wan qels û lawaz bibe jî, em dibînin wa vegerek li wan û hewlên ji bo vejiyandina wan heye, ku jixwe divê hebe jî. Ji lew re çanda hevpar jî damezirînerê nasnameya hevpar e.
Min bi zanebûn sernavê nivîsarê wiha danî. Ji ber ku bi taybetî piştî Komara Tirkiyeyê gelek tişt hatin guhartin û ew tiştên nû yên di ser pergala nû û niwînerên wê tirkan re diketin nav me, ew bi navên tirkan hatin binavkirin. Wekî meseleya sersalê, teqwîma mîladî û ya rûmî. Çawan ji sersalê re hîn jî tê gotin sersala me û ya tirkan, her wisan ji bo van teqwîman jî tê gotin; hesabê kurmancî û yê tirkan. Îcar ka ew hesabê berê ji ku tê, esil û binyada wê çi ye, meseleyeke din e, lê tiştê ji bo min niha giring ew e ku kurdan hesabê berê ji xwe re wek malê xwe û ya nû jî ya tirkan hesibandiye.
Di wexta zarokatiya me de, me zarok li nav Farqînî berî sala 1980’yî du sersal pîroz dikirin: Sersala kurdan û sersala tirkan. Di şeva 31’yê kanûna pêşîn de em diçûn malên memûran, xebatkarên dewletê yên tirk û me li deriyê wan dida, sersala wan a mîladî pîroz dikir. Lê ev pîrozbahiyên sersalê wisan bi coş û kêf derbas nedibûn. Wan zêde diyarî û tişt mişt nedidan me. Tew, ji hin malan em destvala jî vedigeriyan û gava derî vedikirin te dît wan pê re derî li ser çavên me jî digirt. Esil pîrozbahiya sersalê, sersala me bû, wekî em çawan li hêviya hatina cejnan bûn, a wisan em li benda hatina wê bûn jî. Şeva 13’ê kanûna paşîn, şeva serê salê bû û em zarok û sengele me kalik û pîrik çêdikir û bi wî awayî em diçûn me li deriyan dixist, sersala malbatê pîroz dikir.
Ez vê jî bibêjim, li aliyê me gotinên mîna baba gaxan/gaxand, kalikê gaxan, qaqindosk, qirdik, qirdikê damê, qirdikê sersalê û kalê govendê tune bûn. Me tenê digot kalik û pîrik.
De îcar berî hatina sersalê em zarokên kurîn ên taxê digihîştin hev, me amadehiyên xwe dikirin û ew ê kî bibûna kalik û pîrik jî me ew diyar dikirin. Cilên kalan, wekî şalwar, êlek, saqo, şaşik (an jî şewqe) li yekî dikirin û ji hiriyê jî rihek pê ve dikir. Li yê din jî kincên pîrekan, wekî fîstan, meles/laçik û tiştên din lê dikirin. Me ew dixemilandin, tam dişibandin kesên mîna kal û pîran. Ha, me çend kesên bizendûbend, qirase û xurt jî dikirin mihafizên wan da wan ji êriş û tiştên din biparêzin. Ji ber ku di wexta pîrozbahî û girtina govendê de hin kesên nehs û netebitî belaya xwe di kalik û pîrikê didan, destên xwe diavêtin rih û şaşika kalik direvandin, hinan jî çav berdida pîrikê, hewce bû me ew ji wan kesan bihêvişandina û biparastina.
Di dema çûna malan de, hewce bû me hin qewlêrk bigotina, kalik û pîrikê govend bigirtina, stran bigotina û nemaze diviya kalik yekî axivok, ango peyivok, bixeberdan û biqisedan bûya, hazirbersiv û hazircewab bûya, di bin gotin û pirsan de jî nemabûya, da hingimeya sersalê xweş û dilê mala em çûnê jî geş û şad bibûya.
Min divê ez çend qewlêrkên ku di hiş û bîra min de mane jî derpêş bikim:
Serê salê binê salê
Xwedê kurek bide malê.
***
Donî/dolî monî/molî mal ava
Xwedê kurê we bike zava.
***
Qerqûş merqûş
Xwedê kurek bavê dergûş
Ka para min kakil û mewij.
***
Qerqûş merqûş
Xwedê kurek bavê dergûş
Das û werîs bidine me em herine pûş.
Li hin deveran jî îcar beynok û dûrikên wiha tên gotin. Çend nimûne ji wan jî dixwazim pêşkêş bikim ku min ew van salên dawî berhev kirine:
Serê salê binê salê
Xwedê bihêle hûr û girên malê.
***
Serê salê binê salê
Xwedê bihêle xwediyê malê.
***
Serê salê binê salê
Xwedê lawikî rindik bide vê malê.
***
Serê salê binê salê
Xweda kurek bide malxweyê malê
Kevçikekî rûn bavêjin devê kalê.
***
Qerqûş merqûş
Ka dasê em herin pûş
Xwedê lawikî bavê dergûş.
***
Qerqûş merqûş
Xwedê kurek bêxe dergûş
Payê min kakil û mêwîj.
***
Hava mava Xwedê kurê malê bike zava
Hûk mûk xwedê qîza malê bike bûk.
***
Kuncik mincik
Xwedê bihêlî ew ê kuncik.
Hem qewlêrkên wiha hem jî stranên henekî dihatin gotin, kalik û pîrik diketin destê hev govend digerandin, şahiyek xweş çêdibû. Malxweyê malê, bi piranî jî kevanî li gorî derfetên xwe em verê dikirin. Bi piranî fêkiyên mîna sêv, bihok, hinar, porteqal û mandalîna (wan salan êdî ew jî hebûn), her wisa bastêq, kesme, meşlûr (ango şaran, benî, xarûz), dendik, nok, nokên qelandî, nokên sîlikê û tiştên ku zivistanê peyda dibûn. Helbet kalikî pere jî dixwast, ji ber ku digot wî jin revandiye, loma heqê qelen jî lazim e. Lê pere pir hindik bû. Divê tiştekî din jî bibêjim, ji ber pîrozbahiyên sersalê bûbû adet û çandek, ev yek xwemalî bû, loma kesek destvala ji wan malên hanê venedigeriya. Her kesî li gorî hêz û hebûna xwe “serdanî”yên xwe verê dikirin.
Piştî gera li nav malan biqediya yan jî me bigota êdî bes e, em diçûn mala ku me berê qerar li serê dabû û me tiştên xwe yên berhevkirî, yên dayî hev datanî rastê. Me tevî hev dixwar vedixwar û yên mayî jî me li hev par dikirin, paşê jî em belav dibûn diçûn malên xwe û pîrozkirina sersala me jî wisan bi dawî dibû.
Çand tiştekî wisan e ku esilê wî adetî çi be, li ser çi qewimîbe, piştî gel ew ji xwe re xwemalî kir, lê bû xwedî, êdî di nav dab û nerîtên wî gelî de reh û rîşalên xwe vedide, dibe malê wî gelî. Dibe çandeke hevpar û tesîr li ruhiyetê jî dike. Çendî van salên dawî ew bên jibîrkirin an jî berdewamkirina wan qels û lawaz bibe jî, em dibînin wa vegerek li wan û hewlên ji bo vejiyandina wan heye, ku jixwe divê hebe jî. Ji lew re çanda hevpar jî damezirînerê nasnameya hevpar e. Ji lew re divê em nehêlin tiştên bi zorê li me tên sepandin cihê wan bigire û em jî ji xwebûna xwe dûr bikevin. Çanda me jî rengekî me yê cuda yê ji serdestan e.
Bi hêviya ku her tişt li gorî dilê me biqewime, ez sala we ya nû ji dil û can pîroz dikim.
|
Rexne û Çanda Rexnekirinê
|
https://botantimes.com/rexne-u-canda-rexnekirine/
|
Rexne û Çanda Rexnekirinê
Li nav me çanda pesindanê, lêxistina li çepikan û veşartina eybikên ên ji me, di rewacê de ye. Em, ji bo yên ji xwe eybveşêr in, ên ne ji me bin em bi hêsanî wan û karên wan li pêş çavan reş dikin. Em yan dibêjin filan kes an tişt pir baş e yan jî pir xerab e. Her tişt ji me re yan reş e yan spî ye. Vebijêrkeke din nîn e. Yan îfrat e yan tefrît e.
Hin têgih û term hene ku bi rastî jî bi awayekî şaş li nav me belav bûne yan jî der heqê wan de têgihîştineke şaş çêbûye û ji mehneya xwe ya rast averê bûne. Yek ji van gotinan jî rexne ye. Berî ez behsa çanda rexnekirinê ya li nav me bikim, hez dikim pêşî ji pênaseya rexneyê dest pê bikim da hem mijar hem jî mexseda me ronîtir bibe. Eger bi awayekî puxteyî bê gotin; rexne vekolîna li ser mirov, berhem û mijarekê ye ku bi mebesta nîşandana aliyên wan ên rast û şaş tê kirin. Lê mixabin em bi piranî wisan jê fehm nakin, em bi çavekî wisan lê dinêrin wekî ew tiştekî ji bo reşkirinê be. Lê rexne her cure şirove ye ku der heqê aliyên tiştekî de agahiyan dide me û me bi pêş de dibe. Loma ew peyveke têkildarî şirovekirin û vekolînê ye jî.
Her mijar û her kes dibe bibin mijara rexneyê. Tu tişt ji rexnekirinê ne êrî û bêrî ye. Îcar hem aliyên erênî hem jî aliyên neyînî yên rexneyê hene. Lê belê armanca sereke û ya pêşî ya rexneyê nîşandana rêyê ye, bi gotineke din ew rênîşander e.
Wek helwest tu kes mîna ne li dijî rexneyê be dixuye. Lê taybetmendiyeke me heye ku em hînî rexnekirina serdestê xwe bûne. Gava em berê tîrên rexneyên xwe didin xwe, rexneyê li xwe, li kir û kirinên xwe digirin, em tehemul nakin û ji cihê xwe hildipetikin. Wan wekî çêr û dijûnan dibînin. Hal we ye rexne çandek e û ew ji bo bipêşxistin û geşepêdanê ye.
Îcar tiştê mirov qîmetî nedê û jê hêvî neke, ne gazinan jê dike ne jî xwe diêşîne da rexneyan lê bigire. Rexnegir jî dizane gava kesekî, tevgerekê yan jî berhemekê rexne bike dê cira wî ne xweş be, dê ew bi kesan tehl be. Loma pêşiyên me gotiye cira rastan ne xweş e, rastgo jî tehlo ne. Ev rewş ji bo rexnegiran jî wisan e. Dost û hezkiriyên wan kêm, heznekirî û neyarên wan jî zêde ne.
Banekî û xûyekî me yê din jî heye, em zû bi zû wî naterikînin. Gava fikirek tê rojevê, yan jî dabaş li ser tiştekî be, bi awayekî teorîk hema bibêje em gişt bi hêsanî wê diparêzin, lê belê gava mesele tê ser pêkanîna wê ramanê, pê re helwesta me diguhere, em xwe qayîl nakin û çivan didin xwe. A wê gava rûçikê me jî aşkera dibe. Loma ya esas ne gotin, kirin e, ya diyarker ne diyarkirina ramanê, pêkanîna wê ye.
Rexnekirina herî zor jî ew e ku mirov li xwe, li taxa xwe dike. Tavilê bertekeke wisan tê nîşandan û tê gotin ne dema wê ye, niyetxerab pir in, dê bi mehne bigerînin, dê ziyanê bigihînin me û doza me. Dibêjin erê em rexneyan bikin, lê di nav xwe de bikin. Bila xêrnexwaz bi me nehisin, bila aqûbeta me xera nebe, paşê em bînin rojevê û hwd.
Heta niha me gelek tiştên xwe wiha taloq kirine, lê tişt carinan hewce ye germegerm nîqaş li ser wan bên kirin. Bindoşekkirin, paşguhkirin an jî gîrokirina gelş û kêşeyan ne çare ye. Av di golan de çi qas bimîne ew qas genî dibe. Her tişt di wextê xwe de, gava tê rojevê neyê kirin, gava mijar sar bû êdî çi bê kirin jî kêm dimîne. De xwezî wisan bûya, paşê jî ji bo çareserkirinê li ser wan meseleyan nîqaş bihatina kirin û hewldan bihata dayîn.
Li nav me çanda pesindanê, lêxistina li çepikan û veşartina eybikên ên ji me, di rewacê de ye. Em, ji bo yên ji xwe eybveşêr in, ên ne ji me bin em bi hêsanî wan û karên wan li pêş çavan reş dikin. Em yan dibêjin filan kes an tişt pir baş e yan jî pir xerab e. Her tişt ji me re yan reş e yan spî ye. Vebijêrkeke din nîn e. Yan îfrat e yan tefrît e.
Wekî her civakên bipêşketî û şareza, eger derdê me yê çûna bi pêş de, geşedana bi xwe hebe, nexwe hewcehiya me jî bi rexne û rexnekirinê heye. Rexne ne bi dilê me be û em pê biêşin jî divê ew çanda toleransê bi me re hebe yan jî çêbe. Ji lew re rexne, ne reşkirin ne jî xistina ji pêş çavan e. Ji bo başkirin û sererastkirina şaşiyan e, ji bo edilandina kêmasiyan e.
Rexne ne karekî wisan hêsan e û rexnegir jî divê pisporên wan waran bin ku rexneyê li wan digirin.
Wek nimûne, li ferhengên min jî rexne tên girtin. Ez bi awayekî cidî guh didim wan û pêşniyazên wan û di wan difikirim. Eger şaşî û kêmasiyên îşaretpêkirî hebin, ez bi xêra wan rexneyan yekser wan sererast dikim û spasiyên xwe jî pêşkêşî wan kesan dikim. Heta di pêşgotinên wan ferhengan de cih didim navên wan bi xwe jî. Bi xwe fikira min ew e ku mirov bi guhdana rexneyan biçûk nabe, kêm nakeve. Mirov bi wan hem xurt û mezin dibe hem jî digihîje rewşa kêmtirîn kêmasiyan.
Elbet em behsa wê rexneyê dikin ku pîvan û armancên wê hene û nimûneyên berbiçav derpêş dikin. Ne ew gotinên ji bo reşkirinê û bêîtibarkirinê. Jixwe niyet tavilê xwe dide der û mebesta wan aşkera ye. Loma ne hewce ye mirov paxav bi wan bike.
Gotina dawî, kengê em jî têra xwe fêrî kirina rexneyan bibin, kengê tehemula me ji van rexneyan re çêbe û em kirina rexneyê jî wekî mafekî bibînin dê leza bipêşketina me jî zêdetir bibe. Civakeke ku rexne û rexnegir tê de nebin yan jî kêm bin, sererastbûna şaşiyan û kêmasiyan jî gelek dijwar e.
|
Rastnivîsîna hin lêkerên hevedudanî
|
https://botantimes.com/rastnivisina-hin-lekeren-hevedudani/
|
Rastnivîsîna hin lêkerên hevedudanî
Zimanê me yê devkî ji hin aliyan ve divê ku ji bo me rênîşander be û çavkaniyeke me ya serlêdanê be. Em çi qas ji zargotina xwe agahdar hebin, haya me çi qas ji zimanê me yê devkî hebe em dê ew qas xwedî zimanekî rast, ew qas xwedî zimanekî rewan û fehmbar bin.
Di zimanê me yê nivîskî de arîşeyeke me ya rastnivîsînê ya hin lêkerên hevedudanî û biwêjî ya bi awayê wan ê navdêrî heye. Eger bi awayekî giştî bê gotin, wek rêzik hemû lêkerên me tevî radera xwe di heman demê de navdêr in û gava ew wek navdêr bên bikaranîn jî îcar hemû hêmanên lêkerê pêkve tên nivîsîn. Lê ev yek jî bêhtir ji bo lêkerên hevedudanî wisan e.
Lêkerên xwerû û yên dariştî (çi bi paşgiran çi jî bi pêşgiran be), hem wek rewşa raderî hem jî wek rewşa navdêrî awayê nivîsîna wan tim bi hev ve ye. Ji ber ku lêkerên dariştî bi paşgir û pêşgiran hatine piraştin, loma nabe gireyên (qertafên) wan ên lêkersaz ji lêkerê cuda bin. Herçî lêkerên hevedudanî ne, ew ne mîna lêkerên dariştî ne û ew bi saya lêkerên alîkar pêk hatine. Di wexta rewşa raderî de cureyên bêjeyên wan ji hev cuda, lê di gava bikaranîna rewşa navdêrî de hêmanên wan bi hev ve tên bikaranîn û ew gişt bi hev û din re jî wateyekê tînin pê.
Ev lêkerên li jêrê hemû ji cureyên lêkerên hevedudanî ne ku wexta ew wek navdêr tên bikaranîn, awayê wan ê rastnivîsînê bi awayekî giştî wiha ye: agirdadan, avdan, bergirtin, bêhnvedan, bêserûberbûn, bipêşxistin, birêkûpêkkirin, cihgirtin, çalkirin, dilman, girêdan, gefxwarin, hêdîkirin, jibîrveçûn, jişîrvekirin, kedîbûn, lihevhatin, lihevxistin, qirênkirin, parevekirin, rêzgirtin, sersarîkirin, şorbûn, tînegermîkirin, veguhêzîkirin…
Lê hin awarteyên awayê rastnivîsîna lêkerên hevedudanî yê bi şêweya navdêrî hene. Nemaza lêkerên hevedudanî yên ku ji lêker û bêjeyekê û yên lêkerên bidaçek (ên ji pêşdaçek, ji bêjeyek, ji paşdaçek û lêkerêkê pêk tên). Mesela lêkerên hevedudanî yên lêker li serî ye, di dema nivîsîna wan a pêkve de hemû bêje li gorî rêza xwe bi hev û din ve nayên nivîsîn. Mînak: birin ava, çûn ava, çûn hev, dan der, dan hev, dan dijûnan/xeberan. Her wisan hin biwêj, kombêje, qalib û yekeyên derbirînê jî mîna van lêkeran awayê rastnivîsîna wan a rewşa navdêrî eynî ye. Wek mînak: birina ava, çûna ava, çûna hev, dana hev, dana xeberan/dijûnan, bûna sond, bûna zende, dana dû, ketina mitaleyan, ketina xewê, kirina tev, xistina dorê û hilhatina rojê.
Lêkerên hevedudanî yên bidaçek, bi taybetî yên ku piştî pêşdaçek û bêjeyê bi şûn de paşdaçek jî di wan de heye, di rewşa navdêrî de gişt wek rêza wan bêjeyên ew pêk hatine bi hev ve nayên nivîsîn. Mîna van nimûneyan; girtina bi ser de, ketina ji hal de, çûna di ber de, çûna di kun re.
Hin biwêj, qalib û yekeyên derbirînê yên kompleks jî yên wekî anîn hişê xwe, dan ber meqesan, di dev re avêtin, hatin ser xwe, ji pêş çav ketin, ketin bin deynan, ketin ber destan, li ser xwe gerandin, nebî pê de hatin, pê de pîs bûn, tê anîn der, tê de asê bûn, tê de bi cih bûn û xwe dan revê, li gorî rêza pêkhatina hêmanan, nabe ew wek navdêr li pey hev û pêkve bin. Bi ya me, awayê rastnivîsîna wan a rewşa navdêrî divê wiha be; ji bo zelalbûna mebestê serê ewilî ez dê teşeya ji aliyê min ve rast tê dîtin pêşkêş bikim û di nav kevanekê de jî awayê wan ê nivîsîna bi hev ve nîşan bidim:
anîna hişê xwe (anînhişêxwe), dana ber meqesan (danbermeqesan), avêtina di dev re (didevreavêtin), hatina ser xwe (hatinserxwe), ketina ji pêş çav (jipêşçavketin), ketina bin deynan (ketinbindeynan), ketina ber destan (ketinberdestan), gerandina li ser xwe (liserxwegerandin), pêdehatina nebiyan (nebîpêdehatin), pîsbûna pê de (pêdepîsbûn), têanîna der (têanînder), asêbûna tê de (têdeasêbûn), bicihbûna tê de (têdebicihbûn) û xwe dana revê (xwedanrevê).
Wekî dixuye, ev cure qalib gava wek navdêr bên bikaranîn, bi awayekî giştî lêkera alîkar tê serî, bêje yan jî pêşdaçek û cînavka lihevxistî û paşdaçek diçin dawiyê.
Ez çend nimûneyên din jî derpêş dikim ku ew di zimanê nivîskî de hatine bikaranîn. Îcar ez pêşî awayê nimûneyî bidim û di nav kevanekê de jî pêşniyaza xwe raber bikim, ku bi ya min ew şêwe rasttir in û jixwe di zimanê devkî de jî hene.
Tinazpêkirin ne tiştekî ne xweş e (pê kirina tinazan ne tiştekî xweş e)
pêkêfxweşbûna min (kêfxweşbûna min a pê)
kurdîaxaftin (axaftina bi kurdî)
dermançêkirin zehmet e (çêkirina dermanan zehmet e)
biserdegirtina malan (girtina bi ser malan de)
jinûveçêkirina zimanekî hevpar (çêkirina ji nû ve ya zimanekî hevpar)
jinavêrakirina rewşa jihevfamnekirinê (rakirina ji navê ya rewşa fehmkirina ji hev)
ez li dijî perestendinê me (ez li dijî standina pereyan im).
Ev tiştên me bal kişand ser wan, bi me mijarên pir giring ên rastnivîsînê yên zimanê me yê nivîskî ne û hewce ye lêhûrbûnek hem ji hêla nivîskaran hem jî ji hêla redaktor û edîtoran ve li ser wan bê kirin. Zimanê me yê devkî ji hin aliyan ve divê ku ji bo me rênîşander be û çavkaniyeke me ya serlêdanê be. Em çi qas ji zargotina xwe agahdar hebin, haya me çi qas ji zimanê me yê devkî hebe em dê ew qas xwedî zimanekî rast, ew qas xwedî zimanekî rewan û fehmbar bin. Li aliyê din gava em bixwazin awayê vegotineke nû bi zimanê xwe biafirînin jî, divê referansa me paşxaneya zimanê me be, em jê sûd wergirin û wisan hewl bidin da derfetên nû û ew çend jî hewce li zimanê xwe zêde bikin. Rast e, ziman ne diyardeyeke sekan e, her geşe bi xwe dide û rêyên vegotinê li xwe zêde dike, lê divê ew midaxeleya îradî ya ji der ve de lê dibe jî li gorî mentiqa zimên be.
|
Cejna Zimanê Kurdî û Awayê Pîrozkirina Wê
|
https://botantimes.com/cejna-zimane-kurdi-u-awaye-pirozkirina-we/
|
Cejna Zimanê Kurdî û Awayê Pîrozkirina Wê
Hemin cejneke me heye ku ji bo zimanê me hatiye ragihandin û van çend salên dawî çi qas diçe pirtir lê xwedîbûn çêdibe, berbelav dibe û sal ji salê zêdetir qîmet pê tê dayîn, lazim e em jî ji dil û can ranêzikiyê lê bikin, bi çalakiyên xwe, bi kir û gotinên xwe jî wê derxin pêş, bi saya wê jî hêvî û daxwazên xwe bibin serî û tiştên me yên li pêş çavên me hatine reşkirin û kêmxistin, em pihêt bi wan bigirin, li ber dilê xwe şîrîn û xweş bikin. Ji ber em bi wan em in, bêyî wan embûna me ji dest me diçe. Ziman yek ji wan nirxên damezirîner ê herî sereke ye ku em û ew, em gişt berdewama hev in; wekî kurd û kurdî.
15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî, ji salên berê pirtir tê pîrozkirin û giringîpêdana wê jî zêdetir dibe. Ev tiştekî dilxweşker e û ji bo raboriyê jî rewşeke hêvîder e, lê belê bi ya me divê pîrozbahiyên vê cejnê êdî girseyîtir bibin û ew ne wekî rojên din ên giring, lê mîna cejnekê bi şahiyan û bi beşdariyeke xurt a hemû beşên civakê bê pîrozkirin. Ji ber ev cejnek e, loma divê cudahiya vê ji yên din bi awayekî xuya û berbiçav hebe. Mesela divê pîrozkirina cejnê, ji ya 21’ê Sebatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê pirekî pir cihê be.
Cejna Zimanê Kurdî hewce ye tenê ne bi daxuyanî, panel, civîna çapemeniyê û tiştên wekî wan û li cihên girtî lê bi awayekî girseyî tam hêjayî cejnekê li qadan jî were pîrozkirin û êdî qîm bi tiştên rûtin neyê anîn. Pêwîst e li gorî navdanîna li wê mirov tev bigere, nêzîkatî tê de û ji bo zêdekirina beşdariya li çalakiyên vê cejnê, ji bo girseyîkirina pîrozbahiyan, berbelavkirin û balkêşkirina wê hewl bide, naveroka çalakiyan jî zengîntir, rengîntir û balkêştir bike. Mîna li darxistina konseran, nîşandana fîlm û lîstikên şanoyan, bernameyên ji bo zarok û ciwanan, çêkirina bernameyên televîzyonan ên li ser hişmendî û giringiya zimên, amadekirina bernameyên hêvojer ên ji bo dê û bavan da ku zarokên xwe bi kurdî mezin bikin, çêkirina panel û konferansan, civînên girseyî yên bi beşdariya gel, çalakiyên çandî, hunerî û zimanî yên cur bi cur û hwd. Ev hemû cure çalakî jî, divê li ser temaya zimên, rola zimên a di warê pêkhêneriya wê ya civak û neteweyê bin.
Sazî, damezirewa, rêxistin û partî gişt, ji bo xatirê vê cejnê bi ya min hewce ye bi awayekî navendî çalakiyeke dayîna xelatan jî li dar bixe. Her sal di warê çand, huner û zimanê kurdî de xebat, berhem û afirînerên wan ji bo handana berdewamiya hilberînê bên perûkirin. Wek nimûne di warê wêje (ji bo hemû cureyên wêjeyî), muzîk, şano, sînema, ziman û çalakiyên hişmendiya zimanî de her sal bi rêya desteyeke hilbijêr ew bên xelatkirin da ku hişyarî, giringî û eleqeya der heqê zimên de zêdetir bibe, berhem û xebatên hêjatir bi zimanê kurdî bên hilbirandin û ew li nav civakê berbelavtir bibin.
Medyaya kurdî jî pêwîst e bi hesasiya vê cejnê tev bigere, balê bikişîne ser giringî û bikaranîna zimên a di her qadî de, hilberîna berhemên pê û rola zimên a ku çawan dike civak û gel hişk bi nirxê xwe ve girêdayî bimîne, rê li ber pişaftinê digire û yekîtiya xwe, xwebûn û nasnameya xwe xwedî dike. Divê li ser siyaseta asîmîlasyonê, polîtîkayên zimankuj jî raweste, hayjêbûnekê li ser vê mijarê çêke û bide nîşandan ku nemana zimên her wisan têkçûna nasname û çandê ye, derbxwarina aîdiyet û ruhê hevpar e. Ji lew re mebesta sereke ya qedexekirina zimên, siyaseta asîmîleker û biçûkxistina zimên û bêprestîjkirina wî, heraftina dîwarê yekîtiyê, şikandina îradeyê û rakirina ji holê ya wî gel û neteweyê ye. Ji ber ew baş pê dizanin hêmana sereke ya civakekê dike netewe ziman e, loma serdest giraniyê didin siyaseta bişaftinê û têkbirina zimên.
Hemû ferdên civakê, nemaze yên hişyar û zana, yên li pêş civakê ne, jê re serkêşiyê dikin, li dam û dezgehan, li rêxistin û partiyan serokatiyê dikin, xwedî temsîliyet in, ew bêhtir xwedî berpirsiyê ne. Ji ber ew li pêş çav in û çavê her kesî li wan e, di vî warî de hewce ye zêdetir xemxwer bin û bi wê fehm û ferasetê bi zimanê gel deng li gel bikin. Çawan ku dibêjin “tirî li tirî dinêre digihîje” yan jî “gul li gulê dinêre dipeqe”, gel jî çav dide rêber û pêşengên xwe ku ew bi her awayê xwe ji civakê re kesên nimûneyî ne û takekes wan ji xwe re wekî model dibînin. Ji lew re jî ji rexnekirin, qîmpêneanîn û gazinên ji rewşê, ji dana soz û peymanan, ji daxwazkirina maf û azadiyan bêhtir, kir û kiryarên kesan tesîrdartir in û jildibûnê diyar û aşkera dikin.
Di rojên wiha yên binavûnîşan de hest radibin pêdarê, dil zîz dibin, bi mirovan re hestyarî çêdibe, ew roj û cejn dikin mirov li xwe vegere, di xwe û rewşa xwe bifikire, lê ya esas mayîndebûna raman, hestyarî û xwarina xeman e. Bi van cure çalakiyan, wekî me li jorê ji wan behs kir, divê armanc çêkirina wê hestê ya domdar be.
Li pêşiya me pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî û pîrozbahiyên ji bo wê hene. Ji niha ve hin bername diyar dibin û hin hewldan jî xwe didin nîşan ku naveroka çalakiyan rengîntir dibe û qet nebe divê ji bo demên li pêş me ew hîn jî çeşîddartir bibin û xîtabî hemû beşên civakê bikin, da bi rastî ev cejn bibe wekî cejneke bera.
Hemin cejneke me heye ku ji bo zimanê me hatiye ragihandin û van çend salên dawî çi qas diçe pirtir lê xwedîbûn çêdibe, berbelav dibe û sal ji salê zêdetir qîmet pê tê dayîn, lazim e em jî ji dil û can ranêzikiyê lê bikin, bi çalakiyên xwe, bi kir û gotinên xwe jî wê derxin pêş, bi saya wê jî hêvî û daxwazên xwe bibin serî û tiştên me yên li pêş çavên me hatine reşkirin û kêmxistin, em pihêt bi wan bigirin, li ber dilê xwe şîrîn û xweş bikin. Ji ber em bi wan em in, bêyî wan embûna me ji dest me diçe. Ziman yek ji wan nirxên damezirîner ê herî sereke ye ku em û ew, em gişt berdewama hev in; wekî kurd û kurdî.
15’ê Gulanê Cejna Zimanê kurdî li me hemûyan pîroz be û bi gotina nemir Ehmedê Xanî alaya zimanê me jî her li banê gerdûnê li ba be. Her wisan silav li Celadet Bedirxan be ku bi derxistina Hawarê hem ji me re alfabeyek çêkir, hem bingeha kurdiya nûjen danî hem jî bû sedema ragihandina rojeke wiha.
|
Ranêzikiya Saziya Zimanê Tirkî ya li Kurd û Kurdî
|
https://botantimes.com/ranezikiya-saziya-zimane-tirki-ya-li-kurd-u-kurdi/
|
Ranêzikiya Saziya Zimanê Tirkî ya li Kurd û Kurdî
Gava mirov di ferhenga wê de li pênaseyên madeyên “Kürt”, “Kürtçe û “kürdi”yê dinêre, dibîne ranêzikiya vê saziyê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî ne helwesteke zanistî lê tam li gorî îdeolojiya fermî ya red û înkarê ye.
Di sala 2006’an de min bi navê “Helwesta Saziya Zimanê Tirkî ya li Dijî Zimanê Kurdî” gotarek nivîsîbû û di kovara Zendê “rêzepirtûk 4” ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de hatibû weşandin. Min meraq kiribû bê ka ev sazî di ferhenga xwe de madeyên kurd û kurdî çawan pênase dike û her wisan çima cih nade peyvên ji kurdî ketine zimanê tirkî ku aşkera dikin ji bîst û çar zimanan peyv ketine tirkî lê kurdî di nav wan de nîn e û min rexne li helwesta wan girtibû.
Saziya Zimanê Tirkî (TDK) di sala 2014’an de Ferhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî çap kir. Îcar wê demê hem pêvajoya çareseriyê hebû hem jî Tirkiye ji bo bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê hin qanûnên xwe diguhartin û siyaseta xwe ya li hemberî kurdan piçek nerm dikir.
Min hez kir ez ji nû ve û bi awayekî sînorkirî li ser ranêzikiya wê ya li kurd û kurdî binivîsim.
Ev saziya zimanî ya navborî heta niha 12 caran Ferhenga Tirkî çap kiriye û her çap ji ya din berfirehtir e. Ferheng cara pêşîn di 1945’an de û cara dawî jî di sala 2023’yan de hatiye weşandin.
Gava mirov di ferhenga wê de li pênaseyên madeyên “Kürt”, “Kürtçe û “kürdi”yê dinêre, dibîne ranêzikiya vê saziyê ya li dijî kurdan û zimanê kurdî ne helwesteke zanistî lê tam li gorî îdeolojiya fermî ya red û înkarê ye. Jixwe di Ferhenga Tirkî de hîç behsa peyvên ji kurdî ketine nav zimanê tirkî nayê kirin. Carinan li ber peyvên kurdî wekî “kalıç” kurtebêjeya hlk (di divoka gel de) hatiye danîn. Ev “kalıç” jî “qalûç”a me ye û şêweyên kalûç, qalûçik, qalûçk, qalûj û qalûnç guhartoyê wê û şalok, kasok, dasok, dasgenim, dasa dexilê û dasa palehiyê jî hemwateyên wê ne.
Çendî helwesta wê çi qas diçe piçek nerm bûbe jî (wekî çapkirina ferhenga Kurd-Tirkî û Tirkî-kurdî), lê belê zêhniyet eynî ye. Ji bo mebesta vê saziyê baş bê fehmkirin, em çend mînakan pêşkêş bikin. Wek nimûne, di çapa pêncemîn (1969) a ferhenga vê saziyê de, li hemberî madeya kurd (Kürt) ev gotin hene: “Navê wê civatê ye ku pirî wan tirk in, lê belê wan zimanê xwe guhartiye, bi farisiyeke xerab diaxivin û li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn û kesê ji vê civatê.” Her wiha, di heman çapê de, li hemberî peyva kurdî (kürdi) jî ev daxuyanî hene: “1. Di muzîka rojhilat de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve 2. Meqamê qerarê wê li ser perdeya dugahê ye.” Ji bo peyva kurdî (Kürtçe) jî tenê tebîra “Zimanê kurdî” cih girtiye.
Li gorî saziyê, kurd ne gel an netewe lê civatek e û bi binyad û reseniya xwe ve jî tirk in, lê wan zimanê xwe ji bîr kiriye û îroj bi farisiyeke şikestî û bed dipeyîvin.
Di çapa heştan a sala 1988’an de, peyva kurd (Kürt), wiha hatiye şirovekirin: “Civatek e ku li Asyaya Pêş dijî û kesê ji vê civatê.” Ji bo berginda peyva kurdî (kürdi) jî ev ravekirin hene: 1. Di muzîka rojhilat de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve 2. Meqamê qerarê wê li ser perdeya dugahê ye.” Balkêş e di vê çapa hanê de bêjeya kurdî (Kürtçe) tune ye. Tenê mirov dibîne wa di vê çapê de helwesta saziyê ya li dijî peyva kurd hinekî nerm bûye û negotiye “kurd bi binyada xwe tirk in û zimanekî col ê şikestî bi kar tînin.” Kurd, wek civateke li Asyaya Pêş hatiye diyarkirin.
Di çapa 2005’an a ferhengê de lênêrîn û ramana saziyê ya der heqê “kurd”, “kurdî” û zimanê kurdî de neguheriye. Ji bo kurd (Kürt) pênaseya “Civatek e ku li Asyaya Pêş dijî û kesê ji vê civatê”hatiye kirin. Her wiha ji bo kurdî (Kürtçe) “Zimanî kurdî” û ji bo kurdî (kürdi) jî “1. Di muzîka klasîk a tirkî de perdeya dirûvê notaya sî bemolê pê dikeve 2. Meqamekî ku li ser perdeya dugahê ye”hatiye gotin. Lê pênaseya “kurdî” ya meqamekî muzîkê bûye “muzîka klasîk a tirkî…” Îcar di çapa 11’an a 2011’an de tenê di madeya kurdî (Kürtçe) de pênase guheriye: 1. Zimanê ku kurd bi kar tînin 2. Tiştê bi vî zimanî hatiye nivîsîn.
Çapa nû (2023) ya Ferhenga Tirkî li ber destê min nebû, loma min bala xwe da ferhenga Saziya Zimanî Tirkî (TDK) ya online. Di wê de jî heman rewş didome û wekî çapa 11’an tarîfa kurd, kurdî û zimanê kurdî hatiye kirin.
Min bala xwe da pêşgotina Serokê Saziya Zimanê Tirkî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî û Tirkî-Kurdî, bê ka ji bo zimanê kurdî çi dibêje. Wî di pêşeka xwe de diyar kiriye zimanê kurdî li Bakurê Iraqê, Bakurê Sûriyeyê, Başûrê Rojavayê Îranê û li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoliyê tê axaftin. Li Tirkiyeyê zaravayên kurmancî û zazakî tên bikaranîn û hejmara axêverên kurdî piştî tirkî di rêza diduyan de ye û ev ferheng jî destdana hev a du zimanan e ku di nav hev de dijîn.
Çendî di pêşgotina vê ferhengê de feraseteke nû û nerm bixuye jî, lê zêhniyeta giştî neguheriye .Kurd ne wek gel û netewe û kurdî jî ne wekî zimanekî asayî ya xwedî maf û statu heye. Hiyerarşî berdewam, biçûkdîtin û kêmxistin jî her didome.
Tirkiye xwe wek netewe-dewlet li ser tekperestiyê (monîzmê) ava kiriye û giranî daye ser ziman û dîrokê. Hem Saziya Zimanê Tirkî hem Saziya Dîroka Tirkî hem jî Partiya Gel a Komarê (CHP) ji aliyê Ataturk ve hatine damezirandin û wî parekeke giring ji mîrata xwe jî ji wan re hiştiye. Meseleya Teoriya Zimanî ya Rojê (Güneş Dil Teorisi) û Teza Dîrokê ya Tirkî (Türk Tarih Tezi) jixwe aşkera ye bê çawan tirkî dike bingeha hemû zimanan û dîroka tirkî jî dike hîmê hemû şaristaniyan. Bi kurtasî, li gorî van tezan tirk û tirkî binyada her tiştî ne.
Ji van saziyan rola du heban ew e da di warê teorîk de îdeolojiya fermî ya kemalîst xurt bike, zemîn jê re xweş bike, û bergeh wê fireh û tesîra wê zêde bike. Herçî rola CHP’yê ye jî di warê pratîka de pêkanîna îdeolojiya fermî ye û domandina vê ferasetê ya li ser monîzmê ye.
Asîmîlasyon ne tenê qedexekirina ziman û helandina kom û gelên ji nijadên cuda ye. Ev siyaset tenê zimanên gel û komên etnîkî yên cuda bi wan nade jibîrkirin, rastiyan berevajî dike, bi hiş û mêjiyan dileyîze, wan bêbinyad dike, xwebûna wan ji wan distîne, wan di nav etnîsîteya serwer de dişêwîne û nasnameyeke nû li wan disepîne. Bi kurtasî, bi çalakî û xebateke welê dike ku ew gel û neteweyên din ên bindest xwe binimînin ango bişibînin serwerên xwe û bi vê sepanê dev ji xwe, ji esil û binyada xwe berdin, xweziya xwe bi serdestên xwe bînin û bi her awayî bibin yek ji neteweya serwer û “dilşad” bibin. A çerxa asîmîlasyonê wiha bi ger dikeve, çeşîdî û pirrengiyê dikuje û armanca wê ew e civakeke ji ferdên homojen biafirîne.Vê jî bi hemû kes, sazî, damezirewa, partî û rêxistinên xwe yên girêdayî îdeolojiya fermî pêk tîne.
|
Tiştên ku berhemekê didin xwendin
|
https://botantimes.com/tisten-ku-berhemeke-didin-xwendin/
|
Tiştên ku berhemekê didin xwendin
Weşangerî jî çalakiyeke bazirganî ye, loma hewce dike ew berhemên xwe bi her rêyî pêşkêşî xwîneran bikin ku xwendevan jî bikirên wan in. Şaşiyek di bazarkirina berheman de nîn e û pêwîst e hem xweşanxane hem jî nivîskar ji xebata xwe ji aliyê darayî ve sûdmend bibin û piyaseya pirtûk, berhem û her cure çalakiyên bi kurdî geş bibe, ew jî bedêla keda xwe wergirin û bistînin.
Ji bo berhemek bikeve rojeva xwîneran û bê xwendin, gelek sedem hene. Elbet qesta me ya ji vê gotinê, bi piranî ji bo berhema wan nivîskarên nenaskirî ye, ew ên hîn haya girseya xwîneran ji wan nîn e. Ew ên naskirî, ew ên girseya wan, hezkirî û şopînerên wan çêbûne, bi qasî yên din pêwîstiya wan bi pêhisandina berhema wan tune be jî, lê dîsan hewcehî bi danasîn, reklam û tiştên din heye da agahî ji weşandina berhemê çêbe û ew bê zanîn.
Mirov dikare bipirse bê ka serê pêşî nivîskar bi berhema xwe yan jî berhem bi nivîskarê xwe tê naskirin? An jî kî bi kê tê zanîn û nasîn? Bi ya min di serî de berhem afirînerê xwe dide nasîn û ew bi saya wê navdar dibe, di warê xwe de dibe markayek. Piştî ew kes di warê xwe de, di warê afirîneriya xwe de navdayî bû, têra xwe hat naskirin bi şûn de, girseyeke xwîneran jê re çêdibe, rê li ber berhemê jî xweş dibe û dikeve rojeva rexnegiran bi xwe jî.
Îcar em bifikirin eger nivîskar nenaskirî be, populer nebûbe, haya derdorên eleqedar jê nebe, ji bo hisîna ji wan û berhema wan gelek faktor dikevin dewrê. Wekî weşanxane û weşanger, edîtor, danasîn, reklam, rojên îmzayan, panel û hwd. Mesela der heqê berhemê de roleke diyarker û kartêker a weşanxane û weşanger heye. Eger ew naskirî bin û berhema ji aliyê wan weşanên xwedî marka ve hatibe çapkirin û weşandin, yekser bi xwîner re ji bo wê berhemê baweriyekê çêdike. Heta edîtor, ku ew wek şirîkê nivîskar jî tê qebûlkirin, dike bala xwîneran li berhemê bê kişandin. Ev gişt pêkerên giring ên di leha berheman û heta nivîskaran de ne.
Navê berhemê, berg û grafîk, nivîsara li berga paşîn a ku puxteya wê dide nîşandan yan jî di heqê wê de ye, fikirekê çêdike, heta pûnto û karakterên herfan bi xwe jî hîkarî lê dikin. Teşe û naverok, bi gotina din zerf û mezrûf jî divê neyên jibîrkirin. Çendî ya esas naverok be jî, lê teşe ambalaja berhemê ye û dike ew çav bide û bifire nava dilan.
Ez bi xwe nirx bi sêwirana berhemê, grafîk û rûpelsaziya wê jî didim. Ew berhemên ku ji van aliyan ve bi awayekî serkeftî hatine amadekirin, xwendinê hêsan û xweş dikin. Xîtabê li hesta estetîkê, li ya çav jî dikin: Wekî gotina çav dibîne dil dihebîne li mirov diqewime. Rûpelên ji nivîsaran mişt, nivîsarên di nav hev de, hindikbûna valahiya di navbera rêzan de, pûntoyên biçûk û karakterên hatine hilbijartin jî eger ne minasib in, ew jî xwîner ji xwendinê sar û çavtirsî dikin û wan diwestîne. Ji lew re rûpel divê xwendinbar bin. Dîsan qada nivîsarê, valahiyên li jêr û jêra wê hatine hiştin û nemaza valahiyên li aliyê sirta pirtûkê pir giring in. Eger ew valahiyên ji aliyê hundirê pirtûkê ve hindik bin dîsan ji xwendinê re dibin asteng, her wiha dibin sedema ku cizûbenda wê hev berdin û rûpelên wê ji hev de bikevin. Ev jî ne bi dilê xwendevanan e.
Hin weşanxaneyên me hene nemaze di van çend salên dawî de, di van waran de karên xwe baş û bi awayekî profesyonel dikin. Tevgerîna bi vî awayî hem tesîreke baş li kirîna berhemên wan, hem li nasîna nivîsakaran hem jî li ziman û bazara berhemên kurdî dike. Her wiha ev helwest, rêzgirtina li xwîneran e jî. Li şûna hema tenê ew rexne li eleqeya xwînerên kurdî bikin, divê di war û qada xwe de ew bi berpirsane tev bigerin, karên xwe baş bikin û bi rêyên cur bi cur jî xebat û berhemên xwe derxin pêş, girseya xwe ya armanckirî jî ji wan agahdar bikin.
Ne ku rexneyên min li van weşanxaneyan jî nîn e. Bi taybetî der heqê ziman û rastnivîsînê de kêmasiyên wan pir in û vekîta her berhema ji nav weşanên wan derçûye jî, hev nagirin. Bi ya min ev jî nîşana nebûna redaktorên wan ên pispor in, ew ên di warê xwe de têra xwe negihîştî ne. Ji meseleya rastnivîsê jî mebesta me hebûna kêşeyên beloq in. Ji lew re hin mijarên ku hîn li ser wan lihevkirineke tam çênebûye hene, ev jî ji ber nebûna standardeke me ya rastnivîsînê ye û divê em vê yekê jî paşguh nekin.
Em careke din bi aşkerayî bibêjin, ew ên berhemekê didin naskirin, dikin bawerî bi wê bê û bikeve rojeva mirovan jî weşanxane û edîtor in. Çawan me di serî de jî got, ew ê berhemê diedilîne, ji kil û kêmasiyan paqij dike, reng û rûçik dide berhemê edîtor e. Loma rola wan di vî warî de zêde ye. Her wisan weşanxane hem bi grafîk û sêwirana bergê hem jî bi mîzanpaja xwe berhemê berceste û berbiçav dike, bi çalakiyên ji hev cuda yên ji bo danasîna berhem û nivîskaran jî qadê li wan vedike û bergehê jî li wan fireh dike.
Di destpêka salên notî de berhemên bi kurdî, bi taybetî yên bi tîpên latînî li Bakur pir kêm bûn. Loma jî wekî kesê li her xwarinê naboyîne û bi nişmîtî nêzikatî di wan nade, çi berhema bi kurdî biketa berdestê min, min ew bernedida û dixwend. Lê niha ne wisan im. Ji xeynî yên têkildarî warê min, ez êdî ji bo xwendinê berheman hildibijêrim. Şikir berhemên bi kurdî zêde bûne û jixwe ez pê re nagihîjim her berhemê bixwînim. Loma ez jî bi hilbijêrînerî tev digerim. Carinan jî ji ber mijarên vekîtê yên beloq berhem zorê li min dike da ez devê wê bigirim. Lê ez di ber xwe didim û nahêlim ew deriyê xwe li min rade. Li aliyê din, ez bala xwe didim her aliyê berhemê, heta eger weşanxane nenas be, li kunyeya wê jî dinêrim. Lê gava weşanxane nas be, zêde hewce bi detayên li ser wê nabînim. Gava nivîskar nenas be, referans weşanxane ye û mirov der heqê hêjabûn û kalîteya berhemê de baweriya xwe bi wê tîne.
Weşangerî jî çalakiyeke bazirganî ye, loma hewce dike ew berhemên xwe bi her rêyî pêşkêşî xwîneran bikin ku xwendevan jî bikirên wan in. Şaşiyek di bazarkirina berheman de nîn e û pêwîst e hem xweşanxane hem jî nivîskar ji xebata xwe ji aliyê darayî ve sûdmend bibin û piyaseya pirtûk, berhem û her cure çalakiyên bi kurdî geş bibe, ew jî bedêla keda xwe wergirin û bistînin.
Eger em tenê ji bo berhemên nivîskî bibêjin; xwendin têrkirina mêjî ye, hildana zewqê ya ji berhemê ye. Xweşikî û ciwaniya berhemê jî têrkirina çav û xîtabkirina li hesta estetîkê ya çav e.
|
Rêsayên Rastnivîsîna Îzafe û Pêşgirên “bê-” û “bi-”yê
|
https://botantimes.com/resayen-rastnivisina-izafe-u-pesgiren-be-u-bi-ye/
|
Rêsayên Rastnivîsîna Îzafe û Pêşgirên “bê-” û “bi-”yê
Zimanê devkî û zimanê nivîskî du diyardeyên ji hev cuda ne. Loma tê gotin ku zimanê devkî zimanekî wisan e mirov wî werdigire, lê herçî zimanê nivîskî ye xwedî rêzik e, bi rêsayan hatiye standardkirin û mirov tim wî zimanî dihewise.
Di serî de dixwazim çarçoveya vê nivîsarê diyar bikim ku mijar rastnivîsîn e. Herçî rastnivîsîn e, eger em bi awayekî giştî bibêjin şêweya nivîsîna rast a peyvan û nivîsîna zimanekî ya bi rêzikên diyar e. Di gel vê yekê zimanê me yê nivîskî ji vî aliyî ve hîn tam cihgir nebûye û nîqaşên li ser hin rêzikên vekîtê berdewam in. Ez ê jî hewl bidim li ser du mijarên eleqedarî rastnivîsînê çend tiştan bibêjim.
Ev her du mijar, yek jê awayê rastnivîsîna îzafeyan û ya din jî vekîta pêşgirên “bê-” û “bi-”yê ye. Ji lew re di gelek nivîsaran de em rast lê tên bê çawan der heqê vekîta wan de hevgirî û lihevkirineke tam nîn e. Loma ez hewce bi amajekirina vê rewşa nîqaşbar (!) dibînim û dixwazim li ser wan raman û her wiha pêşniyazên xwe yên ji bo çareseriyê jî derpêş bikim.
Serê pêşî hez dikim ji awayê rastnivîsîna îzafeyê, bi gotina Celadet Bedirxan a veqetandekê behs bikim, nemaze di wexta ravekên zincîrî de. Ji ber ku di ravekê de kêşe tune ye. Lê arîşe bêhtir di ravekên zincîrê de çêdibe û di gelek weşanan de, di rewşa ravekên zincîrî de ev îzafe ji hev cuda tên bikaranîn. Bi dayîna ravekên nimûneyî ez mexseda xwe aşkeratir bikim:
pirtûka sor a mezin/pirtûka sor ya mezin.
dostê min ê berê/dostê min yê berê.
hevalên wan ên dêrîn/hevalên wan yên dêrîn.
Di van hevokan de dabaşa me li ser şekilên “a/ya” û “ê/yê” û “ên/yên”a reşkirî ye. Wekî tê zanîn, eger em bi awayekî senkronîk nêzikatî di wan din û bibêjin, halê hazir di zimanê me de îzafeyê me –a, –ê û –ên’ê di ravekê de bi peyva pêşîn ve tên nivîsîn û her sê jî yên binavkirî ne/nasyar in. A pêşî ji bo yekhejmariya mê, ya diduyan ji bo yekhejmariya nêr û ya dawî jî ji bo pirhejmariya her du zayendan e. Gava peyv bi dengdêrê/vokalê biqede, bi awayekî berbelav “y”ya pevgirêdanê tê pêşiya wan. Ev jî rêzikeke giştî ya zimanê me yê nivîskî ye. Her wiha cînavkên xwedîtiyê jî, ku ew bi tena serê xwe nîn in, bi van îzafeyên di gel cînavkên tewandî, tên bikaranîn. Ev rewş di ravekên zincîrî de jî her wisan e û eger ravek nediyarkî be jî dîsan rewş naguhere.
Niha jî em bi dorê li ser hevokên nimûneyî hûr bibin. Di hemû ravekên zincîrî de ku îzafe ji wan cuda hatiye nivîsîn, gişt bi dengdarê/konsenantê bi dawî bûne, lê hin kes van îzafeyan piştî dengdarê bêyî “y” were pêşiyê, hinek jî li pêşiya wan bi danîna “y”yê wan dinivîsin. Lê eger di ravekên zincîrî de peyva duyem bi dengdêrê/vokalê qediyabe îcar bêyî awarte her kes herfa pevgirêdanê “y”yê bi kar tîne û di vî warî de hevgiriyek heye.
Der heqê vê yekê de, min bala xwe daye zimanê devkî jî, bê ka rêsayek ango qaydeyek heye. Çendî awarte hebin jî, lê rêzikek jî heye. Gava peyv bi dengdêrê bi dawî bibe, hin devok ne tê de, “y” tê pêşiyê, wexta bi dengdarê biqede tiştek nayê pêşiyê. Mesela di zimanê devkî de bi piranî awayên “diya min a delal”, “bavê wê yê navsere”, “xwişkên te yên biçûk”, “birayên wan ên ezeb” tên gotin û û bi vî awayî jî axiftin rewan dibe. Lê eger her tim “y”yek li wan bê zêdekirin rewanî namîne, ev ji herikînê re dibe asteng, peyivîn û xwendin jî kulek û bi teqil dibe. Eger em bibêjin îzafeyên me –a, –ê û –ên in, nexwe çima di ravekên zincîrî de, piştî bêjeya ku li dawiya wê dengdarek heye îcar em îzafeyan bi awayê “ya”, “yê” û “yên”ê bi kar tînin? Sedem çi ye? Bi ya min divê sedem dengê dawî yê peyvê be û ji bo rewaniya hevokê jî rîayet li vê rêsayê bê kirin.
Meseleya din jî awayê rastnivîsîna “bê-” û “bi-”ya pêşgir, hokera “bê/bêyî” û daçeka “bi”yê ye. Bi rastî ev jî ser û hişê gelek kesan tevî hev dikin. Carek gire mehneguhêr û daçek jî xwedî erk û fonksiyon in. Gava bi “bê-” û “bi-”yê rengdêr çêbin, divê ew bi peyvê ve bin, ji ber ku bi wan mehneya peyvê diguhere. Wekî “bêxwedî” û “bipere”, îcar ew bi awayê “bêyî xwedî/bê xwedî” û “bi pere” bin, êdî ew hoker in û ji peyvê cihê ne. Der heqê awayê vekîta “bê/bêyî”yê de jî ez fikira xwe bibêjim. Celadet Bedirxan ew ji peyvê cuda mîna “bêî”yê bi kar aniye. Di hin devokan de jî ew mîna “bêy” tê gotin. Ê min bi xwe, meyla min li ser awayê wê yê “bêyî”yê ye. Bi vî awayî qet nebe ew û “bê-”ya pêşgir pir bi hêsanî ji hev cuda dibin û hînbûna rastnivîsînê jî pir hêsan dike.
Hez dikim li ser vê mijara dawî dîsan dubare bibêjim; eger gava bi “bê-” û “bi-”yê rengdêr çêbin, divê teqez ew bi peyvê ve bin û bi awayê din jî hewce ye ji peyvê cihê bên nivîsîn.
Zimanê devkî û zimanê nivîskî du diyardeyên ji hev cuda ne. Loma tê gotin ku zimanê devkî zimanekî wisan e mirov wî werdigire, lê herçî zimanê nivîskî ye xwedî rêzik e, bi rêsayan hatiye standardkirin û mirov tim wî zimanî dihewise, bi gotina din hîn û fêr dibe. Di gel vê yekê zimanê me yê nivîskî, ji aliyê rastnivîsînê ve hîn têra xwe cihgir nebûye, nîqaşên li ser wê jî berdewam in. Çendî rewşa me ev be jî, lê tiştên sereke çareser bûne, rêzik aşkera û zelal in. Ên nîqaş li ser wan hene, pirtir mijarên spesifîk in, ew jî bi nîqaş û sedemên beraqil çareser dibin.
Sala nû ya hemû nas, dost, heval, hogir û we xweşdiviyan pîroz be. Her tiştê xweş para me be jî.
|
Bera “spas” bi rûsî ye?
|
https://botantimes.com/bera-spas-bi-rusi-ye/
|
Bera “spas” bi rûsî ye?
Di destê me de hin delîl û belge hene ku ew dibin wesîle fikirên hîn beraqiltir bi me re çêbin. Mesela peyva spasê hem di pewlehî de hem jî di farisî de bi awayên sêpas û sêpasguzar hene, ev yek. Ya duyem di edebiyata me ya klasîk de û zimanê me yê nivîskî de ev peyv hatiye bikaranîn.
Carinan mirov mecbûr dimîne ku li ser heman mijarê careke din binivîse. Mesela min berê jî li ser peyva “spas” û “şabaş”ê çend caran nivîsîbû û ramanên xwe aşkera kiribûn. Di vê nivîsarê de îcar dabaş dê bi tenê peyva “spas”ê be ku hema bibêje ez dê qet bi etîmolojiya wê eleqeyê nekim.
Di medyaya civakî bi xwe de jî ev mijara spasê tim tê rojevê û der heqê wê de angaşt û rîwayetên cur bi cur tên gotin û vegotin. Ev angaşt ango îdîayên hanê bi piranî li ser esilê wê ne ku xwedêgiravî ew ji zimanê rûsî hatiye ketiye nav zimanê kurdî. Bi qasî ez jê agahdar im, der bareyê wê de sê gotegot hene û her sê jî diangêjin ku spas ji zimanê rûsî derbasî kurdî bûye. Serê pêşî hez dikim ji van behs bikim.
Li gorî rîwayeta yekem Mîr Bedirxan Begê Botan di dema mîrîtiya xwe de xwendekarên kurd ji bo perwerdeyê şandine Rûsyayê û wan di heyna vegera xwe de ev peyv bi xwe re anîne. Angaşta duyem jî ew e ku dibêje gava ûris hin herêmên Serhedê dagir kirine ev peyv wê demê ketiye ser zar û zimanê gel. Li gorî ya dawî îcar gava Mela Mistefa Barzanî (tevî hevalên xwe) di sala 1958’an de ji Yekîtiya Sovyetan vedigerin ev peyv bi wan re hatiye ketiye nav zimanê kurdî.
Ew qas sal in ez li ser zaravayê kurdîya kurmancî dixebitim û hema bibêje em êdî pê dizanin bê kîjan peyv li kîjan herêmê û di kîjan devokê de tê bikaranîn, lê tevî lêkolîn, lêgerîn û lêpirsînan ne li herêma Serhedê ne li herêma Botan ne jî li devereke din ez bi xwe rast lê nehatime ku di zimanê me yê devkî de peyva “spas”ê heye. Eger hebe jî qet nebe ez hîn bi ser ve nebûme.
Eger em wê îhtimalê bipejirînin ku ew di dema vegera Mela Mistefa Barzanî de ketiye nav zimanê me, nexwe çima ew ne bi telefiza rûsî lê hema bibêje wekî ya farisî ye? Wekî tê zanîn di zimanê rûsî de bi awayê “spasibo” (xwendina wê spasîva ye) heye û li gorî îdiayan jî ew peyveke hevedudanî ye û bi mehneya xwedayê rizgarker e. Em qebûl bikin bê ev gotegotên heyî hemû rast in, nexwe divê em bipirsin bê çima ew ne bi awayê rûsî lê bi şekilê spas (ji bilî varyantên wê yên din) di kurdî de tê bilêvkirin? Îcar telefiza bi şêweya zimanê rûsî bi ya min ji fonetîk û xencereya kurdan û kurdîaxêvan re qet ne zor û dijwar e. Divê em vê yekê ji pêş çavên xwe hîç nedin alî.
Li aliyê din di destê me de hin delîl û belge hene ku ew dibin wesîle fikirên hîn beraqiltir bi me re çêbin. Mesela peyva spasê hem di pewlehî de hem jî di farisî de bi awayên sêpas û sêpasguzar hene, ev yek. Ya duyem di edebiyata me ya klasîk de û zimanê me yê nivîskî de ev peyv hatiye bikaranîn. Belgeya halê hazir a herî kevn a em pê dizanim Dîwana Perto Begê Hekkarî (1756/7-1834?) xuya dike. Di malika jêrîn de, ku ji vê dîwana navborî hatiye wergirtin, peyva spasê dibihure:
Sed şukr û sed sipas hezaran sena û hemd
Gêrane em ji ummetê an şahê enbiya (1).
Şêx Ebdurehmanê Axtepî (1850-1905) jî di dîwana xwe ya bi navê Rewd’în Ne’îmê de cih daye peyva spasê. Wek nimûne, ev malikên hanê ji vê berhemê ne:
Bi wan cumleşan, mu’mîn im sed supas
Ji bo Zatê Mewla, bitin bêqiyas (2).
…
Heçê, şukr û hemd û supasî hene
Hemî, layiqê Zatê Pak ê Te ne (3).
Di zimanê me yê modern de jî Celadet Bedirxan bi xwe di hejmarên cuda yên Hawarê de gelek caran peyva spasê bi kar aniye (4). Dîsan nivîskarên cihê yên Hawarê bi xwe jî di nivîsarên xwe de cih dane heman peyvê. Wek mînak, di nivîsara Qedrîcan a bi navê “Gelo ne wisan e?” de, ku di hejmara 10’an a Hawarê de hatiye weşandin, ev peyv wiha derbas dibe: “Hezar şabaş û sipas qo êdin li her cî miletê me hişyar bûye û dibe” (5). Ji ber vê wergiranê, wek agahî divê em diyar bikin ku bi hejmara 24’yan ve cihê herfên “k” û “q”yê wekî rewşa îroj di vê alfabeyê de pev hatine guhartin.
Di zimanê devkî yên zaravayên kurdî de gelo peyva spasê heye yan jî nîn e, ya rast ez ne xwedî zanyariyeke esehî me û min hîn tiştekî vebir bi dest nexistiye. Lê tiştek heye ku qet nebe li Bakur bi destpêka salên 70’yî re, ji ber şoreşgerên kurd ev peyv li nav gel belav bû û jixwe kesên ev peyv bi kar dianîn yekser demxeya kurdîtî û çepgiriyê li wan dihat xistin. Tew, ev rewş hîn jî berdewam e ku jixwe mirov ji bikaranîna peyvan fikira siyasî ya kesan dinase.
Îcar eger em bibêjin îleh ev peyv bi esilê xwe ne bi kurdî ye, îhtimala herî beraqil ew îdîa ye ku tê gotin ew ji farisî derbasî zimanê kurdî bûye. Di edebiyata kurdî ya klasîk de ji xeynî wergirtina peyvên ji zimanê erebî, ji farisî jî gelek peyv hatine standin. Jixwe li gorî Michael L. Chyet, “spas” ji zimanê farisî ketiye nav kurdî (6).
Eger spas ji zimanê rûsî ketibûya kurdî diviya ew di nav gel de jî hebûya ku me got em di nav zimanê gelêrî de rast lê nehatine. Lê ew di edebiyata me ya klasîk de heye û ev jî dike ku mirov bibêje îhtimala ew bi rêya şair û edîbên me ve ji zimanê farisî hatibe zimanê me yê nivîskî xurt e ku loma jî di nav zimanê gel de xuya nake.
Ev peyv peyveke hind-ewrûpî ye, lê em hîn baş pê nizanim bê ka çi bi serê ya me hatiye, gelo ji bîr bûye, şekilê wê guheriye, ji aliyê mehneyê ve ketiye kirasekî din tam nayê zanîn. Pêdivî bi xebat û lêkolînên ronîker heye. Tevî vê yekê divê em bizanin ku taybetmendiyeke peyvan heye, ew mîna malê bazirganiyê tim di nav ger û tevgerê de ne. Dikevin nav zimanên din jî û carinan hem şekilê wan hem jî wateya wan diguhere. Eger ev ji zimanekî din hatibe ne kêmasiyek e. Jixwe tu zimanekî xwerû û saf nîn e. Bi raya min, eger ev ji zimanekî din hatibe ketibe zimanê me, ku îhtimala farisî xurt dixuye, ev jî tiştekî asayî ye. Ziman bi danûstendina peyvan jî xurt û zengîn dibin. A giring ew e ku ziman li gorî pêdiviya xwe peyvan werdigire, kil û kêmasiyên xwe dabîn dike. Loma nexwerûbûna zimanan wek tiştekî asayî tê pejirandin.
Nîşe: Ez spasiya Huseyn Zana û Bawer Berşev dikim, ku yekî der heqê dîwana Perto Begê de û yê din jî der heqê Rewd’în Ne’îmê de alî min kir. Her wiha Ugur Adsiz ji bo bilêvkirina spasa bi rûsî û Sabir Ebdulahîzad jî ji bo ya bi farisî ji min re bûn alîkar, mala we jî ava be.
Çavkanî:
(1) Perto Begê Hekkarî, Dîwan (Amd. Tehsîn Îbrahîm Doskî), Nûbihar, Stenbol, 2011. r. 33.
(2) Şêx Ebdurrehmanê Axtepî, Rewdî’n Ne’îm (Amd. Mehmed Emîn Hîvîdar), Weşanên Dara, Stenbol, 2021, r. 176.
(3) Heman berhem, r. 482.
(4) Celadet Bedirxan di gelek nivîsarên xwe yên Hawarê de ev peyv bi kar aniye. Hejmarên wê yên pêşî tenê ne bi tîpên latînî ne, lê her du cildên ku Nûdemê ew çap kirine, ev nivîsarên bi tîpên erebî jî hatine latînîzekirin. Wekî nivîsara C. Bedirxan a bi navê “Bi Hinceta Pîroznamekê” ya di hejmara 3’yan a Hawarê de. Bnr. Hawar 1, Hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stocholm, 1998, r. 488-489.
(5) Qedrîcan, “Gelo ne wisan e?”, Hawar 1, Hejmar 1-23, Weşanên Nûdemê, Stocklom 1998, r. 204.
(6) Michael L. Chyet, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press New Haven and London, 2003, bnr. madeya spasê.
|
Rewşenbîriya kurdan a kurdîziman
|
https://botantimes.com/rewsenbiriya-kurdan-a-kurdiziman/
|
Rewşenbîriya kurdan a kurdîziman
Gava em bibêjin rewşenbîriya kurdan, hewce ye ew bi zimanê xwe jî kurd bin, kurdîziman bin. A rast niha nifşeke welê rabûye û bi pêş de diçe, alaya vê têkoşînê di destê wan de dimilmile. Dengê wan, qelema wan, helwest û ramana wan wê feraseta berê, wê nerît û kevneşopiyê têk dibe, wî bend û dîwarî diherêve, dipelêşe, tîpolojiyeke nû diafirîne.
Demeke dûr û dirêj e ku mijara rewşenbîriya kurdan min bi xwe dibilîne bê çima li Bakur bi giranî zimanê wan ne bi kurdî lê bi tirkî ye. Helbet bi awayekî serkî be jî em sedem dizanin ku ji ber qedexebûna kurdî û nebûna perwerdeya bi zimanê kurdî ye. Em gişt kesên ku xwedî formasyona bi zimanê serdest in, eger bi awayekî giştî bê gotin, zimanê me yê dayikê li ber zimanê me yê ku em pê perwerde bûne, gelek lewaz maye. Jixwe xebatên sosyolenguîstîk ên li ser rewşa kurdî hatine kirin, nîşan dide ku asta perwerdeya me ya bi tirkî çi qas bilind dibe em hîn zêdetir asîmîle dibin. Loma jî zimanê rewşenbîriya kurdan ji kurdî bêhtir bi zimanê tirkî ye û ev jî ji ber rewşa me ya neasayî diqewime.
Ew kesên ku bi zimanê fermî tirkî xebatên xwe yên zêhnî û her cure çalakiyên hilberînê der heqê kurdan de kirine, sûda wan li me pir bûye. Ev tu car nayê înkar û jibîrkirin. Wan binyada xwe, esil û fesilê xwe parastiye, li nasnameya xwe ya neteweyî bûne xwedî ku ev jî rastiyek e û divê keda wan bê şêkirandin. Lê pirsek heye ku divê me hemûyan têra xwe bide fikirandin û em li serê têra xwe serê xwe biêşînin. Ew jî ev e ku gelek kes hene çi xwedî tîtreke akademîk bin çi na, ji bilî zimanê xwe yê perwerdeyê, wekî tirkî ziman an jî çend zimanên din jî hewisîne, ango hîn bûne, lê tevî vê yekê wan zimanê xwe hiştiye û wan ew avêtiye paş. Mirov di vê helwestê jî digihîje ku sedemeke sereke jî mijara prestîja zimanî ye. Eger zimanek bêîtibar be, ne xwedî statû be, hem di warê akademîk de hem jî di warê civakî de statûyekê nede mirov, tiştek li mirov zêde neke, mirov jî guh pê nake û qedir nadê.
Nexwe nabe ku rewş tenê bi qedexebûn an jî bi nebûna perwerdeya bi zimanê dayikê bê ravekirin. Ji ber ku qet nebe ji destpêka salên 1990’î ve weşanên bi kurdî hene. Bi ya min, ji bo vê helwest û feraseta takekesî jî giring e. Payexpêdana zimanê dayikê tiştekî diyarker e. Mirov ji bo ku zimanekî hîn bibe ji xeynî mesrefa darayî, di ber de gelek zemanê xwe jî dide, di gelek tiştan jî dibihure; wekî razemeniyê, veberhênanê li dahatûya xwe bike, xwe ditehibîne. Lê ku dabaş dibe zimanê dayikê çima ev “fedekarî” nayê kirin? Gelo ji ber ku kurdî bêprestîj e loma, tiştek li cv’ya mirov zêde nake, dahateke madî û manewî jê nayê yan jî di her warî de rê li ber mirov xweş nake loma?! Berevajî, ji ber ku ji bo dahatûya kesane û nefsa canê mirov xeter e loma! Pirs û pirs û çima?
Gava mirov behsa entelîjansiya kurdî bike ma ne hewce ye ku qet nebe bi giranî zimanê wan bi kurdî be? Zimanê wan ên hilberînê, her cure çalakiyên wan ên zêhnî, zimanê wan ê têkoşînê, ê doz û daxwazan, ma ne hewce ye ku di rêza pêşîn de be? Yan jî piştî ku endamên vê komê, ew ên ku dikevin nav vê kategoriyê li nasnameya xwe bûn xwedî, hebûna xwe pejirandin bi şûn de, ma ne pêwîst e ku zimanê dayikê ji bo wan pîver û tiştekî tênebihur be û ma ew ne tiştekî diyarker ê xwebûn û hebûna wan e ku nîşana herî xurt a cudabûna wan ji yên din e? Gelo we bihîstiye ku di nav serdestan de, mijareke wiha hatibe nîqaşkirin ku divê zimanê entelîjansiya wê neteweyê her divê bi zimanê wan be! Di çarçoveya vê mijarê de, em ji tek û tûkan behs nakin, hebûna kesên wisan rewşeke awarte ye. Heta ez pirzimaniyê jî diparêzim, lê ne bi şertê ku gava mirov zimanekî fêr bibe divê dev zimanê xwe berde û biterikîne. Bi îlhama ji gotina Ehmedê Xanî, ne ku zimanê durdî bişemirîne lê yê safî vexwe. Her wiha, gava mirov çandekê binase û bihewise, divê mirov dev ji ya xwe neqere, lê divê mirov xwe û bergeha xwe, cîhanbîniya xwe bi ziman û çandên din zengîn bike. Ne ku mirov berî yên xwe bide, wan biqewirîne û cih ji yên biyan re xweş bike û ew jî were ji newalê bibe xwediyê malê. Niha rewşa zimanê kurdî û tirkî di nav me de rewşeke wiha ye. Yê newalê bûye xwediyê malê, yê me jî bûye yê damariyê.
Gava em bibêjin rewşenbîriya kurdan, hewce ye ew bi zimanê xwe jî kurd bin, kurdîziman bin. A rast niha nifşeke welê rabûye û bi pêş de diçe, alaya vê têkoşînê di destê wan de dimilmile. Dengê wan, qelema wan, helwest û ramana wan wê feraseta berê, wê nerît û kevneşopiyê têk dibe, wî bend û dîwarî diherêve, dipelêşe, tîpolojiyeke nû diafirîne. Ew modela berê ya nekurdîziman temsîla rewşenbîriya kurdan divê neke, wan rola xwe anî cih. Dubare bikim, ez behsa tekzimaniyê jî nakim, pirziman be, lê berî her tiştî kurdîziman be. Loma eger em kurd bin, statûya me, kariyera me, asta perwerdeya me, cihê me yê di nav civakê de çi dibe bila bibe, divê ku zimane me yê sereke her kurdî be. Ji ber ku kurdî alaya nîşana me ye ku divê ew her hildayî û xuyanbar be.
Ew ê ku rewşenbîr be, ew ê ku xwenda be, ew ê ku xema gelê xwe û civaka xwe bixwe, doza maf û azadiyan bike, fikir û îdeolojî çi dibe bila bibe, bi ya min hewce ye ku têkoşîna xwe ya ji bo demokrasî, azadî û rizgariyê bi zimanê xwe bike. Divê kurdiya standard û nivîskî bi kar bîne, xwe ji nav sînorê devoka xwe derxe, bikare bi zimanê xwe bixwîne û binivîse. Bi xwe li pêş çavê min, ew ê ku ulemayê cîhan be jî eger neşê bi zimanê xwe bixwîne û binivîse, kêm e û pêwîst e wî kirasî ji xwe bike bivirbirîne biavêje. Têkiliya bi zimanê xwe re sererast bike. Ji ber ku ev têkiliya heyî, têkiliyeke kêşedar e. Dema bihane û derpêşkirina sedeman çû, divê em êdî li ser wî guhî nenivin û ranekevin. Kes barê me mift û herwe hilnagire, eger em xura xwe bi destê xwe neşikînin kes dilê me nikare rehet bike, birîna me sarêj û derdê me jî derman nake.
Pêngava serê pêşî vegera li xwe ye, hezkirina ji zimên û hildana alaya wî ye. Pirêza jidilbûn û nebûna me bi helwesta me ya zimanî ve jî eleqedar e. Ji lew re ziman bi peyivînê, bi bikaranînê, bi nivîsînê û bi hilberandina her cure berhemî bi pêş dikeve, geş dibe, kil û kêmasiyên xwe bîter û peyda dike. Rewşa me ne rewşeke asayî ye, ya asayî ew e ku em bibin em.
Silav li wê rewşenbîriya kurdan a kurdîziman ku ew qedirê zimanê xwe di ser her zimanî re digire û bi zimanê xwe jî di her warî de hilberînan dike. Pêşdarazî û qalibên heyî yên ku li ber kurdî asteng in, dişikêne û geşe bi vê helwestê dide, qîma xwe bi rewşa berê nayne û îtiraz lê dike.
|
Ji awayê raderî yê lêkeran çêkirina peyvan
|
https://botantimes.com/ji-awaye-raderi-ye-lekeran-cekirina-peyvan/
|
Ji awayê raderî yê lêkeran çêkirina peyvan
Lêker ne tenê hêmanake sereke ya cureyên bêjeyan û hevokê ye, bi rastî jî ew jêderka hin cureyên peyvan ên wekî navdêr û rengdêran in jî. Ji rayeka dema niha û ji rayeka dema borî, hem bêyî gireyên dariştina peyvan hem jî bi alîkariya wan, gelek bêje tên çêkirin.
Lêker ku kir û karekî, qewimîn û bûyînekê, bizavek û tevgerekê û rewşekê didin zanîn, di heman demê de têgiha kes û demê jî didin xuyakirin. Wekî ji pênaseyê jî tê fehmkirin, ew hem kar, rûdan û tevgerên heyberan û rewşa wan a ku ew tê de ne radigihînin hem jî ew çemka kes, dem û darazê jî didin diyarkirin. Ji bilî van, ew hêmaneke giring ên cureyên bêjeyan in ku ew wekî hîmê zimên jî tên hesibandin.
Hîn di demên kevnar ango antîk de, pirs hatiye kirin bê ka serê pêşîn lêker hebûne yan jî navdêr. Li gorî angaşta hin zimannasan, mirovan ji cureyên peyvan serê ewilî lêker afirandine. Eger bi şêweyeke din were gotin, peyvên pêşîn ên mirovan ew gotine û bi lêv kirine, lêker in û navdêr jî ji wan hatine afirandin. Em vê mijarê bidin aliyekî, lê rastiyek heye ku ji nav cureyên bêjeyan herî zêde peyv ji lêkeran tên zêdekirin. Ji ber vê rewşê ew mak û kana hilbirandina bêjeyan û çavkaniyeke xurt a dewlemendkirina gencîneya peyvan in ku ew mîna zengîniya peyvan û ferhengê jî tên dîtin.
Ji bo zaravayê kurmancî em vê jî diyar bikin ku ji aliyê binyadî ve lêker ji kîjan senifan û polînan dibin bila bibin, di rewşa raderê de navdêr in jî. Her wiha, hem ji rayekên wan ên dema niha hem jî ji rayekên wan ên dema borî hin cureyên peyvan tên darêştin û rayekên wan ên dema niha jî wek paşgir tên bikaranîn. Jixwe hemû kesên li ser kurmancî xebitîne, ji vê rewşa hanê agahdar in û wan bal kêşaye ser van taybetmendiyên lêkeran. Loma ez dê bi dayîna nimûneyan li ser van xalan yeko yeko nesekinim. Ji bo me mijara giring ew e ku ka di kurmancî de ji awayê raderî ya lêkeran jî cureyên bêjeyan tên dariştin an na. Mebesta me ya ji vê nivîsarê, peydakirina bersiva vê pirsê bi xwe ye.
Der heqê vê mijarê de min lêkolîneke biçûk kir û ez bi dû wan nimûyan ketim ku peyv li ser awayê raderî yê lêker hatine çêkirin. Min ew ji nav zimanê gelêrî, ji nav zimanê xelkê bi xwe, ew zimanê ku qet nebe van salên dawî dest lê negeriya, ji bo dabaşa xwe ev nimûneyên hanê peyda kirin: avdanî, bazdanok, bazdankê, birînge, çandinî, çavgirtinek, dangeh, dirûngeh, dîtinî, dotinî, dotinvan, gotinbêj, gotinçors, gotindar, gotingerîn, gotingezk, gotinok, mirinayî, mirinî, mirinoyî, mirinayî, revînek, revînok ûveşartinok.
Ji van peyvên navborî hin jê navdêr, hin jê rengdêr û hin jê jî kirdenav (îsmê fail) in, ku ew gişt ji ser awayê raderî ya lêkeran hatine çêkirin. Helbet ji bo peyitandina hebûna peyvên ku ji radera lêkeran bi xwe hatine darêştin, hewce bi xebat û lêgerîneke hîn berfirehtir heye. Lê ji bo meqaleyeke wiha berteng, bi ya min derpêşkirina van nimûneyên hanê bes e û qîmî zelalbûna mijarê dike û bi mirov re fikirekê çêdike. Bi rêya qiyasê jî mirov dikare bi palpiştiya hebûna vê yekê peyvên din jî bipirêje ango darêje û kapasîteya piraştinê ya zimanê xwe zêde bike. Tevî van, dîsan hewce ye em aşkera bikin ku li gorî foksiyona rayeka dema niha û heta ya dema borî ya lêkeran, ji radera lêkerê bidestxistina cureyên bêjeyan sînordartir xuya dike. Ya ku herî zêde dihêle peyv jê çêbin, rayeka dema niha ya lêkerê ye.
Li encamê hez dikim careke din bibêjim ku lêker ne tenê hêmanake sereke ya cureyên bêjeyan û hevokê ye, bi rastî jî ew jêderka hin cureyên peyvan ên wekî navdêr û rengdêran in jî. Ji rayeka dema niha û ji rayeka dema borî, hem bêyî gireyên dariştina peyvan hem jî bi alîkariya wan, gelek bêje tên çêkirin. Îcar hebûna paşgir, pêşgir û navgiran derfeteke din didin mirov ku bi saya wan zêdetir peyv bên duristkirin. Ev rewş jî dibe wesîleya zengîniya rê û rêbazên çêkirina bêjeyên nû û her wisan dabînkirina hewcehiyên zimên û berfirehkirina gencîneya wî ya peyvan.
Ziman ne diyardeyeke sekan e, bi geşedan, qewam û hasilbûna pêdiviyan re, pêwîstî bi bêjeyên nû çêdibe. Hin peyv çendî ji ber xwe ve yan jî ji aliyê bikarhênerên civaka zimên ve bên çêkirin jî, hewcehî bi maytêkirineke îradî heye. Ev an bi xebatên endamên saziya wî zimanî bi xwe yan jî, ji hêla otorîteyên wî zimanî ve tê kirin. Ji bo ku ev têkilîpêkirineke vînî ya ji derve ve pêk bê jî, lazim e haya meriv ji taybetmendiyên zimên, ji hêza wî ya darêştin û hilberîneriyê, ji erk û fonksiyona gireyan, ji azîna piraştina bêjeyan hebe û bikare ji van derfetên zimên sûd wergire. Tu zimanekî standard, tu zimanekî nivîskî yê ku dest lê negeriya be nîn e.
Not: Mala wî ava, pirsa Îshaq Baravî bû wesîle ku ez bi kurtasî li ser vê mijarê binivîsim. Ji bo kesên meraqdar divê ez diyar bikim ku gotareke min a berfireh û bikitekit a têkildarî vê mijarê, bi navê “Ji Lêkeran Çêkirina Hin Cureyên Bêjeyan” di hejmara 25’an, Bihar 2017 a Zendê de, hatiye weşandin.
|
Kurdên Sovyetên Berê ku ji me re bûne deng, henase û ronahî
|
https://botantimes.com/kurden-sovyeten-bere-ku-ji-me-re-bune-deng-henase-u-ronahi/
|
Kurdên Sovyetên Berê ku ji me re bûne deng, henase û ronahî
Bi taybetî gava mirov bala xwe dide beşa kurdî ya wan weşanan, ku ew berî salên 1980’yî hatine weşandin, bi piranî ji nivîsarên nivîskarên kurdên Sovyetên Berê pêk tên. Ew ji vî aliyî ve jî bûne kan û çavkanî. Wan her wiha tesîr li kurdên Ewrûpayê jî kiriye.
Sedsala 20’î ji bo gelê kurd sedsaleke reş a bêyom e. Di vê sedsalê de li Rojhilata Navîn ji aliyê emperyalîstan ve dîzayneke nû hate çêkirin û netewe-dewletên nû yên monîst hatin damezirandin, lê gelê kurd ji vê rewşa nû bêpar û mehrûm hat hiştin. Bi ser de kurd hatin parçekirin, ji aliyê van rejîmên hanê ve hebûna wan hat înkarkirin û polîtîkayên wekî red, înkar û asîmîlasyonê jî li ser wan têra xwe hatin sepandin.
Dewletên serwer bi navê pêkanîna nasnameya neteweyî û netewe-dewletê midaxele li çalakiyên kurdî yên li derveyî sînorên xwe jî kirin. Hêzên xwe yên dîplomatîk, siyasî û aborî bi kar anîn û pir hewl dan da ku weşanên kurdî asteng bikin, sazî û dezgehên wan jî bigirin. Bi qedexekirin, pêkutî û sepanên tund neman ku çi tiştê têkilî kurdan hebe ceza bikin, her wisan wan rê li ber danûstandinên kurdan ên bi hev re jî girtin. Mesela, gava ku Tirkiye derbasî alfabeya latînî bû û alfabeya erebî hat qedexekirin, pê re derbeyeke mezin li kurdan jî ket. Bi vê yekê, têkilî û pêwendiya kurdan a bi hev re derbe xwar û ji ber guherîna alfabeyê nema karîn bi hev re di warê çandî û organê weşanê de bidin û bistînin.
Di van deman de li Sovyetên Berê, ji bo kurdan rewşeke din hebû. Pêşî di sala 1921’ê de ji aliyê Apê Lazo (Hakob Xazaryan) ve ji alfabeya ermenî alfabeyek ji bo zimanê kurdî hat çêkirin, lê paşê di sala 1928’an de ji aliyê Îsahak Marogulov û Erebê Şemo ve îcar alfabeya kurdî ya bi herfê latînî hat amadekirin û ya berî wê hat betalkirin. Romana kurdî ya pêşî ya Erebê Şemo, ya bi navê Şivanê Kurmanca, bi vê alfabeyê hat weşandin. Lê piştre sala 1938’an, di dewra Stalîn de ev alfabe jî hat qedexekirin û di 1941’ê de li şûna wê alfabeya kirîlî hat çêkirin. Ev jî helbet ne bêsedem bû…
Ev alfabeya kurdî ya latînî ku niha tê bikaranîn, hîmdarê wê Celadet Bedirxan e û cara pêşî di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê bi weşandina kovara Hawarê hat bikaranîn. Ketina vê kovara çandî ya nav sînorê Tirkiyeyê jî, di heman mehê de, di 30/05/1932’yan de hat qedexekirin, ku îmzaya Ataturk bi xwe jî li ser biryarnameyê heye.
Ji bo ku têkiliya kurdan ji hev bê qutkirin, dewletên serwer cudahiya zaravayên kurdî bi xwe jî bi kar anîne. Loma li Başûr hem alfabeya erebî ya kurdî hem jî zaravayê soranî di weşan û perwerdeyê de hatiye handan û teşwîqkirin. Wek nimûne, di van demên tarî û qedexeyan de, beşên kurdî yên radyoyên Tehran, Bexda û Rewanê (Erîwanê) hebûn. Radyoyên Tehran û Bexdayê bi giranî bi zaravayê soranî weşanên xwe dikirin, lê radyoya Rewanê bi zaravayê kurmancî weşanên xwe dikir. Îcar ji ber ku her tişt qedexe û alfabe jî di navbera kurdan de wek dîwarên stûr û bilind hebûn û ew ji hev cuda dikirin, di dest de tenê ev radyo hebûn ku dikarîn bi wan bêhnê bidin û bistînin. Derdê ser derdan jî, weşanên van radyoyan wisan bi hêsanî nedihatin guhdarîkirin. Ji ber ku di wexta saeta weşanê de bi zanebûn prazît dihatin çêkirin, loma guhdarîkirina li radyoyan jî li guhdaran dibû cezayekî din.
Tevî van hemû asteng û rewşên ne xweş, kurdên Sovyetên Berê, nemaze kurdên Ermenistan û Gurcistanê li ser çand, ziman, wêje û muzîka kurdî xebatên hêja û xizmetên mezin kirin û ew bûn wesîle ku di van waran de pêşketin çêbin û ew war teqil li xwe bidin. Perwerdeya bi kurdî, weşandina rojnameyan, weşanên radyoyê, çalakiyên şanoyê, xebatên zanistî yên li ser gelê kurd, ziman û folklora kurdî hatin kirin. Di warê wêjeyî de jî berhemên giranbiha yên mîna roman, çîrok, helbest û şanoname hatin nivîsîn ku di dîroka wêjeya kurdî cihekî wan ê xurt û diyar heye û ji aliyê bikaranîna zimanê kurdî ve xwedî bingeheke durist û ewledar in.
Dibe ku di wan dewran de ev xebat behsjêkirî bi temamî negihîştibin cihê xwe yê armanckirî, lê belê wan wextan xwendekarên kurd ên ku ji Başûr û Rojava ji bo xwendin û perwerdeya xwe diçûn wan deran, têra xwe ji wan berheman sûd wergirtin û xwe bi wan xwedî kirin. Gava ew li warên xwe vedigeriyan jî wan ew bi xwe re dianîn.
Li Bakur jî, di kovar û rojnameyên partiyên siyasî yên kurdan de, cihê keda wan xuya û berbiçav e. Bi taybetî gava mirov bala xwe dide beşa kurdî ya wan weşanan, ku ew berî salên 1980’yî hatine weşandin, bi piranî ji nivîsarên nivîskarên kurdên Sovyetên berê pêk tên. Ew ji vî aliyî ve jî bûne kan û çavkanî. Wan her wiha tesîr li kurdên Ewrûpayê jî kiriye. Bi kurtî, ew xebatên ku di wan rewşên dijwar de hatine kirin, zor û bi derengî be jî li hemû kurdan vebehiyan, ango wan şewqa xwe daye rewşenbîriya kurdî. Wan çiraya kurdan her pêxistî hiştiye û nehiştine ev ronî vemire.
Van çend salên dawiyê, hin weşanxaneyên kurdan wan berhemên ku li wan diyaran hatine hilberandin, tîpguhêzî alfabeya kurdî ya latînî dikin û ji nû ve diweşînin. Bi vê kir û xizmeta xwe ya hêja û giring, dibin sedem ku kurdên ji hev hatine qetandin, cardin di warê çandî û zimanî de bigihîjin hev û afirandinên hev bihisin.
Lê belê piştî rewşa ku li Sovyetan qewimî, gelek kesên berhemdar ji ber sedemên cur bi cur ên wekî siyasî, civakî û aborî neçar man ku koç bikin herin li welatên dereke bi cih bibin. Ên mane jî ji ber mercên nelibar ji wê rewşa berê ya ronak gelek dûr in û ji bo ku saziyên heyî li ser lingan bihêlin, di nav kêferateke çetin de ne.
Em gelek tişt deyndarên van mirovên xwe ne ku ew di wan serdemên tarî de ji me re bûne ronî û wan kiriye ku di van warên hanê de, piçek be jî em bişên henaseyekê bistînin û em bêçand û weşanên bi kurdî nemînin. Ji lew re divê em keda wan bişêkirînin, em bi qencî giliyê wan, xebat û xizmetên wan bikin û bi xweşî wan bi bîr bînin. Dayîna deynê xwe jî ez dibêjim qey em dikarin wiha bidin û wefadariya xwe nîşan bidin.
|
Zimanên lêzim û peyvên wan ên sereke yên hevpar
|
https://botantimes.com/zimanen-lezim-u-peyven-wan-en-sereke-yen-hevpar/
|
Zimanên lêzim û peyvên wan ên sereke yên hevpar
Zimanên lêzim, ew zimanên ku di heman malbat û kom û şaxên wê de cih digirin, ji gelek aliyên zimanî ve dişibin hev. Jixwe ne ji vê şibîn û dirûvê bûye, ew ziman di nav heman malbatek û binbeşên wê de nedihatin senifandin û dîsan behs ji têkiliya binyad û kokê ya wan zimanan nedihat kirin.
Pêhisîna bi hebûna nêzikiya di navbera zimanan de, ne mijareke nû ye. Ev yek heta sedsala XIV’an jî diçe. Ji wê serdemê ve di vî warî de xebat û senifandina zimanan hatine kirin. Yek ji wan senifana jî ya klasîk e ku ziman ji aliyê teşe (morfolojîk) û lêzimiyê (genetîk) ve hatine dabeşkirkirin. Di encama vê senifanê de jî terma zimanên lêzim derketiye holê û zimannasan, pisporên vê qadê îcar bala xwe dane ser lêzimiya zimanan.
Ji bo peyitandina pêwendî û têkiliya zimanên lêzim, pîverên wekî pergala dengan, teşe, binyad (structure), hevoksazî ango sentaks û bihevketina dirûvên peyvên sereke yên hevreh ên di nav zimanan de jî têra xwe giring in. Zimannasan bi van pîveran ziman ji aliyê binyadî ve wekî malbatên zimanên hind-ewrûpî, hamî-samî, çîn-tîbet, ûral-altay û bantû dabeşandine. Zimanên germenîk (îngilîzî, almanî, swêdî), zimanên latînî (fransizî, îspanyolî, îtalî), zimanên slavî (rûsî, sirbî, bulgarî), zimanên hind-îranî (farisî, hindî, kurdî, nepalî, ordûyî, bengalî) jî ji şaxên zimanên hind-ewrûpî ne. Kurdî û farisî ji zimanên îranî n lê kurdî dikeve nav beşa rojavayê bakur û farisî jî dikeve ya rojavayê başûr.
Zimanên ku lêzimên hev in, ji gelek aliyên zimanî ve dişibin hev. Lê îcar yên ku di nav heman malbatê de, di nav heman kom an jî şaxê de ne, ew bêhtir ji aliyê taybetmendiyên zimanî ve manendî hev in, an jî em bibêjin ku pirtir dirûvên wan ên rêsayî/rêzikî bi hev dikevin. Ev zimanên lêzim, her wiha xwedî peyvên sereke yên hevpar ên ji heman rehekî ne jî. Mîna termên lêzimiyê dê, bav, xwişk, bira, navên organên laşê mirov ên wekî çav, dest, guh, pê, serî, navên hejmaran wekî yek, du, sê, deh, sed, xwerekên sereke mîna av, genim, goşt, masî, ew ajalên ku mirov bi wan re di nav têkiliyeke nêzik de bûye mîna hesp, çelek/manga, meşin/mih, heywanên ku di çandiniyê de hatine bikaranîn, amûrên çandiniyê û peyvên mîna dan, standin, xwarin, vexwarin, hatin, çûnê ku ev jî peyvên wisan in kiryarên berbiçav nîşan didin.
Cara pêşî zimannas Morris Swadesh di sala 1951’ê de bi rêbaza karbon 14, ku ev metoda bi piranî di zanistên wekî arkeolojî û antropolojiyê de tê bikaranîn, ji bo peyvêk sereke yên zimanên lêzim bi kar aniye û bi pêş xistiye. Bi azîna peyvên nimûnekirî û dîrokdarkirinê, ku qeydkirina dîrokî ya peyvan li pêş çav girtiye, pêşî li ser 200 peyvî (ku paşê ew daxistiye 100’î û bi piştre jî hejmar hatiye kêmkirin) yên ku di navbera wan de têkiliya rehî heye û ji aliyê semantîk û morfolojîk ve jî nêzî hev in, xwastiye temenê peyvan tesbît bike. Li gorî vê rêbazê di nav hezar salî de %19’ê peyvên sereke bi temamî diguherin û %81’ê wan, ji bilî guherînên biçûk, hema bibêje wekî xwe dimînin.
Ji ber ku kurdî jî ji malbata zimanên hind-ewrûpî ye, di warê van peyvên sereke de eynîbûn an jî nêzikî û dirûviya peyvên hevpar bala gelek kesan dikişîne ser xwe. Wekî van çend nimûneyên hanê:
Di kurdî (kirmanckî û kurmancî) de berginda dê ango dayik; ma/mak e jî; îcar bi farisî ew mader, bi îngilîz mother, bi almanî mutter, bi yûnanî mētér, bi latînî mater û bi rûsî jî maty ye.
Peyva bira; bi farisî birader, bi îngilîzî brother, bi almanî bruder, bi fransizî frere, bi îtalî fratre, bi latînî frater, bi rûsî brat e. Bi kurmancî dot, ku sînonîma keç û qîz e, bi farisî duxter, bi îngilîzî daughter, bi almanîtochte û bi swêdî jî dotter e.
Di nav zimanên hin-ewrûpî de, manendi û nêzikiyeke navên hejmaran jî heye. Em pêşî navên hejmaran ji yekê heta dehan ên kurmancî û kirmanckî bidin:
Bi kurmancî: yek, du (didu), sê (sise), çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh û deh.
Bi kirmanckî: yew, di, hîrê, çar, panc, şeş, hewt, heşt, new û des.
Niha jî em ji çend çend nimûneyan ji zimanên vê malbatê derpêş bikin:
Bi farisî: yek, do, sê, çihar, penc, şîş, heft, heşt, noh, deh.
Bi zimanî hindî: ik, do, tin, çar, panç, çeh, sapt, atç, noh, des.
Bi rûsî: adîn, dva, trî, çyitirî, pîyat, şêst, sêm, vosîm, dêvyvat, dêsyat.
Bi fransizî: un, du, trois, quatre, cinq, six, sept, huit, neuf, dix.
Bi îspanyolî: uno, dos, tres, cuatro, cinco, seis, siete, ocho, nueve, diez.
Bi îngilîzî: one, two, three, four, five, six, seven, eight, nine, ten.
Bi almanî: eins, zwei, drei, vier, fünf, sechs, sieben, acht, neun û zehn.
Gava mirov di van navên hejmaran difikire dibîne ku çendî gişt ji malbata hind-ewrûpî bin jî, lê yên di heman kom û şaxê de ne bêhtir dimînin hev. Tevî ku hindî ne di nav koma zimanê îranî de ye jî, navên hejmara ango bilêvkirina hejmara bêhtir nêzî zimanên îranî ye. Di gel vê rewşê, her çi qas navên hin hejmaran hinek ji hev cuda bûbin jî, lê belê bi rêjeyeke zêde bilêvkirina wan pir dişibe hev û bêyî dijwarî tên fehmkirin.
Ji bo hemû peyvên sereke yên hevpar ên hevreh di heman malbata zimanî de mirov dikare bibêje ku sedema cudahiyên bilêvkirina wan, ji ber qewamên dengî ne û ev yek jî di pêvajo û domana demê de qewimiye. Çawan li jorê jî amaje pê hat kirin, di nav hezar salî de nêzî %20’ê peyvên sereke ji ber sedemên cur bi cur bi temamî diguherin. Yên din, ji bilî guherînên fonetik wekî xwe dimînin. Îcar ev guherînên denganiyê ne tenê di nav zimanan de çêdibe, di nav heman devok û zaravayên zimanekî de jî pêk tên. Wek nimûne, tevî ku di navbera kurmancî û kurmanckî de guherîna dengê /h/ û /s/yê heye, mîna hejmara deh û desê, em vê rewşê di nav kurdî û farisî de jî dibînin. Mesela, bi kurmancî navê masî û kirmanckî jî mase/mosî, bi zimanê farisî mahî ye; dîsan hesin (asin)a kurmancî û asina bi kirmanckî, di farisî de ahen e.
Min divê ez behsa xebatekê jî bikim ku bi vê mijarê re eleqedar e. Di sala 2012’an de, bi pêşengiya Zanîngeha Aucklandê ya Zelandaya Nû, bi rêbaza M. Swadesh ji aliyê komeke zanyar û lêkolerên navneteweyî ve li ser 103 zimanî lêkolînek hatibû kirin. Li gorî daneyên lêkolîna xwe gihîştibûn wê encamê ku malbata zimanên hind-ewrûpî serê pêşî ji Anadoliyê belav bûye û li gorî angaşta wan zimanê kurdî jî herî kêm 1500 sal berê ji zimanên îranî qetiyaye. Wê çaxê li ser vê xebatê bi min re jî hevpeyvînek hatibû kirin û min rexne lê girtibû ku çima sed peyvên nimûneyî tenê ji zaravayê kurmancî hatine wergirtin û wek ziman jî jê re kurdî hatiye gotin, her wiha min bi hendaze ranêzî lê îdeaya wan kiribû.
Wek encam; zimanên lêzim, ew zimanên ku di heman malbat û kom û şaxên wê de cih digirin, ji gelek aliyên zimanî ve dişibin hev. Jixwe ne ji vê şibîn û dirûvê bûye, ew ziman di nav heman malbatek û binbeşên wê de nedihatin senifandin û dîsan behs ji têkiliya binyad û kokê ya wan zimanan nedihat kirin. Lê kesên haya wan ji vê rewşê nîn e, yan jî bedniyet in, vê lêzimiyê, eynîbûn û nêzikiya hin peyvên sereke yên di zimanên lêzim de wekî qelsiya zimanê kurdî nîşan didin. Pê namînin, kurdî wek zimanekî serbixwe pênase nakin. Yek ji van argumanên wan jî meseleya şibîna bi hev a navên hejmaran e, ku ne tenê di farisî û zimanê îranî de, hema bibêje di hemû zimanên hind-ewrûpî de ji xeynî ferqeke biçûk, jêderka wan, reh û rîşalên hejmaran eynî ye.
Bi taybetî der barê peyvên sereke de, ku di vê malbata zimanî de rêjeyeke giring a van peyvan hev digire, divê haya me ji guherînên dengî/fonetîk hebe. Ev guherînên dengî pîvereke hîmî ye û bi saya vê yekê zimanên ji heman malbatê, ku ew eynî mîna qurmê darê, gulî û çiqilên wê darê ne, ji hev li kom, beş û çiqilan tên dabeşandin. Loma divê em guh bi gotinên niyetxeraban nekin, pûte bi dane û encamên xebatên zanistî bidin û bala xwe bidin ramanên zanyar û pisporên ewledar û pêbawer ên qada wan a xebatê.
|
Kok û Giringiya Newrozê
|
https://botantimes.com/kok-u-giringiya-newroze/
|
Kok û Giringiya Newrozê
Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina bihar û rojeke nû ye, lê ji bo kurdan, ev cejn/rîtuel, pireke bêdem/kat e ku paşeroj, niha û pêşerojê bi hev re girêdide. Meseleya ‘hebûn’ û ‘vejîn’ê ye, tekrara ‘serdema zêrîn’ e.
Ez bawer im kurdek nîne ku çîroka Newrozê nizanibe. Yan jî Cejna Newrozê pîroz neke. Helbet her kurdek, li gor bawerî û dîtinên xwe, dibe ku vê cejnê bi awayekî cuda pîroz bike. Lê ya giring ew e ku hemû kurd Cejna Newrozê nas dikin û pîroz dikin. Lê Newroz çi ye? Wekî cejn, ji kîjan coxrafiyayê ye û aîdê kîjan miletî ye?
Bêyî ku em bikevin analîz û şiroveya wateyî, felsefî û…têgeha dem/kat, dikare bê gotin ku di binhişê însanî de, têgîna demê/kat her tim di du kategoriyên cuda de cih digire. Dema pîroz û dema ne-pîroz an felsefî. Dema pîroz, ji bo însanî, xwedî celebên cuda ye: Demekî ku tê de însan hewcedariyên xwe yên girêdayî baweriyê (dua, nimêj,…) bi cih tîne. Yek jî, demekî ku însan hewl dide tê de bi pêkanîn û dubarekirina tevger û kirinên mensûb, bi arketîpên mitolojîk, wekî Xudawend û lehengên berê, bi wan re bibe yek an bi gotineke din, vegere ser kok û eslê xwe. Bi gelemperî, di demên wiha pîroz de, însan rîtuelan li dar dixin. Û di dawiye de jî katên ku sembol û bîranînên rîtmên kozmik in û dikarin mehane, demsalî an jî salane bin. Di heman demê de dem/katên wiha xwedî hin ayîn/cejnên taybet û pîroz in û wekî ezelî/ebedî tên qebûlkirin. Lidarxistina ayîn/cejnên wiha, xweziyeke din jî bû: Pîrozkirina cejnên wiha, bi ayînên taybet, di dema rast de, ev îmkan dida mirovî da ku ji dema borî ya nepîroz xilas bibe û di heman demê de xeletiyên xwe yên şexsî û civakî li dû xwe bihêle û dest bi rojeke nû û serdemeke nû bike.
Ji bo Kurdan, di nav van dem/katên rîtmîk ên pîroz de ya herî girîng Newroz e ku li ser rîtma kozmîk a ‘salane’ dimeşe. Û dikare wekî cejna herî giring a kurdan bê hesibandin. Ji ber ku beriya her tiştî Newroz ji bo kurdan riwayeta meşrûtiyeta ‘hebûn’ê ye. Rîwayeta bûyera damezrîner a wan e ku serdema zêrîn a wan vedibêje.
Lêkolînên li ser koka Newrozê û coxrafiyaya wê nîşan didin ku:
Di Avestayê de qet behsa cejna Newrozê nehatiye kirin. Ji aliyê din ve, di berhemên Pehlewî de bi berfirehî behsa Newrozê hatiye kirin.
Di berhemên serdama Îslamî ya Îranê de jî Newroz temayeke berbelav e. Wekî mînak Omer Xeyam li ser kok, girîngî û ayînên Newrozê monografîyek bi navê ‘Newrozname’ nivîsandiye.
Cejna Newrozê îro jî li Îranê, di nav hemû etnîkên ku li tevahiya coxrafiyayê Îranê nîştecih in, zindîtiya xwe diparêze û wekî cejna herî giring û fermaî ya wê çandê tê pîrozkirin. Berî roja Newrozê, çarşema dawî ya salê ‘Çarşembe Sûrî’ tê pîrozkirin. Êvara sêşemê ayinên taybet têne kirin. Li kuçe û kolanan an jî li baxçeyan agir tê pêxistin û her kes bi xwendina helbestan li ser agirî baz dide: “Bila zeriya min bo te be, sorbûna te bo min be”.
Li Îranê, destpêka sal/roja nû, yekem roja Ferwerdîn (yekem meha salê li gor salnameya Îranê, ku teqabulî 21ê Adarê dike) bi deqîqe û saniye tê hesabkirin. Tam di saniyeya ku sal ‘nû dibe’, hemû endamên malbatê li dora sifreya Newrozê ya bi navê ‘Heft Sîn’ (Heft tiştên ku navê wan bi tîpa ‘S’ yê dest pê dike, dicivin û sersala hevdu pîroz dikin. Kok û tarîxçeya peydabûna sifreya ‘Heft Sîn’ naye zanîn. Wusa dixuye ku nivîsa herî kevn ku tê de behsa sifreya ‘Heft Sîn’ê hatiye kirin, dîwana Behaedînê Xucendî (ss. 8-9a h.) ye. Di dîwana Xucendî de ev ‘heft tişt’ wekî: ‘şînahiya avdanî (sebze yê sîrab), sunbul, sosin, serv, semen, saxer ( qedeha mey) û saqî’ hatine diyarkirin. Lê îro sifreya ‘Heft Sîn’ ji “sonbol (Simbil/riwek), sîb (sêv), sîr (sîr), sumaq (simaq), sebzê (genime ku hatiye şîn kirin), sêrkê (sirke) û sencêd (sinc)” pêk tê. Lê divê bê gotin ku hin tiştên din ku bi tîpa ‘S’yê dest pê dikin jî dikarin li ser vê sifreyê bin. Her wiha li ser sifreya ‘Heft Sîn’ê neynik, hêkên boyaxkirî, birinc û baqliyatên din (wekî sembola bereketê), Quran û dîwana Hafizê Şîrazî jî têne danîn. Dema ku sal nû bû, Îranî bi piranî li ser sifreya Heft Sîn’ê xezelekê ji Hafizê Şîrazî dixwînin da ku bizanin dê sala nû çawa derbas bibe.
Cejna Newrozê, îro jî, li Îranê sêzdeh rojan berdewam dike û hemû dezgehên fermî, dibistan û zaningeh girtîne. Diwanzdeh rojên pêşîn ên sala nû têne pîrozkirin. Her roj di eslê xwe de temsîla yek ji diwanzdeh mehan e, ku her yek ji sî rojan pêk tê. Ev dike sêsed û şêst û penc roj. Di van diwanzdeh rojan de mezinên malbatê tên ziyaretkirin û her tim şahî tên lidarxistin.
Lê sal ji sêsed û şest û pênc rojan pêk tê. Roja sêzdehem a meha yekem a salê ev ‘pênc rojên’ Tevliheviya Ezelî (Kaos)ya berê Afirandinê temsîl dikin, li gor mitolojiya Îranê. Ji ber vê jî di roja sêzdehan de, her kes ji mal-bajarî derdikeve. Li derdora bajarî, li baxçe û zozanan kêf û şahî dikin. Genimê ku hatiye şînkirin, tê avêtin bo nav avê rewan. Ji vê roja sêzdehan re dibêjin “Sîzdeh Bê Der“ (derketin).
Lê bêguman wekî hemû rîtuelan, mîtosek ji bo rituela Newrozê jî lazim e. Li gor mitolojiya Îraniyan, Newroz di serdema Cemşîd kurê Tehmûresî de peyda bûye ku di Avestayê de wekî padişahê bajarê bifezîlet û yek ji ‘nemiran’ û yek ji lehengên mîtolojîk a gelên hindu-îranî ye. Li gor riwayeta Îranî:
“Cemşîd xwediyê hemû hêz, îhtişam û serkeftinê bû û ronahiya rojê tac û textê wî hembêz dikir. Vê serkeftinê şan û şerefek dida wî. Ji ber vê jî hewl dida ku ji rewşa xwe jî bilindtir bibe. Textekî dide avakirin û nava wî jî bi kevirên qîmet dide çêkirin. Bi fermana wî, dêw textî ji erdê radikin û ber bi sêla esmanî ve bilind dikin. Ew roj wekî ‘roja nû’ ango ‘Newroz’ tê binavkirin“.
Lê ji bo kurdan mesele piçek cuda ye. Di vegotina kurdan de cejna Newroz û rituelên girêdayî vê, digêhijin mîtoseke din, yanî çîroka Kawayê Hesinkar û Zehak/Dehaq ku dikare wekî mîtosa damezrêner a kurdan bê hesabkirin. Li gor rîwayetê:
“Rojekê Zehak/Dehaq, padişahê zalim, hemû mezinên welêt tîne cem hev, ji wan dixwaze bêjin ku Zehak ji xeynî başiyê tiştek nekiriye, ji xeynî peyvên rastiyê tiştek negotiye û tu car li hemberî edaletê nebûye. Ji ber tirsa padişahî, hemû mezinên welatî vê daxuyaniyê erê dikin. Vê demê li ber deriyê padişahî, dengê yekî (Kaweyê Hesinkar/ bavê hevpar ê kurdan) tê ku diqîre û edaletê dixwaze. Zehak gazî wî dike û wî datîne ber xwe. Kawa ji Zehak re dibêje ku hemû kurên wî hatine kuştin û yek tenê jê re maye. Zehak jê re dibêje bila Kawa jî daxuyaniya meclîsê erê bike. Kawa erêkirina wê red dike û ji qesra padişah derdikeve. Dema ku Kawa ji qesra Zehak derdikeve, derdora wî tijî dibe. Kawa diqîre û edaletê dixwaze. Radihêje pêşmalka xwe ya hesinkariyê, li ser rimê dialiqîne û li dijî padişahê zalim serî hildide ku mejiyê ciwanan dida marên reş ên ser milên xwe“.
Ji vê sahneyê heta îro, alaya wî (Alaya Kawa, Direfşê Kawiyan) bûye sembola serhildan û dad û dadxwaziyê. Zîra textê zilma padişahiyê bi destê wî têk diçe, dad û edalet pêk tê û tola bindestan tê hilanîn. Ew roj ji bo Kurdan, destpêkeke nû, rojeka nû yanî ‘Newroz’ e. Tecelliya dem/katê pîroz e ku li jor hat behskirin.
Ji ber vê yekê jî Newroz wekî semboleke sereke, di edebiyata kurdî de, di hemû zaraveyan de û di hemû cureyên edebî de nîşana xwe li ser daye. Pîrozkirin û lidarxistina cejna Newrozê û pêkanîna ayînên wê ji bo kurdan, li gorî gelên din, xwedî wateyeke pir kûrtir e.
Zîra wekî tê zanîn, ritûel, bîranîna rûdanên destpêker û ya lehengan e. Rûdanên bingehîn û kirinên lehengan bi rêya rituelên bîranînî, di binhiş û agahiyên komelê de saz dibin. Mîtos (Çîroka Kawa û Zehak), gotinek yan metnek e. Tiştekî dibêje ku tê xwendin an bihîstin.
Lê ev çîrok, ji bo ku hebûna xwe û bandora xwe di binhişê hevpar a gel de bidomîne, pêdivî bi rituelekê heye. Ev rîtuel ‘Newroz’ e.
Bi kurtasî, Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina bihar û rojeke nû ye, lê ji bo kurdan, ev cejn/rîtuel, pirek e bêdem/kat e ku paşeroj, niha û pêşerojê bi hev re girêdide. Meseleya ‘hebûn’ û ‘vejîn’ê ye, tekrara ‘serdema zêrîn’ e.
“Em cejne tenya bo Behar niye
Her cejn gul û lalezar niye
Yad rojî ke Kurdê qareman
Qela sextekey Dehakî riman“
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 13: Serdema Îslamî > Şahnameyên Farsî
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-13-serdema-islami-sahnameyen-farsi/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 13: Serdema Îslamî > Şahnameyên Farsî
Piştî têkçûna serhildanên “bişûr”, milletên îranî rêyeke nû ya berxwedanê li hember desthilatdariya ereban hildibijêrin: berxwedana edebî. Yanî, bi awayekî, di berxwedana milletên Îranî de, cureyê çekan diguhere û şuna “şûr”, “pênûs” tê bikaranîn. Ev berxwedan bi taybet di qalibê tevgera ku bi navê“Şuûbiyye” (neteweyî) meşhûr e, di nav milletên îranî de dest pê dike.
Min di nivîsên berê de bi kurtî behsa împaratoriya Sasaniyan û hilweşîna wê kirîbû. Piştî têkçûna împaratoriyê di demekî kurt de valabûna slogana “wekhevî û biratî” ya di navbera misilmanan de, ji bo milletên îranî eşkere bû, Ereb û yên ne Ereb wekî “mewalî” (xulam) hatin hesibandin. Yanî Ereban, xwe wekî nijadekî taybet û bilind û neteweya bijarte dîtin û yên ne Ereb jî wekî xulam û xizmetkarên xwe. Em ji vê rewşê re mînakekê bidin: Cahiz (m. 869) yek ji alim û edîbên herî meşhûr ê Ereb dibêje: Min ji Ubeydê Kelabî re, ku mirovekî feqîr bû, got: Ma tu dixwazî bibî yekî Hecîn (kesê ku bavê wî Ereb û diya wî ji nijadekî din be) û di berdêla wê de hezar donim erd ji te re be? Ubeyd got: Ez tu carî naçim bin barê vê şermezariyê”.
Ev mesele ji bo milletên îranî ku xwedî tarîx, çand, şaristanî û… pir kevn û zengîn bûn, ne meseleyeke hêsan bû ku bikare were qebûlkirin. Ji ber vê jî tê dîtin ku bertekên milletên îranî li hember wê rewşê, di qalibê şoreşên mezin de, dest pê dikin. Em dikarin bibêjin ku ev şoreş û serhildan li du navendên sereke dest pê dikin û diqewimin: herêma Xorasan û herêma Zagrosê.
Taybetmendiyeke din a van serhildanan jî, aliyê dînî yê van bû û serokên van bûn ku di nav gel de, wekî pêxember/rêber dihatin dîtin (bnr. Patricia Crone: The nativist prophets of early Islamic Iran). Bi gotineke din, serhildanên vê serdemê, hewldanek bûn bo vegera li baweriyên xwe yên berî îslamê. Serhildanên “bişûr” ên sereke yên milletên îranê li hember Ereban, li gorî rêza tarîxî ev bûn: şorişa Bêhaferîd (ss. 7-8), şoreşa Sendbadê Zerdeştî (ss. 8), şoreşa Îshaq (ss.8), şoreşa Ustadsîs (ss. 8), şoreşa Rûzbêh (ss. 8) ku wekî Îbn Muqeffe’ jî meşhûr e û şoreşa herî dawî jî şorişa Babekê Xurremî an Xurremdîn (ss. 9) li çiyayên Zagrosê bû. Lê ev serhildan, gişt, ji aliyê desthilatdarên ereb ve, bi tundî tên tepeserkirin.
Piştî têkçûna serhildanên “bişûr”, milletên îranî rêyeke nû ya berxwedanê li hember desthilatdariya ereban hildibijêrin: berxwedana edebî. Yanî, bi awayekî, di berxwedana milletên Îranî de, cureyê çekan diguhere û şuna “şûr”, “pênûs” tê bikaranîn. Ev berxwedan bi taybet di qalibê tevgera ku bi navê“Şuûbiyye” (neteweyî) meşhûr e, di nav milletên îranî de dest pê dikin.
Li gor agahiyên berdest, nivîsîna berhemên ku wekî “Şahname” tên nasîn jî tam di vê demê de dest pê dike. Yanî em dikarin bawer bikin ku nivîsîna Şahnameyan ne karekî tesadufî ye, ku behsa tarîxa zêrîn û ihtişama îrana berî îslamê û kiryarên lehengên îranî dikin.
Li gorî coxrafiyayê, nivîsîna destanên lehengî an Şahname jî, wekî şoreşên bişûr, li du navendên sereke dest pê dike: Xorasan û Zagros.
Di vê nivîsê de em ê bi kurtî behsa berhemên ku di qalibê “Şahname” de li rojhilatê Îranê, yanî Xorasanê, hatine nivîsîna, bikin û di nivîsa bê de jî behsa Şahnameyên Kurdî yên ku aîdê rojavayê Îranê ne bikin.
Li rojhilatê Îranê Şahname bi du awayen cuda tên nivîsîna: pexşan û helbest. Nimûneya pexşankî ya herî kevn, ku tê zanîn, Şahnameya Ebûlmueyyid Belxî ye ku di sedsala 4/10an de hatiye nivîsîn û yek ji çavkaniyên herî girîng ên tarîx, edebiyat û çanda dinyaya Îranî tê qebûlkirin. Mixabin metna vê berhemê winda bûye û negehiştiye ber destê me. Lê belê di hin berhemên tarîxî de, behsa vê berhemê hatiye kirin.
Şahnameya Ebû Elî Belxî (ss. 4/10) jî Şahnameyeke din e ku bi pexşankî hatiye nivîsandin lê ev berhem jî mixabin winda bûye û negehîştiye destê me. Agahiya me ya li ser vê berhemê jî bi navgîniya hin berhemên tarîxî ye. Şahnameya Ebû Mensûrî (ss. 4/10) jî berhemeke pexşan bûye û wekî Firdewsî bixwe jî dibêjê çavkaniya bingehîn a Şahnameya wî ye.
Ji xeynî pexşanên jor, çendin Şahname jî bi awayekî helbestkî li rojhilatê Îranê hatine nivîsîn : Şahname ya Mesûdî Mervezî (daviya ss. 3/9) ku wekî yekem Şahnameya helbestkî ku bi zimanê farisî hatiye nivîsîn, tê qebûlkirin. Ev berhem jî negehiştiye ber destê me. Lê li gor hin çavkaniyên tarîxî ev berhem di nav gelên îranê de gelek hêja bûye û wekî tarîxa wan a neteweyî dihate qebûlkirin. Di sedsala 4/10an de Ebu Mensûr Muhammed bin Ehmed Deqîqî dest bi nivîsîna Şahnameyeke helbestkî dike ku wekî Şahname ya Deqîqî meşhûr e. Lê şair berî temamkirina berhema xwe, wefat dike. Firdewsî di Şahnameya xwe de behsa Deqîqî dike ku wî ev berhem di helbesta xwe de bi kar aniye.
Helbet di nav Şahnameyên rojavayê Îranê de ya herî nasrav Şahnameya Ebulqasimê Firdewsî (940-1020) ye. Şahnameya Firdewsî ku yek ji berhemên herî navdar ên edebiyata Farsî ye, zêdetir ji 60.000 beytan pêk tê û li gorî hin pisporan şair bixwe helbestwanê herî mezin ê Îranê ye. Lê Firdewsî ne bes şair e, di heman demê de zana, bîrewer û xwedî ramanek e ku bingeha çand û ferhenga Îranî datîne. Firdewsî di berhema xwe de ti peyvên Erebî bi kar nayne û nasnameyeke « îranî » ava dike. Firdewsî ji bo nivîsîna Şahnameyê, li ser destan û mitolojiya Îrana kevn gelek lekolîn kirine. Ligel pîr û kalên Xorasanê têkilî û pêwendîya wî hebûye, gelek çîrok ji wan hîn bûye û herçî tiştên ku bihîstine, nîşe kirine. Di heman demê de çavkanî û destnivîsên kevn ên zimanê Pehlewiya serdema Sasanî kom kirine.
Ji aliyê naverokê ve em dikarin bibêjin ku Şahnameya Firdewsî ji sê beşan pêk tê :
– Beşa mitolojîk: ku di heman demê de beşa destpêkê ye, ligel padişahên Pişdadî (yekem qanûnker) dest pê dike. Li gorî Firdewsî Padişahên Pişdadî ev in: Keyumers, Huşeng (nevîyê Keyumers), Tehmures, Cemşîd, Zehak (padişahê biyanî û dagirker) Fereydûn.
– Beşa lehengî: beşa herî nasrav a Şahnameyê ye. Di vê beşê de serpêhatiyên lehengên herî navdar ên dinyaya Îranî hatine honandin. Ev beş ji padişahiya Menûçêhr dest pê dike heta dawiya padişahiya Behmenê kurê Îsfendiyar.
– Beşa tarîxî : di beşa dawî yan tarîxî ya Şahnameyê, Firdewsî behsa padişahiya Homay (keça Behmen e), êrîşa Îskender, padişahiya Eşkaniyan û êrîşa Erebên misilman û dagirkirina Îranê dike. Di vê beşa Şahnameyê de, li gorî hin nusxeyan, helwesta Firdewsî ya li hember Ereban û zimanê Erebî pir tund e.
Bi xwendina berhemên jor, yekem tiştê ku tê ferqkirin ev e: hewldana şair/nivîskarên îranî ji bo berxwedana li hember hêza dagirker. Lê ne bi şûrê, bi pênûsê. Hewldan ji bo vejînê, ji bo ji nû ve çalakkirina hafizeya kolektîf a gel/civakê bi rêya bîranîna rabirdûya zêrîn û îhtişama lehengan a li ser axa pîroz a welat.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 2: Destana Zariadres û Odatisê
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-2-destana-zariadras-u-odatise/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 2: Destana Zariadres û Odatisê
Welhasil, em dikarin bibêjin ku mîrasa çandî ya herêma rojavayê Îranê, yanî çiyayên Zagrosê, ji aliyê gelek lêkolîneran ve (rojavayî an rojhilatî) yan hatiye piştguhkirin yan jî weke çanda rojhilatê Îranê hatiye nişandan. Ji ber vê yekê jî, bi dîtina min, lazim e ku lêkolînên akademik û zanistî yên li ser mirata çandî ya Zagrosê bibe mijareke sereke ji bo lêkolînerên Kurd di qada xebatên Kurdî de.
Wekî di nivîsa me ya hefteya borî da jî hat behskirin, yek ji destanên ku ji edebiyata Medî heta roja îro mîras maye, destana Zeriadres û Odatisê ye ku di hin çavkaniyên Yewnanî de, yên wekî cîlda 13em ya Deipnosophistae ya Athenaeusê de, hatiye tomarkirin.
Çarçoveya giştî ya vê destanê wiha ye:
-Du bira, Hystaspes û Zariadres li ser welatê Med û axên jora deryaya Xezerê hukum dikin.
– Serlehengê destanê Zariadres e. Ew di xewna xwe de Odatisa keça Homaratesê padişahê welatê Marathoiyê dibîne û aşiqê wê dibe.
– Odatis jî di xewna xwe de Zariadresî dibîne û aşiqê wî dibe.
– Zariadres ji padişahî keça wî dixwaze lê daxwaza wî naye qebûlkirin.
– Homartes dixwaze keça xwe bide kesekî ji welatê xwe.
– Homarates şahiyekê li dar dixe da ku Odatis yek ji mezinên welatê xwe wekî hevserê xwe hilbijêre.
– Zariadres ji vê bûyerê hay dibe û bi dizî diçe welatê Marathoi û beşdarî şahiyê dibe.
– Qerar tê dayîn ku Odatis qedeha kê bi şerabê tijî bike, ew dibe hevserê wê.
– Di wê gavê de Odatis Zariadresî nas dike û qedeha wî tijî dike.
– Zariadres û Odatis bi dizî li erebeya Zariadresî siwar dibin û ji wir direvin.
Li gor agahiyên berdest, çend xal zelal in:
– Ev çîrok, destaneke evînî ye.
– Destaneke Medî û aîdê Medan e.
– Ew yek ji kevntirîn destanên evînî ya çanda Îranê ye ku heta îro hatiye.
Ji ber vê yeke jî vê destanê bala gelek lêkolîneran kişandiye û bûye mijara lêkolînên gelek rojhilatnas/Îrannasên navdar. James Darmesteter (m.1894), Friedrich von Spiegel (m. 1905), Theodor Nöldke (m. 1930), Josef Marquart (m. 1930), Arthur Christensen (m. 1945), Franz Cumont (m. 1947), Ernst Herzfeld (m. 1948), Adolf Rapp (m. 1976) û Mary Boyce (m. 2006) çend rojhilatnasên navdar in ku di xebatên xwe de behsa destana Zariadres û Odatisê kirine.
Em dikarin bibêjin ku cewhera lêkolînên rojhilatnasên navborî, dîtin û şirovekirina xalên hevpar, di navbera destana ‘Zariadres û Odatis’’ê de ligel du destanên kevneşopiya destanên lehengî/evînî ya rojhilatê Îranê ye. Ji van destanan, ya yekem ‘Eyatkarê Zerîran’ an ‘Yadigarê Zerîr’ e ku wekî destaneke lehengî ya serdema Partî/Eşkanî ( 247 b.z.-224 z.) tê qebûlkirin ku forma xwe ya dawî di serdema Sasaniyan (224 z.-651 z.) de girtiye. Ya duyemîn jî riwayeta ‘Guştasp û Ketayûnê’ ye, destana evînî/lehengî ku Firdewsî jî di Şahnameya xwe de behsa wê kiriye.
Rojhilatnasan di lêkolînên xwe da bi piranî hewl dane ku kesayeta Zariadres û Zerîr/ Hystaspes û Guştasp bidin ber hev û xalên hevpar di destanên navborî de zelal bikin. Lê wekî M. Boyce jî balê dikêşe ser, îdiaya wan li ser hebûna peywendiyeke rasterast di navbera destana ‘Zariadres û Odatis’ê ya rojavayê Îranê û her du destanên navborî yên rojhilatê Îranê de, nehatiye îsbatkirin.
Xala balkêş a ku di hemû lêkolînên navborî de tê dîtin, piştguhkirina coxrafiyayekê ye ku destan jê hatiye, yanî herêma Medan û hevşibiyên destana ‘Zariadres û Odatis’ê ligel kevneşopiya destanên rojavayê Îranê.
Di nav lêkolerên Rojavayî de, Roger Lescot (m. 1975) balê dikêşe ser hevşibîyên vê destanê ligel destana ‘Memê Alan’. Lescot di ‘Textes Kurdes, II Mame Alan’ê de, piştî neqlkirina destana ‘Zariadres û Odatis’ê dibêje ku ev du destan hem ji aliyê naverokê ve hem jî ji aliyê kesayetan ve ( Zariadres/Mem, Odatis/Zîn, Homartes/ Mîr Ezîn û…) pir dişibin hev (rr. XIV-XIX). Lê dîsa Lescot jî, wekî yên din, vê destanê bi herêma rojhilatê Îranê ve girê dide û dibêje ku destan bi eslê xwe Îranî ye û kesayet ne li Medyayê lê li rojhilatê Îranê ne û destan piştre ber bi rojavayê ve belav bûye! û eger destana Memê Alan bingeha xwe ji ya Zariadres standibe jî, ji eslên xwe pir dûr ketiye!
Welhasil, em dikarin bibêjin ku mîrasa çandî ya herêma rojavayê Îranê, yanî çiyayên Zagrosê, ji aliyê gelek lêkolîneran ve (rojavayî an rojhilatî) yan hatiye piştguhkirin yan jî wekî çanda rojhilatê Îranê hatiye nişandan. Ji ber vê yekê jî, bi dîtina min, lazim e ku lêkolînên akademîk û zanistî yên li ser mirata çandî ya Zagrosê bibe mijareke sereke ji bo lêkolerên kurd di qada xebatên kurdî de.
Çavkanî
Athenaeus, The Learned Banqueters (Deipnosophistae), Book 12-13.594b, ed. & translated by S. Douglas Olson, Harvard University Press, 2010.
Boyce, Mary, “Zariadres and Zarêr”, Bulletin of the School of Oriental and African Studies, University of London, Vol. 17, No. 3 (1955), rr. 463-477.
Lescot, Roger, Textes Kurdes, Deuxieme Partie, Mamê Alan, Institut Français de Damas, Beyrouth, 1942.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-9-xwedaynameg/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 9: Xwedaynameg
“Xudaynameg” bingeh û çavkaniya sereke ya piraniya rîwayetên mîtolojîk/destanî yên Kurdo-Îranî bûye, bi taybetî jî bo Şehnameyên Kurdî û Şehnameyên zimanên din ên Îranî bûye.
Di nav berhemên edebî yên serdema Sasaniyan de Xudaynameg, ku wekî Xudayname jî tê nasîn, cîhekî giring digire. Navê berhemê ji du peyvan pêk tê: “xweda(y)” bi wateya serwer/padişah û “nameg” bi wateya nivîs û pirtûk. Xudaynameg bi gelemperî tê wateya “pirtûka padişahan”.
Ev berhem ku rîwayetên tarîx û destanên îraniyan, ji “afirandin”a cîhanê û yekem însan/padişah, yanî Keyûmers, heta mirina dawiya tarîxa Sasaniyan dihewand. Xudaynameg di dawiya serdema Sasaniyan de wekî tarîxa fermî ya Îranê dihate qebûlkirin.
Tarîxa nivîsandina vê berhemê tam ne diyar e. Lê tê texmînkirin ku tomarkirina rîwayetan di serdema Partî de dest pê kiriye û di serdema Sasaniyan de jî şiklê xwe yê dawî girtiye. Lê dîsa li gorî texmînan, beşên ku bi rîwayetên padişahên serdema Partî ve eleqedar bûn, di serdema Sasaniyan de hatine jêbirin.
Mixabin nusxeya Pehlewî ya Xwedaynamegê negehiştiye destê me, lê li gorî belgeyên tarîxî, tê zanîn ku heta destpêka sedsala 4/10an, versiyona Pehlewî ya hin nusxeyên Xwedaynamegê, bi taybetî di nav mirovên dînî yên Bêhdîn (zerdeştî) de belav bûye. Ji ber ku li gorî hin lêkolîneran, Xwedaynameg navê berhemeke taybet nebûye, belkî ji çendîn berheman pêk dihat. Bi gotineke din, Xwedaynameg wekî cureyekî edebî dihat bikaranîn.
Firdewsî (ss.4/10) di çend cihên Şahnameya xwe de behsa “Nameye Bastan” (nivîsa kevn) dike û dibêje:
“Nameyek hebû ji kevnedemekê
Tê de gelek destan (hebûn)”
Yanî dibêje ku: “Behram Gûr, padişahê Sasaniyan, di meclis û nêçîrê de her tim dixwast ku ji bo wî “nivîsa kevn” bê xwendin”, an Hurmuzê bavê Xusrew Perwîzê padişahê Sasaniyan, ji kurê xwe xwest ku kalekî zana bişîne cem wî da ku ji “defterê”, destanên padişahan jê re bixwîne. Ew rîwayet nîşan didin ku di serdema Sasaniyan de destanên padişahan/lehengan bi awayê nivîskî hebûne û ji aliyê “defterxwan”an ve dihatin xwendin.
Navê Xwedaynameg, wekî berhemekê, di piraniya nivîsên kevn ên muverrixên îslamî yên wekî Teberî, Ye’qûbî, Îbn Esîr û hwd. de derbas dibe û wan nivîskaran di berhemên xwe de cih dane hin beş/rîwayetên Xudaynameyê. Di serdema îslamî û berhemên vê serdemê de, navê Xudaynameyê bi zimanê Erebî wek “Sîyer’ul- Mulûk el-Furs” an “Tarîx el-Mulûk el-Furs” û di nav gelên îranî de bi piranî jî wekî “Şahname” hatiye bikaranîn.
Lê divê bê gotin ku digel ku piraniya muverrixên navborî hevçax bûn, tê dîtin ku her yek ji wan bi helwestên cuda behsa vê berhemê dikin. Ev jî nîşan dide ku tu yek ji wan agahiyên xwe ji yê din negirtiye û Xwedaynameg di nav nivîskarên wê serdemê de dihate naskirin û di destê wan de hebû.
Li gorî lêkolînên dawî ku derbarê Xwedaynamegê de hatine kirin, tê texmînkirin ku naveroka vê berhemê wiha bûye:
Beşa Yekem: Ji “Afirandin”a dinyayê û zuhura padişahê yekem, heta şerê mezin ê di navbera Key Xusrew û Efrasiyabê Tûranî de, ku xwedî paşxaneyeke mîtolojîk e.
Beşa Duyem: Ji padişahiya Luhrasp heta êrîşa Îskender, ku bi taybetî di vegotin û rîwayet/tarîxa dînî ya Bêhdînan (zerdeştî) de cih digire. Rîwayetên vê beşe jî ne rastiya tarîxî ne û bêhtir wekî destanên lehengî hatine vegotin.
Beşa Sêyem: Ji mirina Îskender heta mirina Yezdgirdê Sêyem, ku koka vê ji kevneşopiya tarîxnivîsî ya Sasaniyan tê. Ev beş ku bi piranî behsa tarîx û destanên padişahên Sasaniyan dikir, wekî beşa herî berfireh a Xwedaynamegê tê qebûlkirin.
Bi kurtasî dikare bê gotin ku “Xudaynameg” bingeh û çavkaniya sereke ya piraniya rîwayetên mîtolojîk/destanî yên Kurdo-Îranî bûye, bi taybetî jî bo Şehnameyên Kurdî û Şehnameyên zimanên din ên Îranî bûye.
Lêkolîn û nîqaşên akademik ên cuda li ser Xwedaynamegê, hîn jî berdewam in. Ev yek jî bê guman giringî û bandora wê ya li ser edebiyata destanî ya gelên cuda yên Îranî nîşan dide. Xebata dawî ya herî berfireh li ser Xwedaynamegê, xebata Jaackko Hameen-Antilla ya bi navê “Khwadaynamag: The Middle Persian Book of Kings” ku di sala 2018 an de çap bûye.
Li vir, ji bo min, xala herî balkêş û xerîb ev e: Ev berhem çima, kengî û çawa wenda bûye? Gelo hatiye windakirin? Şewitandin? an …
Bersiva vê/van pirsê(an) hîn jî nehatiye dayîn.
|
Şahnameyên Kurdî çi ne, kîjan in û Geşedanên Wê
|
https://botantimes.com/sahnameyen-kurdi-ci-ne-kijan-in-u-gesedanen-we/
|
Şahnameyên Kurdî çi ne, kîjan in û Geşedanên Wê
Dema ku ez di sala 2013an de hatim beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê, ji min re pêşniyara dersa mastera bitez hat. Min du bername amade kirin: 1- Teoriyên Mîtolojî û Mîtolojiya Kurdî, 2- Şahnameyên Kurdî. Ez çûm odeya rehmetî mamoste Qedrî Yildirim (ku wê demê serokê enstituya me bû) û bernameya dersê ya ku min amade kiribû da wî. Mamoste li dersan nêrî, keniya û got: Yaw Shahab xoce, ev çi ye? Ev mijar pir fantastîk in! Tiştekî wisa heye gelo? Min got: Helbet heye, ezbenî, û ez bawer im ku ew mijar, mijareke pir girîng e. Ger hûn destûrê bidin, ez ê van dersan bidim.
Ev nivîs, nivîsa dawî ya rêzenivîsê ye ku min di bin navê ‘Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destan di nav Kurdan de’ dinivîsî. Loma jî min xwest ku şêwaza nivîsandina xwe biguherînim û pêşî, bi zimanekî samîmîtir behsa xwe û Şahnameyên Kurdî bikim.
Tam çil û du sal berê, gava ez heşt salî bûm, cara yekem min Rustemê Zal û serpêhatiyên wî nas kirin û peywendiya ‘me’ ji wê rojê heta îro berdewam e û qet qut nebûye. Helbet dema ku min dest bi xwendina destanên Rustemê Zal kir, min texmîn nedikir ku ez ê li ser van destanan teza xwe ya doktorayê amade bikim û paşê jî li zaningehê behsa van destanan ‘wekî ders’ bikim. Lê min ev destan bi taybetî ji vegotina Firdewsî dixwendin û min nedizanî ku ev destan di edebiyata me ya Kurdî de jî hene.
Sala 1988ê (ku ez di sala yekem a lîsansê de bûm) min cara yekem metnên dinî yên Kurdên Yarsan nas kirin. Ev ji bo min tiştekî muhteşem bû. Ji ber ku di van metnan de serpêhatiyên Rustemê Zal û lehengên din, di çarçoveyeke cuda û taybet, bi Kurdî! hatibûn vegotin. Di heman salê de berhemeke ku ji aliyê Îrecê Behramî ve hatibû amadekirin, çap bû. Dema ku min ew berhem cara yekem li vîtrîna pirtûkfiroşiya Tehûrî ya Tahranê dît, min nedizanî ez çi bikim. Ji ber ku navê pirtûkê ‘Şahnameya Kurdî’ bû!. Helbet, min ew pirtûk yekser kirî. Ez hatim malê û min dest bi xwendinê kir. Pir balkêş bû, li mala me pirtûkxanayeke ne xirab hebû (12 hezar cîld pirtûk), bavê min mamoste bû û bi van mijaran re jî eleqedar bû. Lê wî jî, cara yekem navê ‘Şahnameya Kurdî’ dibihîst.
Welhasil, pir kêfxweş bûm, mîna ku min tiştekî hêja dîtibû ku min ew winda kiribû. Bi rastî jî ‘hêja’ bû. Ji ber ku ‘Şahname’ bû û ya ‘me’ bû, bi zimanê ‘me’ hatibû vegotin. Helbet ez li pey vê meseleyê ‘Şahnameyên Kurdî’ ketim. Di lêkolîna xwe ya destpêkê de ez hîn bûm ku cara yekê (bi zanîna min), beşek ji Şahnameyên Kurdî ji aliyê M. Mokrî ve di dala 1966an de li Parîsê hatiye çap kirin (La Légende de Bîzan-U Manîja, Paris: Librairie Klincksieck). Ji wê rojê ve lêgerîna min a li ser Şahnameyên Kurdî berdewam e. Wek min got, min di sala 2008an de li EPHE-Sorbonnê teza xwe ya doktorayê li ser vê mijarê parast.
Dema ku min di navbera salên 2008-2011an de li Zanîngeha Beheştî ya Tehranê dersa (Tarîxa Mîtolojîk a Îranê) dida, min li ser Şahnameyên Kurdî jî bi kurtasî behs dikir, lê helbet derseke taybet li ser vê mijarê tunebû. Dema ku ez di sala 2013an de hatim beşa Ziman û Çanda Kurdî ya zanîngeha Mêrdînê, ji min re pêşniyara dersa mastera bitez hat xwestin. Min du bername amade kirin: 1- Teoriyên Mîtolojî û Mîtolojiya Kurdî, 2- Şahnameyên Kurdî. Ez çûm odeya rehmetî mamoste Qedrî Yildirim (ku vê demê serokê enstituya me bû) û bernameya dersê ya ku min amade kiribû da wî. Mamoste li dersan nêrî, keniya û got: Yaw Shahab xoce, ev çi ye? ev mijar pir fantastîk in! Tiştekî wisa heye gelo?. Min got: Helbet heye, ezbenî, û ez bawer im ku ew mijar, mijareke pir girîng e. Ger hûn destûrê bidin, ez ê van dersan bidim.
Bi vî awayî li Mêrdînê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de cara ewil Şahnameyên Kurdî wekî ders hatine dayîn û ev ders, di asta mastera bitez de, heta niha dewam dike. Di heman demê de, ji sala 2014an vir ve li beşa Ziman û Çanda Kurdî ya zanîngeha Mêrdînê çend tezên Masterê yên derbarê Şahnameyên Kurdî de hatine amade kirin û têne amade kirin (wekî mînak teza, Rojbîr Çalışır, Engin Ölmez, Rojhat Işık…).
Lê Şahnameyên Kurdî çi ne? Di nivîseke din de me behsa Xwedaynameg kiribû û me gotibû navê vê berhemê tê wateya “pirtûka padişahan”. Ev nav, bi îhtimaleke mezin, di serdema îslamî de bûye çavkaniya navê “Şahname” yê. Dîsa, di nivîsa hefteya borî de me behsa Şahnameyên Farsî û bi taybet yê herî girîng, yanî Şahnameya Firdewsî kir. Lê balkêş e ku Firdewsî di berhema xwe de tu carî peyva Şahnameyê bikar neaniye. Dema ku ew behsa berhema xwe dike bi piranî navên wekî “Nameyê Bastan (kevn), Nameyê Xusrewan (nameye padişahan) û ….” bi kar tîne.
Em ji bo Şahnameyên Kurdî, navê Şahname bi kar tînin, ji ber ku berhem bixwe vî navî bi kar tînin:
“Dewranê werîn min nedîm ve çem
Ne rûy Şehname û fetihnamey Rûstem”
“Şerhê Şahname bikerîn îzhar
Medhê Şa Xusrew şa Îrandiyar”
Di heman demê, her tim pirsek ji min tê kirin: “Çima gava ku behsa Şahnameyên Kurdî dikî, vê peyvê (Şahname), bi pirjimarî bi kar tînî? Divê ez bibêjim ku Şahnameyên Kurdî ji aliyê şairên cuda ve, di çarçoveya destanên cuda de, hatine honandin û ne “yek” berhem in. Ji ber vê yekê, bikaranîna vî navî wekî “pirjimar” bêtir maqûl e.
Şahnameyên Kurdî kuliyateke mezin e li ser rîwayetên mîtolojîk, destanî/hemasî û lehengî ku kevneşopiya neteweyî, ayînî, dînî û civakî ya kurdan vebeyan dike û bi zaraveyên cuda yên zimanê kurdî hatine gotin. Destanên Şahnameyên Kurdî di eslê xwe de çavkanî an rîwayeta tarîxa mîtolojîk-lehengî-efsanewî yanî “tarîxa zêrîn”a kurdan in.
Tarîxa nivîsîna Şahnameyên Kurdî, bi piranî ne diyar e. Lê îro tê zanîn ku Şahnameyên Kurdî berî Şahnameya Firdewsî ava bûne û vegotina wan di serdemên cuda de, di nav kurdan de dewam kiriye. Çavkaniyên tarîxî behsa hebûna berhemên destanî li rojavayê Îranê, yanî li herêma kurdan, beriya serdema Firdewsî dikin. Ev berhem, ku mixabin negehiştine roja me, “Kitêbî Seksîran” an “Sekîkîn”, “Şahnameya Pîrozan” û “Gurdname”ya (Gurd bi wateya egîd) Rustem Larcanî ne û naveroka van jî neqil kirina serpêhatiyên Rustemê Zal û malbata wî bûne.
Di Şahnameyên Kurdî de, kesayetekî bingehîn û sereke, yanî lehengek, tê dîtin. Ev kesayet di rîwayetên Şahnameyan de ewqas navendî ne ku Şahnameyên Kurdî, dikarin wekî çîroka “leheng”an bên nirxandin. Lehengê sereke yê Şahnameyên Kurdî, Rustemê Zal e. Serpêhatiyên Rustemê Zal dikarin di bin du bûyerên esasî de bên dîtin: şer û evîn. Bi gotineke din, riwayetên Şahnameyên Kurdî bi giştî qada şerî û evîn a lehengan, bi taybet jî Rustemê Zal, in.
Diyarkirina çîrokên ku kuliyata Şahnameyên Kurdî pêk tînin karekî zehmet e. Ev kêşe, di eslê xwe de, kêşeyeka giştî ya edebiyata kurdî ye û girêdayî sedemên tarîxî, coxrafiyayî, civakî û siyasî ye.
Sedema zehmetbûna diyarkirina çîrokên Şahnameyên Kurdî berî her tiştî ev e ku hejmareka nediyar ya destxetên Kurdî di kitêbxaneyên cuda yên dinyayê da di bin navê zimanekî din da hatine qeydkirin û ev yek jî bûye sedem ku vekolînên derbarê edebiyata Kurdî da bi zehmet bikevin. Di heman demê de, gelek destxetên Şahnameyên Kurdî li gundan, li benda peydabûn/kifşkirinê ne.
Hin destanên Şahnameyên Kurdî û yên Farsî, hevpar in. Lê hin destan jî hene ku versiyona van a Farsî tuneye û tenê aîdê çanda Kurdan in.
Beşên cuda yên Şahnameyên Kurdî ku heta niha hatine tesbîtkirin ev in :
Qehremanname, Sam û Nerîman, Rustem û Bebrê Beyan, Rustem û Kukê Kuhzad, Heft Xana Rustem, Rustem û Suhrab, Destana Siyaweş, Cihangîrname, Heft Leşker, Destana Cewahirpoş, Bîjen û Menîje, Berzûname, Rustem û Semsam Şahê Dêw, Rustem û Bêhtûn, Rustem û Zerd Hengê Dêw, Rustem û Seqlab Dêw, Rustem û Zenûn, Rustem û Îsfendiyar, Rustem û Şexad, Behmen û Feramerz, Behmen û Azerberzîn.
Di van salên dawî de hejmarek ji destanên jor hatine çapkirin lê dikarin bêjin ku kêmasiya van xebatên çapkirî ev e amadekarê berhemê yan tenê metna destanê pêşkêşî xwendevan dike yan jî tenê ji aliyê edebî ve wan destanan dinirxîne. Ev jî nişan dide ku hêj girîngiya analîza naverokî ya van destanan ji bo lêkolînerên kurd diyar nebûye.
Gotina dawî : Kevneşopiya destan di nav Kurdan de xwedî tarîxeke pir kevn e. Edebiyata Îranê berê îslamê (devkî an nivîskî) ne tenê aîdê Farsan e. Ev mîrata edebî, herî kêm bi qasî Fars û milletên din ên Îranê, aîde Kurdan e jî.
Berhemên ku em îro wekî Şahnameyên Kurdî nas dikin, di eslê xwe de berdewamiya kevneşopiyekê ne ku di serdema Medan de li rojavayê Îranê, dest pê kiriye û bi rêya devkî-nivîskî gihiştiye roja me û yek ji sitûnên esasî yên çanda kurdan in ku ‘divê’ her Kurd bizane û biparêze û lê xwedî derkeve.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 8: Karnamegê Erdeşîrê Pabekan
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-8-karnamege-erdesire-pabekan/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 8: Karnamegê Erdeşîrê Pabekan
Ji bo kurdan û edebiyata kurdî, em dikarin bibêjin ku ev berhem ji du aliyan ve giring e. Berî her tiştî, ev berhem, bi qasî ku ez dizanim, yek ji nivîsarên herî kevn e ku tê de peyva “Kurd” hatiye bikaranîn û rasterast behsa kurdan, şahê kurdan û welatê kurdan dike.
Yek ji berhemên herî navdar û nasraw ên Serdema Sasaniyan, Karnamegê Erdeşîrê Pabegan e ku wekî Karnameyê Erdeşîrê Babekan (pirtûka kar/kiryarên Erdeşîrê kurê Babek) jî tê nasîn. Nivîskarê vê berhemê ne diyar e û bi îhtîmaleke mezin di dawiya serdema Sasaniyan de, bi zimanê Pehlewiya Sasanî (parsîk) bi pexşankî hatiye nivîsîn. Di eslê xwe de berhemeke tarîxî ye ku bi zimanekî destanî hatiye nivîsîn û xemilîn. Li gorî hin pisporan jî berhem dikare wekî romaneke tarîxî jî bê nirxandin. Mijara giştî ya berhemê jiyan û serpêhatiyên Erdeşîrê kurê Sasan, damezrêner û yekem padişahê împaratoriya Sasaniyan e.
Hevoka destpêkê ya berhema berdest, wiha ye:“Di Karnameya Erdeşîrê Babekan de wiha hatibû nivîsîn”. Ev hevok bûye sebeb ku gelek lêkolînerên rojavayî û rojhilatî bawer bikin ku berhema berdest, di eslê xwe de guhertoyeke kurtkirî an hêsankirî ya berhema berfirehtir e. Lê digel vê jî, berhema berdest, ji aliyê avahiya nivîsê ve wekî berhemeke kamil e.
Li gor rîwayeta berhemê:
“Piştî mirina Îskender, li Îranşehrê (welatê Îranê) du sed û çil melîk hebûn. Sipahan, Pars û derdora wê di bin hikmê Erdewanê Salar de bû. Babek cerdewanê sînor û mîrê Parsê yê Erdewanê bû. Erdewan xwe, niştecîhê Îstexrê bû. Kurê Babek nebû. Sasan şivanê Babek bû. Ew ji nesl û esilê şah Dara bû. Babek nizanibû ku şivanê bi navê Sasan di eslê xwe de ji nijada Dara ye. Şevekê Babekî di xewna xwe de dît ku roj ji serê Sasan derket û dinya ronî bû. Şeva din, di xewna xwe de dît Sasan li ser fîlekî spî û xemilandî rûniştiye û hemû welat pesnê wî didin. Şeva sisiyan jî dît Azer Ferenbex, Azer Guşesb û Azer Burzîn Mêhr (sê perestgehên herî pîroz ên agir) ber bi mala Sasan ve ronî dikin. Babekî xewnên xwe ji kahînan re vegotin. Digotin dê yan Sasan yan jî yek ji zarokên wî bibe padişah. Babek gazî Sasan kir û li eslê wî pirsî. Gava ku wî rastî zanî, keça xwe da wî. Ji vê zewacê Erdeşîr çêbû.”
Di berdewamiya rîwayetê de, berhem behsa van serdeman dike: jidayikbûn, zarokatî, xortanî, şerên Erdeşîr yên li dijî Erdewan û kuştina wî, şerên wî yên hember dijminên wî yên din û avakirina împaratoriyeke yekgirtî, jidayikbûn û serpêhatiyên Şapûrê kurê wî, jidayikbûna Ormezd (Hurmuz)ê neviyê wî. Di vegotina bûyer û serpêhatiyên Erdeşîr de bi zelalî tê dîtin ku ji bo pîrozkirina kesayeta Erdeşîr, gelek hêman û sembolên mîtolojîk û epîk hatine bikaranîn.
Lê eger em bên ser giringiya vê berhemê, ji bo kurdan û edebiyata kurdî, em dikarin bibêjin ku ev berhem ji du aliyan ve giring e. Berî her tiştî, ev berhem, bi qasî ku ez dizanim, yek ji nivîsarên herî kevn e ku tê de peyva “Kurd” hatiye bikaranîn û rasterast behsa kurdan, şahê kurdan û welatê kurdan dike. Di destpêka Karnamegê de, gava ku behsa Sasan tê kirin, wiha hatiye nivîsîn: “Sasan her tim bi kerîyê pezan ve bû, di serdema zordestiya Îskender de jiyaneke reviyayî û veşartî dijiya û jiyana xwe bi şivanên kurd re derbas dikir”. Di berdewamiya rîwayetê de gava ku berhem behsa serpêhatiyên Erdeşîr dike, dibêje: “Erdeşîr artêşa Erdewan têk bir û ew kuşt. Paşî, ji herêma Zabolê artêşeke mêrxas kom kir da ku şerê kurdan, Şahê Mah (Med) bike. Di şerê yekem de Erdeşîr têk çû û reviya. Lê paşî wî leşkerekî çar hezar kesî kom kir. Êrîşî wan kir û hezar kes ji kurdan kuştin û yên din jî dîl girtin”. Di beşeke din a berhemê de jî behsa “Yezdan Kurdê Şehrezorî” hatiye kirin ku “ji herêma Şehrezorê, bi leşkerekî mezin ji bo alîkarî û îtaatê Erdeşîr hatibû”. Dîsa di berhemê de behsa hakim an şahê Kirman yê bi navê “Barzan” hatiye kirin.
Helbet analîza naverok an bercestekirina giringiya vê berhemê bi çend rêzan ne mimkin e ne jî armanca vê nivîsê ye. Lê ji xeynî agahiyên li jorê ku ji bo lêkolînên derbarê tarîxa kurdan a beriya Îslamê de giring in, hebûna berhemeke wiha, ku dikare wek destaneke tarîxî bê qebûlkirin, di coxrafiyaya kurdan de, nîşan dide ku ev cureyê edebî (destana tarîxî) di coxrafiyaya navborî de xwedî tarîxeke dûr û dirêj e. Wekheviya şêwaza vegotin û motîf/sembolên ku di berhema navborî de hatine bikaranîn û motîf/sembolên ku di destanên kurdî de tên dîtin, ji tesadufekê wêdetir xuya dikin.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 7: Serdema Sasaniyan
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-7-serdema-sasaniyan/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 7: Serdema Sasaniyan
Divê bê gotin, ji ber ku Împaratoriya Sasaniyan Împaratoriya dawîn a Îranê bû, nivîs û berhemên vê serdemê dewlemendtirîn û cihêrengtirîn berhem in ku ji Îrana beriya Îslamê gehiştine roja me. Sedema vê dewlemendiyê, beriya her tiştî, dikare wekî hebûn û belavbûna gelek raman û tevgerên dînî yên cuda li coxrafiyaya desthilatdariya Sasaniyan bê qebûlkirin.
Împaratoriya Sasaniyan, împaratoriya dawî ya Îranê ye, beriya êrîşa ereban û desthilatdariya wan a li ser axa Îranê bû. Ji ber vê jî naskirina vê Împaratoriyê ji aliyên cuda ve, xwedî girîngî ye. Împaratoriya Sasaniyan ji aliyê Erdeşîrê Yekem, kurê Sasan ve di sala 224an de tê damezirandin û di serdema Yezdgirdê Sêyem (m. 651) de, bi şerê Qadisiye (636an) û şerê Nehawendê (641) ji aliyê Erebên Misilman ve têk diçe. Li gorî belgeyên tarîxî, di şerê Qadisiye de Direfşê Kawiyanî (Alayê Kawa) dikeve ku alaya fermî ya Împaratoriyê bû. Eskerekî Ereb bi navê Zerar bin Xetab wê digire. Zerar di berdêla 30 hezar dînarî de (digel ku nirxa wê ya rastî 2 milyon dînar bûye) wê teslîmê serokê artêşê dike. Mucewherên li ser Alaya Kawa tên girtin, di nav leşkerên misilman de tên parvekirin. Paşê Alayê dişînin Medîneyê, ji Xelifeyê duyemîn, Umer bin Xetab re. Umer bin Xetab jî Alaya Kawa dişewitîne.
Girîngiya nasîna tarîxa Împaratoriya Sasaniyan ji bo Kurdan ji çend aliyên cuda ve dikare were nirxandin. Digel ku li gorî hin lêkolînerên Îranî, di serdema Împaratoriya Sasaniyan de ji koçeran re digotin “kurd” û van koçeran bi awayekî sistematik di artêşa Sasanî de xizmet dikirin, lê agahiyên ku di hin berhemên serdema sasaniyan de tên dîtin, rastbûna nêrîna lêkolînerên Îranî piştrast nake. Beriya her tiştî, navenda damezrandina vê împaratoriyê coxrafiyaya kurdan a îroyîn bû. Şerê Nehavend ku li jorê jî hat behskirin, di nav misilmanan de wekî “Feth’ul-Futûh”ê meşhûr e û wekî bûyera helweşîna vê Împaratoriyê bê qebûlkirin jî di coxrafiyayê Kurdan de qewimiye. Daneyên wiha bûne sebeb ku hin kurd, bi taybetî tarîxnivîs, şair û entellektuel, bawer bikin ku Împaratoriya Sasaniyan, Împaratoriya Kurdan bû û kurd ji nifşa Sasaniyan in. Helbet mebest û armanca me di vê nivîsê de ne îsbatkirin an jî redkirina vê îdîayê ye. Lê divê bê gotin ku di berhemên gelek şair/nivîskarên kurd de ev feraset dikare bê dîtin.
Esîrî (m. 1962), şairê Kurd di helbesteke xwe de gava ku behsa rabirdûya kurdan dike, dibêje:
“Sultanî bû samanî bû, sultanî wek Sasanî bû
Rustem kurî meydanî bû, Tûranî mil keç bû ecîb”
Qani’(m. 1965) jî dibêje:
“Bo nexwînin le wesfî rabirdû
Basî Sasan û Midyay zindû”
Ev nerîn/bawerî di nivîsên nivîskarên kovarên kurdî de, di kovarên wekî Hawar û Jînê de jî bi zelalî tê dîtin. Bo nimûne di hejmara 10an a Hawarê de, di nivîsa bi navê “Bo Xawenî Serberzî Kovarî Hawar” de, Pîrot gotiye: “Şayanî dilxweşî û spas e ke paşê hezar û ewende sal wa hoşî hatewe ser netewey Sasan û Mîdya û bergêkî ciwan û be cî bo zimanekeman helbijêrit” û dîsa di nivîseke din de jî dibêje: “Wutim: min Kurd im, netewey Sasan”. Dîsa di Hawarê de Ebdulxaliq Esîrî Kerkûkî di helbesta “Welatê Kurdan” de dibêje:
“Laperey tarîxî ‘alem şahid e bo dewrî min
Diyar e hêşta taqî Kîsray dewletî Sasanî min”
Lahûtî (m. 1957) jî di helbesteke xwe de bi navê “Le Ber Rohî Kurde Biçûkan” de ku di Jînê de çap bûye, dîsa kurdan wekî nifşa Sasanî nîşan dide:
“Neslî Med û Sasanî-w bêgane le Îran
Em mesele keyfiyyet ayîne be seng e”.
Divê em vegerin ser berhem/nivîsarên serdema Sasaniyan. Divê bê gotin, ji ber ku Împaratoriya Sasaniyan Împaratoriya dawîn a Îranê bû, nivîs û berhemên vê serdemê dewlemendtirîn û cihêrengtirîn berhem in ku ji Îrana beriya Îslamê gehiştine roja me. Sedema vê dewlemendiyê, beriya her tiştî, dikare wekî hebûn û belavbûna gelek raman û tevgerên dînî yên cuda li coxrafiyaya desthilatdariya Sasaniyan bê qebûlkirin.
Tê zanîn ku ji bilî Mezdeyesnî/Bêhdînî (dînê ku di roja me de bi xeletî wekî Zerdeştitîyê tê bi navkirin), ku dinê fermî yê dewletê bû. Di coxrafiyaya Împaratoriya Sasaniyan de baweriyên Cihûtî, Xirîstiyanî, Mîtrayî, ayîna (cult) Anahîta û gelek baweriyên herêmî berbelav bûn. Di heman demê de di serdema Împaratoriya Sasaniyan de du baweriyên nû jî di navenda Împaratoriyê de peyda û belav dibin: “Manî”gerî, bawerî/dînê ku ji aliyê Manî (m. 274 an 277) ve hat damezirandin û di demeke kurt de heta Çînê belav bû û tevgera “Mezdekî” ku ji aliyê Mezdekê Bamdadan (m. 524 an 528) ve hat damezirandin û bandora vê tevgera dînî/civakî bi sedsalan berdewam kir. Bi bawerîya min naskirin û lêkolîna van her dînan ji bo vekolîna kok û eslên baweriyên Kurdan girîng e. Helbet mijara me ya li vir ne çima û çawaniya van her du tevgerên dînî ye. Lê ya ku divê bê zanîn, bandora van tevgeran li ser berhem û edebiyata serdemê ye.
Di nav berheman da ku ji serdema Sasaniyan gehiştine roja me, gelek mijarên cuda wekî edebiyata dînî (tefsir û tercumeyên Avesta), berhemên felsefî, kehanet, exlaqiyat, enderzname (şîret), berhemên memleketdarî, munazira, tarîx, coxrafiya, dad û hiqûq, berhemên zanistî, helbest, destan û hwd. tên dîtin.
Piştî vê nivîsê, ku wekî destpêkekê ye, em ê behsa çend berhemên serdema Sasaniyan bikin ku, bi îhtimaleke mezin, di demên paşêrojê de, bandor li ser destanên kurdî kirine. Berhemên wekî Karnamegê Erdeşîrê Babekan, Bundehişn, Xwedayname, Eyatkarê Zerîran û hwd.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 3: Piştî Medan, heta Serdema Partî/Eşkanî
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-3-pisti-medan-heta-serdema-parti-eskani/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 3: Piştî Medan, heta Serdema Partî/Eşkanî
Digel ku mijara van her sê belgeyan ne edebiyat e jî bi taybet ji bo kurdan û lêkolînên kurdî pir giring in. Zîra ev sê belge, li şikefteke hêrêma Hewramanê ya Kurdistanê hatine dîtin û li derdorên akademîk ên Rojavayî jî wekî “Çermnivîsên Hewraman a Kurdistanê“ (Parchments of Avroman of Kurdistan) tên nasîn. Hebûna van belgeyan dikare derbarê tarîxa zimanê kurdî û tarîxa kevneşopiya nivîsandinê ya coxrafiyaya kurdan de sûdmend be.
Wekî tê zanîn Împaratoriya Hexamenişî (559 b.z.-330 b.z.) ku bi destê Kûruşê Mezin (600 b.z.-530 b.z.) piştî Împaratoriya Medan hatibû damezirandin, ji aliyê Îskenderê Mekedonî (m. 323 b.z.) ve bi dawî bû. Yekane nivîsên ku ji serdema Hexamenişiyan gehiştine îro Ketîbeyên (lewha) li ser keviran in ku di herêmên cuda yên coxrafiyayê Împaratoriya navborî de tên dîtin. Yên herî nasrav Ketîbeya Erşam ( 559-530 b.z.) li Hemedanê, Ketîbeya Kûruş (559-530 b.z.) li Deşta Murxabê Fars, Ketîbeya Dariyûş (522-486 b.z.) li Bîstûn a Kirmanşahê, Ketîbeya Xeşayarşa (486-465 b.z.) li Wanê û hwd in. Mijarên sereke yên van Ketîbeyan jî bi piranî pesnê Ehûra Mezda, neslê Padişah û serkeftinên wî, sînorên Împaratorî û hwd in. Yanî, bi gotineke din rasterast bi edebiyatê ve ne girêdayî ne. Ji ber vê sedemê jî behskirin li ser edebiyata serdema Hexamenişî (ji aliyê mijar û cureyê ve ) zehmet e. Lê eger em serdema berî Hexamenişiyan (serdema Med) û serdemên piştî wê bidin ber çavan, dikare bê gotin Hexamenişî jî xwedî kevneşopiyeke edebî ya devkî bûne.
Piştî mirina Îskender (323 b.z.) axa Îranê ket destê paşgirên wî ku desthilatdariya wan wekî împaratoriya Selewkî tê nasîn. Ev Împaratorî heta sala 247an berî zayînê, di hewza Îranê de, heta serhildana Ereşkê Partî û damezirandina Împaratoriya Part an Eşkanî (247 b.z.-224 z.) dewam dike.
Li gor jêderên tarîxî, tu berhemeke edebî (dînî an ne-dînî) bi zimanê Partî, ku wekî Pehlewîya Partî an jî wekî Pehlewîk tê binavkirin, negihîştiye ber destên me.
Belge/nivîsarên herî kevn ku bi vî zimanî hatine dîtin, sê çermnivîs in ku li ser çermê xezalê hatine tomarkirin. Naveroka van sê belgeyan derbarê danûstandina erd/axê de ye, ku îro li muzexaneya Brîtanyayê tên parastin û ji aliyê lêkolînerên wek Ellias H. Minns, A. Cowley û C.J. Edmonds ve bûne mijara lêkolînan.
Digel ku mijara van her sê belgeyan ne edebiyat e jî bi taybet ji bo kurdan û lêkolînên kurdî pir giring in. Zîra ev sê belge, li şikefteke hêrêma Hewramanê ya Kurdistanê hatine dîtin û li derdorên akademîk ên Rojavayî jî wekî “Çermnivîsên Hewraman a Kurdistanê“ (Parchments of Avroman of Kurdistan) tên nasîn. Hebûna van belgeyan dikare derbarê tarîxa zimanê kurdî û tarîxa kevneşopiya nivîsandinê ya coxrafiyaya kurdan de sûdmend be.
Lê eger em bixwazin vegerin ser kevneşopiya edebî ya serdema Partî, dîsa em mecbûr in herin ser agahiyên çavkaniyên Yewnanî û hin çavkaniyên Manîkeîzmê. Li gor agahiyên ji aliyê çavkaniyên Yewnanî ve hatine dayîn, em dizanin ku edebiyata serdema Partî jî, mîna piraniya edebiyata Îranê ya berî Îslamê, li ser bingeha kevneşopiya devkî hatiye avakirin û sing bi sing û nifş bi nifş derbas bûye.
Agahiyên berdest û lêkolînên nû du xalên giring yên derbarê kevneşopiya edebî ya serdema Partî de nîşan didin:
– Hebûna kom/çîneke taybet bi navê “gosan“ ku karê wan vegotin û vegêrana rîwayetên destanî bûye.
– Hebûna rîwayetên destanî/evînî ku hin varyantên wan îro di nav milletên Îranî de, bi taybet di nav kurdan de, bi heman nav û heman naverokê dewam dike.
Ev hersê riwayet/berhem ku koka Partîya van hatiye îspatkirin ev in: “Wîs û Ramîn“, “Bîjen û Menîje“, “Xudayname“. “Wîs û Ramîn“ û “Bîjen û Menîje“ du destanên lehengî/evînî ne ku di edebiyata Îranê de tên nasîn. Digel ku versiyonên van yên Partî negehiştine ber destên me jî her du destan bi zimanên îroyîn mewcûd in. “Xudayname“ jî berhemek lehengî ye ku wekî bingeh û çavkaniya hemî destanên Îranî, Şahnameyên Kurdî û Şahnameyên zimanên din ên Îranî tê qebûlkirin.
Di nivîsên bê de, em ê behsa van her sê berheman û kevneşopiya “Gosan“ (Hozan ?) û têkiliyên van yên bi çanda kurdî re bikin.
Çavkanî
Cowley, A., “The Pahlavi Document from Avroman“, The Journal oft he Royal Asiatic Society of Great Britain and Ireland, Apr., 1919, rr. 147-154.
Edmonds, C.,J., “The Place Names oft he Avroman Parchments“, Bulletin oft he School of Oriental and African Studies, University of London, Vol., 14, No. 3, 1952, rr. 478-482.
Minns, Ellis, H., “Parchments of The Parthian Period From Avroman In Kurdistan“, The Journal of Hellenic Studies, Vol. XXXV., London, 1915, rr. 22- 65.Tefezzolî, Ehmed, Tarîxê Edebiyatê Îran Pîş ez Îslam, Suxen, Tehran, 1376/1997.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 6: Gosan Kî Bûn?
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-7-gosan-ki-bun/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 6: Gosan Kî Bûn?
Di serdema îslamî de, heta roja me, yek ji milletên ku kevneşopiya “gosan û gosanî“yê parastiye û domandiye, kurd in. Mebesta me ne ew e ku em bibêjin “gosan û gosanî“ wekî kevneşopiyekê tenê di nav kurdan de hebû an jî maye. Lê dikare bê gotin ku hebûna vê di nav kurdan de bercestetir e. Nimûneya herî baş jî çanda “hozan“ û “dengbêj“an e.
Wekî di nivîsên berê de jî hat diyarkirin, çavkaniyên berdest ku ji aliyê nivîskarên Yewnanî ve hatine nivîsandin, behsa hebûna çîrok, meselok û helbest, sirûd û stranên serdema Medan dikin. Di van çavkaniyan de çend mînakên cureyên edebî yên navborî jî pêşkêş dikin. Agahiyên ku nivîskarên Yewnanî li ser vê mijarê didin, dîsa wekî hat dîtin, ji bo serdema Partî/Eşkanî jî karîger in. Di heman demê de, di agahiyên berdest de, derbarê edebiyata serdema Med û Partî de, xaleke berbiçav heye: bingeha edebiyata serdemên navborî bi piranî kevneşopiya devkî bûye. Îcar, ev pirs yekser tê bîra mirovî: veguhêr(ên) û pisporên vê edebiyata devkî kî bû(n)?
Vê mijarê bala gelek lêkolîneran kêşeya ku li ser dîrok û edebiyata Îranê ( bi taybet serdema berî îslamê) xebitîne û li ser vê mijarê gelek lêkolîn hatine kirin. Lêkolînên berdest li ser vê mijarê nîşan didin ku bi taybetî di serdema Partî/Eşkanî de cimaeteke bi navê “gosan“ hebûye ku kar û pisporiya wan vegotina çîrokên evînî û lehengiyê bûye.
Digel ku koka rastîn a peyva “gosan“ hêj zelal nebûye û nayê zanîn, em dizanin ku ev, helbestvan û muzîkjenên gerok bûn ku çîrok bi taybetî bi şêweya helbestî digotin. Çîrokên ku ji aliyê gosanan ve dihatin gotin, xwedîyê sê taybetiyan bûne: manzûm (helbestkî) bûne, bi stranê dihatine gotin, û ne nivîskî bûne.
Wekî M. Boyce jî diyar dike, mixabin derbarê perwerdehiya gosanan de agahiya me tuneye. Gelo sîstem an saziyek hebû ji bo hînbûn an perwerdekirina “gosan“, an ev kevneşopî ji bavan derbasî kuran dibû û di nav endamên malbatekê de dihate domandin? Her çend ne mumkin e ku em ji vê pirsê re bersiveke zelal û teqez bidin, diyar e ku wan (gosanan), wekî veguhêzên mijarên kevneşopî, di hafizeya xwe de xwedî gelek destan û çîrokan bûne.
Li gor belgeyên berdest, tê dîtin ku kevneşopiya “gosanî“ di serdema Sasanî de jî berdewam bûye. Wekî mînak di metnên Manewî (edebiyata Manî) de hevokeke wusa derbas dibe: “Mîna gosanekî ku di medha padişah û lehengan de distirê û tiştek aîdê wî nabe“. An di Mucmel’ul-Tewarîx ve’l-Qisesê de ku nivîskarê wê naye zanîn tê gotin ku: “Behram Gûr (Behramê 5em, padişahê Sasanî, m. 438 z.), her tiştê ku dixwast, bi hêsanî bi dest dixist. Meseleya wî tenê ew bû ku mirovên wî bêyî muzîkvanan şerab vedixwarin. Ji bo vê yekê, ferman da ku ji padişahê Hindiyan re nameyek bê nivîsandin û ji wî gosan bê telebkirin. Gosan, bi zimanê Pehlewî tê wateya muzîkjen“.
Li gor agahiyên berdest bi kurtasî dikare bê gotin ku ev kevneşopî di hemû coxrafiyaya Îrana beriya Îslamê de, ji rojhilat heta rojavayê Îranê, yanî nîştimana kurdan, berbelav bûye û gosan û gosanî, li nav xelkê û di dergah û meclîsên padişah û mîran de xwedî cihekî diyar bûn.
Di serdema Îslamî de tê dîtin ku peyva gosan hêdî hêdî di civak û edebiyata Îranê de wenda dibe. Di edebiyata serdema îslamî ya Îranê de, bi zanîna min, peyva “gosan” bi wateya xwe ku li jor hat gotin, tenê di berhema “Wîs û Ramîn”a Gurganî de hatiye bikaranîn ku di nivîsên berê de behsa vê hat kirin. Yanî di hîç berhemeke edebiyata serdema Îslamî ya coxrafiyaya Îranê de peyva gosan derbas nebûye.
Tê zanîn ku bi êrîşa Erebên misilman û têkçûna Împaratoriya Sasanî, çand û edebiyata coxrafiyaya navborî, wekî elemanên din ên civakê, ser û bin dibe. Çand, bawerî û kevneşopiyeke nû, cuda û biyanî, bi tewawî dijî nirxên çandiyên berê, dibin xwedî îqtidar. Zimanekî nû û biyanî (‘Erebî) dibe zimanê îqtidar û zimanê serdest û çanda coxrafiyaya navborî dikeve bêdengiyeke dirêj. Ev bêdengî ku du sed salan dewam dike, li Îranê wekî “serdema du sed salan ya bêdengiyê” (Du Qern Sukût) tê binavkirin.
Lê wekî tê zanîn “çand“ û hêmanên ku wê pêk tînin ji nişka ve winda û bi dawî nabin û ji bîra kolektîf a civakê nayin jê birin. Hêmanên ku çandê pêk tînin, ji nû ve çêdibin û di bin navên cuda û kîsweyên cuda de hebûna xwe didomînin.
Di serdema îslamî de, heta roja me, yek ji milletên ku kevneşopiya “gosan û gosanî“yê parastiye û domandiye, kurd in. Mebesta me ne ew e ku em bibêjin “gosan û gosanî“ wekî kevneşopiyekê tenê di nav kurdan de hebû an jî maye. Lê dikare bê gotin ku hebûna vê di nav kurdan de bercestetir e. Nimûneya herî baş jî çanda “hozan“ û “dengbêj“an e. Digel ku îsbata yekbûna koka peyvên gosan/hozan karê zimannasan e, em li vir tevlî vê meseleyê nabin ku ne pisporiya me ye, lê dîsa hem ji aliyê peyvî ve hem jî ji aliyê wate û fonksiyonê ve, ev her du peyv pir nêzîkî hev xuya dikin. Mamoste Hejar Mukriyanî di Ferhenga Henbane Borîne de ji bo wateya peyva “hozan“ dibêje: “zor zana, parçeyeke helbest, qesîde, hestiyar, şair“ û ji bo “hozanvan“ jî gotiye: “Şair, Bivêj, kesê ku şi‘rî xelkê be goranî (stran) delê (dibêje)“. Mamoste Zana Farqînî jî ji bo peyva “hozan“ wateya “şairê gel“ daye. Yanî hem pênaseya mamoste Hejar û hem ya Zana Farqînî, ligel pênaseya peyva “gosan“ li hev dikin ku di çavkaniyên dîrokî de hatiye dayîn.
Lê tê dîtin ku digel girîngiya vê meseleyê, bi taybetî ji bo çand û edebiyata devkî ya kurdan, heta niha, bi zanîna min, xebateke kûr û analîtîk li ser mijarê nehatiye kirin. Di heman demê de hebûna vê kevneşopîyê di nav kurdan de dîsa ji aliyê Rojhilatnasan ve hatiye piştguhkirin. Tenê O. Mann behsa hebûna medreseya hozanan, bi awayekî organîze, di nav kurdan dike ku tê de “westa“ (mamoste) zanîna xwe bi devkî fêrî şagirtên xwe dike. Lê R. Lescot ku piştî O. Mann hatiye Kurdistanê dibêje: êdî tu şopek ji dibistan an jî fêrgehên hozanî û kurdî yên profesiyonel nedîtiye ku dengbêj fîgûrekî aîdê serdema mîr/xan bûne û bi taybetî bûne qurbaniya gramafon û radiyoyê.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 1: Serdema Medan
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-1-serdema-medan/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 1: Serdema Medan
Împaratoriya Medan ji 678a b.z. heta 549a b.z. berdewam bûye û ji aliyê padişahên Med yên wekî Diyako, Frewertîş, Huwexşetre û Astiyagê hatiye birêvebirin ku wekî yekem împaratoriya Cîhanê tê qebûlkirin.
Derveyî nîqaşên li ser rastî an nerastiya “Med”bûna “Kurdan”, ev rastiyek e ku welatê îro Kurd lê dijîn, navenda coxrafiyayê ye ku berê Med lê dijiyan, dewleta wan lê avabûye û tê de hatine birêvebirin.
Ji ber vê yeke jî nasîna hêmanên ku çanda Medan pêk tînin, bi taybetî jî zimanê Medî û edebiyata wan, taybet ji bo Kurdan giring e.
Lê di vî warî de pirsgirêka herî mezin a ku em pê re rû bi rû dimînin, ew e ku heta îro derbarê ziman û edebiyata Medî de tu belge an nivîsên me tunene.
Li vir pirseke bingehîn heye: Tunebûna belge, nivîs an berhemeke edebî bi zimanê Medan, tê wê wateyê ku gelo zimanekî wekî Medî an jî edebiyata Medan tunebû? Helbet na. Ji ber ku ne mimkun e ku Împaratoriyeke mezin a ji sedsalekê zêdetir li ser coxrafiyayeke berifireh a cîhanê hukim kiriye, xwediyê ziman û edebiyatê nebe.
Li gorî I.M. Diakonov di salên 1000a berî zayînê de, li Împaratoriya Medan çanda nivîsandinê hebûye û bi îhtîmaleke mezin jî tîpên nivîsên Medî wekî tîpên nîvîsên serdema Hexamenişî (550 b.z.- 330 b.z.), yanî xetên mîxî bûye. Di heman demê de li ser lewhayên serdema Hexamenişî gelek peyvên Medî, an jî zimanên rojavayê Îranê, hatine tesbîtkirin. Ligel vê tesbîtê, ji rêbaza nivîsên lewheyên serdema Hexamenişî tê fêmkirin ku edebiyateke pêşketî ya serdema berê, yanî ya serdema Medan hebûye.
Lê edebiyata Medan ji aliyê mijar, naverok û cureyê xwe ve çi û çawa bûye? Weke berê jî hat gotin, ji ber ku belge û berhemên aîdê wê serdemê di destê me de tunene, divê em li çavkaniyên çandên cîran bigerin da ku li ser vê mijarê agahiyan peyda bikin.
Bêguman, çavkaniyên herî ronakker ên ku li ser vê mijarê dikarin werin şêwirîn ew berhem in ku ji hêla nivîskarên Yewnanî ve hatine nivîsandin. Di berhemên nivîskarên Yewnanî de tê ditîn ku behsa çîrok, meselok û helbestên serdema Medan hatiye kirin.
Athenaeus (m. ss. 3a z.) di Deipnosophistae ( Fîlezofên Maseya Şîve) de behsa stran, sirûdên stranbêjan û kehanetên wan dike. Di heman demê de ji zimanê kesekî bi navê Dinon neqil dike ku di serdema padişahiya Astiyagê Med de, Astiyagî bi hevalên xwe re şahiyek saz dikir. Paşî gazî kesekî bi navê Angares kir ku di nav stanbêjan de yê herî navdar bû. Angares jî destanên manzûm bi awayekî ahengî distira. Paşî jî gelek kehanet kir.
Xenophon jî di Cyropaediayê xwe de dibêje ku: Îranî di çîrok û stranên xwe de ku heta niha berdewam in, gelek behsa başî, qencî û sifetên xweş ên Kûruşê Mezin (m. 530 b.z.) dikin û navê wî hertim di stran û tesnîfên Medan de derbas dibe.
Lêkolînên li ser çavkaniyên Yewnanî, hebûna destanên evînî di nav Medan de îsbat dike. Yek ji van destanan, destana evîna Stryangaiosê Medî û Zarinaia, şehbanûya Seka ye ku ji aliyê Ctesias (ss. 4 b.z.) ve di Persicayê de hatiye neqil kirin. Li gor rîwayeta Ctesias, Stryangaisoyê Medî aşiqê Zarinaia dibe ku ew şehbanûya welatê Seka bûye. Lê ji ber ku nikare xwe bigehîne hezkiriya xwe, xwe dikuje.
Athenaeus di beşa 35an a cîlda 13yan a Deipnosophistaeyê de ji qewlê Charesê Mitylene, behsa destaneke din a Medî dike. Ev destan bêtir wek destana evîna Zeryadres û Odatisê tê naskirin. Li gor rîwayetê, Zeryadres, şehzadeyê Med ku di heman demê de mîrê parçeyek ji welatê Medan e, evîndarê Odatisa keça Omartesê padişahê welatê Marathi dibe û ji bo ku bigehîje hezkiriya xwe, mecbur dimîne ku ji gelek serpêhatiyan derbas bibe.
Bi îhtîmaleke mezin ev her du destan mînakên herî kevn ên destanan in ku ji çanda edebî ya kevnar a Zagrosê gehiştine me.
Mînakên ku li jorê hatine behskirin, dikarin ji bo zelalkirina çend xalên giring sûdmend bin:
Çavkanî
Athenaeus, The Learned Banqueters (Deipnosophistae), Book 12-13.594b, ed. & translated by S. Douglas Olson, Harvard University Press, 2010.
Ctesias, (Persica), History of Persia, Tales of the Orient, Lloyd Llewellyn-Jones & James Robson, Routledge, 2010.
Diakonov, I.M., Tarîxê Mad, wer. K. Keşawerz, Bongahê Tercume ve Neşrê Kitab, Tehran, 1345/1966.
Tefezzolî, Ehmed, Tarîxê Edebiyatê Îran Pîş ez Îslam, Suxen, Tehran, 1376/1997.Xenophon, Cyropaedia, The Education of Cyrus, tr. by H.G. Dakyns, revised by. F.M. Stawell, CreateSpace Independent Publishers Platform, 2019.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 5: Bîjen û Menîje
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-5-bijen-u-menije/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 5: Bîjen û Menîje
Rustemê Zal bi heft lehengan derdikeve rê û ber bi welatê tirkan ve diçe û bi rêberiya Menîjeyê, çala Erjengê dibîne û Bîjenî jê derdixe. Piştre bi heft lehengan êrîşî qesra Efrasiyab dike, artêşa wî dişkîne û bi serfirazî vedigere Îranê. Key Xusrew pêşwaziya wan dike, fermanê dide ku bila şahiyekê amade bikin û Bîjen û Menîje digehijin hev.
Yek ji navdartirîn destanên evînî-lehengî yên çand û edebiyata Îranê, bêguman çîroka “Bîjen û Menîje”yê ye. Girîngiya vê çîrokê, ji bilî behsa naverok û mijara wê, ew e ku aîdê serdema Partî ye. Sedema ku em li vir têgeha “çand û edebiyata Îranê” bi kar tînin jî ew e ku ev çîrok di nav gelek etnîsîteyên îro li coxrafiyayê Îranê dijîn jî heye. Di lêkolînên edebiyata cîhanê de versiyona herî naskirî ya vê çîrokê riwayeta Firdewsî ye (ss. 10-11 z.) ku di berhema xwe ya navdar yanî Şahnameyê de pêşkêş kiriye.
Serlehengên vê çîrokê bi navên cuda, wekî “Bîjen û Gurazan (berazan)” jî tê nasîn. Bîjen li gor rîwayetên kurdî kurê Gîwê kurê Guderzê kurê Geşwad û ji nifşa Kaweyê Hesinkar e. Dêya wî Banû Goşesb jî, keça Rustemê Zal e. Menîje jî keça bedew a Efrasiyab, padişahê Tûranê ye.
Destan di serdema padişahiya Key Xusrew de diqewime. Mijara giştî ya destanê dikare wusa bê xulasekirin:
“Cemaetek ji welatê Ermanê tê cem Key Xusrew ku welatê wan ji aliyê berazan ve hatiye tarûmarkirin. Ew alikariyê ji Xusrew dixwazin da ku wan ji belaya berazan xilas bike. Key Xusrew ji serdarên xwe dipirse: kî dikare vê tengasiyê çareser bike? Ji xeynî Bîjen, kesek bersiva padişahî nade. Bîjen bi Gurgîn re derdikeve rê ku ew rêveberiya wî dike.
Dema digehijin wir, Bîjen dixwaze êrîşî berazan bike, lê Gurgîn alikarî ya wî nake. Bîjen bi tena serê xwe êrîşî berazan dike û piştî şerekî xwînîn, hemûyan dikuje.
Gurgîn ku ji serkeftina Bîjenî aciz bûye, fenekê lê dike û wî dişîne baxçeyê Menîjeya keça Efrasiyab. Bîjen û Menîje hevdu dibînin û evîndarê hev dibin. Menîje dermana bêhişîyê dixe şeraba Bîjen û bi awayekî veşartî, wî tîne qesra xwe ya li Tûranê. Dema ku Efrasiyab ji vê yekê hay dibe ewil fermanê dide ku Bîjen daliqînin, lê piştre biryarê dide ku wî di çala Erjengê de têxin hepsê. Demek dirêj derbas dibe bêyî ku kes bizane çi bi serê Bîjen hatiye. Dawîyê, di roja Newrozê de Key Xusrew li Camê Cemê dinêre û Bîjenî peyda dike. Xusrew, peyamekê ji Rustem re dişîne û alîkariya wî dixwaze.
Rustem bi heft lehengan derdikeve rê û ber bi welatê tirkan ve diçe û bi rêberiya Menîjeyê, çala Erjengê dibîne û Bîjen jê derdixe. Piştre bi heft lehengan êrîşî qesra Efrasiyab dike, artêşa wî dişkîne û bi serfirazî vedigere Îranê. Key Xusrew pêşwaziya wan dike, fermanê dide ku bila şahiyekê amade bikin û Bîjen û Menîje digehijin hev”.
Wekî tê dîtin “Bîjen û Menîje” destaneke têr û tîjî ye, tê de evîn, serpêhatiyên lehengî, heyamên mîtolojîk, şer û hestên însanî yên wekî îxanet, azwerî û hesûdîyê dihewîne ku bi awayekî muhteşem hatiye vegêran. Digel ku niqaş li ser tarîxîbûn an jî xeyalîbûna kesayatên sereke yên destanê hêj berdewam e, zîra li gorî hin nêrînan, Bîjen dikare wekî kesayetekî tarîxî û yek ji padişahên Partî bê hesibandin.
Têbînî:
– Lêkolînên berfireh tesdîq dikin ku destana “Bîjen û Menîje“yê destaneke gelek kevin e û di sedema Partî/Eşkanî de berbelav bûye.
– “Bîjen û Menîje“ yek ji wan destanan e ku hem di Şahnameyên Kurdî de, hem jî di berhemên destanî yên farisî da, wekî Şahnameya Firdewsî, tê dîtin.
– Destana “Bîjen û Menîje“yê û rengvedanên wê di edebiyata kurdî ya gelêrî, klasîk û modern de tê dîtîn. Di heman demê de hebûna vegerana wê bi zaraveyên cudayên zimanê kurdî wekî soranî, kurmancî û goranî/hewramî jî xaleke girîng e (heta niha tenê versîyona zazakî ya çîrokê nehatiye dîtin).
– Li gorî J. Mohl, çîroka “Bîjen û Menîje“ beşa herî kevn a Şahnameya Firdewsî ye. Digel ku diyarkirina tarîxa avabûna Şahnameyên Kurdî ne mimkin be jî, tê qebûlkirin ku Şahnameyên Kurdî berî berhema Firdewsî ava bûne. Yanî, bi îhtimaleke mezin “Bîjen û Menîje“ yek ji destanên herî kevn a kurdan e ku gehiştiye roja me.
– Bi zanîna me, yekem car, yek ji versiyonên goranî yên destanê di sala 1966an de ji aliyê Mohammad Mokri ve li Fransayê hatiye çapkirin.
– Di van salên dawî de varyantên cuda yên destanê, bi zaravên cuda hatine weşandin. Lê ev berhemên çapkirî tenê metna destanê pêşkêşî xwendevanan dikin. Yanî digel girîngiya destanê, heta niha xebateke akademîk û berawirdî li ser versiyonên cuda yên (varyant û zaraveyên cuda) “Bîjen û Menîje“ nehatiye kirin.
– Dîsa bi zanîna me tekane xebata ku li ser analîz û berawirdkirina versiyonên cuda, bi zaravên cuda yên kurdî ya “Bîjen û Menîje“yê tê kirin, xebata lêkolîner Engin Ölmez e ku hêvîdar in di demekê nêz de bigehije destê xwendevanan.
Çavkanî:
Minorsky, V., “Vîs û Ramîn, a Parthian Romance”, Bulletin of the School of Oriental and African Studies, University of London, Vol 11, No. 4, 1946, rr. 741-763.
Mokri, Mohammad, La Légende de Bîzan-U Manîja, Paris: Librairie Klincksieck, Paris, 1966.
Xaleqî Mutleq, C., “Bîjen û Menîje ve Wîs û Ramîn, Muqeddemeî ber Edebiyatê Partî”, Îranşinasî, şomarê 6, Tabistan 1369, rr. 273-298.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 4: Wîs û Ramîn
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-4-wis-u-ramin/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 4: Wîs û Ramîn
Digel ku coxrafiyaya destanê, coxrafiyaya kurdan e û gelek motîf, bûyer û kesayetên destanê dişîbin destanên kurdî û navên wekî ‘Mehabad’ê di destanê de derbas dibin jî, bi zanîna me heta niha lêkolînek li ser ‘Wîs û Ramîn’ ji aliyê kurdan ve ne hatiye kirin. Tekane xebata bi zimanê kurdî, ya derbarê ‘Wîs û Ramîn’ de, bi zanîna me, wergera rîwayeta ‘Wîs û Ramîn’ ya Gurganî ye bi zimanê kurdî (soranî) ku ji aliyê Necmedîn Cebarî ve hatiye amadekirin û sala 2020an çap bûye.
Yek ji destanên nasrav ên Îrana berî îslamê, destana ‘Wîs û Ramîn’ e. Destana ‘Wîs û Ramîn’ carna wekî romansekê jî tê binav kirin. Wekî Sadiq Hîdayet jî dibêje, rîwayeteke taybet e. Li gor Sadiq Hîdayet, ‘Wîs û Ramîn’ di wateya modern ya peyvê de, romanek e û tiştê ku ‘Wîs û Ramîn’ ji çîrokên din ên romantîk ên kevin cuda dike, naveroka wê ye. Ji ber ku berevajî çîrokên evînî yên kevn, mijara ‘Wîs û Ramîn’ pir bi rehetî/gustaxî hatiye hilbijartin.
Pêşî em bi kurtî behsa naveroka destanê bikin, paşê hewl bidin xalên wê yên girîng berceste bikin:
“Di cejna biharê de (Newroz?) Şahê Merwê, Şehrûya şahbanûya bedew a Mehabadê dibîne û aşiqê wê dibe. Lê Şehrû eşqa wî qebûl nake, ji ber ku jineke zewicî ye û hem jî emirdirêj e. Lê Şahê Merwê ku mirovekî şehwetbaz e, dev ji wê bernade û dixwaze herî kêm bi keçeke wê re bizewice. Şehrû bi fikra ku êdî di vî temenî de ne mumkin e ku ducanî bibe, soz dide ku eger rojekê keçikeke wê çêbe, wê bide Şahê Merwê. Lê piştî demekê Şehrû ducanî dibe û keçikeke pir bedew û delal tîne diyayê. Navê wê dikin Wîs û wê didin dadokekê da ku wê perwerde bike. Wîs li cem dadokê, ligel ‘Ramîn’ê birayê biçûk yê Şahê Merwê mezin dibe. Sal derbas dibin û Wîs digehîje temenê zewacê. Şehrû dixwaze wê bide Vîroyê birayê wê. Lê Wîs nerazî ye. Dema Şahê Merwê ji vê bûyerê hay dibe, soza dayî tîne bîra Şehrûyê. Lê ne Şehrû û ne jî Wîs ji vê zewacê razî ne. Şahê Merwê arteşa xwe amade dike û êrişê wan dike. Di dema şerî de, Qarenê Şahê Mehabadê, mêrê Şehrû jî tê kuştin. Paşî Şahê Merwê dîyariyan ji Şehrû re dişine û dîsa daxwaza xwe ya zewacê tîne zimên. Vê carê daxwaza wî tê qebûl kirin. Şahê Merwê birayê xwe ‘Ramîn’ dişîne da ku bûkê bîne cem wî. Ramîn ligel Wîs, tevî karwanî dikeve rê ji Mehabadê ber bi Merwê ve. Lê di rê de, ji nişka ve bayek radibe û perdeya erebeya Wîsê vedibe. Ramîn bi nihêrîna yekem, evîndarê Wîsê dibe û tê bîra wan ku ew bi hev re mezin bûne. Wîs, mecbûr, bi Şahê Merwê re dizewice. Lê Wîs bi behaneya şîna bavê xwe, Şahî ji xwe dûr dixe û ji dadoka xwe dixwaze rêyeke bibîne da ku wê ji Şahî xilas bike. Dadok efsûnekê amade dike û hêza zayendî ya Şahî hildiweşîne. Dema ku Şah ji evîna Wîs û Ramîn haydar dibe, hêrs dibe û wan tehdit dike. Wîs û Ramîn ji welatî direvin lê Şah wan peyda dike û vedigerîne û wan ji hev cuda dike. Ramîn di nav xema evînê de dişewite, çengekê çêdike û ji bo Wîsê stranan distire. Şah dîsa wî tehdîd dike. Bi pêşniyara rûspiyan, Ramîn ji welatî tê aforozkirin. Ramîn terka welatî dike û bi keçeke bi navê Gul re dizewice da ku Wîsê ji bîr bike, lê bi ser nakeve û Gul jî wî berdide. Ramîn biryar dide ku bi dagirkirina bajarî xwe bigehîne maşûqa xwe. Şeveke ku Şah çûye nêçîrê, bi çil zelamên ku cil û bergên jinan li xwe kirine, êrişê koşka Şahî dike û wî cihî talan dike. Piştî dagirkirina koşkê, Ramîn xwe ji bo şerê li hemberî Şahî amade dike lê beriya şerî, berazek êrîşî Şahî dike û wî dikuje. Bi mirina Şahî, Wîs û Ramîn digehijin hev û bi salan, bi hev re dijîn heta ku pîr dibin û giyanî xwe wenda dike. Ramîn, bi xemgîniyeke mezin, wê dixe gorê û xwe jî sê salan li kêleka gorê, di perestgeha agirî de dimîne heta ku giyanê xwe teslîm dike”.
Mixabin guhertoya Pehlewî ya ‘Wîs û Ramîn’ negehiştiye ber destên me. Destan ji aliyê Fexredîn Es’edê Guganî (ss. 5a koçî) ve bi helbestkî, bi farisî hatiye honandin.
Nîqaş li ser tarîxîbûn an xeyalîbûna kesayetên ‘Wîs û Ramîn’ hêj berdewam e. Bi heman awayî, serdem û coxrafiyaya çîrokê jî bûye mijara lêkolînên cuda û niqaşên dûr û dirêj. Daneyên çavkaniyên kevn û lêkolînên dawî hin xalên girîng zelal dikin ku:
‘Wîs û Ramîn’, destaneke serdema Partî/ eşkanî ye. Yekem nivîskarê ku vê xalê erê dike Hemdullah Mustewfî (ss. 13-14) ye. Mîrxund (ss.15) jî di Rewzetu’ul-Sefayê de behsa Partîbûna vê dike. Minorsky, Mehcûb û Xaliqî Mutleq jî xwedî heman nêrîn in. Li gor Minorsky berhem li ser ‘pehlewiyek’ kevn e û gelek ji beşên wê hest û helwestên ku bi ramanên zewac, jin û evînê yên serdema Îslamî re nagunce, vedibêjin. Jixwe Gurganî di destpêka ‘Wîs û Ramîn’ê de dibêje ku: “Lê zimanê vê Pehlewî ye, her kesê vê bixwîne, nikare vê fêm bike”.
Lê argumanên ku lêkolîner ji bo îsbata Partîbûna ‘Wîs û Ramîn’ bikartînin yek jî coxrafiyaya destanê ye. Ji ber ku naveroka ‘Wîs û Ramîn’ nîşan dide ku cihê ku rîwayet û bûyerên tê de diqewimin, ji coxrafiyaya rojhilatê Xorasanê heya welatê Medyayê ye. Bûyerên çîrokê di nav du navendên coxrafiyayî de diqewimin: Xorasan û Medya. Di heman demê de, sîstema hikimdariyê ku di pêvajoya çîrokê de tê behskirin, pergalek e ku tenê di serdema Partî de tê dîtin. Navên taybet yên ku di çîrokê de hatine bikaranîn, çi navên coxrafî bin û çi navên kesan bin, aîde serdema Partî ne.
Lê digel ku coxrafiyaya destanê, coxrafiyaya kurdan e û gelek motîf, bûyer û kesayetên destanê dişîbin destanên kurdî û navên wekî ‘Mehabad’ê, wekî welatekî di destanê de derbas dibin jî, bi zanîna me heta niha lêkolînek li ser ‘Wîs û Ramîn’ ji aliyê kurdan ve ne hatiye kirin. Tekane xebata bi zimanê kurdî, ya derbarê ‘Wîs û Ramîn’ de, bi zanîna me, wergera rîwayeta ‘Wîs û Ramîn’ ya Gurganî ye bi zimanê kurdî (soranî) ku ji aliyê Necmedîn Cebarî ve hatiye amadekirin û sala 2020an çap bûye.
Çavkanî
Cebarî, Necmedîn, Wîsê û Ramîn, weşanên Gotar, Seqiz, 2020.
Gurganî, Fexredîn Es’ed, Wîs û Ramîn, amd. Fexredîn Es’ed Gurganî, amd. M. Rewşen, Sedayê Muasir, Tehran, 1377.
Hidayet, Sadiq, “Çend Nukte Derbarêy Wîs û Ramîn”, di Wîs û Ramîn, amd. Fexredîn Es’ed Gurganî, amd. M. Rewşen, Sedayê Muasir, Tehran, 1377, rr. 381- 415.
Minorsky, V., “Vîs û Ramîn, a Parthian Romance”, Bulletin of the School of Oriental and African Studies, University of London, Vol 11, No. 4, 1946, rr. 741-763.Xaleqî Mutleq, C., “Bîjen û Menîje ve Wîs û Ramîn, Muqeddemeî ber Edebiyatê Partî”, Îranşinasî, şomarê 6, Tabistan 1369, rr. 273-298.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 11: Bundehiş
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-11-bundehis/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 11: Bundehiş
Bundehiş çavkaniyeke giring e ji bo lêkolînên li ser nijad û secereya kesayetan, ku navê wan ji çîrokên mitolojik bigire heta helbesta kurdî ya modern derbas dibin.
Di edebiyata serdema Sasaniyan de, yek ji berhemên giring jî Bundehiş an Bundehişn e. Peyva Bundehiş tê wateya ‘Aferîniş’ yanî bûyera afirandina destpêkê. Bundehiş di eslê xwe de metneke dînî ye. Bundehiş, li gorî baweriya Bêhdînî (dînê Zerdeştiyan) behsa afirandina cîhanê û her tiştê li ser rûyê cîhanê dike.
Bundehiş di dawiya serdema Sasaniyan de hatiye nivîsîn, lê di sedsala 3ya koçî de ji aliyê Ferenbeg Dadegî ve hatiye berhevkirin û halê xwe yê îroyîn girtiye ku li gorî agahiyên tarîxî Dadegi kesayetê herî giring ê zerdeştiyan û yê serdemê bûye. Du versiyonên Bundehişê mevcûd in. Ya yekem wekî Bundehişa Hîndî tê nasîn ku kurt e û ya duyemîn jî wekî Bundehişa Îranî an jî wekî Bundehişa Mezin tê nasîn ku berfirehtir e. Rengdêra “Hîndî” an jî “Îranî” li ser van her duyan hatiye danîn ji ber ku versiyona yekem li Hindistanê û ya duyem jî li Îranê hatiye nusxandin.
Bundehiş di eslê xwe de rîsaleyeke biçûk e, ji beşên cuda pêk hatiye ku bi piranî derbarê afirandinê de ne: Derbarê Afirandina Maddî de, derbarê bilindahiya Afirandina Ronahiyan de, derbarê çawayî û sedema afirandina mexlûqan a ji bo şerî, derbarê êrîşa Ehrîmen li ser afirandinê, derbarê dijminatiya du Meynû (cewher) de, derbarê tarîxa gerdûnê de, derbarê şerê mexlûqan li hember Ehrîmen, derbarê çawayîya afirandina van (erd, çiya, derya, rûbar, heywan, zelam/jin, giya, agir, xwew, ba, hewr, baran, xirefisteran (hebûnên ziyakar û xerab), salê dînî (Teqwîma Zerdeştiyan), îzedan, Pira Çînwed, Bajarên Îranşehrê, Qiyamet û…
Beşa vê berhemê, ya ku bi mijara me ve eleqedar e, beşa bîstem e. Sernavê vê beşê wiha ye: Derbarê nijad û pêwendiya Keyaniyan de. Di vê beşe de, nijad û secereya padişah/leheng û dij-lehengan derbas dibe ku di cureyên cuda yên edebiyata Kurdî de, bi taybet di destanên Kurdî de, hatine bikaranîn. Li gor vê beşa Bundehişê secereya wan wiha ye:
“Keyûmers – Meşî – Siyamek – Ferwag – Hûşeng – Yenghet – Weyûnghan – Tehmûres” nifşek e.
“Cem(şîd), Tehmûres, Espîdwer, Nersî û Reşnçîn hemû bira bûn”.
“Ji Cem(şîd) û Cemek (ku hem xwişk û hem jî jina Cem bû), kur û keçek hat dinyayê û bûne jin û mêr”.
Piştre di Bundehişê de secereya Zehak (Dehak) hatiye dayîn. Secereyeke wisa ye ku nijada wî digehîne Ehrîmen, yanî Şeytanî.
Piştî Zehak, secereya Fereydûn hatiye diyarkirin ku digehije Cem(şîd) û behsa kurên wî yanî Selm, Tûr û Îrec jî tê kirin. Bundehiş, behsa vê jî dike ku Îrec û nifşa wî hemî ji aliyê Selm û Tûr ve tên kuştin. Tenê keçikeke wî dimîne ku ji aliyê Fereydûn ve tê perwerdekirin. Ji nifşa wê Menûçehr hat dinyayê û tola Îrecê bapîrê xwe ji Selm û Tûrê hilda.
Di bundehişê de secere û nifşa Efrasiyabê Tûranî yê kurê Peşeng jî tomar bûye ku li gorî rîwayetê ji nifşa Tûr e.
Piştre Bundehiş cih dide Key Qubad û kurê wî Key Epîwe, kurên wî Key Areş, Key Biyareş, Key Pesîn û Key Kawûs, Siyaweş û kurê wî Key Xusrew.
Di berdewamiya wan de Bundehiş behsa Luhrasp û nifşa wî dike. Li gorî Bundehişê nijada Luhrasp digehîje Key Qubad. Kurên Luhrasp jî li gorî rîwayeta Bundehiş Guştasp, Zerîr û kurên wî yên din in. Ji Guştasp, Îsfendiyar û Peşûten tên dinyayê. Ji Îsfendiyar jî Azerterîş, Mehrterîş û Behmen tên dinyayê. Behmen bixwe jî bapîrê Erdeşîrê Pabekan e.
Di Bundehişê de behsa nijada Rustemê Zal jî hatiye kirin. Li gorî rîwayetê Bundehiş, “ji Sam şeş cot zarok çêbûn. Navê yek ji wan Destan bû. Ji Destan jî du kur çêbûn: Rustem û Zeware”.
Di dawiya vê beşe de jî behsa secere û nijada Zerdeşt, navê kur û keçen wî û endamên malbata wî hatiye kirin.
Wekî tê dîtin, Bundehiş çavkaniyeke giring e ji bo lêkolînên li ser nijad û secereya kesayetan, ku navê wan ji çîrokên mitolojik bigire heta helbesta kurdî ya modern cih digirin.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 12: Pexşanên Serdema Sasaniyan
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-12-pexsanen-serdema-sasaniyan/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 12: Pexşanên Serdema Sasaniyan
Yek ji padişahên (îraniyan), dema ku jinek dianî, şevek bi wê re derbas dikir û roja din ew dikuşt. Bi tesadufî, carekê bi şehzadeyeke bi navê Şehrzad re zewicî, ku keçeke pir jîr bû. Piştî ku padişah bi keçikê re bû, keçikê dest bi çîrokbêjiyê kir û çîroka xwe dirêj û dirêj kir. Padişah, ji bo guhdarkirina dawiya çîrokê, ew nekuşt û şeva din jî gazî wê kir. Keçikeka din jî bi navê Dînazad ku xizmetkara padişah bû, alîkariya Şehrzad dikir. Bi vî awayî padişah û Şehrzad hezar şev bi hev re derbas kirin. Heta ku Şehrzad zarokek anî dinyayê û zarok nîşanî padişah da û fêlbaziya xwe jî jê re got. Padişah ji jîrbûna Şehrzad pir hez kir û aşiqê wê bû.
Li gor agahiyên tarîxî, tê zanîn ku di çanda Îrana berî Îslamê de, bi taybetî di serdema Sasaniyan de, ji xeynî berhemên dînî û belgeyên dewletî, mijarên din kêmtir dihatin tomarkirin. Ji ber vê jî çîrok, rîwayet û hikayetên mevcûd bi piranî bi awayekî devkî dihatin vegotin û ji nifşekî derbasî nifşekî din dibûn. Lê di serdema Xusrew I de ku bêtir wekî Enûşîrwan meşhûr e (m. 579), tevgera tomarkirina berheman dest pê dike û gelek vegotinên Îranî tên tomarkirin an jî riwayetên milletên din tên wergêran bo zimanê pehlewî ya sasanî (parsîk). Ji agahiyên ku ji aliyên nivîskarên serdema Îslamî ve hatine dayîn, dikare bê ditîn ku di serdema navborî de, di coxrafiyaya Îranê de çîrokên pexşankî jî berbelav bûne.
İbn Nedîm (m. 990) di El-Fihristê de dibêje: “Yekem kesê ku efsane tasnifkirin û ev efsane tomar kirin û di arşîva xwe de parastin, îraniyên kevn (Keyanî û Hexamenişî) bûn. Piştre padişahên Partî jî di vê barê de mubalexe kirin. Di serdema Sasaniyan de dîsa ev hîkayet zêdetir bûn û Ereban ev wergêran bo zimanê Erebî”.
Li vir em ê behsa nîmûneyeke ji pexşanên serdema sasaniyan bikin. Nasîna van berheman, qet nebe nav û naveroka van, bi baweriya min, bo kurdan giring e. Helbet li vir mebesta min ev nîne ku ev berhem, berhemên kurdan in. Lê, em dikarin bibêjin ka çiqas aîdê gelen din ên Îranî ne, hema ewqas jî aîdê çanda kurdan in û li ser edebiyata kurdan jî bandor kirine.
Hezar Efsan
Li gor agahiyên berdest, di nav berhemên pexşankî yên serdema Sasaniyan de, mecmuaya çîrokan a herî giring, Hezar Efsan bûye.
Li gor İbn Nedîm: Di vê warê de (çîrok) yekem berhema ku hatiye nivîsandin, Hezar Destan (bi wateya hezar xurafe/reşbawer) e. Sebeba te’lîfa vê jî ev bûye ku yek ji padişahên wan (îraniyan), dema ku jinek dianî, şevek bi wê re derbas dikir û roja din ew dikuşt. Bi tesadufî, carekê bi şehzadeyeka bi navê Şehrzad zewicî, ku keçeke pir jîr bû. Piştî ku padişah bi keçikê re bû, keçikê dest bi çîrokbêjiyê kir û çîroka xwe dirêj û dirêj kir. Padişah, ji bo guhdarkirina dawiya çîrokê, ew nekuşt û şeva din jî gazî wê kir. Keçikeka din jî bi navê Dînazad ku xizmetkara padişah bû, alîkariya Şehrzad dikir. Bi vî awayî padişah û Şehrzad hezar şev bi hev re derbas kirin. Heta ku Şehrzad zarokek anî dinyayê û zarok nîşanî padişah da û fêlbaziya xwe jî jê re got. Padişah ji jîrbûna Şehrzad pir hez kir û aşiqê wê bû”.
Li gor Îbn Nedîm, Hezar Efsan behsa hezar şevan dikir û kêmtir ji du sed çîrok tê de hebûn. Vegotina hin çîrokan çend şevan dewam dikir. Îbn Nedîm vê berhemê naecibîne û dibêje: “Min tamamiya vê pirtûkê gelek caran dîtiye, pirtûkeke vala û dûrî aqil e”.
Ji xeynî Îbn Nedîm, hin muverrixên din wekî Mesûdî (m. 956) jî derbarê vê berhemê de agahîyan didin. Mesûdî di Murûc el-Zehebê de navê berhemê wekî “Elf Xurafe” (hezar xurafe) tomar kiriye û gotiye: “Xelk ji vê pirtûkê re dibêjin Elf Leyl û Leyle (hezar û yek şev) û ev çîroka padişah û vezîr û keça wî Şîrazad û xizmetkara wê Dînazad e”.
Digel ku nivîskarên Ereb wekî Îbn Nedîm û Mesûdî vê berhemê naecibînin, em dizanin ku ev berhem bo erebî hatiye wergêran û di nav gelên misilman de pir hatiye ecibandin. Piştre hin çîrokên din jî li ser hatine zêdekirin an jî hin çîrokên ku ji aliyê naverok/mijarê ve ne li gorî qaîdeyên îslamî bûne, hatine derxistin. Pirtûka Hezar û Yek Şev, îro wekî yek ji berhemên klasîk ên edebiyata cihanê tê qebûlkirin. Ev berhem ne tenê di nav gelên rojhilatî de, belkî di nav cihana rojavayê de jî pir populer e û bo çendîn zimanan hatiye wergêran. Hezar û Yek Şev, di nav kurdan de jî berhemeke meşhûr e, lê bawer im di nav kurdan de kêm kes dizanin ku eslê pirtûkê çi bûye û ji ku hatiye. Eger em îro hin çîrokên Hezar û Yek Şevê di edebiyata xwe de, bi taybetî di rîwayetên gelêrî de, bibînin, ev ne bandora edebiyata erebî ye li ser çîrokên me û ne jî tesaduf e. Tiştekî asayî ye. Ji ber ku navenda împaratoriya Sasaniyan coxrafiyayek bû ku îro welatê kurdan e. Di mirasa çanda Sasaniyan de ku îro wekî mîrasa wan tê nasîn, para kurdan ji neteweyên din ên Îranê zêdetir nebe, kêmtir nîne.
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 10: Yadîgarê Zerîran
|
https://botantimes.com/tebini-li-ser-tarixa-kevnesopiya-destanan-di-nav-kurdan-de-10-yadigare-zeriran/
|
Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 10: Yadîgarê Zerîran
Ger hûn vê yekê bikin, kî dikare li hemberî dijminî şerî bike û dijminî ji welatî derxîne? Kur û birayên te wê hemû leşkerên dijmin bikujin. Di dawiya şerî de, dê tenê yek ji wan sax bimîne: padişahê wan Ercasp. Kurê te Îsfendiyar jî dê Ercasp bigire, destekî wî, lingekî wî û guhekî wî jê bike. Çavekî wî jî dê bi agir bişewitîne. Paşî ew ê wî deyne ser kerekê bêdûvik û bişîne welatê wî û jê re bibêje: here welatê xwe û ji her kesî re bibêje ka te çi êş ji destê min, Îsfendiyarê leheng, dît.
Berî ku Key Xusrew, padişahê mezin, xatira xwe ji lehengên xwe bixwaze û li ber çavê wan wenda bibe, Luhrasp kurê Ervend Şahê kurê Key Peşînê kurê Key Qubad, wekî cihgirê xwe û padişahî tayîn dike. Piştî demekê Lohrasp gazi Guştap, kurê xwe yê mezin dike û textê xwe jê re dihêle û Guştasp dibe padişah. Di serdema padişahiya wî de Zerdeşt dibe pêxember û dînê xwe pêşkêşî padişahî dike. Padişah dînê nû qebûl dike û her kesî jî tîne ser vî dînî. Li ser pêşniyara Zerdeşt, Guştasp dayîna bacê ya bo Ercaspê padişahê Xeyûnan (Tûranê) red dike.
Gava Ercasp, padişahê Xeyûnan, pê dihese ku Guştasp dînê nû yê Zerdeşt qebûl kiriye, hêrs dibe, nameyekê dide nivîsîn û bi du serdarên xwe, Bîdirefşê Cadû û Namxwastê Hezaran, bi bîst hezar siwariyan, dişîne cem Guştasp. Ev her du serdar nameyê digehînin Guştasp. Naveroka nameyê zelal e: Ger hûn vî dînê nû berdin, em ê bi we re di aştiyê de bin. Lê heke hûn bi bawerkirina vî dînê nû israr bikin, wê demê dive hûn xwe ji bo şerî amade bikin, zîra em ê êrîşî we bikin, welatê we hilweşînin, her kesî bikujin û yên mayî jî bikin kole.
Guştasp, dema nameyê dixwîne, xemgîn dibe. Zerîr, salarê siwariyan, vê yekê dibîne û ji Guştasp re dibêje: Eger padişah guncav bibîne, ez ê bersiva vê nameyê bidim. Zerîr bersiva nameyê amade dike: “Ji Guştaspê Padişahê Îrane bo Ercaspê salarê Xeyûnan re: Ya yekem, me ev dînê taybet ji Yezdan wergirt û em ê dev jê bernedin. Meha bê, em ê nemir bin. Em ê li wir hev bibînin, di wê zozana vala de ku ne çiya û ne jî derya lê heye. Hûn ê me bibînin û em ê we bibînin. Li wir dê tîr û hespên lehengan di navbera me de biryarê bidin”.
Name tê şandin. Li serê çiyayan agir pêdixin. Hemû mêr, ji deh salî heta heştê salî, gazî şerî dikin. Artêş li qada şerî amade dibin. Şeva berî şerî, Guştasp gazî Camaspê wezîrê xwe dike. Ji ber ku Camasp dikare pêşerojê bibîne. Zerdûştî ev taybetî dane wî. Guştasp aqûbeta şerî jê dipirse û dibêje: Ji min re bibêje, ji kur û birayên min, di vî şerî de, kî dê bê kuştin û kî dê sax bimîne? Camasp dibêje: Xwezî ez qet nehatibam dinyayê, an jî di zarokatiya xwe de bimiriyama, da ku ev pirs ji min nehata kirin. Niha ji ber ku padişahî pirsî, divê ez rastiyê bibêjim. Lê divê padişah sondê bixwe, dema ku ez rastiyê bibêjim, ew ê min nekuje ne jî min bavêje zîndanê. Guştasp sond dixwe. Camasp jî jê re dibêje dawiya şerî dê çawa be: “Sibê, gava leheng bi gurzan li hev dixin, gelek dayikên ku kurên wan hene dê bê kur bimînin. Gelek kurên ku bavên wan hene dê bê bav bimînin. Gelek bira dê bê bira bimînin. Gelek jinên ku mêrên wan hene dê bê mêr bimînin. Xwezî ji wî kesî ra, yê ku nebîne ka çawa Bîdirefşê Cadû, Zerîrê birayê te dikuje û hespê wî digire, xwezî ji wî kesî ra yê ku nebîne ka çawa Namxwastê Hezaran dê bê û Ferşawerdê kurê te û Pad Xusrewê birayê te bikuje û ji kur û birayên te bîst û sê kes dê çawa bên kuştin”. Guştasp difikire û dibêje: “Wê gavê ez ê keleheke ji hesinî ava bikim, kur û birayên xwe tê de bi cih bikim, da ku destê dijminî negehije wan”. Camaps jê re dibêje: “Ger hûn vê yekê bikin, kî dikare li hemberî dijminî şerî bike û dijminî ji welatî derxîne? Kur û birayên te wê hemû leşkerên dijmin bikujin. Di dawiya şerî de, dê tenê yek ji wan sax bimîne: padişahê wan Ercasp. Kurê te Îsfendiyar jî dê Ercasp bigire, destekî wî, lingekî wî û guhekî wî jê bike. Çavekî wî jî dê bi agir bişewitîne. Paşî ew ê wî deyne ser kerekê bêdûvik û bişîne welatê wî û jê re bibêje: here welatê xwe û ji her kesî re bibêje ka te çi êş ji destê min, Îsfendiyarê leheng, dît”.
Roja din Zerîr diçe qada şerî. Gelek dijminan dikuje. Bîdirefşê Cadû rimê xwe digire, yê ku dêwan di dijohê de bi hêrs, bi jehr û ava gunehê çêkiribûn û Cadû di nav kemîneyê de dimîne. Paşî bi dizî rime xwe davêje û Zerîrî dikuje, hesp û zirxê wî yê zêrîn jî weki xenîmet digire û tîne. Bestûr, kurê Zerîr ê heft salî, sîwarê hespê xwe dibe û diçe qada şerî da ku tola bavê xwe hilîne. Bestûr û Bîdirefş bi riman şerî dikin. Ji nişka ve rûhê Zerîrî gazî Bestûr dike: “Rimê xwe biavêje, tîrekê bigire û biavêje”. Bestûr tiştê ku jê re hatiye gotin dike. Tîrekê diavêje Bîdirefşî û wî dikuje. Bi vî awayî Bestûr tola bavê xwe dihilîne û zirx, ala û hespê wî yê talankirî vedigerîne.
Leşkerê Guştaspî di bin fermandariya Îsfendiyar û Giramî Kerdê kurê Camasp de artêşa Ercasp têk dibe û hemûyan dikuje û weki ku Camasp pêşbînî kiribû, tenê yek ji wan sax dimîne: padişahê wan Ercasp. Îsfendiyar wî digire, destekî wî, lingekî wî û guhekî wî jê dike. Çavekî wî jî bi agir dişewitîne. Paşî ew, wî deyne ser kerekî bêdûvik û dişîne welatê wî û jê re dibîje: “Here welatê xwe û ji her kesê re bibêje ka te çi êş ji destê min, Îsfendiyarê leheng, dît”.
Nivîsa jor kurteya giştî ya berhemeke bi navê Yadigarê Zerîran e ku wekî Eyatkarê Zerîran jî tê nasîn. Yadigarê Zerîran destaneke kurt a lehengî-dînî ye. Tê gotin ku ev destan di eslê xwe de bi zimanê Partî bûye lê nusxeya vê ya berdest bi zimanê Parsîk (pehlewî ya Sasanî) ye. Yadigarê Zerîran destana lehengî ya herî kevn e ku nusxeya vê ya original îro berdest e. Destan ji pexşan û helbestan pêk hatiye. Tê qebûlkirin ku naveroka vê ji metneke Avestîk hatiye girtin.
Di serdema îslamî de ev destan, bi hin guhertinan, ji aliyê hin şair/nivîskaran, yên wekî Firdewsî û Sealebî ve hatiye bikaranîn. Di heman demê de sahne û epîzodên destanê rasterast bandor li ser edebiyata Îslamê, bi taybet ya Şîa, di berhemên Meqtelê (berhemên ku li ser bûyera Kerbelayê hatine nivîsandin) kirine.
Di Yadigarê Zerîran de em dikarin behsa çend xalên giring bikin:
– Destana herî kevn e ku metna orijînal bi pehlewî (parsîk) gehiştiye ber destê me.
– Destan, yek ji nimûneyên herî kevn a destanên lehengî-dînî ye û behsa şerê ji bo bawerî û dînê Mezdayî ya Zerdeşt dike.
– Di destanê de behsa Direfşê (ala) Pîrozan/pîrozî derbas dibe ku bi îhtimaleke mezin, mebest alaya Kawiyan (kawa) ye.
– Berhema herî kevn e ku tê de navê Rustem ( 2 caran) derbas dibe.
– Sahne/epîzod û kesayatên destanê di destanên lehengî yên Kurdî (bi taybetî di Şahnameyên Kurdî de) derbas û dubare dibin.
– Di Rezmnameya Kenîzekê de, ku yek ji epîzodên destana Heft Leşkerê kurdî ye, versiyoneke Kurdî ya Yadigarê Zerîran ji aliyê şairekî Kurd ve hatiye honandin.
|
“Wextê ez pirtûkeka Kurdî nîşanî wan didim wilo ecêb lê dinêrin…”
|
https://botantimes.com/wexte-ez-pirtukeka-kurdi-nisani-wan-dikim-wilo-eceb-le-dinerin/
|
“Wextê ez pirtûkeka Kurdî nîşanî wan didim wilo ecêb lê dinêrin…”
Ji bo Ingilîzî Bitikîne
Mamosteyê zimanê Kurdî Gernas Hezexî li Wanê ji bo zorakên erdhêjê qûrsên zimanê Kurdî yên rû bi rû dide.
Di wê qûrsê da tenê ne dersa Kurdî heye. Her wiha qûrsên cur bi cur hene wekî zimanê îngîlizî, keman, gîtar, setrenç..
Mamoste Gernasî da zanîn ku bi van qursan zarok ji psîkolojiya erdhejê dûr dikevin.
Zarok ne bi tenê dersên min, her wiha bi saya qûrsên din jî ji derûnîya erdhêjê dûr dikevin. Li vir her tim çalakîyek heye. Me odayek çêkirîye ji bo zarokan, li vir ji xwe ra dilîzin. Mamosteyên me rûyê wan boyax dikin wekî palyaçoyan. Ez ji wana ra henekan dikim. Ji wana ra çirokan dixwinim ji ber ku bila bifikirin û tiştekî jê derbixin. Elbet dûr dikevin.
Zarok bi dersên kurdî ra eleqedar dibin. Kêyfa wan jî tê. Wextê ez pirtûkeka Kurdî derdixim, nîşanî wan didim wilo eceb lê dinêrin. Lê dimeyizînin, îca rûpelan bi awayekî ecêb vedikin. Dibêjin ‘Mamoste, ew hemû kurt û kurmancî ne’ xwe dicerîbînin ji bo xwendinê. Helbet nexwendine, dersan neditîne. Tenê 2-3 kesan gotin me dersên hilbijêrî standiye, ew zarok jî ji Entabê bûn. Digotin di pola 6an da me ev ders ditîbû. Ev jî hînî tiştekî nebûne, alfabeyê jî hîn nebûbûn. Nizanibûn.
Zarok ji ber ku Kurd in, kurmacî xeber didin. Ji alîyê nivîsandinê û xwendinê ve jixwe gelekî qels in, tişteki nizanin. Lê ji ber zanebûna axaftinê xwe nivîsa Kurmancî zêde cidî nabinin. Min ev tişt ferq kir. Zarok dibêjin em zanin jixwe. Yanî ne wekî ingilîzî dikevin polê da tiştekî nizanin.
“Mamoste zimanê me û zimanê te ne wek hev e”
Mesela ez di dersê da xeber didim û dibêjim ‘zarokno ka mînakekê bidin, dibêjin mînak çî ye?’ Ez jî dibêjim we gotibû em kurmancî dizanin. Dûra wîsa hêdî hêdî ferq dikin, kêmasîyên wan hene. Dîsa jî hewl didin ku dibêjin ‘Mamoste zimanê me û zimanê te ne wek hev e.’ Dema tiştên nû hin dibin diçin ji malbata xwe ra dibêjin û li min vedigerin ‘min dîya xwe ra gotîye lê vê peyvê nizanibû.’
Di dersan da tenê tiştek hebû ku li ser min bandor kir. 2 keç hene û ew jî xwîşkên hev in. Dema ku ders xilas dibe xemgîn dibin. Dibêjin çima ders xilas dibe.
Mesela min digot sibê ders tune ye, du sibe heye digotin çima sibe tune ye. Wan dixwast bila her roj dersa Kurdî hebe. Digotin ‘mamoste em dixwazin xwe di pêş da bibin lê dîya me û bavê me bi me ra xeber nadin. Spartekan bide me, emê ji xwe ra bixebitin.’
“Her ku xwedekarên min zêde dibin, ez xwe baştir hîs dikim“
Dema ez dersê bi zimanê xwe dikim, ez serbilind dibim. Kurt û kurmancî zimanekî hatîye qedexekirin. Ez di nav gelê xwe da, mamostetîya zimanê xwe dikim. Û bi vê tiştê gelekî şanaz im. Rewş heman rewş e. Hevîdarim ku miletê me bêtir li ser zimanê xwe bisekine.
Dema ku zanîngeh vekirîbûn Mamoste Gernasî dersên Kurmacî dida xwendekarên zanîngehê jî.
|
Çawa ku di çar salên dawî de her roj gotiye “Edalet” ew ê dîsa…
|
https://botantimes.com/cawa-ku-di-car-salen-dawi-de-her-roj-gotiye-edalet-ew-e-disa/
|
Çawa ku di çar salên dawî de her roj gotiye “Edalet” ew ê dîsa…
Di sibeheke sar a payîzê de li deşta Sirûcê li taxeke kevn li benda Ferît Şenyaşarî me.
Em hev dibînin û ber bi mala wan ve diçin. Ev avahî heta çar salên berê apartmana malbata Şenyaşaran bû. Dayika Emîne niha bi kurê xwe yê biçûk Mehmet re li vir dijîn. Li zîlê dixim. Piştî sê dengên çikînê, derîyê hesinî vedibe û Emîne Şenyaşar xuya dike.
Tûtîyê xoşebere bi dengê xwe salonê dihejîne.
Her çiqas serê sibê be jî Ferît Şenyaşar dixwaze bi lez û bez ji malê derkeve.
Anê, ger tu hazir î, em herin. Dozger di saet heşt û nîvan de tê dadgehê.
Dayik piştî nimêjê ji kurê xwe Ferît re dîbêje ku divê ew pêşî melhemê li çavên wê yên dieşê û lêvê wê yên verimî bide.
Dayika Emîne ji dema dest bi nobeda edeletê kiriye û heta niha gelek pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû maye.
Çavên min nemaye, ez bi zehmetî dibînim. Bila kurê min ji girtîgehê derkeve wê çaxê ezê ji çav û cogên xwe emelîyat bibim.
Em ji Sirûcê ber bi Edlîyeya Rihayê ve diçin. Dayîka Emîne li qoltuxê paş bi çavên xwe yên nivvekirî derve temaşe dikir.
Ferît got, ew her sibe di saetên kar de ji malê derdikevin û ber bi êvarê ve jî vedigerin mala xwe.
Ger rojekê mamoste ji kurê min ê diçê dibistana seretayî re bipirse ka ‘Bavê te çi karî dike?’ ez meraq dikim dê kurê min çi bersiv bide.
(Ferît dibêje û dibeşişe…)
Di nîvê rê de Ferît dibêje ku, “Em her sibehê sûreya Yasînê guhdarî dikin û diçin nobetê” û pê re destê xwe dirêjê radyoyê dike. Rê li ber me dirêj dibe.
Em li dora heşt û nîvan li ber edlîyeyê disekinin. Ferît tabûreya dayika xwe datîne li ber barîkatên betonî, paşê jî pankarta bi nivîsa ‘edalet’ daliqand. Li ber pankartê disekine û bang dike “Maf, Hiqûq, Edalet..”
Min bala xwe da ku erebeya Serdozgerîyê dema derbas dibe bang kirin. Piştre rûniştin û bêdeng li benda edaletê man.
Şenyaşar û kurê xwe bi parêzerên xwe Gokhan Dayik û Hîdayet Enmek re hevdîtineka kurt pêk tînin.
Dû re dema taştê-xwarinê hat. Em ji bo şorbeyekê vexwin diçin xweringeha baroyê. Wan şorbe di saet 12an de vedixwarin. Ji sibêhê ve yekem xwerina bû ku ji qirîka wan derbas dibû.
Em vedigerin ber edlîyeyê. Bandora germa nîvro li Rihayê zêde ye. Ew qartonên xwe yên ku li ser wan diruniştin danîn bin siya darekê. Dayîk û kurê wê li vir jî li edaletê digerin.
Welatîyên ku ji bo serdana dayîkê tên, bi gotinên xwe dilê dayikê germ dikin. Dayîka Emîne çiroka xwe ji wan re digot û digiriya.
Kurê min li girtîgehê ye. Mêre min û zarokên min hatin qetilkirin.
Îro 604emîn roja nobetê ye. Ferît danê êvarê dema hevl dide ku pankarta bi nivîsa “edalet”ê hilbide, çend polîs tên cem wî. Polîsan ji Ferît re gotin:
Ji vir biçin, careke din pankartê li vir ve nekin.
Ferît bi aramî guh dide polîsan û pankartê dipêçe.
Dema em diçin malê li Sirûcê di ber avahîyeke reş re derbas dibin. Dayîka Emîne bi tiliya xwe vê avahîyê nîşan dide û dibêje:
Binêre li vir mêre min û zarokên min hatin kuştin.
Ew avahî Nexweşxaneya Dewletê ya Sirûcê bû.
Saet derdora pencan em dikevin avahîyekê nû hatiye çêkirin.
Me beriya wê bûyerê wê apartmanê çêkiribû. Her xanîyek ji bo kurekî xwe veqentandibû. Niha jî li vir kesên xerîb dijîn.
Em dikevin malê. Çend deqîqe şûn da zîla derîyî lê dikeve. Keçikeka bi porê reş dikeve hundir. Ew neviya dayîkê ye û navê wê Rojda ye. Rojda 4 salî ye. Dema 4 mehî bûye bavê wê Fadil Şenyaşar ketîye girtîgehê.
Dîya wê Fadîle, wêneyê di telefona xwe de nîşanî min dide.
Ev wêne yê yekem û tekane ye ku keça min bi bavê xwe re kişandiye.
Wêne li ber dîwarê betonî hatiye kişandin… Rojda wê rojê ji bo serdana bavê xwe çûye girtigehê.
Êvarê dayika Emîne ku edî bibû dapîra Emine, bi nêvîyên xwe re wext derbas dikir.
Ew roj ji bo malabata Şenyaşarê rojeke asayî bû.
Dayîka Emîne dê sibê dîsa biçûya edlîyeyê çawa ku di çar salên dawî de her roj gotiye “Edalet” wê dê disa bigota “Edalet”.
Nîşe: Ev nûçe ji alîyê Berîl Caymazê ve ji bo Gazete MLSAyê bi tirkî hatiye amadekirin.
|
Mexdûrên erdhêjê berê xwe dan erebeyên hemalan
|
https://botantimes.com/mexduren-erdheje-bere-xwe-zivirandin-erebeyen-hemalan/
|
Mexdûrên erdhêjê berê xwe dan erebeyên hemalan
Welatîyên Diyarbekirê yên ku malên wan zirareke mezin dîtine dest bi barkirinê kirin.
Mexdûrên erdhêjê piştî zêdebûna bihayê erebeyên barkirinê ji bo barkirina malan berê xwe dan erebeyên hemelan.
Em li taxa Dortyolê ya Baglerê ne. Li vê derê hemalên pîr, ciwan û zarok serê sibê kom dibin.
Berê ev kes bi saetan li benda barek û karekê bûn. Hin rojan jî karek jî nedihat û bêrika wan wala diçûn mala xwe. Piştî erdhêjê ev rewş hat guhertin.
Zilamê ku 20 sal in hemalîyê dike ji Botan Times re axivî.
Em êdî rojê herî kêm 10 malan bar dikin. Bi rastî ev ji bo me rewşeke baş e. Lê dema bêçaretîya wan mirovan dibînim, piştî qedandina karê xwe bi xemginî pereyê ji wan distînim.
Dema em ji bo barkirina xanîyan diçin, destpêkê dibêjin mala me xisar nedîtiye. Lê dema em diçin malê, dibînin ku dîwar û stûn xira bûne.
Ez jî wan xanîyan bar nakim ji ber ku bitalûke nin. Xwedîyên malê îsrar dikin, dibêjin emê pere bidin te, lê ez qebûl nakim. Zarokên min hene, divê ez xwedî li wan derkevim, eger tiştek were serê min ew ê bi tenê bimînin. Lê ew ji bêçare ne, neqlîyat pir biha ye.
Li gor reqamên fermî li bajar ji bo hezar û 100 avahiyan biryara hilweşandina bilezginî hatiye dayin.
Xisara herî zêde jî li navçeya Baglera ye.
|
“Jiyana mûzîkê jî sîyaseteka mezin e”
|
https://botantimes.com/jiyana-muzike-ji-siyaseteke-mezin-e/
|
“Jiyana mûzîkê jî sîyaseteka mezin e”
Min îro jineka ciwan a biheyecan nas kir ku ew hîn 19 salî ye. Fularekî binewşî li dor porê xwe girê daye û di ber ba yê pêl dibe. Navê wê keçîkê Herêm Nergîz e. Wê ji bo namzetîyê ya Partiya Kesk a Çep serlêdan kiriye.
Di heman demê da Herêm, hunermedeka ciwan e û ew 4 sal in dersên taybet yên tembûrê digire. Bi dengekî bilind stranan dibêje. Ew îlhama xwe ji Êyşê Şanê digire û dîbêje:
Hûner dê her tim di jîyana min da hebe. Jiyana hûnermendên me yên mirine bala min kişand. Ji Radyoya Êrîvanê Meryem Xan, Aram Tîgran, Sûsika Simo û hin siyasetmedar jî bala min dikşandin. Bi taybetî Êyşê Şan minak digirim. Ji ber ku Eyşê Şan jî pir gerîyaye û her tim koç kiriye. Her tim jê ra gotine ku ‘ev jineke û çawa dikare stranan bêje.’ Lê wê guh nedaye tu kesî û stranên xwe gotiye. Min jiyana wan lêkolîn kir û xwend.
Herêm di nava malbatekî koçber da mezin bûye û ji xelkê Farqînî ye. Herêm sedî sed ji xwe bawer e û xwe wek Kurd, jin, hunermend û ciwan dide nasîn.
Qedexekirina mûzîka kurdî bû sedem ku ez ketim nav sîyasetê. Ez dixwazim di nav çand û hûnerê da bi nasname xwe ya hunermend li meclîsê ji bo ciwanan behsa kêmasîya muzîka kurdî bikim. Minak bila dengbêjên Kurdî bên naskirin yanî ez dixwazim Kurda li wê meclîsê bidim naskirin.
Derdora Herêmê, ji wê ra dibêjin ku tu ciwanî, pêşeroja me yî û em ji te bawer in.
Wextê min wê qerarê da malbata min gelekî keyfxweş bû. Ji min ra gotin ‘em ji te bawer in. Te çawa ku xwe di qada hunermedîyê da pêş xist, em di vê mijarê da ji te bawer in.’ Bi rastî roja ku min serî lê da hevîya min pir kem bû. Lê pişti ku gel pê hesîyan piştgirîyeka pir mezin, alîkarîyeka pir mezin dan min”
Herêm dixwaze ku bi rêya xwendinê jî armanacên xwe pêk bîne. Ew dixwazê di zanîngehê da beşên, sîyasetnasîyê yan jî Hîqûqê bixwîne.
|
Gokçe Selîm: Huner û sîyaset me hemûyan eleqedar dike
|
https://botantimes.com/gokce-selim-huner-u-siyaset-me-hemuyan-eleqedar-dike/
|
Gokçe Selîm: Huner û sîyaset me hemûyan eleqedar dike
Siya Şevê, yek ji navdartirîn koma muzîka kurdî ye ku sala 2000an ve dest bi muzîkê kirine û stranên xwe bi şêweya Rockê dibêjin. 4 albûmên Siya Şevê yên bi navê Zeng (2004), Pûç (2011), Bêyom (2014), Li Pey Siya Xwe (2018) hene. Hemwext, wan muzîka gelek şano, belgefîlm û fîlman jî çêkirine.
Li Tirkîye û Kurdistanê wekî gelek meydanên hunera kurdî, li pêşîya çêkirin û berhemanîna meydana muzîka kurdî jî asteng û berbestên muxtelîf hene. Siya Şevê jî yek ji wan komên muzîka kurdî ye ku li jêr tesîra sîyaseta li Tirkîyeyê muzîka kurdî berhem tîne. Tevî hemî asteng û berbestên sîyasî, muzîka Siya Şevê ji alîyê girseyeka guhdaran ve tê guhdarkirin.
Derbarê peywendîya sîyaset û muzîkê da, xaseten muzîka kurdî, solîstê Siya Şevê Gokçe Selîm ji bo Botan Timesê axivî:
Hunermend Gokçe Selîm beyan kir ku tesîra hilbijartinê yan jî sîyaseta rojane di heman demê da bandora xwe li ser çand, huner û muzîkê jî dike. Selîm, dîyar kir ku di her hilbijartinê da, hêvîyeka mezin çêdibe lê ev hêvî pirî caran dûrî rastîya Kurdistanê û Tirkîyeyê ye.
Tu dibê qey li Tirkîyeyê demokrasîyek heye û em jî li ser vê bingehê jîyana xwe ya rojana didomînin. Mixabin rastîya vî welatî herdem şer û pevçûn e; tevî vê yekê sîyaset û hunera kurdî di van salên dawî da jî ji vê rastîyê dûr ketîye.
Sîyaset û hunera kurdî ev demeke dirêj e ji kîsê xwe dixwe, lê li gor min di kîsê me de jî pir tişt nemane. Lewra hilbijartina rastîn wê ji niha pê ve dest pê bike; Yan em ê vegerin ser maf û destkeftiyên xwe yên bingehîn yan jî em ê bi tiştên berhewa xwe bixapînin û em ê têk biçin.
Gokçe dibêje ku dewlet û sazîyên li Tirkîyeyê ji bo çand û hunera kurdî tu carî derfet nedane, lê belê ew ne li benda wê tiştê ne jî.
Ber’eksê wê zor û astengî derxistine û qedexe danîne. Li gel vê pirsgirêkê, tevger û sîyaseta kurdî jî ji bo çand û hunera kurdî hewil nedaye ku çand û hunereke xweser û serbixwe ava bibe. Em girêdayî vê civatê ne, em li nav vê civatê dijîn û meseleyên me jî yek in.
Li gorî Gokçe, divê teqez ji bo pirsgirêkên sîyasî û civakî konsferansên berfireh bên lidarxistin û rewşa heyî baş bê xwendin û ji her alîyî ve bê pirsîn her wiha ev ê tev bigerin.
Hunermend Gokçe balê dikêşe ser peywendiya zarûrî ya huner û sîyasetê û dibêje ku:
Huner û sîyaset me hemûyan eleqedar dike û du dîyardeyên bivê nevê yên jîyanê ne. Çênabe ku em di herduyan da jî bê hêz û lawaz bin.
|
Botan Internationalê kargehên rojnamegerîya kurdî ya dîjîtal pêk anîn
|
https://botantimes.com/botan-internationale-kargehen-rojnamegeriya-kurdi-ya-dijital-pek-anin/
|
Botan Internationalê kargehên rojnamegerîya kurdî ya dîjîtal pêk anîn
Sazîya Perwerdeya Rojnamegerîya Kurdî Botan Internationalê li ofisa xwe ya li Dîyarbekirê dersên rojnamegerîya kurdî ya dîjîtal pêşkêş kirin.
Di çarçoveya dersên kargehê da Sertaç Kayar dersa wênegirîyê, Mehdî Mutlu pêşkêşkarîya bernameyan, Hatîce Kamerê çêkirina podcastan û Serdar Canan dersa nefes û dîksîyonê dan.
Wêne, zimanekî nûçebêjîyê ye. Wêneyê ku hewil nede fikrekê pêşkêş bike û eger di paşxaneya hişê rojnamegeran da fikrek tune be nikare wêneyekî baş bigire.
Ji bo pêşkêşkarîyeka baş divê hûn bi dengê ji dîyaframê biaxivin. Pêşkeşkirin wekî îlûzyonekê ye.
Di karê rojnamegerîyê da, tişta herî giring, dîksîyoneka rast û danûstandineka rast ya nefesê ye. Ger hûn behn û nefesa xwe rast û herwiha ji dîyaframê negirin dê dengê we têrî hevokekê neket. Ji ber vê yekê divê hûn her li ser danûstandina nefesê hûr bibin û ji bo dîyaframa xwe pêş bixin rahênan û egzersîzan bikin.
Piştî ku te biryar da tu çîrokeka kesekî/ê wek podcast amade bikî, çîrok bi xwe dê te peyda bike. Ya girîng ew e tu vê yekê bikî mexseda xwe. Li bendê nemînin ku xelk keda we bibîne. Hûn keda xwe nîşanî wan bidin.
Murat Bayram pêşkêşkarîya atolyeyan kir û bername 3 rojan dewam kir.
Botan International sala 2020an li Gundikê Melî, li Şirnexê ava bûye û sala 2021ê ofîsa xwe ya Dîyarbekirê jî vekir.
Botan International di tarîxa dewleta Tirkîyeyê de bû dezgeha pêşîyê ya perwerdeya rojnamegerîya kurdî û 558 kes beşdarî perwerdeyên wê bûn. Wê bi hevkarîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) stûdyoyek û navendeka nûçeyan ji bo rojnamegeran çêkirin. Li wê derê di salekê da 450 vîdeo-bername û nûçe hatin çêkirin. Hê jî ew der ji bo hemî rojnamegeran vekirî ye û bêpere ye. Herdu dezgehan e-kitêba Rojnamegerîya Dîjîtal amade kir û weşand.
Botan Internationalê di dawîya 2022yan da botantimes.com çalak kir û sala 2023yê jî kovara nûçeyan ya bi navê Botan Timesê weşand.
|
“Di dema dengdayînê da, piranî li ser pereyan difikirin”
|
https://botantimes.com/di-dema-dengdayine-da-pirani-li-ser-pereyan-difikirin/
|
“Di dema dengdayînê da, piranî li ser pereyan difikirin”
Ji bo kesên ku li derveyî Tirkîyeyê dijîn dengdayîn cara ewil di 29ê Mijdara 1987an da dest pê kiribû. Li Tirkîyeyê di 30 salên dawî da 10 hilbijartinên giştî yên parlementoyê, 3 referandûm û hilbijartineka Serokkomarîyê hatiye kirin. Di hilbijartinên berîya 2014an da hatiye ditîn ku kesên li derve dijîn pir kêm çûne ser sindoqan.
Ji bo hilbijartinên parlementoyê û yê serokkomarîyê sala 2023an yên derveyî Tirkîyeyê dengdayîn di 27ê Nîsanê da dest pê kiribû.
Li Almanyayê bi qasî 1,5 mîlyon hilbijêr hene, dengdayîna wan hilbîjêran dê di encamên hilbijartinê da jî cihekî giring bigire.
Yek ji wan kesan Aryan e. Ew hilbijêrekî Kurd e ku nêzîkî 20 sal in li Almanyayê dijî.
Em bi wî re axivîn ka çima deng xwe daye û hemwelatîyên Tirk ên li Almanyayê dema deng didin bala xwe didin ser çi?
Aryan da zanîn ku di van hilbijartina da welatîyên li wir herî zêde dengên xwe dixwazin bidin îqtidara heyî.
Di dema dengdayînê da, mirovên li wir pîranî li ser pereyan difikirin. Mesela dibêjin wexte ez herim Tirkîyeyê, ez dê ewroyan xwe ger 20 qet be ez ê ewqasî bi pereyên tirkî ra biguherînim. Ji ber vê yekê dema dibînin ewro bi kê ra bilind dibe, dixwazin dengên xwe bidin wan.
Aryanî got ku ew tiştên ku li Almanyayê nikarin bikin, li Tirkîyeyê dikarin 20 caran bikin.
Aryan naxwazê ku welatîyên li derve dijîn, dengê xwe bidin.
Jixwe em li Almanyayê bi rihetî dijîn. Mînak, wextê em diçin mektebê, heta heqê qelem û defterên me jî tê dayin. Lê niha li Tirkîyeyê ji bo xwendinê û biçin mektebê xwendekar û malbat bi xwe pereyan didin. Dengên li vir bandorek mezin li ser vê dijberîyê dike. Ji ber vê yekê ez naxwazim kesên li vir dijîn dengên xwe bidin.
Enstîtuya Demokrasî û Piştgirîya Hilbijartinê ya Navneteweyî (IDEA) dengdana ji derveyî wiha pênase dike:
“Ji bo hilbîjêrên ku derveyî welêt çi bi daîmî çi bi demkî dijîn, rêzikname hene. Ev rêzikname bi me didin zanîn ku mafê wan kesan heye ku biçin dengê xwe bidin.”
Wekî ku di xala 67.a Destûra Bingehîn a Komara Tirkîyeyê da jî eşkere hatiye nivîsandin,
“Her kesekî/ê ku hemwelatîyê/î Tirkîyeyê ye, li gor şert û mercên ku di qanûnê da hatine diyarkirin, mafê dengdanê, hilbijartinê, serbixwe yan di nava partîyeke siyasî da û beşdarîya referandumê heye.
Ji bo hilbijartinê îsal heta niha 797 hezar û 841 hilbijêrên derveyî welêt dengê xwe dane.
Li gor agahîya ku ji Lijneya Hilbijartinê ya Bilind parve kiriye, ji saet 18.30î pê va ji hilbijêrên derveyî welêt 737 hezar û 439 hilbijêran li nûnertîyên derveyî welêt, 60 hezar û 402 hilbijêran li ber derîyê sînoran, bi tevahî 797 hezar û 841 hilbijêran deng dane.
Dengdana li derveyî welêt dê heta 9ê Gulanê berdewam bike.
|
LGBTI+: Mijar yek e lê li tevahîya cihanê bertek cuda ye
|
https://botantimes.com/lgbti-mijar-yek-e-le-berteka-hemu-cihane-cuda-ye/
|
LGBTI+: Mijar yek e lê li tevahîya cihanê bertek cuda ye
Ji bo Ingilîzî Bitikîne
Di cîhana îroyîn da bi saya cudakarî û marjînalbûnê mirov her ku diçe zêdetir bala xwe didin ser wekhevîyê. Lê di gelek welatan da hejmara kesên ku ji ber nasnameya xwe û meyla xwe ya zayendî tên cudakirin jî ber bi zêdebûnê ve diçe.
Her çendî kesên LGBTI+ di gelek civakan da bi perspektîfên xwe yên cuda cih bigirin jî, di heman demê de ew ji alîyê civakê ve tên cudakirin.
Mînaka herî nêz a îsal ew bû ku di pîrozbahîya Newroza Amedê da ji alîyê komek zilaman ve êrîş li LGBTI+yan hat kirin.
Wan êrîşkaran xwestin ku alayên LGBTI+yan bînin xwarê û piştre hewl dan wana lînç bikin.
Di dema êrîşê da Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Partîya Karkerên Tirkîyeyê (TIP) ji bo alîkarîya LGBTI+yan hatin, lê êrîş li wan bi xwe jî hat kirin.
Ev koma xortan ku xwe wekî ‘Neteweperestên Kurd’ pênase dikin, berîya Newrozê vê êrîşê plan û organîze kiribûn.
Komê li ser medyaya civakî peyamek weşandibû:
Eger hûn alayên TÎP û LGBTI+yan ên ku tu eleqeya wan bi Newrozê û Kurdîtiyê re nîne bibînin, dikarin bi alayên wan agirê Newrozê pêxin.
Li Tirkîyeyê rewşa kesên LGBTI+yan çiqasî xerab be jî li welatên din yên cîhanê ne wisa ye.
Zewacên hevzayendan yên jina li gorî meran zêdetir in
Parlamenterê Partîya Çep a Lîberal Demokratên 66 (D66) Boris Dittrichî, di sala 1994an da pêşnîyar kiribû ku zewaca hevzayendan bila biqanûnî be. Lê ji alîyê gelek koman û taybetî muhafazakaran ve bertek hatibûn nîşandan.
Wî piştî 6 salan kampanyaya xwe berdewam kir. Hewldanên Dittrichî encam dan û di 1ê Nîsana 2001an da Hollanda bû welatê yekem ku zewaca hevzayendan kir qanûnî.
Li gorî Enstîtuya Îstatîstîkê ya Hollandayê (CBS), lî vê welatê zewaca hevzayendan zêdetirî 20 hezaran e.
Di 5 salên dawî da li Hollandayê bi giştî 751 zewacên jinan û 619 zewacên mêran bûne.
“Mafê hevzayendan heye ku bibin malbatek”
Serokê berê yê Dêra Katolîka Papa Francesco gotibû ku “mafê hevzayendan heye ku bibin malbatek”.
Papa di Festîvala Fîlman a Romayê ya li Îtalyayê da piştî belgefîlmê “Francesco”ê axivîbû:
Mafê hevzayendan heye ku bibin malbatek. Ew jî zarokên Xwedê ne û mafê wan jî heye ku bibin xwedî malbatek. Divê ev mafê ji tu kesî neyê standin. Ew yek dikare bi yasaya sendîkaya sivîl bê parastin. Ez vê fikrê diparêzim.
Edîtorî: Yonca Sarsilmaz
|
Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayan kredîyan dikişînin
|
https://botantimes.com/ji-bo-em-zer-bigrin-me-kredi-kisand/
|
Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayan kredîyan dikişînin
Enflasyon û qeyrana aborî ya li Tirkîyê tesîr li kirîn-firotana zêr jî kir. Buhayê gramek zêr, ku di sala 2021an de 398 lîre bû, îsal rabû 1088 lîreyan. Ciwanên berzewac bo zêran bikirin ji bankayê kredîyan dikişînin û bi gazinc in ji vê rewşê, lê zêrfiroş dibêjin buhayê zêr li gor enflasyonê ne zêde ye. Botan Times ser kirîn-firotana zêran bi zêrfiroş û ciwanên berzewac re axifî.
“Divê gramek zêr 1500 lîra be”
Serokê Odeya Zêrfiroş û Serafan ya Dîyarbekir Mehmet Yuksel dîyar dike ku zêr bi giştî di dawîya salê re buha dibe û dibêje li gor enflasyonê ew buhayê niha kêm e. Yuksel dide zanîn ku jiber şertên şerî û qeyrana aborî divê gramek zêr niha 1500 lîre be.
Ew balê dikişîne ser wan ciwanan ku bo kirîna zêran kredîyan dikişînin û dikevin bin deynan. Bo ev rewş biguhere, Yuksel dibêje dewlet ku çawa alîkarî dide karsazan, divê destekê bide ciwanên berzewac jî.
“Êdi nîv-gram zêr dikirin”
Veysî Bîlgîn 10 sal in li Dîyarbekir zêrfiroş e. Bîlgîn dibêje zêrên dawetan, li gor her herêmekê diguhere û dibêje li dora Dîyarbekir, edet zincîreke 1,5 metreyî, 4 cot bazin, 3 gustîlk in ku ew zêrên par 80 hezar lîreyî bûne îsal rabûne 200 hezar lîreyî. Zêrfiroş Bîlgîn dîyar dike ku jiber enflasyonê edet guherîne û dibêje, berê şerm bû ku yek rib-zêrekî bo daweta nasekî xwe yê dûr bibe, lê niha milet ji nasên xwe yên nêz re nîv-gram zêr dikire.
”Me bo zêran 200 hezar lîra kredî kişand”
Ayşe, ku nexwest paşnavê wê eşkere bibe, li Rihayê bi meaşê kêmane li marketekê dixebite. Destgirtîyê wê jî li eynî bajarî dişixule û meaşê kêmane distîne. Her du dibêjin ew salek e destgirtî ne û jiber buhayê zêde nikarin bizewicin. Ser kirîna zêran, Ayşe dîyar dike ku li Rihayê li gor bajarên din pirtir zêr tê kirîn û ew jî mesrefekî mezin çêdike. Destgirtîyê Ayşe dide zanîn ku wan nêzî 100 hezar lîrayî kom kirine, lê ew bi vî pereyî bi tenê dikarin hinek eşyayên malê bikirin û mesrefên dawetê bidin. Ew dîyar dike ku wan 200 lîre kredî kişandiye ku ewê bi wê zêran û hin kêmasîyên xwe yên din bikirn.”Em bi deynan dizewicin, zehmet e, emê van deynan ancax di demeke dirêj de bidin” destgirtîyê Ayşe dibêje.
”Taleba cîhanê her sal 4 hezar ton zêr e”
Banka didin zanîn ku bi pandemîya vîrusa korona re milet berê xwe daye kirîna zêr û fîyetên rekorî çêbûne. Taleba bo zêr li cîhanê her sal bi qasî 4 hezar ton e û fîyet pirtir bi wan pîyaseyan bêlî dibe ku bi wade ne.
|
Dermanên kurmancî: tûzik û tolik
|
https://botantimes.com/dermanen-kurmanci-tuzik-u-tolik/
|
Dermanên kurmancî: tûzik û tolik
Di rojeka biharê ya Diyarbekirê da ji bo girtina wêneyên giyayê carekî din ber bi Dagkapiyê ve dimeşim. Hevala min a karî Yonca jî li cem min e.
Îro li vî bajarî bayekî zêde heye.
Ji ber bayê em nikarin çav û devên xwe vekin. Heftêya çûyî em çawa li ber lêhîyê ve çûn, îro jî ew qasî ba me difirîne.
Ji ber erdhêjê avahîyê Galerîayê jî hîlweşîyabû ku xebatên rakirina wî hîn jî dewan dike. Xelk êdî dixwazin rewşa ji erdhêjê dûr bikevin lê ev ba, tozên avahîyê radikê û li ser rûyên me dixe. Erdhêjê disa tîne bîra me. Hewayekê toz û xubar…
Di heman demê da jî îro roja 7an a rojîyê ye.
Ez li ber tableyên seyyar disekinim. Ji destpêka rojîyê vir ve her ku ji vir derbas dibim wan tableyan ve dinêrim. Vê carê tiştên li ser tableyan bi rêkûpêktir in. Keskayî bînîzamî hatine rêz kirin. Dixwazim wêneyekî bi îzîn bikîşînim.
Em li ber komek însanan disekinin. Li vir gihayên biharê tên firotin. Ji kesê ku wan gihayan difiroşe, pirs dikim. Ka navê wan çîye, ji ber çî mirov wana dixwin.
Tama tolikê pir xweş e. Ev wek pincara tê kelandin ji bo nexweşîya qelban tê çê kirin.
Di nav wê komê da herkes tiştekî dîbejê. Hin kes dibejin tê kelandin, hin kes jî dibejin bişo û bîxwe ne hevceyî kelandinê ye.
Ez û Yonca li ber kalekî disekinin. Ev li ber el erebasiyekê avê li ser tûzikên xwe direşîne.
Dibejê min ev tuzîk ji Hezroyê ani ye. Senîkekê vê gihayê jî 10 lîreyan difiroşe.
“Her roj ez wî gihayê berhev dikim û têm li vir difiroşim. Bi dolmûşê diçim û têm.”
Wî ti agahî ne da me.
Tûzik taybetî bi parastina wê ya li dijî penceşêrê û nexweşîya şekir tê xwarin. Kalsîyûma di nav ve gihayê de hestîyên mirov xurt dike. Êşa mîgrenê kêm dike û her wiha ji bo kêmkirina tansîyone tê emilandin.
Ez û Yonca û destikek tûzik êdî vedigerine ofîsa xwe. Yonca bi dengeki nizm strana Aram Tigranî ya bi navê ‘Tuzik’ê dibejê û dikenê.
Tûzik li ser ava ye
Av li binya mala ye
Pîr nexweş e bela ye
Tûzik dermanê dila ye
Pîrê rabû ser piya
Gazî kire gundiya
Eman hate li tûzikê
Tûzik heyata hemîya
Baranê rêşe rêşe
Pîr nexweş e zehf diêşe
Tûzik jê re bipêje
Tûzik dermanê dilêşe
|
“Ez bi kûrahîya mûzîk û gotinên wê ra serxweș dibûm”
|
https://botantimes.com/ez-bi-kurahiya-muzik-u-gotinen-we-ra-serxwes-dibum/
|
“Ez bi kûrahîya mûzîk û gotinên wê ra serxweș dibûm”
Dema ku min Zinê digot min çavên xwe digirtin û ez bi kûrahîya mûzîk û gotinên wê ra gelekî serxweș dibûm. Helbet ez ji bo Zinê Hekim Sefkanîyê ve xemgîn dibûm.
Stranbêj Rewşan Akinê strana bi navê ‘Zînê’ ya Ciwan Hoca bi awayekî nû deng da.
Li Mêrdînê di hundurê mal û malbata Rewşanê da her dem gotinên stran û melodîyan kêm nedibûn. Ew deng û stran ji xwişk, bira û dêya Rewşanê dihatin. Wê ji zarokatîya xwe vir ve guhdarîya gelek stranan kiriye.
Zarokatîya min ji alîyê mûzîkê ve ter û tijî ye. Ez demekê diçûm Navenda Çanda Mezopotamyayê ya Qoserê. Min bi koroya zarokan ra stranan digotin. Paşê jî min dest bi mûzîka zindî û bernameyên mûzikê kir. Gelemperî min bernameyên xwe li Mêrdin û Amedê dikir. Niha jî berdewam dikim.
Rewşan 5 sal in bernameyên zindî yên mûzîke dikê. Di repertuara wê da stranên Ciwan Hoco cihekî fireh digire. Yek ji wan stranan “Zînê” bû ku wê bi awayekî nû deng da. Aranjeya wê stranê Stranbêj Harun Elkî kiriye.
Mamoste Harûn Elki wekî ku hûn jî dizanin BA productionê ava kiriye. Fikra Mamoste Harûn ev e ku ji muzikjenên Kurd re rêyê veke û bibe firsendek ji bo pêșketina mûzîka kurdî û mûzîkjenên Kurd. Mamoste Harûn wê fersendê da min jî. Ji bo strana pêși me bi hev ra biryar da. Ew stran jî ji xwe Zinê bû. Xebatên qlibê Mamoste Harûn û Senay Kumuzê kirin.
Bertekên gelekî xweş hatin. Gelek hevalan parve kirin û ji qlîbê jî hêz kirin. Bi wan qlîp zêdê efsûnî hatiye. Jixwe parvekirina mamoste Ciwan Haco ez pir şad û kefxweş kirim.
Rewşanê mizgînîyek dide ku di demekê nêz da dueta wê ya bi Harun Elkîyê ra kiriye, parve bikin. Ev duet dê dîsa di bin Platforma BA Productionê da were parve kirin.
Tişta dawî ya ezê bêjîm ev e ku divê her ciwanekî/ê kurd ji bo çand, huner û zimanê xwe bixebite. Derfetan ji bo xwe ava bike ku em winda nebin.
|
ZINDÎ-Roja 23emîn ya erdhêjê
|
https://botantimes.com/zindi-roja-23emin-ya-erdheje/
|
ZINDÎ-Roja 23emîn ya erdhêjê
Erdhêja Mereşê 23 rojan li du xwe hişt.
Ji ber erdhêjên ku 10 bajaran wêran kir heta niha zêdetirî 44 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan.
Ji ber erdhêjên li Mereşê biryar hat dayin ku heyama bac, belgeyên betalkirina heqê, deynê îxracatê bêbelge heta dawîya salê bê dirêjkirin.
Serokê AFADê Yunus Sezer ragihand ku di erdhêjê de 44 hezar û 374 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wî da zanin ku heta niha nêzî 10 hezar erdhêjên biçûk çebûne.
Duh (Duşemê) li navçeya Yeşîlyurt a Meletiyê bi pileya 5.6 erdhêjek pek hatibû.
Bedîh Kişê (29) ku di Apartmana Bûxarayê de ji bo eşyayên xwe bigire ketibû hundirê, cenazeya wî ji bin kavilan hat derxirstin.
|
“Jiyan bû sehne, temaşevan bûn lîstikvan û ez jî bûm derhênerê deng û hereketan”
|
https://botantimes.com/jiyan-bu-sehne-temasevan-bun-listikvan-u-ez-ji-bum-derhenere-deng-u-hereketan/
|
“Jiyan bû sehne, temaşevan bûn lîstikvan û ez jî bûm derhênerê deng û hereketan”
Dîroka govenda kurdî digihê destpêka axaftina zimanê kurdî. Ji ber ku govend; him gotin e, him jî vendin e. Deng, hereket, peyv, stran, dîlan, klam, reqs, go û vend dibêje ku ev dans bi zimên ra alaqadar e.
Govend di çand û hunera kurdî da cihekî giring digire. Kurdan di her qadê da; şahî, dawet û pîrozkirinan bi govendê, xwe raber kirine. Lê belê çend cûrêyên govendê ji ber bandorên cuda negehîştine îro.
Hunermend Arjen Brûsk yek ji wan hunermandan e ku li ser govenda kurdî dixebite û wan bi zanistî şîrove dike.
Min projeya govendistanbulê piştî destpêkirina zaningehê tena serê xwe bi xebatên akademî, kulturî û hunerî, bi lêkolîn, perwerdehî û performansan, bi rêya çêkirina kurs û konseran, gav bi gav bi kedê xwe ava kir. Min li zaningehê û di produksîyonên profesyonel da û bi komên cuda bi cuda re li ser dansên gelêrî yên dinyayê û bi disiplinên hunerên cuda ra xebatên akademîk, perwerdehî, fêrbûn, fêrkirin, lêkolîn, performansên hunerî çêkirin. Piştî demeke, min hemî xebatên xwe yên hunerî li ser kurdî ji nû ve ava kir. Min navê xebatê jî danî govendistanbul.
Arjen Brûsk diyar dike ku ev tevî bi vê projeyê, cara yekem e ku govendên kurdî bi avayeke temamî wekî govendên Kurdistanê îcra dikin.
Ez di vê projeyê da deverên ji hev cuda tînim cem hev, gavên hevpar derdixim holê û bi rêya deng û hereketan, bi bedenan re nexşeyeke mezin xêz dikim. Em bi lîstina govendan, bajar bi bajar, çiya bi çiya, li ser welatê xwe digerin, hemî welat û dîrok di bedenên me de zindî dibin. Wekî rituelekê ji bo yekitîyê.
Ev xebata ku Arjenî dike ji bo wî wekî qadeka şerê ya li hemberî asîmîlasyonê, parastina nasname, kultur û hunera kurdî ye.
Wî anî ziman ku li tevahîya Kurdistanê bi çarçoveyên cuda nêzîkî 100 versîyonên govendê hene.
Meriv dikare bibêje ku bi sedan cure û versîyonên govendê hene. Ne hêsane ku meriv hejmarek bide û bêje “ewqas govend hene”. Li her gund û bajarên Kurdistanê herî kêm 4-5 govendên cuda, herî zêde jî 10-20 govendên cuda dikare were dîtin. Li gelek deveran heman govend bi nav û mûzikên cuda tên lîstin. Di hin deverên wekî Botan-Behdînan da meriv dikare minakên zêdetir jî bibîne.
Ez difikirim û dixwazim ku vî karî li Kurdistanê bikim. Ev xeyala min e. Lê ew ne hêsan e, rewşa welêt dîyar e. Ji bo ku van xebatan bi avayekî profesyonel bimeşinîm, him kadroyên profesyonel, him jî hêzên politik-ekonomik pêwîstin. Yanî divê welat azad be. Li Kurdistanê her tişt hazir e û her kes govendê jî dizane. Yên ku nizanin jî dikarin di demeke kin da fêr bibin. Ji ber ku ev dans di nava kurdan da wekî kulturek hê zindî ye. Li Kurdistanê xebateka taybet û profesyonel lazim e, ji bo vê jî derfetên aborî lazim in. Li ser vê dixebitim.
Govend ji bo min “afirandin e”. Em di govendê da bi rêya deng û hereketan, him ji tuneyînê tiştan diafirînin, him jî tiştên heyî ji nû ve çêdikin û diafirînin. Govend rituelekê pirozkirina hebûnêye. Sistemeka jiyanê di hereketan da xêz kiriye.
Govend ji bo çanda kurdî cîhekî xwezayî digire. Anonîm e. Di hezar salan da çêbûye, dem girtiye. Yek kes çênekirîye, her kes yek yek û bi hev re çêkirîn e. Her kesên ku govendê dilîzin, tiştek datînin ser. Govend di nava jiyana kulturî da cîhekî hevpar digire. Miletê kurd di demên taybet da bi govendê tên ba hev, destê hev digrin, dibin yek, bi hev re wekî ku yek kes in dilîzin. Yekitîyê çêdike.
Arjen Brûsk mizgînîyek da ku xebatên wî yên lêkolîna govenda kurdî ya ku gelek sal in li ser dixebite, hene. Ev lêkolîn dê bibin xebateka analîza govendên kurdî, lêkolîna dans-muzîk-ritm-performansa kurdî. Kultur û hunera kurdî gelek dewlemend e û heta niha bi nêrînên biyanîyan hatine nivîsandin. Arjen li ser wan nivîsandina bi nêrîna kurdî dixebite.
|
Dildarên li herêma erdhêjê her roj zêdetirî 20 hezar paşîvan amade dikin
|
https://botantimes.com/dildaren-li-herema-erdheje-her-roj-zedetiri-20-hezar-pasivan-amade-dikin/
|
Dildarên li herêma erdhêjê her roj zêdetirî 20 hezar paşîvan amade dikin
Tevî ku du meh di ser erdhêjê ra derbas bûne hê jî êş û şopên wê dewam dikin.
Gelek sazî û kesayet jî ji bo alîkarîya mexdûrên erdhêjê çûne heremê. Yek ji wan kesan Erkan Orhan e.
Ew ciwan ji bo alîkarîyê nezî 2 meh in bi dildarî li Hatayê ye. Orhan li Dîlokê dijî û dema erdhêjê ew jî bi tirs neçarbûnê erdhêjê jiyaye.
Min bi xwe ev rewş jiya û ew ji bo min bi rastî demek tirsnak bû. Mala me saxlem e, di malbatê da mirî û birîndar çênebûne. Li gel vê yekê jî bandoreke mezin li ser psikolojîya me kir.
Min fikîrî ku em di vê rewşê da ewqasî tesîr ji erdhêjê girtine, ew mirovên ku xanîyê wan wêran bûne û malbatên wan mirine her xwedê dizane çiqasî dilbiêş in.
Erkan Orhanî 43 rojan ji sibê saet 8ê heta 2yê şevê bênavber dixebite.
Di rojên ewil ên erdhejê da em li derve di erebeyê da mabûn. Hewa pir sar bû û em hemû nexweş ketin. Me li rê temaşe dikir, ka kesek şorbeyeka germ bîne yan na. Şikir ji xwede ra ku ji wê demê û vir ve, me di gihandina zêdetirî 11 mîlyon porsîyonên xwarinê ji mirovan ra vesîle bûn.
Em rojane ji 20 hezarî zêdetir xwarinên paşîv amade dikin. Ev hejmar roj bi roj zêde dibe, di heman demê da li herêmên cuda yên Hatayê jî zêdeyî 70 hezar pariyên xwarinê tên amadekirin û radestî mexdûrên erdhêjê tên kirin.
Erkan dibêje dema paşîv û xwarinan amade dikin mexdûrên erdhêjê diçin serdana wan û spasiya wan dikin.
Wî got ku mexdûrên erdhêjê jî her tim tên mitbaxê û bi dilxwazî dixebitin. Ji ber vê yekê ew piçekî ji wê psîkolojiya neyînî xilas dûr dikevin.
Erkan piştî erdhêjê dem ku cara yekem Hatayê dîtiye matmayî ma ye.
Dema ez nû hatim herêma erdhejê, min texmîn nedikir ku Hatay di rewşeke wiha giran û xerab da be. Bajarê ku min çend meh berê lê geriyabû, nayê naskirin. Kevîrek di ser kevirekî da nemabû. Dema min ew tablo dît ez sar bûm û sekinîm.
|
Şalûngê şalûngê, ewrên reş û tarî, ne dirûzî ne dibarî…
|
https://botantimes.com/salunge-salunge-ewren-res-u-tari-ne-diruzi-ne-dibari/
|
Şalûngê şalûngê, ewrên reş û tarî, ne dirûzî ne dibarî…
Ji bo Ingilîzî Bitikîne
Gelê Kurd xwedîyê gelek kevneşopîyan e. Lê belê koçberîyên ku ji ber nebaşbûna rewşa aborî ya gelên herêmê pek hatiye û bi pê re jî guherîna cihanê bûye sedema jibîrkirina wan kevneşopîyan.
Her wiha tê qebûlkirin ku gelek faktorên wekî cihê ku civak lê dijîn, asta jiyanê, şert û mercen îqlîmê, bawerî li pêkhatina kevneşopiyê dikin, hene.
Botan Times jî ji bo ve çend rîtuelên Kurdan berhev kir.
Li Sirûcê deştên fireh ji bo çandinîyê avantajeke mezin e. Ziwabûna havînê bandoreke neyinî li çandinîyê dike.
Dirsin 80 salî ye û li gundekê Sîrûcê dijî. Ji bo baran bibare, wê qala rîtueleke berê kir. Li gundê wan jin û zarokan bi hev re rîtuela bi navê “Şalûngê” dikirin.
Ava me tune bû, bo me pir zehmet bû ku em gund bimana. Me nikanîbû erdên xwe biçanda. Me biharê tîştên xwe berhev dikirin, bi deve û heywanên xwe re diçûn zozanan û havîna xwe li wir derbas dikir. Em di payîzê da vedigerîyan gundê xwe. Her çiqasî zivistan bû jî baran nedibarîya. Me jî jinên gund re derpêyeka jinên pîr li kerekî dikir û çavên wî digirt.
Lî nêzîkê gundê me çayek ji çemê Firatê dihat û hîn jî heye ew çay. Em bi ker û zarokan ra diçûn wê derê û dihatin. Paşê mal bi mal digerîyan. Me ji malan bulgur, birinc, pîvaz, îsot distand, firavînan çêdikir û dixwar. Me hêlekî dia dixwand hêlekî jî stran digot. Berê me wanî îna dikir dê baran bibare.
Şalûngê şalûngê
ewrên reş û tarî
ne dirûzî ne dibarî
em hatine qulîng e
tasek bulgur me din ku
bila xwedê rahmeta xwe bide we
Li Sîrûcê rîtueleke din ya ku hîn jî tê kirin, “derzîyê dirûnê û dezîyê gewr” e.
Pîrên li wir du derzîyên dirûnê û hinek dezîyên gewr li hev belav dikin. Ew qebûl dikin ku wanî bi hev re helalî distînin.
Em li gund in, ji ber vê carna li malê tiştê xwerinê wekî bulgur, şekir, çay nedima. Carna nikanibû em herîn Sirûce wana winin (bînin). Me jî diçûya ji merîyên xwe ya jî cîranan distand. Yê me ji ciranan distant carna bîr dikir ku em disa pêdin. Însan wextê pîr dibe pir tiştan bîr dike.
Min 2 metreyên dezîyê şeltan û derzîyên çûçik kirî û li her jinekê gund belav kir. Tenê carekê tê kirin. Nîzanim mezînên me wanî dikirin. Û digotin dema wana belav dikin heger heqê me yê li ser jinên din hebe, bi van derzî û dezîyan ra heqê xwe didim.
Heger em nedin wê çaxê li dinyayê din dê bulgur û şekîr ji me hesaban bipîrse. Derzî û dezi bîna şûna bulgur û şekîrê ye ku em belav dikin. Werga em heqê hev didin.
|
Meşa Kanî Xulam: Ji ber Lozanê bo Kurdistanê
|
https://botantimes.com/mesa-kani-xulam-ji-ber-lozane-bo-kurdistane/
|
Meşa Kanî Xulam: Ji ber Lozanê bo Kurdistanê
Çalakvan û rêveberê Tora Zanyarî ya Kurdî ya Amerîkayê (American Kurdish Information Network) Kanî Xulam ji bo 100 salîya Peymana Lozanê ji Washingtonê ber bi Navenda Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ve dimeşe. Xulam, vê meşa xwe ya dûr û dirêj wekî ‘Meşa Rûmet û Azadîyê’ bi nav dike.
Sala 2023yan, temanbûna sedsala Peymana Lozanê ye. Peymana Lozanê, 24ê Tîrmeha 1923yan hate îmzekirin û Kurdistan di nav çar dewletan da hate dabeşkirin.
Berîya ku çend roj ji bo 24ê Tîrmehê bimîne, Kanî Xulam li Amerîkayê, ji bo 100 saliya Peymana Lozanê, ji Washtingtonê ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê ve dimeşe. Xulam, ji bo bala cemawera navdewletî, kurdan û cîranên wan bikêşe ser rewşa kurdan ya niha dest bi meşeka sîvîl kiriye. Xulam, dixwaze dengê kurdan bigehîne cîhanê û dostên kurdan zêdetir bibin.
Kanî Xulam, 1ê Tîrmehê dest bi meşê kiriye û ew çendîn roj e li serê rê û dûrêyanên Amerîkayê ye. Xulam, plan dike ku ew 530 kîlometreyan bimeşe û 24ê Tîrmehê, roja temambûna sedsala Peymana Lozanê li ber dergehê Neteweyên Yekbûyî be.
Kanî Xulam derbarê armanca meşa xwe ya li Amerîkayê, paşxaneyên tarîxî yên meşên sîvîl û rê rêbazên alternatîf yên têkoşînê da axivî.
Ev fikra meşa li Amerîkayê çawa peyda bû? Armanca te ya ji vê meşa sîvîl çi ye?
Ez 30 sal in li Washingtonê karê kurdan dikim û 43 sal in li Amerîkayê me. Fikra vê meşê wexta min li ser Afrîkaya Başûr lêkolîn dikirin hat ber çavên min. Sala 1958an Martin Luther King û jina serokê Amerîkayê Eleanor Roosevelt, ku gelek însanan ew nas dikir, wê wextê hatin cem hev û nameyek nivisîn. Nezikî 200 kesên birûmet, kesên binavûdeng ew name îmze kirin. Min jî xwest tiştekî wisa ji bo kurdan jî çêbikim. Lê ez ne kesekî pir meşhûr im. Min nêzikî 15 heb îmze top kirin û paşê min got 100 salîya Peymana Lozanê tê, ez wî wextî di rê da herim heta New Yorkê. Min 1ê Temmûzê dest bi vê meşê kir û ez ê heta 24ê Temmûzê bimeşim û li pêşîya avahîya Neteweyên Yekbûyî, New Yorkê bim. Armanca vê meşê ew e ku ez dixwazim meraq û bala raya giştî bikêşim ser meseleya kurdan û bila nîqaş çêbibin. Dixwazim gelê kurd bê naskirin. Dizwazim dostên kurdan zêde bibin. Dixwazim cihê ku ez lê dimînim, li Amerîkayê, bi amerîkîyan re li ser meseleya kurdan biaxivim.
Te li Washingtonê dest bi meşê kir û tu dixwazî heta New Yorkê bimeşî. Wekî sembolîk maneya van herdu bajaran û vê mesafeyê çi ye?
Washington paytexta Amerîkayê ye û ez li wir dijîm. Îro em hez bikin û hez nekin Amerîka super-dewletek e. Li cihanê nav û dengê wê heye. Navenda Neteweyên Yekbûyî jî li New Yorkê ye. Îcar min got ez cihê ku tirba Abraham Lincoln destpê bikim ku di dîroka Amerîkayê da serokekî pir bi navûdeng e. Amerîkî dibêjin 3 heb însan hene ku em jê pir hezdikin. Yek George Washington, yek Abraham Lincoln yê din jî Martin Luther King e. Ji ber vê yekê min ji wir, ji tirba Abraham Lincoln dest pê kir. Û menaya wê ya sembolîk jî ew ku Neteweyên Yekbûyî jî li New Yorkê ye. Min xwest bila ew jî dest biavêjin vê meseleya kurdan.
Sala 2023yan sala temambûna sedsala Peymana Lozanê ye ku bi peymana Lozanê Kurdistan di nav çar dewletan da hatiye dabeşkirin. Peywendiya Peymana Lozanê û vê meşê çawa peyda bû?
Îsal 100 salîya Peymana Lozanê ye. Bi rastî bi dizî, bi şîdet kurd ji axa xwe bûn. Rast e, îro hinek kurd jî bi şîdet dixwazin axa xwe bixin destê xwe. Lê ez li Amerîkayê me. Bi dîtina min şerê bêşîdet jî gelek giring e. Min jî got ji bo gelê kurd ez ê vê şerê bêşîdet, vê meşê bikim. Di dîrokê da Mahatma Gandi jî çalakiyeka bi vî rengî, meşeka wiha kiribû; wî ji dîn hez dikir. Bawerîya wî bi Xwedê hebû ji bo wî wexta çû ber behrê. Ji bo wî ev meş wekî îbadetekê bû. Bi dîtina min gelê kurd, xortên kurdan, mafên kurda gerek e wekî îbadetekê bibînin. Û ez jî wisa dibînim ji bo wê ez ê herim New Yorkê. Çawa ku misilman diçin Mekkeyê, Xirîstiyan diçin Qudûsê, ez jî dê ji bo gelê xwe biçim New Yorkê.
Bi fikra te, ev meş dê çi guherînê li ser siberoja Kurdistanê bike? Yan jî tu bawer dikî ku bi vê meşa te dê statûya niha ya Kurdistanê bibe rojeva cîhanê?
Tişta ku ez dixwazim li Kurdistanê çêbibe ew e ku xortên kurdan bila bizanin şerê bêşîdet jî alternetîfek e. Xwînrijandin ne tiştekî pir giring e îro. Nexweşî însanan dikuje, mîkrop însanan dikuje, serma însanan dikuje, cahilî însanan dikuje, luzûm nake însan jî wekî van bikevine pêşbazîyê û însanan bikujin. Di bingeha şerê bêşîdet da hezkirin heye. Lazim e kurdên me berî her tiştî ji hevdu hez bikin. Wexta ji hevdu hez bikin dikarin ji tirkan jî hez bikin, ji farisan jî hez bikin, ji ereban jî hez bikin. Lê ev şoreşekê dixwaze, şoreşek di mêjîya şexsan da. Nivîskarekî rûs heye, Mahatma Gandi jî ji wî ra dibêje mielimê min e û navê wî Tolstoy e. Ev dibêje “herkes dixwaze dinyayê biguherîne, lê tu kes naxwaze xwe biguherîne.” Çalakîyên bêşîdet tiştekî esas e. Eger bawerîya te bi vê ekolê, bi vê felsefeyê tê, divê berî her tiştî tu xwe biguherînî. Ez di wê bawerîyê da me. Min jî got madem ez niha vê dibêjim, ez ê bi xwe bikevim rêyan. Min nexwest ez tenê bim, lê ne problem e. 24 roj ne zehmet in. Gorî salek berê min hazirî û tedarîka xwe kiribû. Berê, ez 2 rojan carekê 10 kîlometreyan dimeşîyam. Paşê, her roj 10 kîlomtre diçûm, paşê min kir 20, paşê min kir 30 kîlometre. Ji ber vê yekê aniha baş e meşa min. Niha rojê carna 30 km dimeşim.
Bi vê meşa xwe ya sîvîl tu dixwazî çi mesajan bo cîhanê ragehînî?
Meriv nizane, aniha çapemenîya Amerîkayê pir xurt e. Kesek dest biavêje vê yekê dê ji bo kurdan pir baş be. Tişta ez dixwazim yan jî dîtina min, wek sin’etekê xwînrijandin heye. Li Rojhilata Navîn îro em bibêjin zimanê kurdî qedexe ye. Ev tiştekî ecêb e. Li Rojhilata Navîn heqîqeteka wekî çîyayên Zagrosê heye, wekî kurdan, wekî Kurdistanê heqîqetek heye û tirk dibêjin em nabînin. 500 sal berê însanan digot dinya dûz û rast e. Çinku nedidîtin ku dinya gilover e. Ez dibêjim em bikaribin heqîqeta kurdan bi tirkan, ereben û farsan nas bikin, em ê xwe ji cihaletîya wan xilas bikin û azad bikin. Ev xebat, ev meş, ne tenê ji bo kurdan e, herwiha ji bo cîranên me ye jî.
|
Mîrza Metîn dê ‘antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax’ amade bike
|
https://botantimes.com/mirza-metini-de-antolojiyeka-sanonameyen-kurdi-yen-hevcax-amade-bike/
|
Mîrza Metîn dê ‘antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax’ amade bike
Hunermendê Şanoya Kurdî Mîrza Metin dê antolojîyeka şanonameyên kurdî yên hevçax bi navê ‘An Anthology Of Contemporary Kurdish Drama’ amade bike. Antolojîya Kurdî dê bi zimanê ingîlîzî ji alîyê weşanxaneya Amerîkî ya Laertes Books were çap kirin.
Mîrza Metînî li ser vê yekê pirsên me bersivand.
Armanc û naveroka wê projeyê çi ye?
Ev xebateke antolojîya şanonameyên kurdî ye. Min di dema pandemîyê da peymaneke çêkiribû ligel weşanxaneya Laertes Books ku li North Carolina ya Amerîkayê kar dike, ji bo edîtorîya antolojîyeke şanonameyên kurdî yên hevçax amade bikim. Navê antolojîyê dê “An Anthology Of Contemporary Kurdish Drama” be û ji bo cîlda pêşîn ezê ji 7 nivîskaran 7 şanonameyan berhev bikim.
Laertes Books weşanxaneyeke serkeftî û serbixwe ye û armanca wê wergerandina edebîyata deverên dûr e. Helbest, roman û şanonameyan werdigerîne ji zimanên Ewropî û Asyayî û Afrîkayî bo Ingilîzî. Her wiha antolojîyên helbest û şanonameyan jî amade dikin. Laertes Books, di sala 2019an da ligel min peywendî danîbû, bi pêşnîyara Özlem Karadağ û Özge Ertem ku edîtorîya antolojîyekê din dikirin ji bo weşanxaneyê. Wê çaxê edîtora weşanxaneyê Nina Kamberos xwestibû ku lîstika min a “Dîsko 5 No’lu” ji kurdî ji bo ingilîzî bide wergerîne û biweşîne. Di dawîyê da lîstik ji alîyê Nicholas Glastonbury ve hat wergerandin û berga kitêbê jî hat çêkirin. Ji ber hinek sedeman weşana kitêbê derengî ket. Dû re piştî hinek danûstendinan Nîna Kamberos biryar da ku navê min jî tevlî lîsteya nîvîskarên weşanxaneyê bike û şanonameyên min ên din jî pê de biweşîne. Niha 17 heb şanonameyên min hene û Laertes Books dê 6 ji wana wergerîne ingilîzî û biweşîne. Li ser van geşedanan, di serdema pandemîyê da min pêşnîyara antolojîya şanonameyên kurdî biribû ber Nîna û ew jî bi dilxweşî û bi kelecanî qebûl kiribû. Ji wê çaxê ve ez ji nivîskarên cuda şanonameyan berhev dikim.
Antolojî dê çend cîlt be û kengî bê çapkirin?
Ji bo vê gavê emê tenê cîldekî amade bikin. Me cîlda duyem û sêyem jî wek nîyet danîye pêşîya xwe lê emê piştî çapa cîlda yekem cardin binirxînin. Vêga ji bo çapa cîlda yekem dîrokeke diyar tuneye. Ji ber ku bijartina metnan, proseya wergerê û edîtorîyê û berg û mîzanpajê pir wext digirin. Wisa hêvî dikim emê bigihênin sala 2024an.
Ev proje dê di şanoya kurdî da cihekî çawa bigire? Ji weşanxaneyaka îngilîzî weşandina antolojîya şanoya kurdî dê tesîrekî çawa li şanoya kurdî bike?
Ev xebat şenseke pir mezin e. Dê şano û şanonûsîya kurdî berê xwe bide cîhanê. Û belkî piştî sînemaya xwe û qehremanîyên xwe yên sîyasî di warê şanoyê da jî xuyanî bibe. Li hemû cîhanê berhemên şanonûsên girîng bi riya wergerê berbelav dibin û li welatên cuda, bi zimanên cuda deng didin, digihêjin bînerên curbecur ên cîhanê. Lewma ev antolojî ji bo me derfeteke pir mezin û pir girîng e. 7 şanonûsên kurd dê bi riya weşanxaneyeke girîng dengê xwe bidin hemû cîhanê. Ji ber ku ingilîzî -her çiqas “goristana zimanan” be jî- zimaneke hevpar e û hemû şanogerên cîhanê bi riya vî zimanî danûstandin û hevkarî û peywendîyan çêdikin, metnên gelên din dixwînin, ji hevdu agahdar dibin. Şanogerên meraqdar ên cîhanê bi rêya vê antolojîyê dikarin derbarê şanoya kurdî da, di derabarê mijar û şêwazên nivîsandina şanoya kurdî da piçûk be jî xwedî agahî bibin. Wisa hêvî dikim ev antolojî potansîyela peywendîya şanoyên cîhanê û yên kurdî zêde bike. Ev îhtimal heye ku sibê û dûsibê şanoyeke an jî derhênereke/î Amerîkî, Ewropî an jî Asyayî lîstikên antolojîyê bixwîne û belkî bixwaze yek ji wan lîstikan derxîne ser dîwana şanoyê, ango raxîne ser sehnê. Wê çaxê dê ev xebat bigihêje lutkeya armanca xwe. Ez bi hêvî me. Tiştekê din, ji ber ku sektora şanonûsîya kurdî tuneye şanonûs û nivîskarên kurd bi berdewamî berhemên şanoyê nadin. Wisa hêvî dikim ku ev antolojî û xebatên bi vî rengî dê bibin motîvasyon ji bo şanonûs û nivîskaran da ku bi berdewamî berhemên şanoyê bidin.
Ev bû 5 sal in ez xebatên navnetewî dimeşînim da ku bikaribim di navbera şanoya/şanonûsîya kurdî û ya cîhanê da pireke ava bikim. Lewma min berî 5 salan bi pêşnîyara Domînîque Dolmîeu (wê çaxê serokê Eurodramê bû) komîteya Kurdî ya Eurodramê ava kir ku Eurodram di dora 30 zimanan da xebatên wergera dramayê dimeşîne. Bi saya xebat û bijarteyên komîteya kurdî, haya komîteyên zimanên din ji şanonameyên kurdî çêdibe û elaqeyekê mezin nîşan didin. Di dahatuyê da dê hinek şanonameyên kurdî ji bo Fransî û ji bo çend zimanên dîtir ên Ewropî jî bên wergerandin û bên weşandin.
We ev lîstik çawa û di çiqas wextê da berhev kiriye?
Di sala 2019an vir ve hewl didim ji her çar parçeyên Kurdistanê şanonameyên kurdî/kurmancî yên hevçax berhev bikim û ji bo cîlda pêşîn 7 ji wan bibijêrim. Mixabin ji ber ku him ez zaravayên din nikarim bixwînim û him jî ji ber zehmetîya dîtina wergêran, dê antolojî tenê ji wergerên şanonameyên zarawaya kurmancî pêk were. Heta niha min dora 50 heban şanoname berhev kirine û hê jî berhev dikim. Heta payîzê ezê xwendinên xwe xelas bikim û bijarteya xwe bişînim ji bo wergerê. Ezê gelekî kêfxweş bibim ku nivîskarên ku haya min ji şanonameyên wan tuneye, berhemên xwe heta meha Tebaxê bişînin maîla min. Ezê bi meraq û bi kêfxweşî şanonameyên wan bixwînim. Ji bo baldaran maîla min ev e: [email protected]
Tişteka tu dixwazî lê zêde bikî heye gelo ?
Divê binê çend xalan xêz bikim. Helbet ez li gor qistasên xwe yên şanûsîyê ku him ji tecrûbeyên min ên nivîskarîyê tên him jî ji formasyona min a zanîngehê tên, metnan dibijêrim. Divê ez li vir destnîşan bikim ku min Zanîngeha Stembolê, beşa Dramaturgî û Rexnagirîya Şanoyê, Şaxa Zanista Nivîskarîya Dramatîk kuta kiriye û ji 15 salan zêdetir e şanonameyan dinivîsim û di vî warî da kargehan çêdikim. Lewma divê ez destnîşan bikim ku, ev antolojî ne pêşbirkek e; şanonameyên ku ez dê bibijêrim “bijarteya şanonameyên herî serkeftî” be ne, dê “bijarteya qistasên min ên şexsî” be ku min pîvanên zanistî a cîhanê û dij-pîvanên zanistî ên şanoya rojhilatê cîhanê wek qistas daye ber xwe. Lewma baş dibe nivîskar bi dilrihetî şanonameyên xwe bi min re parve bikin. Ez ê spasdarê wan bim. Ji bo baldaran malpera Laertes Books ev e: https://www.laertesbooks.org
|
Îro 8ê Adarê ye – ‘Gulîstan Doku li kû ye?’
|
https://botantimes.com/iro-8e-adare-ye-gulistan-doku-li-ku-ye/
|
Îro 8ê Adarê ye – ‘Gulîstan Doku li kû ye?’
Navenda Mefên Jinan a Boraya Amedê bi wesîleya 8ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanê li pêş Edlîyeyê daxuyanîyek da.
Mîxabin em îsal 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di nav erdêjê de pêşwazî dikin.
Piştgirîya ku ji erdhêjê vir ve li her derê hatiye nîşandan tekane tişt e ku êşa me hinekî sivik kiriye.
Navenda me ya mefên jinan gelek pirsgirêkên jinên ku di erdhêjê de mexdûr bûne çareser kir. Me di tevahîya pêvajoyê de taybetî ji bo gihandina berhemên paqijîyê piştgirî da.
Piştî daxuyanîya baroyê, gotinên Aygul Dokuyê bal kişand.
Aygul Doku 1160 roj in li xwîşka xwe, Gulîstan Dokuyê digere.
Jin tên kuştin, jin tên qetilkirin, jin di bin zordestîyê de ne û jin mehkûmî tarîtiyeka mezin de ne.
Ger piştî 3 salan Gulîstan hîn nehatibî dîtin, nasname û nijada we ferq nake sibe wekî Gulîstanê îhtimala windabûna xwîşk û keçên we jî heye.
Gulîstan Doku li kû ye?
Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku di 5ê Çileya 2020an de winda bû û ji wê demê ve tu agahî jê nehatiye girtin.
Pirsa ku ‘Gulistan Doku li kû ye?’ îro jî bêbersiv e.
|
Di ser Komkujîya Helebceyê re 35 sal derbas bûn
|
https://botantimes.com/di-ser-komkujiya-helebceye-re-35-sal-derbas-bun/
|
Di ser Komkujîya Helebceyê re 35 sal derbas bûn.
Di 16ê Adara 1988an de bi fermana Serokkomarê berê yê Iraqê Sedam Husên ji esman bombeyên kîmyewî bi ser Helebceyê ve hatibûn avêtin.
Di qetlîamê de herî kêm 5 hezar kesan canê xwe ji dest dan, zêdetirî 10 hezar kesan jî birîndar bûn.
Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) di rapora xwe de diyar dike ku ev êrîşa kîmyewî heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetirî 61 hezar kesan.
Li gor nûçeya Rudawê dema êrîşa duyemîn dest pê kir, bêhneke xurt belav bû. Kesên ku bûne şahidê wan kêlîyan dibêjin ku gaza bi “bêhna sêvan” di nava çend deqeyan de li nav bajêr belav bû.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, di navbera salên 1991 û 1994an de ji ber bombeyên kîmyawî nexweşîya penceşêrê ji sedî 800 zêde bûye.
Hikûmeta Îraqê, Sedam Huseynî di 30’ê Berfanara 2006an de dar ve kir.
Komkujîya Helebceyê piştî Hîroşîma û Nagazakî wekî êrîşa kîmyewî ya herî mezin a sedsala 20emîn di dîroka cîhanê ya nûjen de hat tomarkirin.
|
ZINDÎ- Roja 20emîn ya erdhêjê
|
https://botantimes.com/zindi-roja-20emin-ya-erdheje/
|
ZINDÎ- Roja 20emîn ya erdhêjê
Erdhêja 6ê Sibatê 20 roj li du xwe hîşt.
Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane rojane bilind dibe.
Lêkolînên li ser avahiyên ku li Nurdagîyê ji ber erdhêjê hilweşiyan dewam dike.
Şeraderê Nurdagîyê Okkeş Kavak di çarçoveyê lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Îslahiyeyê de hat binçavkirin.
Di îfadeya Kavakê de hate hînbûn kû di erdhêjê de gelek xizmên wî jiyana xwe ji dest dane. Kavakê berê karê mûtahîtîyê kirîye, lê piştî ku bûye şaredar şîrketa wî radestî birayê xwe Osman Kavakê kiriye.
AFADê ragihand ku hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane derket 44 hezar û 218an.
Li herêma erdhejê de 528 hezar û 146 kes jî hatine tehliyekirin.
Li Sîteya Rende a Hatayê bi îdiaya ku “Stûnên avahîyê ji bo kreşê hatine birîn” Arif Samî Rende hatibû binçavkirin. Rende yê 86 salî ji ber îtîrazê sînorê temen do (Înê) hatibu berdan.
Rende yê dîsa hat binçavkirin û hat girtin.
Di erdhêjê de 2 blokên sîteyê hilweşiyabûn. 105 kes jiyana xwe ji dest dabûn.
Li parêzgeha Çewligê ê û li parêzgeha Hatayê erdhejên nû çêbûn ku pileya wan di ser 4 pileyan re bû.
(AFAD) ragihand ku roja Şemiyê li navçeya Bongilanê ser bi parêzgeha Çewligê bi pileya 4.4 û li navçeya Samandagê ser bi parêzgeha Hatayê jî bi pileya 4 erdhejên nû çêbûne.
AFADê ragihandiye ku dê li seranserî Tirkiyê erdhej berdewam bin.
|
LGBTI+, Meşa Rûmetê û Gotinên Siyasîyan
|
https://botantimes.com/lgbti-mesa-rumete-u-gotinen-siyasiyan/
|
LGBTI+, Meşa Rûmetê û Gotinên Siyasîyan
Di cîhana îroyîn da bi saya cudakarî û marjînalbûnê mirov her ku diçe zêdetir bala xwe didin ser wekhevîyê.
Her çendî kesên LGBTI+ di gelek civakan da bi perspektîfên xwe yên cuda cih bigirin jî, di heman demê de ew ji alîyê civakê ve tên cudakirin.
Demekê dirêj bû ku Tirkîye bi hilbijartinan ra mijûl bû. Di encamên hilbijartinan da jî Recep Tayyîp Erdogan bi rêjeya sedî 52,16an bibû 13emîn serokkomarê Tirkîyeyê.
Wî di axaftinê xwe yê li Kisikliyê da bang li hemû siyasetmedaran û kesên LGBTI+ yan kiribû:
Ew CHP alîgirê LGBTI+ yan nîne, ew HDP alîgirê LGBTI+ yan nîne, ew IYI Partî alîgirê LGBTI+ yan nîne. Vê demê LGBTI+ dikare bikeve di nav AK partî yê. Na! Ji bo me malbat piroz e.
Botan Times li ser gotinên Erdoganî û di derbarê Meha Rûmetê da Parêzerekê Kurd û aktivîstê LGBTI+ Okan Altekîn ra axivî.
Parêzer Okan Altekîn ji bo daxuyanîyê Erdoganî got ku ew bi gotinên nefretperest axaivîye, ew ne cara yekem û ne jî ya dawîye ku em rabin ji ber wan gotinan wî binirxînin.
Di pêvajoya hilbijartinê da me bi dehan kunciknivîs, nûçe û hevpeyvînên ku gotinên nefretperest tê de hene dîtin. Û ew jî ji alîyê sazîyên çapemenîyê yên nêzê hikûmetê ve hatin belavkirin. Di heman demê da jî gelek wekîlên AKP, MHP û Partîya Refahê gotinên nefretperest bi kar anîn.
“Ev axaftin ji bo min nabe sedem ku ez gavekê jî paşve bavêjim”
Bi rastî, ev gotin ji bo kesekê ku ji sala 2015an vir ve di nav çalakîyên LGBTI+ yan da bi nasnameyeka eşkere têdikoşe, nayê tu wateyî. Ew axaftin nabe sedem ku ez ji têkoşîna li dijî homofobî û transfobîyê gavekê jî paşve bavêjim. Wekî LGBTI+yên Kurd ez ê bi israr vê nivîsa li ser pankarta ku me sala di 2015an da vekiribû, bêjim:
‘Rêya civaka azad, di azadîya LGBTI+ ra derbas dibe.’
Altekinî diyar kir ku ew gotinên nefretperest dê sûcên yên li dijî LGBTI+ yan zêde bike û dê bandoreka neyînî li gihandina edaletê ya kesên LGBTI+ yan bike.
Parêzer Alptekîn gotinêka Sara Ehmedê jî bi bîr tîne û wiha dîbêje:
Nefret ne tenê rêya avakirina nasnameya civat û kesan e, her wiha bi rêya êşê jiyana yên din jî tarûmar dike û dixwaze wan binpê bike.
Di heman demê da meha Hezîranê wekî ‘Meha Rûmetê’ tê hesibandin. Li eyaleta Stonewall a Amerîkayê kesên LGBTI+ yan li dijî tundîya polîsan li ber xwe dabûn. Ji ber vê yekê meha rûmetê her tim wekî berxwedan, têkoşîn û rêxistin tê qebûlkirin.
Li Tirkîyeyê partîyên rastgir ên tund di pêvajoya hilbijartinê da daxuyanîyên li dijî LGBTI+yan dan. Bersiva ya herî berbiçav ew e ku kesên tevlê meşên rûmetê dibin her ku diçe zêde dibin. Bi hezaran kesên LGBTI+ jî îsal dê dîsa beşdarî meşa ya li Stenbolê bibin.
Di gelek welatan da hejmara kesên ku ji ber nasnameya xwe û meyla xwe ya hevzayendî tên cudakirin jî ber bi zêdebûnê ve diçe. Li cihanê ev rewş di rengên cûda da tên nîşandan.
Bo minak Wezîrê Karên Derve yê berê Edgars Rinkēvičs, ku li Letonyayê xwe wek hevzayend pênase dike, di encama dengdana parlamentoyê da wekî Serokkomarê nû hatiye hilbijartin.
|
“Mala min wekî dikaneka kitêban e”
|
https://botantimes.com/mala-min-weki-dikaneka-kiteban-e/
|
“Mala min wekî dikaneka kitêban e”
Aryen Rodî, xortekî ciwan e ku ev 3 sal in kitêban difiroşe. Rodî, mala xwe wekî dikaneka kitêban bi kar tîne. Wî ji ber hejmara kêm ya kitêbfiroşên kurdî û ji ber baştirkirina derfetên peydakirina kitêban bo xwînerên kurdî dest bi vî karî kiriye.
Kitêbfiroş Rodî, serê ewil kitêbên xwe yên xwendî firohtine û bi vî awayî dest bi firohtina wan kiriye. Kitêbên ku xwendî, firohtine û pê kitêbên nû kirîne. Herçiqas pêşiyê kitêbên xwe bi awayekî onlayn firotibin jî, wî niha mala xwe kiriye kitêbxaneyek, ku navê xwe ‘Ro Kitap’ e.
Armanca min a pêşî ew e ku kurdî bila li her qadê geş bibe û pêş bikeve. Di salên dawî da xwendina kurdî jî kêm bûbû û min xwest ku bila gel ji kurdî dûr nekeve. Niha jî hinek projeyên min hene û ez dixwazim bila li her malê kitêbeka kurdî hebe.
Rodîyê kitêbfiroş, digel kitêban li mala xwe difiroşe, behsa zehmetiyên vê yekê dike:
Helbet zehmetîyên vî karî hene. Lê belê dema ku mirov karekî jidil bike, ew zehmetî nayên ber çavan. Di vî karî da ya herî zehmet mihefazekirina kitêban e. Bo nimûne ev der malek e û dema mêvan tên zarokên mêvanan ewilî diçin odeya kitêban û kitêban tevlihev dikin. Zehmetiyeka din jî firohtina onlayn e. Mişterî û kiryarên kitêban qîm û baweriya xwe bi te nayînîn û gelek caran dixwazin li be derî heqê kitêban bidin te. Wextê ku rewş wiha be, helbet heqê gelek kitêban jî nayên.
Kitêbfiroş Rodî dibêje rojane programa wî stabîl e. Ew li mala xwe siparîşan kontrol dike û kitêban bi xwe pakêt dike. Paşê bi rêya kargoyê kitêbên siparîş dişîne.
Bi giştî ciwan kitêban dixwînin, lê belê yên temenê wan mezin jî kitêbên kurdî dixwazin. Çend hefte berê jineka 62 salî kitêbeka kurdî ji min xwestibû û ez gelek matmayî mabûm û kêfxweş bûbûm. Piranî kitêbên dîrokê, kitêbên çandî; dîroka kurdî û mîtolojî tên xwestin û ciwan xwe di van qadan da pêşve bibin.
Aryen Rodî diyar kir ku ji bo xwendina kitêbên kurdî bêhtir xurt bibe, divê li her malê kitêbeka kurdî hebe.
Li gorî sala borî, îsal firotina kitêban gelekî kêm bûye. Bêguman rewşa aborîyê ya heyî li ser vê yekê tesîrê dike. Kitêba ku min par 50 lîreyî difirot niha bûye 130 lîre. Ev ji bo xwîneran jî zehmetiyek e. Dema ku wisa dibe xwîner jî kêm dibin. Ji ber vê yekê ev çend heyv e me dest bi kitêbên destê duyê jî kiriye.
|
Bersûcê Rozerîn Yildizê: Wê întîxar dikir û min xwest wê xelas bikim
|
https://botantimes.com/bersuce-rozerin-yildize-we-intixar-dikir-u-min-xwest-ew-xelas-bikim/
|
Bersûcê Rozerîn Yildizê: Wê întîxar dikir û min xwest wê xelas bikim
Rozerîn Yildiz nezîkî salek e li nexweşaxaneyê di komayê da ye. Rozerîn di 8ê Hezîranê ya 2022an da li navçeya Amedê ya Hênê yê ji alîyê Ozcan Yildiz ve bi çek hatibû êrîşkirin. Wê demê Rozerîn Yildiz û Ozcan Yildiz di pêvajoya hevberdanê da bûn. Wê ji hingê ve çavên xwe venekiriye. Ozcan Yildiz jî piştî êrîşê hatibû girtin.
Îro doza duyemîn li Yekemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Li dadgehê dîya Rozerîn Yildizê Şukran Atli û bavê wê Bedri Atli hebûn. Bersûç Ozcan Yildiz û birayê wî G.Y. jî beşdarî dozê bûn.
Rûniştina dozê bi dîtina şahidê birayê bersûc Ozcan Yildizê G.Y dest pê kir. G.Y got ku Ozcan Yildizê piştî êrîşê telefona wî kiriye. Wî axaftina birayê xwe wiha anî ziman:
Piştî bûyerê telefonê min kir û got ku Rozerîn birîndar bûye. Dema ku min rewşa wê pirs kir, wî ji min ra got ku dema ew hate malê telefonê Rozerînê li ser masê bûye û wî peyam û wêneyên Instagramê dîtine. Ji Rozerînê pirsîye ‘Ew çî ne?’. Paşê ji min ra got ku Rozerîn hewl daye ku çekê bigire. Ozcan jî xwestiye wê bide sekinandin. Her wiha wî fehm nekiriye ka Rozerîn çawa birindar bûye. Telefona xwe girtiye û çûye qerekolê.
Piştî guhdarkirina şahid G.Yyê dayîka Rozerînê Şukran Atli axivî.
Şukran Atli di derbarê îfadeyên G.Y da got “Hemû derew in”. Bavê Rozerîn Yildizê jî got “Gelo tu dizanî wêneyên telefona Rozerînê da aîde kî ne. Em nizanin telefona Rozerînê li kû ye. Niha telefon li kû ye? ”
Bavê wê Bedrî Atli got ku “roja duşemê hatin mala min û min tehdît kirin.” Lê Serokê dadgehê îfadeyên wî nenivîsî û got ku hûn dikarin ji Serdozgerê ra bibêjin wan tiştan. Tiştekî ku ez bikim tune ye. Serokê dadgehê di zabtê da cîh ne da wan gotînên bavê Rozerînê.
Parêzerê bersûc Ozcan Yildizê got ku “Ew întîxar e. Rozerîn di dema bûyerê da bang nekiriye û negotiye ‘Min xelas bikin’ Ozcan Yildiz bila bê berdan.”
“Mexdûr ez im”
Bersûc Ozan Yildiz di dawîya runiştinê da axivî:
Telefona Rozerînê li cihê bûyerê ye. Ew kesên ku min wêneyên wan li ser hesabê Instagramê ya Rozerînê dîtin, nas nakim. Rozerîn întîxar dikir û min xwest wê xelas bikim. Mexdûr ez im. Her yek zarokên min li derekê ne.
Pişti îfadeyê bersûcê navber hat dayin. Di vê navberê da dîya Rozerîn Yildizê Şukran Atli cirifî û bigirîna xwe li ber salonê benda qerarê sekinî. Nêzîkî 5 deqîqe din biryara girtina bersûc Ozcan Yildizê û rûniştina din 12ê Cotmehê hat dayin.
|
Li zemanê axa, şêx û began Mela Se’îd zemanekî modern temsîl dikir
|
https://botantimes.com/zemane-axa-sex-u-began-mela-seid-zemaneki-modern-temsil-dikir/
|
Li zemanê axa, şêx û began Mela Se’îd zemanekî modern temsîl dikir
Weşanxaneya Avestayê, li Diyarbekirê dest bi bernamayên xwe yên 2023yan kir.
Di gotûbêjê yekem da Akademîsyen û Nivîskar Ergîn Opengîn axifî û Pinar Yildizê jî moderatorî kir.
Ergin Opengîn li ser “Cîhana hizrî-edebî ya du Kurdperweran: Mela Se’îdê Şemdînanî û Alan Wardê Îrlandî” axifî.
Opengîn diyar kir ku Mela Se’id ji bo wî mektebek e û ‘Bazeber’ jî ew kevir in ku mirov li ser baz dide.
Min ev wek sembolekê/metaforekê jî bi kar anîye. Ji ber ku dinyaya Mele Seîdî cihek û derek e ku kevirên guherîna cîhanbînîya kurdan ên ji bo bazdanê hatine danîn.
Zemanê axa, şêx û began Mela Se’îd zemanekî modern temsîl dikir. Mela Sa’id xwedî ye fikrîyeka nûye. Ew bazebereke mirov dikarê wi bişopîne.
Mela Se’îd Şemdînanî kî ye?
Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye.
Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe.
Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin.
Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse.
Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike.
Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin.
Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine.
Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin.
Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn.
Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.
—
Wêneyên nûçeyê: Murat Bayram
|
“Modela min a herî mezin dîya min e”
|
https://botantimes.com/modela-min-a-heri-mezin-diya-min-e/
|
“Modela min a herî mezin dîya min e”
Ji bo Ingilîzî Bitikîne
Li Diyarbekirê hewa êdî germ e. Cilên me li ser me giran dibin. Ez li yek ji avahîyên kevn ên taxa Ofîsê me. Dema ku ez ketim avahîyê hewayeke hênik li rûyê min xist. Di qata herî xar ya vê avahîyê da ji daîreya ‘Li Qada Hunerû ya Vekiri a A4’ da dengên kenê dihatin, bala min dikşîne. Berîya ku ez werim li vir, min wêneyên pêşangehê nêrîbû. Min tabloyên şên ditîbû lê dengên kenî ez betîr kelecanî kir.
Di vê daîreyê da pêşangeha Rojbîn Ekîncîyê ya bi navê “X- zoomer” vekirîye. Gava ku diçim hindur difikirim ka kî dizane di nav van avahîyên kenv da çî mirovên jêhatî hene.
Rojbînê ji me ra têgihên “Jiyana nûjên û Jinên kurd” anîye ba hev û tabloyên rengîn û şirîn çêkirîye.
Ez û Rojbîn hinekî sohbet dikin.
Rojbinê berîya ku vê biryarê bide, li her tiştî temaşe kiriye û dibêje:
Îmtîhana mezinên me yên bi jiyana nûjen ra dikin, ji min ra komîq dihat. Modela min a herî mezin dîya min e. Nêrînên wê yên li ser jiyanê ji yên min pir cudatir in. Lê em di heman malê da dijîn. Ez bi wan pevçûnan dikeniyam. Û dema ku min van tabloyan çêdikir, ez difikirîm ku: Model bi tevahî dayika min be, lê tiştên li derdora modelê dê min nîşan bidin.
Ez bimeraqî ji Rojbînê pirs dikim. Dema ku dîya te van tabloyan dît bertekeka çawa da, çi got?
Rojbîn bi rûyê xwe ken bersivê dide:
Dîya min gotibû ‘bes êdî wan pîra çêdikî. Bi rastî tu me dixî nav şiklê xwe. Xaltîya min pir eciband, ew ji bo modernbûnê amade ye. Dema ku ez neynokên xwe oje dikim, ev jî baldarî li min temaşe dike. Hin kes vê tarzê min pir hez dikin. Le dîya min aciz bûye ji ber ku ew her tim pê ra rû bi rû maye. Demekî min hemû tabloyên xwe di ode xwe da daliqandibû. Dîya min hat lê nihêrî û got ‘te ev der veguherandiye mala pîran.’ Lê ev gotînên wê min acîz nakin ji ber ku ev tişt ji min ra dibe îlham, tişta ku ez dizwazim ev e.
Rojbîn dibêje dema ez pîr bibim ezê jî mîna vê jina ku li malê ye û dixebite, bibim. Lê di eslê xwe da di hemû tabloyên wê da ew bixwe ye. Bo mînak ji ber ku ew ji rêzefilma Friendsê hez dike û di nav tabloyên xwe da cîh dide wan.
Li qada hunerê 4 ode û saloneke mezin hebû. Rojbînê dema ku dîya wê li ser medyaya civakî vîdeoyên bihenek temaşe dike, kişandîye. Wê kurtefilma dîya xwe kişandiye û di odeyeka tarî da nîşan dide.
Her çend kadraja videoyê yek be jî, dayîka Rojbînê dema ku wan vîdeoyên reelsê temaşe dike, bi kênekî deng şûnê xwe diguherîne. Ev odeya tarî bî kenên dayik û temaşevanan ra rengîn dibe.
Rojbînê got ku her kes bikêyfxweşî ji pêşangehê derdikevin û ez jî yek ji wan kesên kêyfxweş bûm.
Pêşengeh heta 23yê Nîsanê vekiriye. Ger hûn jî dixwazin piçek bêhna xwe vekin biçin, bibînin û bikenin.
|
Dermanên kurmancî: girûz
|
https://botantimes.com/ji-bo-nexwesiyan-dermanen-kurmanci/
|
Dermanên kurmancî: girûz
Ji bo Ingilîzî Bitikîne
Di rojeka biharê ya Diyabekirê da ber bi sûran ve dimeşim. Ji wextan ber êvarkî ye. Di heman demê da jî îro roja yekem a rojîyê ye. Xelk ji ber rojîyê ji hal ketine û dixwazin bi lezûbez karê xwe biqedînin û xwe bigihînin fitarê.
Çend tableyên seyyarê bala min dikşînin. Li ser tableyan di temsîkan da çîg/ecîn hene.
Ez hinekî din dimeşim. Li kêleka dayikek û keça wê sekinîm. Wan hewl didan ku gîhayên xwe yên ji gundan berhev kirine, bifiroşin.Ez hinekî li wan dinêrim. Keçik li ser textekî rûniştiye û ji çenteyê li ber xwe gîhayan qevd dike. Dayik ji alîyekî ve hesaban dike, alîyên din ve jî qevdên xwe difiroşe.
Me hinekî sohbet kir.
Dayîka Melek 6 sal in vî karî dike. Van gîhayên ku jê re dibêjin Tûzik û Girûz (li hinek cihan Sorî) bi taybetî di biharê da berhev dikin û li vir difiroşin.
Divê em salê du caran wan gîhayan bixwin. Em wana ji Batman, Dîcle, Hanîyê kom dikin.
Melekê dûbare dibêje ku gîhayê Girûzê derman e.
Jin û meran ku 8-9 sal in zarokên wan çênabin diçin li nexweşxaneyên dermanê xwe digerin lê nabînin. Dema wan gîhayan dixwin zarokên wan çêdibin. Wan gîhana tenê di mehan Adar û Nîsanê da şîn dibin.
Dema fitarê her ku diçû nêzîk dibû. Di carekî da li ber Melekê qelebalixtir bû, Melek dev ji sohbetê berda û yek bi yek gîhayan xwe bi lêz firot.
Ez ji Melekê dûr ketim. Bi meraq komputera xwe vedikim û li vê gîhayê lêdikolim.
Li gor xelkê Dêrsimê pisîk her carê ku mar dixwe pê ra jî vê gîhayê dixwe ji bo ku ji jehra marî nexweş nekeve.
Xelk wan gîhayan ra ‘dermanên kurmancî’ dibêjin. Ji bo birînên enfeksîyonê tên bikaranîn. Ji bo romatizma û êşa mîdeyê baş e. Ji bo rûvîkan bifêde ye. Piştî ku baş tê kelandin, di nav qumaşê de tê pêçandin û li serê nexweşên epîlepsîyê didin di dema qrîzê da.
|
‘Tirş û Tehl’a Batmanîyan Diyarbekirî kenandin
|
https://botantimes.com/yek-ji-stand-upe-bi-kurdi-tirs-u-tehl/
|
‘Tirş û Tehl’a Batmanîyan Diyarbekirî kenandin
Bernameya stand-upê ya bi navê Tirş û Tehl li hewşa Kafeya Taş Mahalê, li Diyarbekirê hat lidarxistin.
Stand-upa Tirş û Tehlê, bi mottoya “mîkrofon vekirî ye, sehne ya we ye” bernamayeka înternaktîf li dar xistin ku bîneran jî dikarîn daxilî bernameyê bibin û çîrok û meseleyên xwe yên mîzahî bibêjin.
Di stand-upa Tirş û Tehlê da beşdarvanên wekî Pelda Bal, Robîn Ozel, Serdar Bîçîmlî, Yakup Selîmoglû, Serhat Îş, Serhat Adîn, Rûmet Adîn, Firat Rûbar ji bo temaşevanan qala bîranînên xwe yên mîzahî kirin. Bername jî bi moderatorîya Kenan Demîr hat birêvebirin.
Ekîba Tirş û Tehl cara yekem e ku ji bilî Batmanê li bajarekî din, li Diyarbekirê, derkete pêşberî bîneran. Hewşa Taş Mahalê bi bîneran tije bû û car caran bîner jî daxilî bernameyê dibûn û behsa serpêhatiyên xwe yên trajîkomîk dikirin.
Yek ji beşdarên şeva stand-upê Pelda Bal bû û bi awayekî mîzahî behsa bîranînên xwe kir. Pelda Bal, listîkvaneka şanoyê ye û beyan dike ku karê stand-up û şanogerîyê ji hev pir cûda ne.
Dinya li gorî her mirovî cûda ye. Çand, ziman cûda ye. Helbet ev kar hinek jî bi rojaneyê ve girêdayî ye û hindek rîskên wê jî hene. Tiştekî ku tu cîyekî dibêjî cûda, li cîyekî din cûdatir reaksîyonan dibîne. Hebûna min a vê komê hinek wisa dest pê kir. Yanî jinek jî li ser sehneyê xuya bike belkî temaşevan jê cesaret bigirin û werin ser sehneyê û serpêhatiyên xwe bibêjin.
Ez li gor çavderîya xwe bibêjim dema kurdek çîrokekî guhdar dike belkî qala bavê xwe dike, bavê wî tê bîra wî yan jî qala çandinîyê dike, gundê wî tê bîra wî. Ji ber ku ruhen nêzî xwe hîs dike. Li gor min ev bername di vê hêlê da tiştekî xweş çêdike. Em dikarin êdî mîzaha xwe ava bikin. Ev bername dê ji nav me wan kesan derbixe.
“Meseleya me ne tenê ken e, em dixwazin rêyekê vekin”
Firat Rûbar, yek ji çîrokbêjê stand-upa Tirş û Tehlê ye. Rûbar, derûnnasek e ku şeva stand-upê behsa çavdêriyan xwe yên derbarê bikaranîna nifşê nû yê medyaya civakî de kir.
Em dixwazin vê çanda Open Mikeê bi zimanê kurdî berbelav bikin. Me jî bi wî awayî dest pê kir. Roj bi roj axaftina kurdî kêm dibe. Meseleya me ne tenê ken e, em dixwazin ji bo zimanê kurdî rêyekê vekin. Ev bername bi temaşevanan ra jî dewam dike. Ne zêde profesyonel e, ku em dixwazin piçekî wê rihê amatorîyê jî biparêzin. Ev bibe çalakîyek nîv-amator, derdê me piçek ev e.
“Ev Tirş û Tehl ne ya tu kesî ye, ya me tevan e.”
Organîzator û yek ji beşdarê Tirş û Tehlê Robîn Ozel jî dibêje ku bila temaşevanên me xwe baş hîs bikin û derkevin ser sehneyê.
Bi rastî me kemasîyeka wisa di çanda kurdî da dît. Me ji hevalên xwe ra behsa wê kemasîyê kir û me xwest em vê valahîyê tije bikin. Em ne komedyen in û ne jî stand-upçî ne, lê belê em hewl didin ku yên stan-upên bîyanîyan temaşê bikin, bila me jî temaşe bikin. Em bi vî awayî fikirîn. Em tune bin jî, rojekê ev bername dê berdewam bike di nav kurdan da. Ev Tirş û Tehl ne ya tu kesî ye, ya me tevan e.
Kolektîfa Saqoyê, li Batmanê di bin banê Batman Yeni Sahneyê de ava bûye. Bernameya Tirş û Tehl bi mottoya ji alîyê Amîdartê ve hat organîzekirin.
|
Nûçe çawa tesîrê li ser raya giştî dikin?
|
https://botantimes.com/nuce-cawa-tesire-li-ser-raya-gisti-dikin/
|
Nûçe çawa tesîrê li ser raya giştî dikin?
Têgeha ‘raya giştî’ tê wateya’ agahdarkirina gelî’, ku di encama tevgera civakî da sedsala 18an hatiye bikaranîn. Lê fîlozof Montaigne yekem kes e ku 200 sal berê ev têgeh bi kar anîye.
Têgeha ku berîya 200 salan ji bo agahdarkirina gelî hatiye bikaranîn, îroroj li Tirkîyeyê dibe sedem ku rojnameger wekî hedef bên nîşandan.
Li Tirkîyeyê dema mijar dibe rojnamegerî, yekem tişta ku tê bîra mirovan, zehmetîyên şert û mercên xebatê, cezayên zindanê û astengkirina nûçeyan e.
Her çiqas ev rewş li Tirkîyeyê bi vî rengî be jî, rojnameger dîsa jî raya giştî agahdar dikin û hewil didin agahîyên rast û zelalbo gel ragihînin. Bo nimûne nûçeya herî dawî” ya rojnameger Evrim Denizê “Doza îstîsmarkirina zarokekê:’Hemû gundî bersûcan diparêzin‘ di nava civakê da deng vedabû. Bi saya wê nûçeyê gelek sazîyên jinan, baro, parêzer û gelek kes li vê doza xwedî derketibûn ku 7 sal e dewam dike.
Bi vê nimûneyê em dibînin ku çapemenî bi nûçeyên xwe tesîreka çawa li ser civakê dike û çawa rojevê diyar dike.
Evrim Deniz rojnamegereka serbixwe ye û di heman demê da xwendekara beşa rojnamegeriyê ye. Ew nûçeyan zêdetir derbarê mafên mirovan, îstismara zarokan da dinivîse û herî dawî ev nûçeya xwe nivîsî:
Keçikeka 11 salî, li gundê Oğlakliyê ya girêdayî qezaya Şemzînana Colemêrgê dijî. Sala 2016an dema derdikeve derve ji alîyê pismamên xwe Veysi, Zahir û Nihat Yilmaz ve tê îstismarkirin. Failan kêlîyên îstîsmarê bi kamerayê tomar kiribûn. Ji bo keçik vê îstîsmarê ji kesekî/a nebêje bi kuştinê ew tehdît kiribûn. Keçik, piştra ji alîyê failan ve ji serê zinarekê hatibû avêtin. Keçika 11 salî roja din ji alîyê gundiyan ve hatibû dîtin û wan, ew biribûn nexweşxaneyê. Keçikê, bo herkesî behsa vê îstismar û serhatiya xwe kiribû.
Piştî belavkirina vê nûçeyê, Evrim Deniz ji bo beşdarbûna vê dozê hefteyê çûyî, çûbû Colemergê.
Gava ku min ev nûçe nivîsî û nûçe hat belavkirin, çend parêzer, baro û sazîyên jinan piştgirîya min û vê meseleyê kirin.” Lê belê Evrim Deniz beyan dike ku min piştgirîyeka ewqas zêde texmîn nedikir. Teqrîben 100 kes ji bo piştgirî û teqîba dozê li mehkemeyê amade bûn û ji bo encamên dozê li gel malabatê bûn.
7 sal in ev doz berdewam dike û di dozên berê da ewqas sazî û baro û hin kes beşdarî wê dozê nebûne.
Di vê doza dawîyê da failek rojnameger Denizê tehdît dike û dibêje: “Ev bûyer, ji ber hevpeyvîna rojnameger Evrim Deniz ya li gel parêzer Nükeyf Onursal ewqas zêde hate bihîstin.”
Wexta navê nûçeya min û navê min derbas bûn, ez hem keyfxweş bûm him jî mat mam . Ji ber vê nûçeyê ewqas kes hatin cem hev, bi vê nûçeyê ra ewqas kes bûbûn dengê keçik û malabata wê. Failan 45 sal cezayê zindanê xwarine û li derve digerin hê jî nehatine girtin. Lê belê wekî rojnameger dibêjim, ez ne bi qasî wan bi şans im. Ez ê belkî ji bo vê nûçeyê cezayê bixwim, lê wek însan û rojnamegerekê, dê dilê min rehet be. Ez ê heta dawiyê vê dozê teqîb bikim.
Li gorî daneyên Komeleya Rojnamegerên Dicle Firatê (DFG) sala 2023yan heta niha li Tirkîyeyê 24 rojnamegerên kurd hatine girtin û bi ‘endamtîya rêxistinê’ hatine tawanbarkirin. Ji wan 20 rojnemager hatine berdan, lê belê 4 jî hîn li zindanê ne.
|
Wêne-Nûçe: Li Amedê 8ê Adarê…
|
https://botantimes.com/wene-nuce-li-amede-8e-adare/
|
Wêne-Nûçe: Li Amedê 8ê Adarê…
Bi sedan jin li Amedê bi wesîleya Roja Jinan a Cîhanê ya 8ê Adarê li Parka Daristana Bajêr kom bûn.
Jinan di çalakîyê de bi piranî slogana “Jin Jiyan Azadî” gotin.
Çalakîya jinan di bin dorpêça polîsan de pêk hat.
Di çalakîyê de jinên hatine qetilkirin bi mûman hatin bi bîr anîn.
Ji bo jinên di erdhejê de mirine jî mûm hatin vêxistin.
Hinek jin jî neketin nav dorpêça polîsan û çalakî ji dûr ve temaşe kirin.
|
Şaneşîn Performansê komaleya xwe ava kiriye
|
https://botantimes.com/sanesin-performanse-komaleya-xwe-ava-kiriye/
|
Şaneşîn Performansê komaleya xwe ava kiriye
Komaleya me ya nû dê di şanoya kurdî da bi proje û xebatên me cihê xwe diyar bike.
Şaneşîn Performans ku bi lîstikên şanoyê yên bi Kurdî derdikevê ser dikê, mizgînîya avakirina komaleyeka nû da.
Li Mêrdînê komeke dilxwazên şanoyê bi navê Şaneşîn Performansê, komeke şanoyê ava kiribûn. Wan hewl dane ku êdî xebatên xwe bi awayekî fermî bimeşînin û di vê komaleyê da hewl bidin lîstikên nû, xebatên çandî û hunerî çêbikin.
Yek jî Lîstikvanên Şaneşîn Performansê, Şêrko Janzêmî ji Botan Times ra behsa komaleya wan a nû kir.
Di komaleyê da em ê lîstikan ji bo mezin û zarokan derxînin, em ê xebatên çandî û edebî jî bikin. Em ê li ser şano, edebîyat, çand, huner, ziman û hwd. kargeh û perwerdehîyan ji bidin.
“Bi kurt û kurmancî êdî maleke hemî xwemxurên çand, ziman, û hunera kurdî li Mêrdînê heye. “
Me bi vê komaleyê xwest ku xebatên xwe êdî bi awayekî fermî bimeşînin û rê li ber astengîyên ku gelek caran derdiket pêşiya me, bigirin. Me komale vekir û li gel wê em ê sahneyekê ji ava bikin, êdî ew ê komên şanoya kurdî yên li bajarên din jî li Mêrdîn xwedî derfetek bin ji bo sahneyê. Yanî bi kurt û kurmancî êdî maleke hemî xwemxurên çand ziman hunera kurdî li Mêrdînê heye.
Lîstikvan Janzemî dîyar kir ku di komaleyê nû da 12 kesên ku di koma Şaneşînê da şanoyê dikin, hene. Ew di heman demê da jî endamên komaleyê ne. Di nav komê da xwendekar, mamoste, memur, karker û bêkar hene.
Me qet xerîbî nekêşa wekî ku em li Kurdistanê bûn, me rehet lîst.
Şaneşîn Performans rojên borî yekem car li derveyî Kurdistanê derketibû ser dikê. Wan lîstika xwe li Zanîngeha Teknîkî ya Rojhilata Navîn (ODTÜ) a Enqereyê lîstin.
Şêrko Janzemî li ser ve yekê ev tişt got:
Cara pêşî bû ku em li derveyî Kurdistanê derketin ser sehnê, di rê da û heta ku lîstikê dest pê kir jî kelacana me hebû, jî ber ku me nizanîbû ku temaşevanên çawa li benda me nin. Cudahîya li wir gava meriv li lîstikê û mijara lîstikê bifikire ji hêla sembolîk ve gelek watedar bû ji bo me… û yê din jî tenê alîyê teknikî ve derfetên firehtir hebûn ew yek jî ji bo me tecrûbeyeke baş bû.
Me qet xerîbî nekêşa wekî ku em li Kurdistanê bûn, me rehet lîst.
Temaşevanên wir û yên vir ne wek hev bûn ji ber ku wekî mîhrican hatibû organize kirin bêtir kesên ku beşdarî mihricanê bibûn, xwendekarê Odtuyê û mêvanên me yên ku hatin lîstika me temaşe kirin, bûn. Helbet li gorî vir reaksîyon kêm bûn ji ber ku me di lîstikê de jêrnivîs bikarneanî.
Di nav temaşevanên me da bêtir yên ku bi kurmancî nizanibûn, hebûn. Lê piştî lîstikê me dît ku gelek pirs û şîroveyên cuda hatin, ev yek me gelekî kêfxweş kir.
Şaneşîn Performans ji bo cihê xwe yê nû li hêvîya piştgiriya xemxurên çand, huner û zimanê kurdî ne.
Di piştî cejnê da turneya wan dest pê dike. Di 29ê mehê da li Batmanê û 30ê mehê li Amedê li hemberî şanohezan bin.
|
Wêne-Nûçe: Hilweşandina Dîyar Galerîayê berdewam dike
|
https://botantimes.com/wene-nuce-hilwesandina-diyar-galeriaye-berdewam-dike/
|
Wêne-Nûçe: Hilweşandina Dîyar Galerîayê berdewam dike
Hilweşandina bi kontrol a Dîyar Galerîayayê berdewam dike.
Li Amedê di erdhêja 6ê Sibatê de blokeke Dîyar Galerîayayê hilweşiyabû.
3 blokên wê jî zirareke mezin dîtibû.
Piştî ku pisikên wê avahi hatin rizgarkirin û hin tiştên mexdûran erdhêjê hatin hilanîn dest bi hilweşandinê kirin.
Welatî ji ber toza hilweşandinê gazincan dikin.
Ev toz me jehrî dike. Çima li der dorê wesayiteke agirkujiyê nîne, çima av tune ye?
Ji ber erdhêjê li Amedê 414 kes jiyana xwe ji dest dabû û 89 kesan tenê ji bin xirbeyên vê avahiyê hatin derxistin.
|
Gelê Rihayê û mîtînga YSPyê
|
https://botantimes.com/gele-rihaye-u-mitinga-yspye/
|
Gelê Rihayê û mîtînga YSPyê
Ez duhî (duşem) li Rihayê bûm. Ji bilî germbûna atmosfera ji ber hilbijartinê, li Rihayê germahîya hewayê jî dest pê kiriye. Lê niştecihên Rihayê di nav xwe da dibejîn “Ma ev hîn çî ye, hin germ dest pê nekiriye, ji vê ra şikir bikin.”
Di bin wê germê da mîtînga Partîya Çepên Kesk jî dihat kirin. Saet dora 2ya li qadê kesên ku ji bo mîtîngê hatibûn, hindik bûn. Ez û çend hevalên xwe, nezikî qada mitingê li kafeyekî rûniştîbûn. Me hîn li ser hindikbûna kesan şorê dikir ku li ber me bi sloganan komaka qalabalix derbas bû. Destên wan ber bi jorî ve û her du tilîyên xwe kiribûn nîşana serkeftinê. Bi cil û bergên xwe didan nîşan ku ev jî Sirûcê hatine.
Ez û hevalê min ji bo fotograf û vîdeoyan em çûne qadê. Di nav qadê alîyekê gencên govendê digerin alîyekê kalên ku serî xwe bi dolben dê girtinê cixare xwe dipêçin û dikşînin û alîyekê jî jinên ku bi alaya YSPê di nav qade da digerin û dilizîn…
Her ku germahî zêde dibû, hejmara mirovan jî pê ra zêde dibû. Germ ne xema kesî bû, wan kesan hema govendê digerandin. Taybetî wextê vokalîstê Koma Bajar Vedat Yildirimî derket ser dikê ev çoş û hêza mirovan zêde bû. Lê ew kelecanî bi stranê Ahmet Kaya ya “Agladikça” kêm bû. Dema guhdarîya wê stranê dikirin jin, ciwan, qal û zarokan bi alayên YSPyê destên xwe diavêtin ser milên hev û çep û rast dihejîyan.
Hin zilam li derveyî qadê li ser pêlên şikestî yên mizgeftê rûniştibûn û li mîtîngê temaşe dikirin. Ez bi meraq çûm cem wan ka gelo ew ji bo mitingê hatine yan tenê ji meraqa xwe temaşe dikin? Min ji çend kesan pirs kir: “Hûn ê dengê xwe bidin kî?” Hinek bersiv zelal bûn û gotin “Demîrtaşî got bidin Kiliçdaroxlîyê, ez ê jî bi gotinê vî bikim û bidim wî.” Lê hin kesan jî digotin ez nizanim qîza min xwedê dizane.”
Ji hilbijartinan ra çend roj mane lê hin kes ji ber ku nikarin bixwînin û binivîsin nizanin dê dengên xwe çawa bidin. Li qadan jî sîyasetmedar di axaftinên xwe da balê dikşînin li ser wê mijarê û sembola partîyên xwe raber dikin. Yek ji wan jî Hevserokê Giştî yê HDPyê Mîthat Sancarî ye ku ew jî duhî wiha got:
Di 14’ê Gulanê da gava hûn çûn ser sindoqê, dê du pusûleyên dengan derkevin pêşîya we. Yek jê ji bo parlementerîyê ye. Li wir tenê darek heye. Gava we rahişt pûsûleyê mohrê xwe li bin wê darê bixin.
|
Subsets and Splits
No community queries yet
The top public SQL queries from the community will appear here once available.